|
'Îda Qurbanê
Mela Muhemmed Bêrkevanî
1- Maneya 'îdê: d ji koka 'Ewdê tê ku ew bi meneya dubare û vegerîn e. Ya ji ber vê jê re 'îd hatîye gotin. Lewra ew her sal vedigere û dubare dibe. Yan jî ji ber vê ye ku jê re 'îd hatîye gotin. Lewra bi vegerîna wê re keyfxweþî û þahî jî vedigere. Yan jî ji ber vê jê re 'îd hatîye gotin; lewra tê de gelek ni'metên Xwedê Teala li bendeyên wî dibarin.
2- Girîngîya Roja 'Îda Qurbanê Xwedê Teala di salekê de ji bo mislimanan du roj kirine 'îd ku yek ji wan roja 'îda remezanê ye û ya din jî roja 'îda qurbanê ye. Li hin deverên Kurdistanê ev roja pîroz wek; “'Îda Hecîyan” jî tê bi navkirin û zanîn. Xwedê Teala di bara girîngîya wê de di kitêba xwe ya pîroz de wiha dibêje: “Îro, min dînê we, ji we re kamil kir. Min qencîya xwe li ser we timam kir û min ji we re bi olîtî Îslam pejirand.” (Sûretê Maîde:3) Di bara fezîleta vê ayetê de hatîye ragihandin ku zilamekî cihû hatîye cem 'Umerê kurê Xettab (x.j.r.) jê re gotîye: – Hey Mezinê bawermendan! Di kitêba we de ayetek heye, hûn wê dixwînin. Heke ew ji bo me civata cihûyan hatibûya þandin me dê ew roj bikira cejn! Hz. 'Umer got: – Tu behsa kîjan ayetê dikî? Got: – “Îro, min dînê we ji we re kamil kir, min qencîya xwe li ser we timam kir û min ji we re bi olîtî Îslam pejirand.” Hz. 'Umerî got: – Sond bi navê Xwedê Teala ye; ez wê roja ku ji Peyxamberê Xwedê Teala (s.e.w.) re hatîye þandin û wê gava ku daketîye jî dizanim. Ew, roja înê, êvara 'erefeyê ji Qasidê Xwedê Teala re hatîye hinartin.” (Îmamên Buxarî û Muslim ragihandine.) Belê, ji bo hemû mislimanan rojeke ji vê rojê pîroztir û çêtir û qedirbilindtir nîn e.
3- Çend Edebên Roja 'Îdê a-Yek ji edeb û toreyên 'îdê ye ku mirov xwe biþo, dermanê bêhnxweþ li xwe bide û cilên xwe yên nû li xwe bike. Lewra ji Ce'fer kurê Muhemmed hatîye rîwayetkirin ku wî ji bavê xwe û bavê wî jî ji kalê xwe rîwayet kirîye ku Peyxamberê Xwedê Teala (s.e.w.) di her 'îdê de kurkê Hebreyî (Yemenî) lixwe dikir. Ji Hesenê Sebtî jî hatîye ragihandin ku gotîye; Peyxamberê Xwedê Teala (s.e.w.) di herdu 'îdan de emir li me kir ku; em çêtirîn cilên ku bi dest me bikeve li xwe bikin, em çêtirîn dermanê bêhnxweþ yê ku bi dest me bikeve lixwe bidin û em giranbihatirînê ya ku bi dest me bikeve bikin qurban.. (Hakim ragihandîye.) Îbnu Qeyyîm gotîye: Peyxamberê Xwedê Teala (s.e.w.) xweþiktirîn cilên xwe li xwe dikirin. Cileke wî hebû ku tenê di herdu 'îdan û înê de lixwe dikir.. b- Sunnet e ku însan sibehê zû herin mizgeftê. c- Di 'îda fitrê de sunnet e ku mirov berî ji mala xwe derkeve here nimêjê tiþtekî bixwe. Lêbelê di 'îda qurbanê de sunnet e ku mirov tiþtekî nexwe û raweste heta ku ji nimêjê vegere piþt re bixwe. Enes gotîye: Peyxamber (s.e.w.) di roja ('îda) fitrê de heta çend xurme nexwaribana dernediket û ew jî bi ferkî (sê, yan pênc, yan jî heft û her wiha) dixwarin. (Ahmed û Buxarî ragihandine.) d- Ji bo nimêjkerî sunnet e ku di rîyekê re bimeþe here nimêjgehê yan jî mizgeftê û di rîyeke din re vegere malê. Lewra ji Cabir (x.j.r.) hatîye ragihandin ku gotîye: Peyxamber (s.e.w.) gava roja 'îdê bûna rîya xwe diguherand. e- Ji bo îmêm mekroh e ku berî nimêja 'îdê sunnetan bike. Piþtî hilatina tavê ew ji dîgerên wî re ne mekroh e. Delîla wê jî ev e ku ji Îbnu Abbas (x.j.r.) hatîye rîwayetkirin ku Peyxamber (s.e.w.) roja 'îda fitrê derket, du rekat nimêj (yên 'îdê) kirin, êdî ne berîya wan ne jî piþtî wan nimêj kir..
