|
Xewneke nêvî û xwezîyek
Hatice Mollakendi
Ji bo bîranîna bîrdozîya Ustad Bedîuzzeman Seîd Nûrsî, salvegera þehadeta Seydayê Mele Îzzeddîn û Kekê Seîd
B i kesera dilê te! Ez þayanê dîtina te nebûm. Lê tu ji min ve xûyayî. Min carkî jî te dîtibû; resmê te.. Lê îcar tu hatî. Ez û tu li nav mala min gerîyan. Te ji mi re bi ken digot: – Te wê hêzê ji kû anîye? – Ez çi zanim ji kû…Ne te ji min re got “keça min”. Ez çi zanim ji kû? Ji min witrê, te dixwest ji min re bêjî: – Tu çima di vê malê de, bi tenê disekinî? Min dianî xwe diparast: – Mal bilind e. Her derê wê qewîn kirîye. Min carkî ji te re digot “bavo” carkî jî “dayê”. Carkî þimikê mêran min dida te, carkî jî ê jinan. Ez û tu li nav mala min gerîyan.. û ez hiþyar bûm... – Wey li min ev xewn bû! Çima rast nebû! Çima xilas bû? Hatim ser hemdê xwe. Min nihêrî nivîsa min a yekemîn digihêje mala xwe… Digihêje kovara Nûbiharê. Ustadê min dibêje qey ku min wan nivîsa tûrikan de hîþtibû, tu ji min xeyîdîbûyî… Ê min çawa bikira? Derûdorên kovarê xwe veþartibûn. Bi kesera dilê te na! Ewan xwe neveþartibûn. Min çavên xwe girtibû. Ez du hebên wan ji te re bêjim. Ewan xwe neveþartîye, li holê ne. Min heya niha wan nizanîbû. Hinek sêwî mabûm. Belkê jî teyrek bêref. Teyrek basko bûm pir caran. An jî ava ku nizanbe bi kû de bikiþe… Avekî golgenî bûm ez. Sala 1946an de li bajarê ku çîyayê Agirîyê li wir e, çîyakî hatîye dunyayê. Kîjan mehê de hatîye, kesek nizane. Ka temenê kîjan zaroka Kurd bi roj, bi meh û bi sal tê zanîn. Çîyakî ji çîyayê Agirî bi hêztir, bi þereftir. Jixwe jî þeref, ne ê çîya ne, ê xwedîyê da’wa û doza ne. Ew hêz û þeref wek birûskek bûye. Li gor halê rihê wî, nav lê hatîye dayîn. Hêz, þeref û birûsk… Izzeddîn Yýldýrým. Xwezil ti peyvan bi xwezilê destpênekira. Xwezil min wî birûskê bidîya. Li jîyana wî dinihêrim, gavên wî diþibin birûskê. Ku hewce dît disekine. Xwezî min wî çîyayî bidîya. Gelo kolemiþk jî wî bibînin, ew jî dibin wek çîyan? Ahmedê Xanî dendikek dît. Serma, eþkî, qeþa bû. Dora wê dendikê anî pêça. Bi pelgên gulan, xist nav dilan. Da ku sur nebe. Him jî çîl de. Û rojekê dunyayê þîn ke. Pêþerojê rohnî ke. Zabirin ji meþherê re amade ke. Paþê tu hatî Ustadê min. Te dîyar kir, dendika veþartî. Lê didane pey te… û tu! Dibezyayî. Nedirevîyayî… dibezyayî. Te dîyar kir dendika ku pelgên gulan de pêçayî. Paþê ew birûsk hat. Ji ber ku birûsk bû, ewil nexûya. Dibe ku demek dirêj jî nehatîye fehmkirin. Dibe ku rexne jî li ser barandine. Zîpikên hesin dibare, pir caran li ser aliman, di bêdera nezanînê de. Û kelekela havîna Amedê hênik tê, di ber hêlehêla vala de. Te dixwest tu Zehra avakî. Mizgînî ji te re Ustadê min! Ewî xîmê we avêt. Û awha gotîye: “Me li Wanê dest bi avahîya Zehra kiribû. Bi hêvîya ku ji armanca Ustad re bibe wesîle. Lê bixebitin, bila xelas be.”1 # Ustadê min, ew ji te re dibêje “warisê pêxember”2 # Ez jî, ji wî re bêjim “warisê Ustad” qey nabe? Bi min dibe. Lewra