Stenbol

 

Seydayê Cirnêreþ

 

Min digot belkî tu warekî þaristan î

Tu xwedîyê pirr zanîngeh û dibistan î

Kî te bibîne kî te nebîne poþman î

Te ra dibêjim hûtê bêbext î Stembol

 

 

Tu bajarekî pirr mezin û tu ser bi ser

Te gelek mirov kirine der bi der

Te kire nav dilê min gelek kul û keder

Te ra dibêm cinawirek birçî Stembol

 

 

Gelek milletan civîyane nava te

Pirr genî bûye bîhn didîye dîroka te

Cem min tuneye qandî misqalek qîmeta te

Te ra dibêjim hirçê çelan î Stembol

 

 

Te xist nav dilê min kul û kedera giran

Kirne dijmin te’b hevdûra bav û biran

Ser te dihejîye li banîya ala zoran

Te ra dibêjim rûvîyê fennek Stembol

 

 

Tê gotin boy te mezin î wek behr û ‘uman

Tu dimijî xwîn û nêm û mêjîyê însan

Warekî qelleþ û xwînfroþ î bêguman

Te ra dibêjim warê xwînmijan î Stembol

 

 

 

Gelekî însan dijîne bi xeyalên te

Tew nizanin bi rastî ew cehþîtîya te

Te xwar beranê rengîn ji nale li ser te

Te ra dibêjim tu pir qelleþ î Stembol

 

 

Lê ezê çawa li rûyê te hez bikim

Lok û beranê qemer çawa libîr bikim

Xwedê þahîd be serok Seyda libîr nakim

Rûyê teyê’b gemar û qirêc e Stembol

 

 

Serokê min Seydayê min Mele Izzeddîn

Te da naskirin bi gelekan rîya emîn

Þehîdê dozê cîranê Muhammed Emîn

Bo te dibêjim kela zulmê yî Stembol

 

 

Ka binêre carekê li halê berana

Hatine revandin ew bi destê xaîna

Xwedê biqulubîn tac û text û dewrana

Tu li ber çavê min mehrê reþ î Stembol

 

 

Tu har bûye wek hûta dixwî lawê bavan

Lê çibkim nakeve çavê min xewa þevan

Beko Ewan dikeve mabêna bûk û zavan

Tu weka keftarê pozçilm î Stembol

 

 

01/02/2000 – Sêþem