4- Dema Meþrû'îyeta Nimêja 'îdê û Delîla Meþrû'îyeta Wê: Hin 'aliman gotîye ku nimêja 'îdê di sala yekemîna hicretê de hatîye meþrû'kirin û danîn.. Lêbelê gotina sehîh ev e ku nimêja 'îda remezanê û ya qurbanê jî di sala duyema hicretê de hatîye meþrû'kirin. Yekemîn nimêja ku Peyxamberê Xwedê Teala (s.e.w.) kirî jî nimêja 'îda remezanê ye ku ew jî di sala duyemîna hicretê de ye. 5- Jêdera Meþrû'îyeta Nimêja 'Îdê: Jêdera nimêja 'îdê ev ayeta pîroz e ku Xwedê Teala xîtabî peyxamberê xwe (s.e.w.) kirîye û jê re wiha gotîye: “(Ya Muhemmed!) Me kewser daye te. Ji bo wê yekê, ji Rebbê xwe re nimêj bike û qurbanê serjêke.” (Sûretê Kewser:2) 'Aliman gotîye; ji “nimêj bike” ya di vê ayetê de mebest nimêja 'îdê ye. Buxarî û Muslim ji Ebî Se'îdê Xudrî (x.j.r.) ragihandine ku gotîye; “peyxamberê Xwedê Teala (s.e.w.) roja 'îda fitrê û qurbanê derdikete nimêjgehê. Tiþta ku pêþî dest pê dikir nimêj bû, piþt re dizîvirî û li pêþberî xelkê bû, xelk jî li ser sefên xwe rûniþtîbûn, vêca þîret li wan dikir û ferman li wan dikir. Heke bixwesta komekê biqetîne (ji bo cîhadê biþîne derekê) ew diqetand, yan jî bi (kirina) tiþtekî ferman bikira ferman pê dikir û piþt re vedigerîya.” 6- Hukimê Nimêja 'Îdê Nimêja 'îdê suneteke pir bi xêr e. Lewra peyxamberê Xwedê Teala (s.e.w.) ji roja ku destpêkirî heta wefat kir jî terka wê nekirîye û sihabîyên kîram jî piþtî Wî li ser kirina wê dewam kirine. Ya baþ ev e ku; ew bi cema'etî bê kirin. Delîla wê jî ew hedîsa ku berî niha hatî ragihandin e. Lêbelê bi tenê; bêyî cema'etî jî tê kirin. Peyivber û muxatebê wê jî hemû mukelef û binbar in; çi zilam û çi jin, çi yên li malê û çi yên rêwî bin, çi azad bin û çi jî kole bin. Belê; nimêja 'îdê suneteke pir xêr e. Ne wacib e. Delîla newacibbûna wê jî ev hedîsa peyxamberê Xwedê Teala (s.e.w.) ye ku dema yekî pirsa nimêja ferz jê kir: – Di roj û þevê de pênc nimêj hene.” Got: – Ji wan pê ve tiþtekî din li ser min (ferz) heye? Got: – Na! Lê ku tu bi dilê xwe (sunetan) bikî ew heye.” (Buxarî-46 û Muslim-11 ragihandine.) Delîleke din a newacibbûna wê jî ev hedîsa hanê ye ku; ji Ebî Dawud (1420) hatîye ragihandin: “Allah Teala pênc nimêjên ferz li ser bendeyên xwe nivîsîne/ferz kirine. Kî bi wan were, ji ber ku di bara wan de wan sivik bibîne tiþtek ji wan winda neke (yanî ji ber ku qîmet dide wan û wan sivik nabînê tiþtekê ji wan winda nake), ji bo wî kesî/ê li cem Allah Teala peymanek heye ku wî/ê bixe cennetê. Lêbelê kesê/a bi wan newe, ji bo wî/ê li cem Allah Teala tu peyman tune ye. Vêca; heke bive dê wî/ê bide ezabê, heke bive jî dê wî/ê bixe cennetê..”
7- Wextê Nimêja 'Îdê: Wextê nimêja 'îdê bi derketina tavê; bilindbûna wê bi qasî sê metreyan re (45 deqîqe) dest pê dike û heta nîvroyê dewam dike. Delîla vê jî ev hedîsa hanê ye ku; Buxarî ji Berra (x.j.r.) ragihandîye ku gotîye; min peyxamberê Xwedê Teala (s.e.w.) bihîst xutbe dixwend û wiha got: “Ji vê roja xwe tiþta ku pêþî em dê dest pê bikin ew e ku em nimêj bikin..” Ji xwe m'elûm e ku bi hilatina fecrê dest pê dike û ew dema meþxûlbûna bi nimêja sibehê ye û piþtî tav kete nîvê rojê jî dema meþxûlbûna bi nimêja nîvroyê ye. Naxwe navbera her duyan dema nimêja 'îdê ye. Dema nimêja 'îdê ya ku hatîye tercîhkirin ew e ku gava tav bi qasî rimekê bilind bibe ew were edakirin. Lewra peyxamberê Xwedê Teala (s.e.w.) li ser kirina wê di wê demê de dewam kirîye.