pêþnûma/piroja te ya ji bo yektîya mislimana, ji bo vejîna Rojhilata Navîn, ew tenê lê xebitîye. Pirtûkên te bi hezaran kes dixwînin. Lê mîna wî kesî nexwendîye. Kesî mîna wî te fehm nekirîye. Û rabûye çûye … Misrê, Pakistanê, Îranê, Erebistanê….3# Paþê nêrîna xwe awha anîye ziman: Sedemê paþdemayîna Rojhilata Navîn ji kêmasîya perwerdeyê ye. Mîna ku te gotîye: “Xwendin, xwendin, xwendin.” Sedemek din jî kêmasîya azadîyê ye. Mîna ku te gotîye: “ Bila bimre dubendî û bila bijî ê ku aqil û seroktîya wan eþkere ne û daxwazê azadîyê ne.”4# Paþê ewî dendika Ahmedê Xanî ji nav pelên gulan derxist…Nûbihar… Nûbiharê, ê ku zimanê xwe dizane bixwîne, binivsîne jixwe hindik in, ewana anî ba hev, kom kir. Lê nava wê komê de Ustadê min qet jin tuneye. Gava te got: “Xwendin, xwendin, xwendin”. Qey te gotibû: “Jin ne tê de!” Lê ew çi xela ye? Di vê sedsala zanistyê de ev çi kortî ye ku jinên Kurd tê de ne? Ew jin ewê çawa bikaribin zarokekî li gor vê sedsalê xwedî kin. Ustadê min ca, cardin jî qêrîn ke. Dîsa bêje: “Xwendin, xwendin, xwendin.” Ca cardin jî bêje. Dibe ku îcar seh kin hevnîjadên min. Nûbiharê, yên ku difikiryan, ji xwe dipirsîyan: “Em çima hatine afirandin? Li gor vê dema em tê de dijîn, bawerî çawa tê jîyandin? Gelo em li ber dirokê weynek çawa bilîzin?...” Xwedyên van pirsan anî ba hev. Gava li ezmana veda ye, çiqileke wê birûskê jî Nûbihar bûye. Îcarê ku mîna min bûye heyran dema wî de, ji wan re awha gotîye: – Na. Tenê heyranî ji Nûbiharê re na. Paþê pirtûkên ku te li binê agirê sîlehan de, li herban de nivîsîye, daye nîþan. Ji bo heyranbûn û xwendinê. Xwezî ewî ji min re jî tiþtek gotibûya. Xwezî peyvan bi xwezilê destpênekira. “Ê ku ji wan re nîþan hatin piþtî wî bela wela bûn, ji hev veqetîyan. Mîna vana nebin. Ji bo wana ‘ezabek mezin heye.” 5 Evê ayeta hanê, min derheqê gelê min de ditirsand. Lewra Ustadê min, tu ji nava gelê min derketibûyî. Ango bi min, gor wê ayetê Xweda nîþan, nîþanê gelê min dabû. Te rastîyan tev jî gotibû ji wan re. Tu aniha jî dibêjî. Û li rewþa gelê xwe dinihêrim. Hiþyarbûn na. Xewekî giran dibînim. Û gazî qulingan dikim. Em bi hev re qêrîn dardixînin. Ustadê min li te jî hinek civatên dinê xwedî derketibûn. Derketine…Lê temamîyê fikr û ramanên te nedigotin. Îcar bi min rastî kêm dima. Di wan dema de, ji min re tu der, nedibû war. Bêwar jî nedibû. Tu kom nedibû heval. Zivistan bû. Rihê min de jî, ba û bager. Dengek hat ji dûr de. Dengek zelal, dengek ji gel. Bi wî dengî, min nihêrî Seydayê Mele Izzeddîn govend danîye, ji vî ayetê re: “Ji we ê ku gazî xêrê dikin, baþîyê ferman bikin û xerabîyê qedexe bikin, bila komek çêbe. Ew kom gihîþtine xelasîyê”.6 Navê govendê, Zehra… Ji bo perwerdeya gelê paþde mayî. Heta meriv malbatekî wan diguherîne çermê enîya meriv diqete. Lê ewî ji wan kesan, civatek zana damezrandîye. Jîyana gor sunetê jî fêkîyê sunetê dide. Resûlillah jî Hz. Omer dernexistibû holê? Ku ez bi wê civatê