Dîwar

 

Sever Iþýk

severquîsta@mynet.com

 

Wexta bedena te seridî…

Bedena te ya seridî… Xapînok bû, dilrevînok bû vîtrayek çavkêþ bû. Tu xewnek bûyî, dirijîyayî ji xewn û xeyalên vardîyayên endustrîyalî, bênamûsên pîr, bavê peran, û ji navranên rojan… Tu ji çavan re vîtrayek rengarenk, bi nav û deng, keskesor a heftreng, ji lêvên iþk re serap. Guhê pas re ezgîya îlahî, nû kilamek nehatî bestekirin bûyî.

Derdora te kerîyek mêrên stewr, bi organên protez çiqas mexlûq; dengên mekanîk, spotlight, tu li badikevî bi reqsek harî. Ser lêvên te kenek derewîn û gemarî, ji devê te jahr dirije. Ji canê te bîhna giran; mîna xwîdan…. û þil… þewat. Kundên veniþtî; partî safarî; rû maske, awir rontgen, diran kêr, rûj, rîmel, oje… uyd... uyd.

Ev govdeyê ku tu mîna webalekî digerînî li tu dera hilnayê. Di cilê te yî biþkivî re kufr diherîkî canê te. Wexta zihêra zeman ji qedeha jîyanê rijîya hundirê te ê kîjan antîtoksîtan bibe reçeteya te; ê kîjan antîdepresîfa te qawî û þîyar bigrin. Birîna bêder, va laþê bêcan û mecal, va meyîtê muharîk ma tu dikarî mîna peykerekî seba “mirineke pir bi deng” li meydana bajar/qada þahr tune bikî; berhewa bikî? Tu dikarî xwe mîna abîdeyek biçikînî reþ wicdana însanîyetê de?.. hemêza rûreþîyê de xwe mîna narincokekê biteqînî? Tu li ser milan bi barê gir û giran dikarî li vê bênderê bimînî? Bihewî? Dazelî?

Heyfe, tu xwe weka metresî jîyayî

Û tu ji xwe re li qefeseke geryayî.

***

Wexta gul geþ bûn li ser sînga te.

Wexta gul geþ bûn li ser sînga te, tu ber bayê xeyal û xwezîyan ketî; xeyalên kûr, xwezîyên dûr, ber bi jor. Hêvîyên bêserûbin û þewat rê li te girtin.

Bayê bezê tu mîna zeman tu bihurî/çû xerîbî û bîyanîyan.

Tu herîkî ber bi dinya “whîte man” û 'barby baby'an. Gêjbûyî li ber merhameta wan! Tu revîyayî þewq û þemalan; tim û tim gerîyayî li zaferan.

Tu ji xwe re li qefeseke geryayî.

Qefesek hesinî, zêrî yan zîvî.

 ***

Tu bû rêwî li rêyan.

Va rêyan derdikevin kû? Ev çeman diherikin, dirijîn kû? Evqas însan kû ve diçin. Gewde, îhtîras, xwezî û þehvet, kîn û nefreta bêmecra kû ve diçin? Ev azwerîya, ê kengê bajar bikin tarûmar? Ev hewesana ê kîngê bajar hilweþînin? Alaw, kêngê rengê manzarayek cehenemî pêk tînin? Însan kîngê dibin ar, kîngê arî? Ev qehrê û nefret ê kîngê (înflah bike) biteqe.

Va bajarên te… Pompeî nûjen; kolleksîyonên sûca, bajarê sanal, aþê însanan, bînayên mezin, însanên biçûk, guherîn di rehma zeman, paytextê jan û þadîyan, arzû û mirinan, rêvîngîyan, qaçaxîyan, randewuyan, hevdîtinan, veqetînan… çiqas xerab lê ewqas jî dilrevok û dilkêþ weka aþufteyek xapînok... Hîn di destê wan de gîyotîn. Binêre, li kuncika balatên laþxwar û hezaran sfenksan, ku ji hestîyên xwe bi kêran xwe diçirînine, diqêrîne, digevizin di vê lîstoka agirî/cehennemî. Însan li meydanan hev kevir dikin.

Bajar ku çiqas vertîqo rêxist li ber lingên te.

Tu li ser milan bi barê gir û giran dikarî li van benderan bi bahoz bimînî? Bihewî? Þa bibî? Tu li vir penaber, tu li vir qerwaþ; sîndrella, tu li vir aþ, tu li vir þilf tazî…tuyê heta kîngê xwe bixapînî û bibezî?

 Kû de derî here, tuyê dîsa vegerî tenêtîya xwe.

***

Tu kû ve derî here, ê umrê te li pey te were

kû ve derî here, tuyî dîsa vegerî tenêbûna xwe

ê hemû îstasyon te li dîwaran biqelibînin

mîna marekî tu nikarî biterikînî 'ayarê xwe, biguherî cil û berga xwe

ê îxanete te bikin kuklayên te

tu kû ve derî here, ê umrê te li pey te were. Ê li pey te were seeta li dîwar; dayka zeman, dîka malê ku te pêkirî, ranza ku li ser razayî, qedeha avê, çîçekên stûxwar, çarçeweya bêresm, dîwarên bêdeng, perdeyên bêreng û ronî, asqîya bêcil û tazî, arîya agir, xalîyên rêxistî. Û mirîyên bi dîwar ve darxistî û derîyê sebrê.

***

Tu çendîn westîyayî li dûrîyan.

li derewîyan

Çongên te þikestî

tenê te çilmisî

rûyê te wanî sar

porê te westîyayî

destên te xwîn, ji berhevkirina cînciqan

ma tu qeherî li eynîkan

çavê te ma'ne bêhal

lêvên te lal.

Halbûku daristanek gur û geþ bû welatê xewn û xeyalên te; niha esman qeliþî, ser te de ji ewrên reþ barana sîyanurî dibare. Bêçareyî direvî, dipekî, dibezî, diterîqî ji qehr û qederê…

qey qeder e…

talî tim vedigerin ser/etay/î

ji nû ve

ji nû ve.

***

Ev mirîyên bi dîwar ve darxistî ku alawîya kîbrîtekê dixuyin li benda te ne.

Ji wan hergav qîrînek “ku lê vegere.”

Vegere.

Îskeletê xwe ji nû ve ava bike bi geometrîyeke nû

birînên xwe bikewîne bi wicdana Roskolnîkov

 ji enqazê xwe, ji nû ve xwe biafirîne

bibe lîsanek nû

û hilkþîne neynûkên xwe

lêvên xweyî goþtelast

zimanê þehwetperest

diranê porselenî

bîhna xwe biguhêre

pêy xwe bihelîne sîmayên sextekar

bibe sîmurga bajar

biterîkine labîrentan

serê xwe rake li asoyê binêre

seba bênderek nû, ji destpêken nû, bike hîcret

hadê cesaret

hinekî din…