8- Awayê Kirina Nimêja 'Îdê: Nimêja 'îdê du rekat e. Bi tekbîra teherumê tê destpêkirin, piþt re du'aya vekirinê tê xwendin. Piþt re di rekata pêþî de mirov dê -'eynî wekî tekbîra teherumê-heft tekbîran bîne, li cem her tekbîranînê dê heta hîzaya milê xwe destê xwe bilind bike û dê di navbera her du tekbîran de jî biqasî xwendina ayeteke ne kurt û ne dirêj navberê bidîyê û sunneteke ku di navbera tekbîran de jî wiha bibêje: “Subhanellahî, wel Hemdulillahî, we la ilahe illellah, wellahu Ekber.” Maneya wê jî ev e: Allah Teala ji hemû kêmasî û îdîayên pûtperestan pak û munezzeh e. Hemd ji Allah Teala re ye. Ji Allah Teala pê ve tu îlah tune ne. Allah Teala ji her tiþtî mezintir e. Piþtî xwendina van dû'ayan û dana tekbîran dê E'uzûyê bibêje û fatîheyê bixwîne û piþt re sûretekî yan jî hin ayetan bixwîne. Piþt re gava rabe rekata duduyan berîya dest bi fatîheyê bike dê ji bilî tekbîra veguhezînê pênc tekbîran bîne û mîna ku li jorê jî me gotî navberê bide wan. Ev tekbîrên zêdeyî adetê sunnet in. Heke wan jibîr bike û dest bi xwendinê bike ew lê diçin û nimêja wî durust e. Delîla vanên ku derbasbûyîn ev hedîsa hanê ye ku; Nesaî (3/111) û dîgerên wî jî ji 'Umer (x.j.r.) ragihandine ku gotîye: Nimêja 'îda fitrê du rekat e. Nimêja 'îda qurbanê du rekat e. Piþt re jî got ku; li ser zimanê Muhemmed e (s.e.w.) Îcm'e li ser vê pêk hatîye. Delîleke wê ya din jî ev hedîsa hanê ye ku; 'Emr kurê 'Ewf El Muzenî (x.j.r.) ragihandîye ku peyxamberê Xwedê Teala (s.e.w.) di herdu 'îdan de tekbîr anîne, di ya (rek 'eta) pêþî de berîya xwendinê (ya fatîheyê) heft û di ya dawîyê de jî berîya xwendinê pênc (tekbîr anîne). (Tirmizî: 536'ê ragihandîye) û gotîye ku ew xweþiktirîn tiþt e ku di vê mijarê de ji Peyxamberê Xwedê Teala (s.e.w.) hatîye ragihandin.
9- Xutbe di 'Îdê de Piþtî valabûna ji nimêja 'îdê du xutbe sunnet in. Mirov dikare awayê wan bi kurtî wiha rêz û xulase bike: a-Berevajî xutbeya înê divê ew piþtî nimêja 'îdê bêne xwendin. Bi vî awayî mirov dê peyxamberê Xwedê Teala (s.e.w.) ji xwe re nimûne bigre û Wî biþopîne. Buxarî û Muslim ji Îbnu 'Umer (x.j.r.) ragihandine ku gotîye; Peyxamber (s.e.w.), Ebû Bekr û 'Umer (x.j.r.) berîya xutbeyê nimêja 'îdê dikirin. Buxarî ji Îbnu Abbas (x.j.r.) ragihandîye ku gotîye; ez roja ('îdên) fitr û qurbanê bi Peyxamber (s.e.w.) re derketim, nimêj kir û piþt re xutbe xwend. Vêca heke xutbe berîya nimêjê were xwendin jî tu qîmetê wê nîn e. b-Hemû rukn û sunnetên xutbeya înê divê di xutbeya 'îdê de jî bêne tetbîqkirin. Îmam Þaf'î -Rehma Xwedê Teala lê be- ji 'Ubeydûllah kurê 'Ebdûllah kurê 'Utbe kurê Mes'ûd (x.j.r.) rîwayet kirîye ku gotîye: Sunnet ew e ku; îmam di herdu 'îdan de du xutbeyan bixwîne û bi rûniþtinekê navberê bide wan.. c- Sunnet e ku; bi neh tekbîran dest bi xutbeya pêþî bike û bi heft tekbîran jî dest bi ya duduyan bike. Beyheqî ji 'Ubeydûllah ê navbuhurî ragihandîye ku gotîye; sunnet e xutbe (Ya 'îdê) bi neh tekbîrên peyapey were vekirin û ya duduyan jî bi heft tekbîrên peyapey (were vekirin).
