|
Sîyaseteke þaþ û encamên xerab
Ali Karadeniz
Mucadelaya ku ev sed sal e di navbera millet û dewletê de dewam dike, îro gihîþtîye merhaleyeke nû. Karbidestên dewletê yên teqawudbûyî, bi axifdanan xwe yên li ser pêwîstîya guherina sîyaseta dewletê tiþtên gellekî bingehîn anîn zimên. Van tiþtên ku îro ew dibêjin, eger çaxê ku ew li ser kar bûn hinan bigotana, ewê gotinên wan weke sebebê parçekirin û tefrîqayê bihata dîtin û di heqê xwedîyê wan de ewê mehkeme û belkî teþqele jî bihata vekirin. Lêbelê vaye ew bi xwe li ser þaþîya wê sîyasetê axifdanan didin û li xwe mikur tên. Piþtî ku ewqas serpêhatî û serencam derbas bûn, hat fêhmkirin ku sîyaseta heta îro hatîye meþandin, negihîþtîye meqseda xwe. Lewra hesabê xelet nikarîbû encameke rast bianîya meydanê. Bi ketin û xerabûna Osmanî re, kesên ku di avakirina Tirkîye de serkêþî kirin, hîme dewletê li ser du tiþtan danîn: Neteweyetî û laîktî. Ev herdu hîmên ku dewleta Tirkîye li ser hate avakirin, ji du beþên/qismên xelkên niþtiman îtîraz lê hatekirin û heta îro pê re mucadele tête kirin: 1- Sîyaseta netewetîyê, bû sebebê îtîraza Kurdan, 2- Sîyaseta li hember dîndarîyê, hemû dîndaran lê îtîraz kirin. Laîktî, bêyî ku mane û meqseda wê a esasî biê parastin, weke redda jîyana dîndarî û tengkirina jîyana dînî hate tetbîqkirin. Dijberîya kesên dîndar miheqeq bû. Sazûmanê jî ji ber ku zanîbû ewê dîndar li van tatbîqatan îtîrazê bikin, çi tedbîrên ku lazim bûn bêyî erê-nayê bi cih anî. Þiklê pêkanîna laîktîyê misliman tenê pê ‘aciz nebûn, herwisa dîndarên xristîyan û cihû jî bi eynî þiklî hatin acizkirin. Lê bêguman meqseda sazûmanê mislimanî bû. Gellek alim, ronakbîr û kesên muxalif, mîna þeyxulislam Mustafa Sabrî, Muhammed Akîf, terka welêt kirin, hin ji wan cardin venegerîyan û li derve man heta ku wefat kirin. Ji hêla neteweyî ve jî, sîyaseta mandelê û înkarkirinê, bû sebebê derketina îxtîlafeke mezin. Dewleta nû bi yekcarî guhê xwe ji dengê muxalif re asê kiribû. Sazûmana nû ya ku li bedena vê komeleyê nedihat, bi sîyaseteke Machiavellitî ewê bida qebûlkirin. Lewra di þertê “dewleta neteweyî” de, ji bona yekîtî were meydanê divê, deng, nav û bawerîyên mixalif tunebin, divê herkes bi eynî navî xwe bide naskirin, bi eynî þiklî bijîye û bifikire. Netewe, pîroz tê qebûlkirin, pêwendîya neteweyetîyê weke þerefeke mezin qebûl dike. Lê di rastîyê de ev fikr û dîtina han, xeletîyeke mezin e. Dewleteke mîna Tirkî ku ji herbên mezin derketibû, hemû xelkên welêt, ji bo parastina axa xwe, destê hev girtibûn û dewleta xwe ji dagirkerîyê/îþxalê xelas kiribûn û gava dor hatibû ku di hundirê xwe de sazûmaneke esasî deynin û birînên xwe bipêçin, di rewþeke wisan de dewleta nû, sazûmaneke wisan ava kir ku bû sebebê bêhuzûrîya hemî gelan û beþan. Dewletê, tirkîtî weke qada hevparîyê ji bo hemî gelên din da nîþandan. Bêguman fikra neteweyetî, ne tenê li Tirkîyê, li gelek dewletên dunyayê jî weke sîyaseta dewletê hatibû hilbijartin. Lewra di serê sedsala 18an de gava wazîyet û sazûmana împeratorîyan lawaz ket û dunya kete halê guherînê, rê li ber hereketên nîjadî vebû. Pêþveçûnên îlmî derfetên