hesîyam…bê baskim jî, lê dîsa firyam. Çûme heft tebeq bi ser esmanê welatê xwe de. Ezmanên þîn… Dibe rojek teyrên sipî. Li ezmanan qîzikek hat ji min re got: – Eþîrê gelê te bi navhev ketine. Ser û guh li hev pelixandine. Ka were birîna wan derman ke. Ez ji jor de ketim xwarê. Qederekê li erdê mam. Ezmanên þîn, teyrê sipî, dûrî min ketin. Rabûm. Kulîyam û çûm. Hevnijadê min, ji bo cihêka avê serê hevûdu þikandine. Min wan serê birîndarê vala girêda. Ji min êþbirr/derman xwestin. Min neda. Lew dermanê ku nezanînê bibirre tune ye. Mixabin tuneye. Û min ji wan re got: – Êþbirra ku ji we re lazim e nav þîretên Mele Seîd de ye. Min þîreta te da bidestê wan. Ustadê min, lê ew nizanin bixwînin. Dua bike ew civata ku warisê te daye avakirin bila pir bin; werin bikevin her malê; yek bi yek ji wan re bixwînin. Nizanin, lewma serê hev diþkînin. Ne ji bo cihoka avê. Jixwe jî gelek av di cihokê de dê here. Lê ka di kû re here ava reben. Ustadê min warisê te awha dibêje: “Xeydên xwe yên hûr mûr biavêjin alîkî”.7 Piþtî wî ez rastê tiþtek hatim. Rêyek kete pêþîya min. Di erebê de du heb mêran ji bo ku li pêþîyê rûnin dilê hevûdu þikandin. Piþtê wan jî, kî dihat digot: – Pêþî vala ye? Þofêrê reben digot: “Na”. Nediwêrya bibêje: Qêrîna hêja ji bo pêþî bû! Xeydên hûr û mûr, yanê çi? Gelo ev “de’wa pêþî” dikeve nava “xeydên hûr mûr”. Yan mesela herî mezin e?! Seydayê min Mele Izzeddîn gotîye: “Xeydên xwe yên hûr-mûr biavêjin alîyekî….” Di rêyê de rêwî bûm. Rastê “de’wek” hatim. “de’wa pêþî” Xwestinên meriv, temenê rihê meriv dide nîþan. Gelê min diþibe “de’wa pêþî”. “de’wa pêþî” diþibe gelê min. Pir caran min diqehirîne. Ev de’wên ne de’we. “Xeydên hûr-mûr biavêjin alîkî”. Ez “de’wa pêþî” deynim kîjan alî? “de’wa pêþî” jixwe bi cîh bûye. Cîyê wî kifþe ye. Li pêþîyê ye. Ez wî deynim kîjan alî? Ku min wan kêmasîyan dît, dilê min þewitî. Ustadê min, îcar warisê te awha li min bang kir: “Em mecbûr in bi‘elimin, bi‘elimînin. Xizmetê de dilsozî. Û zordayînek heta dawîya sînora qeweta xwe. Em di nav dema borî û pêþerojê de, mîna qulpên zincîrê ne. Îrtibatekî zêde zêde. Qewet bidin hev. Bi qasê pêþketina xwe ya þexsî û bicîhanîna berpirsîyarên xwe yên ferdî, mesûlîyetên me yên civakî jî hene.”8 Evê banga wî,“ Desthevgirtin, desthevgirtin, desthevgirtin” a te, xiste bîra min. Û þagirtê warisê te… Li Amedê bûye, 1972… Li çîroka navdayîna wî dinêrim. Dibêm qey qeder li wî gerya ye, ew li qederê. Rojekê malbata wî çûye ku navê wî qeyd kin. Ji wan pirsîne: “navê zarokê we çîye?” gotine: “ Saîd Avci”. Lê “Saîd” “Þehît” hatîye sehkirin. Di fermî de bûye “Þehît Avci”. Di civatê de jî, jê re gotine “Saîd”. -Þehît Saîd- ka kî dikare bêje ev navê han, bêhemdî çêbûye! Lê bêhemdîya mirovan bihemdîya Xweda… Û Saîd bûye nêçîrvanê ÞEHÎDîyê. Jîyan meriv zû pûç dike. Nîvê temenê meriv diçe, paþê meriv tê ser hemdê xwe. Dibe ku þert û mercên ku em tê de ne, me wusa dikin. Lê Þehîd Seîd jîyanê