10- Nimêja 'Îdê dê li Kûderê Werê kirin? Nimêja 'îdê hem li mizgeftê hem jî li çolê tê kirin. Ji her du deveran kîjan bêhtir nimêjkeran vehewîne ew çêtir e. Heke herdu dever wekhev nimêjkeran bihewînin hingê mizgeft çêtir e. Lewra ew ji dîgerên din bi rûmettir e. Çimkî misliman bi nimêjkirina tê de xwedan xêra 'îbadetê dibe û bi sekina tê de jî xwedan xêra sekina tê de dibe. Sedema ku Peyxamber (s.e.w.) li çolê nimêja 'îdê kirîye dibe ku ji ber tengbûna mizgeftê be jî. Lewra ew çax têra hemû nimêjkeran nedikir. Dîsa hatîye zanîn ku nimêja 'îdê ji bo mêr, jin û hemû binbaran bi cema'etî tê kirin. Heke mizgeft fereh be û bi rehetî têra hemû nimêjkeran tê de hebe ew çax tu me'ne ji çêtirîya çolê re namîne. 11- Qezakirina Nimêja 'Îdê Ebû 'Umbeyr kurê Enes gotîye; metên min yên ensarî ji sihabîyên Peyxamber (s.e.w.) ji min re axivîne ku gotine: Hîlala þewalê li ser me kufþ nehat û bi rojîgirtin li me bû sibeh, di dawîya rojê de karwanek hate bal me û li cem Peyxamber (s.e.w.) þehde dan ku wan duhî hîlal dîtîye. Vêca Peyxamber (s.e.w.) emir li wan kirîye ku; iftara xwe bikin û sibehê jî derkevin 'îda xwe. Ahmed, Nesaî û Îbnu Maceh bi senedeke sehîh ew rîwayet kirine. Di vê hedîsê de ji bo wan kesên ku dibêjin: Gava nimêja 'îdê ya bi cema'etî bi sedem uzrekê ji uzran li kesekî/ê here ew dê sibehê derkeve û nimêja xwe ya 'îdê bike, delîl heye.. 12- Tekbîranîn di 'Îdê de Tekbîranîn -ji bo dîgerê hacîyan- bi çûnavaya tavê ya herdu þevên 'îdên fitr û qurbanê re bi dengekî bilind sunnet e. Hem di malan, rîyan, mizgeft û kolanan de heta îmam ji bo nimêja 'îdê tekbîra xwe ya teherumê bîne, çêdibe. Delîla wê jî ev ayeta hanê ye: “Ji bo hûn Allah Teala ji ber ku we anîye rê, mezin bidêrin û da ku hûn spasîya Wî bikin.” (Sûretê Beqere: 185). Ev yek di bara tekbîrên 'îda remezanê de ye û ya qurbanê jî li ser wê hatîye qîyaskirin.. Piþt re ji bo hecî û dîgerên wan jî piþtî hemû nimêjan sunnet e ku tekbîran bînin; ji sibeha roja 'erefeyê dest pê bikin heta 'esra dawîya rojên teþrîqê ku ew sê roj piþtî 'îda qurbanê ne. Lêbelê di 'îda fitrê de tekbîranîn piþtî nimêjan ne sunnet e. Belkî; piþtî ku îmamî tekbîra teherumê ya nimêja 'îdê anî istihbabîya wan jî qut dibe.. Delîla van tevan jî lipeyçûna Peyxamber (s.e.w.) û ya ku sihabeyên kîram li serê dewam kirîye -Xwedê Teala ji wan razî be- Ji 'Elî û 'Emmar -Xwedê Teala ji herduyan jî razî be- hatîye ragihandin ku: Peyxamber (s.e.w.) ji nimêja sipêdeyê ya roja 'erefeyê ve tekbîr dida û ji nimêja 'esra dawîya rojên teþrîqê ve ew qut dikirin. (Hakim ragihandîye: 1/299) Gotîye: Ev hedîseke senedsehîh e. Îbnu 'Umer (x.j.r.) di qubbeya xwe ya li Mînayê de tekbîr didan û ehlê mizgeftê ew dibihîstin û wan jî pê re tekbîr didan û ehlê kolanan jî tekbîr didan heta ku Mîna ji tekbîran dihejîya. Îbnu 'Umer (x.j.r.) di wan rojan de li Mînayê, di piþtî nimêjan de, li ser cilika xwe, di mala xwe ya ji kejê hatî çêkirin de, li dîwana xwe û di cihê meþa xwe de jî di wan hemû rojan de tekbîr didan.. (Buxarî di Beþa Her du 'îdan/ mijara tekbîr di rojên Mînayê de ragihandîye). 13- Raweya Tekbîrê ya ku Çêtir Hatîye dîtin: “Allahu Ekber, Allahu Ekber, Allahu Ekber, Lailahe illellah, Allahu Ekber, We lillahil hemd.” Me'neya wan ev e: Allah Teala ji her tiþtî mezintir e. Allah Teala ji her tiþtî mezintir e. Allah Teala ji her tiþtî mezintir e. Ji Allah Teala pê ve tu îlahê bi heqîyê tune ne. Allah Teala ji her tiþtî mezintir e. Hemd ji bo Allah Teala ye.