nû derxistin; weke çapxane, belavbûna kîtaban, pirrbûna zanebûnê, pêþveçûnên fennî û hêsanbûna gihaþtina hewadîs/nûçeyan, rewþa însanan gellekî guhertibûn û bi xwe re þertê jîyanê û þiklê îdareyan jî diguhert. Birêvebirî/îdareya navendî/merkezî êdî nema karîbû karê xwe rind bianîya cîh. Navenda dewletê ji deverên dewletê yên dûr bêhay dima. Haya wê nedigihîþt tengasî û zorîyên ku deverên dewelê ên dûr tê de bûn. Dewleta Osmanî a ku ji yekîtîya nîjadan û milletan pêk hatibû, li hember vê rewþa nû, wê jî desthilatdarîya xwe wenda kir. Di sedsala 19an de xelkên ku perçeyek ji dewleta Osmanî bûn, azadîya xwe sitendin. Arnawud veqetîyan, Ereb veqetîyan, tenê kurd di vê pêvajoyê de nebûn xwedîyê dewleta neteweyî. Bêguman, gellek sebebê nebûna dewletê ji bo kurdan hebe jî, sebeba herî girîng ew bû; kurdan nedixwest Osmanî parçe bibe û misliman ji hev biqetin, ew li hêvîyê bûn ku dîsa Dewleta Alê Osman rabibe, û yekîtîya misliman dewam bike. Lêbelê ji heyamê Tanzîmatê ve Ciwan Tirkan fikra “xwe bi xwe”tîyê anîbûn rojevê. Ev fikra “xwe bi xwe”tîyê pêþî bi fikra “Osmanî”tîyê re têkilhev bû û amanca yekîtîya hemî gelên misliman dihate kirin. Lê çi fayde, Îttîhad Teraqqî çarçoya “Osmanîtî”yê teng kir û xist þiklê nîjadperestîya tirk ku dewleta nû ew pêkanî. Ev sîyaseta nû bû destpêka muxalefeteke sedsalane. Heta îro çareyeke bingehîn nehatîye meydanê. Tevî ku dîroka me xwedîyê tecrûbe û dustûrên jîyana hevpar e jî, jîyana me ketîye nava geremoleke bêçare. Jîyana kulturî, a ilmî, a aborî me tev kir qurbana sîyaseteke korfahm. Mixabin heta ku þertê dunyayê zor neda dewletê, dewletê ji sîyaseta xwe gavek bi paþ de neavêt. Eger birastî azadbûn qarakterê dewletekê be, lêbelê hemû sîyaseta wê li ser tengkirin û asêkirina rêya mirovan be, wê dewletê xerabîya mezin bi xwe kirîye. Kesên ku di avakirina vê dewletê de serkêþî kirine, îtîraza wan a herî mezin li Osmanî ew bû ku wan digot sazûmana dewleta Osmanî çare ji tengasîya komelên xwe re peyda nedikir, îrada gelan ji destê wan hatibû girtin û mirov bi serê xwe bêqîmet hatibû hiþtin. Bêguman ev rexneyana rast bûn di cîhê xwe de bûn. Lêbelê, sazûmana ku li þûna wê hate avakirin, gelo di mijara azadîya mirov de, musamehe û nermbûna wê çiqasî ji a Osmanî firehtir bû? Dewleta nû, di gelek mijaran de sîyaseteke hiþktir meþand. Piþtî sedsalî îro dewletê fahm kirîye ku piþtgirî û alîkarîya mirovan tunebe, hêza wê jî tuneye. Ji ber vê, hêdî hêdî ew xetên ku di navbera xwe û xelkê de kiþandibû, radike. Bêguman ev qerareke baþ e, lê gerek ji dil be û berdewam be. Lazim hemî xelkên ku ev welat bi wan ve heye, werin qayîlkirin. Divê dewlet û xelk li hev werin. Hiqûqê gelan were naskirin, þertê aborîyê û jîyana perwerdeyî divê were baþkirin. Gereke biê qebûlkirin ku bingeha ku ev xelk li ser þên hatîye û li ser bilind bûye, tê rastkirin û islahkirin, lêbelê nayê rakirin. Seferberîyeke giþtî lazim e. Ev seferberî, divê dersa xwe ji serpêhatîyên dîrokê bistîne. Ango divê bi dîrokê re jî aþtî çê bibe. Di vê seferberîye de divê ku herkes bi hev re be, lewra tenê ku herkes bi hev re be rizgarî mimkun e.
|