revandîye. Jîyanê ew na. Lewra temenê wî 27 bûye. Ka binihêrin çi kirîye: Kovara Yeni Zemin de nûçegihan bûye. Li Sêrtê mela. Xwezî di weizdayînek wî de, ez jî li wê civatê bûma. Gelo ewî gotinên xwe yên ku ji nivîskarekî çepgîr re wek civatnasek gotîye….Ewê bigota. Ewê fikr û ramanên xwe bigota ku melan, mela bidîya. Awha gotîye ji Cezmî Ersöz re: “Aniha Zanîngeh, ne cîyê zanistîyê ne. Xwendevanan azadîyê þaþ fehm kirine. Îro di nav çepgiran de û nav muslimanan de jî belavbûnek heye. Civat nikarin ferdan tam pêþda biherin. Wana heta cihkî dibin, paþê ew kes bi xwe pêþda diçin, ji civatê zêde dibin û ji wan diveqetin. Gerek meriv ji fikrê dervayê fikrê xwe re jî vekirî be. Rastî tenê ê meriv nîne. Ê ji hevûdu, jixwe têne ba hev. Lê gerek yên ji hev cuda, bikaribin werin ba hev. Em di gelek tiþtan de, hevpar in: em însan in, em rast in, em li ser axekî dijîn… Ma ne bes e ji bo têkilîyek?”9# Nivîskar di wê kitêba xwe ya ku tê de bi sedî zêdetir xwendevanan re hevpeyvîn kirîye. Tenê ji wî (Saîd) re heyranîya xwe anîye ziman. Ersöz awha dibêje: “Ez di bin bandora fikr û ramanên Saîd Avci de mam…”10 #Xwezî min jî hevpeyvînek pê re bikira. Xwezî peyvan bi xwezilê dest pênekira. Xwendevan di zanîngehê de tenê dikarin dersê xwe xilas kin. Destûrname/dîplome hildin. Di vê navberê de, di nav wê gemarîya azadî þaþ fehmkirinê de, xwe wunda nekin baþ e. Lê îcar hinek kes hene wek sitêrkan in. Stêrka Zanîngeha Stenbolê, Þehîd Saîd. Di ber xwendevanîyê re þirket ava dike. Paþê, ji þirketeke din re jî dibe hevpar. Karsazek ciwan e îdî di sala 1995an de. Û di xizmeta Zehra de li pêþ e. Gava min li vê jînenîgarîya bi rûmet dinihêrî, bi heyranî li ser lêkolîn dikir. Ez nava xwe de pir bûm. Nesekinîm di cîh û waran de. Min xwest ji hemû xwendevanan re, hemû ciwanan re, hemû kovaran re jîyana wî bêjim roj bi roj. Û min xwendevanek qefiland… û jê re got… min guhdar kir. Paþê ji min re got: – Gelo mirovek awha heye li rûyê erdê. Min jê re got: Þevekê duþemê hevalê Seydayê Mela Izzeddîn xewnek dibîne. Dibêje: – Seyda, min îþev xewnek dît. Rihê te ji bedena te derdiket hevraz diçû. Em pênc þeþ heb kes jî li ba te bûn. Lê me nedidît. Roja din di dersa sêþemê de, Seyda evê xewnê ji cimaetê re jî dibêje. Cemaeta hazir dibêje Xwedê xêr ke û wek dirêjî û bereketa umr/temen þîrove dike. Ew jî dibêje: “Her tim ji Xwedê Teala duayê min ev e ku bi awakî wusa rihê min bistîne, nekevim ber dest û linga.” Seyda çavê xwe li þagirtê xwe digerîne, ku wî nabîne, dipirse, dibêje: “Saîd ka? Saîd çima nehatîye? Dibêjin, îro ji bo karekî hinekan gazî kiribûnê, çû. Lê hê nehatîye. Seyda paþê Peyva Hevdeyan, Peyva ku behsa îman û rêwîtîya çûyîna alema axiretê, cennetê dike; wek ders dixwîne: “….ji bo bawermendan mirin, ne tunebûne. Cîh guhertin e. Qebir jî, derîyê alemeke nûranî ye. Ev dunya jî, li ber axiretê weke zindanekê ye. Ji zindana dunyayê, çûyîna bostanê cennetan û huzûra Rehman, ne