14- Di 'Îdan de Leystik, Keyf, Stran û Xwarin Leystika mubah, þahîyên neguneh û strana xweþik ev ji sembolên dîn in ku Xwedê Teala ew di roja 'îdê de danîne. Ew ji bedenê re perwerde ne, ji nefsê re werziþ û spor in. Enes (x.j.r.) gotîye: Peyxamber (s.e.w.) hate Medîneyê, ji wan (Medîneyîyan) re du roj hebûn; di wan de dileyistin. Vêca ji wan re wiha got: “Allah Teala di þûna herduyan de duyên ji wan çêtir dane we ku roja Fitr û Qurbanê ne.” Nesaî û Îbnu Hibban bi senedeke sehîh rîwayet kirine. Hz. 'Aîþe (x.j.r.) gotîye: Hebeþî di rojeke cejnê (ya wan bû) de li cem Peyxamber (s.e.w.) dileyistin, vêca min jî ji ser milê Wî (s.e.w.) ve li wan temaþe kir. Wî (s.e.w.) ji min re milê xwe nizm kir û min jî ji ser milê Wî (s.e.w.) ve li wan dimeyzand, heta ez têr bûm, piþt re ez vegerîyam. (Ahmed, Buxarî û Muslim ragihandine.) Dîsa ji Hz. 'Aîþe (x.j.r.) ragihandine ku gotîye: Di rojeke cejnê de Ebû Bekir hate bal me, du keçik li bal me bûn, roja “Bû'asê” di bîr tanîn. Ew rojeke welê ye ku tê de serkêþên Ews û Xezrecîyan hatibûne kuþtin. Vêca Ebû Bekir wiha got: Hey 'evdên Xwedê Teala, ma zirneya þeytên ha! Ew (peyva xwe) sê caran dubare kir (yanî çi karê zirneya þeytên li cem mala peyxamberê Xwedê Teala heye). Vêca Peyxamber (s.e.w.) got: “Hey Ebû Bekir! Ji her milletekî re cejnek heye. Îro jî 'îda me ye.” Hafiz di berhema xwe ya bi navê “Feth”ê de gotîye û Îbnu Sirac jî ji rîya Ebî Zîyad ji 'Urwe, ji Hz. 'Aîþe (x.j.r.) rîwayet kirîye ku wê rojê Peyxamber (s.e.w.) gotîye: “Bila cihûyên Medîneyê bizanin ku di dînê me de ferehî heye; ez bi oleke pak û guhbihîz hatime þandin.” Li cem Ahmed û Muslim jî ji Nubeyþe hatîye rîwayetkirin ku Peyxamber (s.e.w.) gotîye: “Rojên teþrîqê (sê rojên piþtî cejna qurbanê) rojên xwarin û vexwarinê, bibîranîna Xwedayê Ezîz û Celîl in.” Ji wan hedîsên buhurîn tevan tê fehmkirin ku di roja cejnê de keyf û henek, leystik û þahî, xwarin û vexwarin û kilam û stran tev mubah in. Bi þertê ku însan bêemrîya Xwedê Teala nekin û ew karên wan jî di tixûbê helalîyê de bimînin. Divê ji wan hedîsên buhurî neyê fehmkirin ku însan dikare here malên xerîb; bi destê jinan bigre/bihejîne. Yan jî rûyê jin û qîzan maç bike. Lewra ew tev derveyî îslamê û toreyên me yên millî ne.
15- Pîrozkirina Cejnê Li Hevûdu Ji Cubeyr kurê Nufeyr hatîye ragihandin, gotîye: Dema roja 'Îdê sihabîyên peyxamberê Xwedê Teala (s.e.w.) çav li hev diketin hinan ji wan ji hinan re digot: “Xwedê Teala ji min û ji te qebûl bike” û bi vî awayî cejna hevûdu pîroz dikirin. Hafiz gotîye ku isnada wê baþ e..
16- Qurban/Gorî Pênasîya Qurbanê: Qurban yan jî gorî, nav e ji bo wan hêþtir, dewar û pezan ku bi armanca nêzîkbûnê ya bi bal Xwedê Teala ve di roja 'îda qurbanê û her sê rojên teþrîqê de têne gurandin/serjêkirin.
Meþrû'îyeta Qurbanê: Xwedê Teala bi vê ayeta pîroz: “(Ya Muhemmed!) Me kewser daye te. Ji bo wê yekê, ji Rebbê xwe re nimêj bike û qurbanê serjêke. Bi rastîyê ku encama wî qutbûyîye; ew kes e ku te eybdar dike.” (Sûretê Kewser: 1,2,3) meþrû'îyet daye qurbanê. Xwedê Teala bi vê ayeta pîroz jî: “Me, deveh jî ji bo we kirîye ji nîþanên (þerî'eta) Allah Teala. Di wan de ji bo we feyde heye. Naxwe gava ew, li ser lingên xwe rawestîyan, li ser wan (navê) Allah Teala bi bîr bînin (û wan serjê bikin) gava ku bi ser kêleka xwe ve ketin erdê, êdî (ji bo ku canê wan derketîye) hem hûn ji wan bixwin (ger hûn bivên) hem jî bi xizanên ku hewcedarîya xwe dibêje û yê ku nabêje jî bidin xwarin.” (Sûretê Hecc: 36) rewatî daye gorî/ qurbanê. Sabit bûye ku Peyxamber (s.e.w.) qurban serjê kirîye û mislimanan jî qurban serjê kirine û li serê îcm'a wan çêbûye. Dîroka Qurbanê: Dîroka qurbanê pir kevn e ku dighîje heta Hz. Îbrahîm -'Eleyhî Selam- Li gorî ku Qur'ana Pîroz ragihandîye; Hz. Îbrahîm ('es) ji Xwedê Teala dixwaze ku weledekî salih bide wî. Vêca dû'aya wî tê qebûlkirin û Rebbê 'alemê kurekî qencîkar bexþî wî dike. Qiseya wî wiha ye de ji kerema xwe bixwînin:
Xewna Îbrahîm Piþtî demekê Hz. Îbrahîm vegerîya Mekkehê.. Rastî Îsmaîl û rastî Hacerê hat, çav li wan ket.. Hz. Îbrahîm bi kurê xwe Îsmaîl pir dilþad û keyfxweþ bû.. Îsmaîl zarokekî piçûk bû, diçû, dileyist û bi bavê xwe re derdiket. Hz. Îbrahîm pir ji Îsmaîlî hez dikir.. Vêca þevekê, Hz. Îbrahîm di xewna xwe de dît ku wa ye ew Îsmaîlî dike qurban.. Bêguman Hz.Îbrahîm peyxamberekî rast bû, xewna wî jî xewneke rast bû.. Hz. Îbrahîm dostê Xwedê Teala bû.. Belê Îsma'îl bînahîya çavê bavê xwe bû, sebr û hedana bavê xwe bû, “Çi gava ku gihîþt wî çaxê ku bi bavê xwe re bigere.” (Sûretê s-Saffat: 102) Ew çax Hz. Îbrahîm xwest wî emrê ku Xwedê Teala di xewnê de li wî kirî bi cih bîne. Vêca Hz. Îbrahîmî ji Îsmaîl re wiha got: “Kurê min, min di xewnê de dîtîye ku min tu serjê dikirî, vêca tu çi dibêjî?!.” (Sûretê Saffat: 102). Belê min di xewna xwe de dît ku min tu dikirî qurban de ka binêre tu çi munasib dibînî?” Hz. Îsmaîl jî wiha bersiva bavê xwe da û jê re Got: “Bavê min, fermana ku li te hatîye kirin, wê bike. Înþaallah tu dê min ji xweragiran bibînî..” (Sûretê Saffat: 102). Hz. Îbrahîmî Îsmaîl bi xwe re bir û rahiþt kêrekê jî.. Çi dema ku Îbrahîm giha Mînayê, û “Çi gava her du (ji emrê Xwedê Teala re) teslîm bûn, ew li ser enîya wî gêr kir.” (Sûretê Saffat: 103) Îsma'îl xwe li ser erdê gêr kir.. Îbrahîm jî xwest wî serjêke û bike qurban.. Vêca kêr danî ser gorîya Îsmaîl.. Lêbelê Xwedê Teala dixwest bibîne ka dostê wî dê fermana wî bi cih bîne, yan na?. Gelo ew dê zehftir ji Xwedê Teala hez bike, yan jî dê zehftir ji kurê xwe hez bike?. Îbrahîm bi serfirazî di imtîhana xwe de bi serket.. Vêca Xwedê Teala Cibraîl bi beranekî ji yê cennetê re þand û wiha gazî Îbrahîm kir: “Ya Îbrahîm! Te xewna xwe rast dêrîya. Em dê qencîkarên rast û durust wiha xelat bikin. Lewra ev, bi rastî, imtîhaneke giran û eþkere ye.” (Sûretê Saffat: 104, 105, 106) Belê, vî beranî bike qurban û Îsmaîlî neke qurban.. Xwedê Teala ji karê Îbrahîm hez kir, ji loma emir li mislimanan kirîye ku di Îda Hecîyan de qurbanan serjêkin.. Ji loma Xwedê Teala dibêje: “Me, di þûna kurê wî de qurbanekî mezin daye wî.. Me di nava yên ku hê tên de jî (senaya rind) ji wî re hiþtîye. Silav li Îbrahîm be!. Em dê qencîkarên rast û durust wiha xelat bikin. Lewra ew, ji bendeyên me yên bawermend bû.” (Sûretê Saffat: 107,108, 109, 110, 111).
Fezîleta Qurbanê: Ji Hz. 'Aîþe (x.j.r.) hatîye ragihandin ku Peyxamber -Sellellahu 'eleyhî we selem- gotîye: “Ademîyekî/însanekî di roja qurbanê de karekî ku ji rêhtina xwînê bêhtir bi bal Xwedê Teala ve hezkirî be, nekirîye. Ew (qurban) roja qîyametê bi sitirh/quloçên xwe, mû, kej/hirîyên xwe û simên xwe re tê. Ew xwîn (a qurbanê) berî bikeve erdê ew li cem Xwedê Teala zû tê qebûlkirin. Naxwe pê nefsa xwe pak bikin.” (Tirmizî ragihandîye.)
Hukimê Qurbanê/Gorîyê Gorî/qurban sunneteke pir xêr e. Ji bo kesê ku jê tê mekroh e ku terka wê bike. Delîla vê jî hedîsa Enes e; Buxarî û Muslim jê ragihandine ku Peyxamber (s.e.w.) du beranên reþespî û bi sitirh kirine qurban, ew bi destê xwe serjê kirin, navê xwe got û tekbîr anî. Lêbelê Îmam Malik gotîye ku qurban wacib e. Îmam Ebû Henîfe jî gotîye ku qurban li ser kesê ku li mala xwe ye û destfereh e; ewê ku heta sal bi serê de diqulibe dewlemend dimîne, wacib e. Lêbelê îdîaya wacibbûna qurbanê bi nessa hedîsa þerîf hatîye redkirin: “Qurban li ser min hatîye nivîsîn/wacibkirin û li ser we ne wacib e.” (Darequtnî raguihandîye.) Muslim ji Ummu Selemeyê ragihandîye ku Peyxamber (s.e.w.) gotîye: “Gava we hîlala Zil-Hicceyê dît û yek ji we bixwaze qurbanê bide bila ji kej/hirî û simên wê rawestê.” Yanî bil kej û hirîya wê qurbanê nequsîne û simên /neynokên wê jêneke. Di hedîsê de ev hevoka: “Yek ji we bixwaze qurbanê bide” derbas bû ku delîleke pir xurt e, nîþan dide ku qurban sunnet e, ne wacib e.