carekî, hezar car tê xwestin….” Êvara sêþemê, gava çavê xwe li þagirtê xwe digerîne, vana dixwîne. Yanî êvara ku Saîd revandine, lê haya kesî pê tune… Ew þev derbas dibe. Roj dube çarþem. Hin kes tên. Kesên tarî. Dibêjin: “Seyda were. Meselekî heye, emê bi te biþêwirin.” Seyda diçe odeya din û bi hevalê xwe diþêwire. Dîsa dizvire tê salonê cem wan kesan. Dibêje: “Ez we nas nakim. Bi we re nayim” Ew, ji Seyda re dibêjin: “Na, Seyda tiþtek tune. Saîd jî li wir e.” Dibîne ku Saîd jî li wir e. Radibe diçe û êdî diçe… Ewî çawa þeva sêþemê çavê xwe li Saîd gerand û nedît… Hevalên wî tev qederê mehekî çavên xwe li Seyda digerînin, nabînin. Sal: 1999. Lewra gava Seyda çavê xwe li Saîd digerand, digot: “…Ew encamên, ji derbasbûna fermî ku dest ketin. Yanî encamên mêvantî û rêwîtîya însan ya li vê alemê, ku dest ketin. Xaliqê Rehîm, ekserîya bi awakî dilovane, ji dunyayê diecizîne û bêzar dike. Meyleke ber bi îstrehetê, bi wan dide hîskirin. Him jî rehmeta bêdawî ya Wî Rehmanî dûr nîne ku çawa leþkerekî ku karê têkoþînê de telef dibe, rutba Þehadetê didîyê….”11 Jixwe Ustadê min te di þîreta xwe de gotîye: “Sê cewherên me hene, hifza xwe ji me dixwazin. Yekî wî Îslamîyet e, hezar hezar þehîdan buhayê wê dane”.12 Seydayê Mele Izzeddîn û þagirtê wî Þehîd Saîd jî xwîna xwe wusa buha firotin. Her teyr bi refê xwe re difire. Ew bi hev re firyan. Ji wan kesên tarî …ji wan wetrê, ew mirin. Lê ew firyan. Lewra ew kesên tarî evê ayetê nizanin: “Ê ku di rêya Xwedê de têne kuþtin re, nebêjin mirî. Ew sax in. Lê hûn nizanin.”13 Piþtî herdu þehîdan, Civata Zehra “Þînek ‘esîl” danîn. “Me þînek ‘esîl divê; bi xwendin, desthevgirtin. Bi biratî, bi hevratî; wek þalûl û wek bilbil Ger dixwazin ew b’ me re be, heyf hilînin ji dijmin Bi rêxistin, civatsaz bin; rêya wî da mil bi mil”14#
Seydayê min wa kifþe bû ku, ewan xwe neveþartî bû. Min çavên xwe girtibû. Êdî nivîsan di tûrikan de nahêlim. Lewra çavên min vebûn. Û tu… ne kesên din. Tu nivîsa min a pêþin de hatî xewna min. Ew xewn, bû xelata min… Bû leza min. Tê cardin jî werî, na… Gera me nêvî de ma. Lewra em çûne du oda. Mala min tenê du ode nine. Ger tu cardin jî werî ezê serhedê tev bikirim. Ji xwe re bixim mal. Bira gera mala min, pir ber xwe de. Ji ber ku zû neçî. Tê cardin jî werî, na. Xewna min xelas bû. Gera me nêvî de ma. Bi kesera dilê te, her xilasî xem tîne… xilasîya xewnan jî…n
Têbinî 1 Þehit Ýzzettin Yýldýrým Albümü, Vasîyetname, Zehra Eðitim ve Kültür Vakfý, s. 2 2 “Bir Lahika” Zehra Bülteni sayý: 17 s. 2 (Kurdî ya wê: Nûbihar. Hejmar: 101. r.54) 3 Þehit Ýzzettin Yýldýrým Albümü. 4 Bediuzzaman Said Nursi, Ýçtimai Dersler. 5 Sûretê Alê ‘Imran:105 6 Sûretê Alê ‘Imran:104 7 Nameyek. Nûbihar: 101 8 Nameyek. Nûbihar: 101 9 Cezmi Ersöz, Haritanýn Yýrtýlan Yeri. 10 Cezmi Ersöz, eynî pirtûk. 11 Gotina Hevdehem. Nûbihar: 91 12 Þîreta Mela Seîdê Kurdî. 13 Sûretê Beqere: 154 14 “Þîna ‘Esîl.” Nevzat Eminoðlu. Nûbihar: 91
|