Qurban Kengî Wacib Dibe? Qurban tenê bi du tiþtan wacib dibe: a- Ku yek wê li xwe nezir bike. Lewra Peyxamber (s.e.w.) gotîye: “Kî li xwe nezir bike ku; dê bi ya Xwedê Teala bike bila bi ya Wî bike.” Heta ew ê ku li xwe nezirkirî bimre jî di tiþta ku berî mirina xwe teyînkirî de caiz e; ji ber wî ve yekî din nezira wî bîne cih.. b- Yan jî yek bibêje: Ev (sewal) ya Xwedê Teala ye. Yan jî bibêje ku ev qurban e. Heta Îmam Malik gotîye ku yek sewalekî bi nîyeta qurbanê bikirre qurban li ser wî wacib dibe. Hikmeta Qurbanê Xwedê Teala qurban ji mislimanan re meþrû' û rewa kirîye da ku qurbandana Hz. Îbrahîm - 'eleyhî selam- werê saxkirin û dîsa ji bo ku di roja cejnê de li ser feqîr û jaran destferehî pêk were. Lewra Peyxamber (s.e.w.) gotîye: “Ew, bes rojên xwarin û vexwarin û zikrên (bibîranîna) Xwedê Teala ne.” Yanî ew ne rojên kar û xebatê ne. Naxwe bila zengîn qurbanê bidin û li jar û belengazan belav bikin da ku ew xizan jî îstîraheta xwe bikin û hinekê bêhna xwe vekin û zanibin ku para wan jî di malê dewlemendan de heye û ew tev dost û birayên hev in. Ev yek jî nîþan dide ku çiqasî paþîya vê ummeta îslamê bi pêþîya wê ve girêdayîye, dîsa nîþan dide ku çiqas îslam qîmetê dide desthevgirî û palpiþtîya civakî û ji bo rakirina jarîtî û xizanîyê rê û rêbazên curecur bi kar anîne.
Qurban Ji Çi Dibe? Qurban tenê ji deveh û dewar û pez dibe, ji dîgerên din nabe. Delîla wê jî ev e ku Xwedê Teala gotîye: “Me, ji her umetê re serjêkirina qurbanê pêwîst kirîye. Da ku li ser wan heywanên terþan (deveh, dewar, pez) ên ku wek rizq daye wan navê Allah Tealayî bi bîr bînin ” (Sûretê Hecc: 34). Peza mêþin a ku dibe qurban divê salek timam kiribe û ketibe sala duduyan. Lêbelê hin aliman gotîye ku ji pezê mêþinîya ku nîv sal jî kiribe dibe qurban. Ji pezê çûrik a ku dibe qurban divê du sal timam kiribe û ketibe sala sisêyan. Lêbelê hin aliman gotîye ku ji pezê çûrik a ku salek jî kiribe dibe qurban. Ji devehan a ku dibe qurban divê pênc sal timam kiribe û ketibe sala þeþan. Ji dewêr jî ya ku dibe qurban divê du sal timam kiribe û ketibe sala sisêyan. Di van her sê cinsê heywanan de hîç ferq nake; çi nêr, çi mê qurban her ji wan çêdibe.. Delîla wan ên ku buhurîn jî ev hedîsa þerîf e: Muslim ji Cabir rîwayet kirîye ku Peyxamber (s.e.w.) gotîye: “Ji mussineyê pê ve serjê nekin, heke ew ji we re zor bê ceze'eyê (kavirê) ji mêþinê serjêkin.” Musinne ji devehan ew e ku; pênc sal kirîye, ji dewêr ew e ku; du sal kirîye, ji mêþinan ew e ku; salek yan jî nîvsal kirîye û ji çûrikan ew e ku; salek kirîye. Divê em vê jî bidin zanîn ku; heywanê xesandî jî bi kêrî qurbanê tê, yê/ya bêquloç û yê/ya quloçþikestî jî.. Lêbelê yê/ya guhjêkirî, ya dûvjêkirî bi kêrî qurbanê nayê.. Lêbelê heke ji xulqîyeta xwe ve bêdûv yan jî bêguhan be, bi kêrî qurbanê tê.. Nuqteyeke girîng jî ev e ku ji Îbnu Abbas hatîye rîwayetkirin ku; qurban bi rêhtina xwînê çendî ji mirîþkekê be jî hasil dibe!
Sewalên Ku Bi Kêrî Qurbanê Nayên Þerteke qurbanê jî ev e ku; divê ji kêmasî û eyban dûr be. Naxwe qurban ji sewalê eybdar nabe. Wek nimûne: a-Nexweþa ku nexweþîya wê eþkere ye. b-Kora ku korîya wê eþkere ye. c-Kuleka ku kulekîya wê eþkere ye. d-Ew a ku ji bêhêzî mixê wê çûye û nayê pakkirin.
Dema Serjêkirinê Þerteke qurbanê jî ev e ku; divê piþtî derketina tavê ya roja 'îdê werê serjêkirin û divê di ser derketina tavê re jî bi qasî ku mirov nimêja 'îdê eda bike, dem derbas bibe. Piþtî ku ev þert bi cih hat, di roja 'îdê û her sê rojên teþrîqê de çi demê bixwaze; çi roj be, çi þev be dikare qurbana xwe serjê bike. Delîla wê ev hedîsa hanê ye; ji Berra (x.j.r.) hatîye rîwayetkirin ku Peyxamber (s.e.w.) gotîye: “Tiþta ku di vê roja xwe de em dê pêþî dest pê bikin ev e ku; em dê nimêjê bikin, piþt re em dê vegerin û qurbanê xwe serjêkin.. Kî vê bike wî sunneta me anîye cih, kî berîya wê (nimêjê) qurbanê serjêke ew bes goþtek e ji ehlê xwe re pêþkêþ kirîye, di tu tiþtî de ne ji 'îbadetê ye.” Buxarî û Muslim rîwayet kirine ku Peyxamber (s.e.w.) gotîye: “Kî berî nimêjê, qurbanê serjêke ew bes ji xwe re serjê dike, kî piþtî nimêjê û xutbeyê serjêke wî îbadetê xwe timam kirîye û sunneta mislimanan anîye cih..”
Qurbaneke Tenê ji Ber Malbatekê ve Dibe Gava mirovek qurbanekê bide, ew ji ber wî û ji ber malbata wî ve dibe. Di heyama se'adetê de yekî ji sehabîyan -Xwedê Teala ji wan razî be- ji ber xwe ve û ji ber malbata xwe ve bizinek dikir qurban. Naxwe qurban sunneteke kîfayet e..
Di Qurbanê de Hevparî Dibe Di qurbanê de hevparî jî dibe. Heke qurban deveh yan jî dewar be. Heke hemû hevpar qesda qurbanê û xwe nêzîkkirina bi bal Xwedê Teala ve bikin dewar ji ber heft kesan ve dibe û deveh jî ji ber heft kesan ve dibe. Lewra ji Cabir hatîye rîwayetkirin ku gotîye: “Me bi Peyxamber (s.e.w.) re li Hudeybîyeyê deveh ji ber heft kesan ve û çêlek jî ji ber heft kesan ve kire qurban.” (Muslim, Ebû Dawud û Tirmizî ragihandine.)
Belavkirina Goþtê Qurbanê Mirovê ku qurbanê dide sunnet e ku ji qurbana xwe hinekê bixwe , hinekê ji xwedîyên xwe re bike hedîye û hinekê jî bi xêra xwe bide feqîran.. Lêbelê heke qurbana nezirê be ew çax mirov nikare ji qurbana xwe tiþtekî bixwe. Lewra Peyxamber (s.e.w.) gotîye: “Bixwin, bidin xwarin û hilînin.” Aliman gotîye ku ya baþ ev e ku; mirov sêyeka (1/3) qurbanê bixwe, sêyeka (1/3) wê bide jaran û sêyeka wê ji xwe re li malê hilîne. Mirov dikare qurbanê biguhêze welatekî din jî. Lêbelê mirov nikare goþtê qurbanê yan jî 'îyarê wê bifiroþe. Mirov nikare ji goþtê qurbanê hinekî wek heqdest bide qessêb jî.
Yê Ku Qurbanê Dide Bila Bi Xwe Serjêke Ji bo kesê ku rind zanibe serjêkirinê sunnet e ku ew bi xwe qurbana xwe serjê bike. Li cem serjêkirinê ev pênc tiþtên hanê pir musteheb in: a- Gotina Bismillahîyê. b- Dana Selewatan Li ser Peyxamberî. c- Dana berê heywanê bi rexê qibleyê ve. d- Tekbîranîn. e- Dû'akirin ji bo qebûlbûna wê. Bila yê ku qurbanê dide wiha bibêje: Bismillah, Allahu Ekber. Xwedayê min! Bila navê xwe bibêje û bibêje ku ev ji ber filankesî ve ye. Lewra Peyxamber (s.e.w.) beranek serjê kirîye û gotîye: “Bismillah, Allahu Ekber. Xwedayê min! Ev ji ber min û ji ber ummeta min yên ku qurban nedane ve ye.” (Ebû Dawud û Tirmizî ragihandine.) Lêbelê heke yê ku qurbanê dide baþ nizanibe serjêkirinê ew çax baþ e ku hazirî ser gurandinê bibe. Lewra Peyxamber (s.e.w.) ji Fatime re gotîye: “Rabe, here ser qurbana xwe. Lewra li cem dilopa xwîna wê ya pêþî hemû gunehên ku te kirine dê ji te re bêne efûkirin û bibêje: Bêguman nimêja min û qurbana min, saxîya min û mirina min ji bo Allah Xwedayê alemê ne. Ji Wî re tu hevpar tune ne, ez bi vê hatime emirkirin û ez pêþîyê mislimanan im.” Vêca ji sehabîyan yekî got: Ya Resûlellah! Gelo ev ji bo te û ehlê mala te tenê re ye? Yan ji bo hemû mislimanan e? Peyxamber (s.e.w.) got: “Na! Ji bo hemû mislimanan e.” Xwedê Teala me di bara dînê xwe bike zana, jîyaneke li gorî dînê xwe bike qismetê me û bi îman û îslamê me bibe hizûra xwe, þefaeta hebîbê xwe bike para me û di dawîyê de me bi cenneta xwe þad bike. Amîn! Hemd her jê re be. Ji bo agahîyên hîn bêhtir ji kerema xwe li van jêderên jêrîn meyzînin! n
Jêder: 1- Dr: Mustefa Elxin. Dr: Mustefa Elbexa, el-Fiqhul Menhecî 'Ela Mezhebil Îmamiþ-Þafi'î, cildê 1. r. 222- 237. 2- Seyyid Sabiq, Fiqhus-Sunnet, cildê 1. r. 277-285. 3- Ellame: Teqîyuddîn Ebî Zekerîya, Kîfayetul Exyar fî hilli Xayetil Ixtîsar, cildê 1. r. 184- 187; cildê 2. r. 629- 637. 4- Þerefeddîn Yehya, En-newewî, Minhac, r.: 95- 97. 561-564. 5- Xelîfe Yûsuf, Irþadul Îbad min 'Ewamil mu'minîn, r:126- 130, 220-225.
|