|
Mesele çareser nebe, rûyê rehetîyê tuneye…
Süleyman Çevik
Digel piþtî ewqas felaket û musîbetên hatin serê kurdan hîna jî gelek kes nayên însafê û vê rewþa wan ya kambax naxwazin bibînin... Însan ev e; dema hat û li menfeatên wî qelibî û zerar dayê, heqî û rastî li holê namîne… Bi salane ku kesên ji problema kurdan re çavê xwe kor, guhê xwe kerr kirine û derdê kurdan nabînin, îro piçeke rehetîyê jî ji wan re zêde dibînin. Ev kesên çareyê di înkara vê rewþa kurdan û asîmîlekirina wan de dibînin her roj di platformekê de van tezên xwe tînin ziman… Ev însanên wisa bêwîcdan hene; û di dema îro de milletekî mîna kurdan ku bi nifûseke mezin li rûyê erdê dijin, layiqî tu heqekî însanî nabînin; heger ji destê wan were, wê koka wan biqedînin… Meriv fahm nake, gelo ma kurdan çi bi wan kirîye? Sed sal berê, di dema herkesî li dewleta Osmanî dixist de kurdan tiþtek weha nekir. Li cihê ku wê teþekurî kurdan bikin, hele li vê ecêbê binêrin!.. Li hember vê fedakarîya kurdan îro bi vê muamela xwe kurdan xelatdar dikin(!) Digel van însanên bêwîcdan gelek caran jî hinek îdarecîyan, sîyasetmedaran, nivîskaran, bi kurtî hinek merivên xwedîbext bi cesaret ev pirsgirêka anîne ziman… Bi gelemperî kesên mesûlîyetek wan î sîyasî tuneye li pey gotinên xwe sekinîne û ji gotinên xwe nehatine xwarê… lêbelê ji ber van gotinan hewce nake em bibêjin çi hatîye serê van feqîran… Ev kes li ser soz û qerara xwe mane, lê îdarecîyên Tirkîyê di cadeya sîyasî ya þemitok de biqasî van kesan xwedîyê gotinên xwe nebûne... Pirî caran kîjan îdarecîyê Tirkîyê di van panzdeh-bîst salên dawî de derd û kulên kurdan bi awayeke cesûrane anîbe ziman û li çareserîyekê gerîya be, di rojên pey de dev ji gotinên xwe berdaye û îcar li hember rejîmê ketîye pey îspatkirina xwe û bêhtir dest bi tirkçîtîyê kirîye… Kêfa meriv tê, meriv dibêje vaye hatin însafê, paþê dema wan gotinên nijadperest dikin, meriv poþman dibe û dibêje, ne xêra te, ne þerê te… Ev kes li alîkî berê xwe didin Awrûpa û xwe layiqî wêderê dibînin, li alîyê din de dev ji adetên xwe yên rohilatî jî bernadin… Ya rast heta roja îro tu partîyek Tirkîyê, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî xwedîyê tu projeyan nine; lêbelê di nav wan partîyan de hinek însanên maqûl hene û bi xêra van kesan heta niha çend raporên biînsaf hatine amadekirin. Heger ji endiþeyên sîyasî, yanê tirsa wendakirina reyan, heger ji derketina rûyê wan ê rastî hemen ji gotinên xwe vegerîyane. Meriv dikare bibêje, ew jî dizanin rêya rast çi ye û li kû ye; lêbelê ji ber ku sîyasetçî li pey menfeatan digerin û li gor tiþtên rojane hereket dikin, wê rojê wisa îcab kirîye û ji gotinên xwe vegerîyane. Berê gotinek ku sîstemê dileqîne dikin, paþê dibêjin, me wisa negot û dikevin li pey xweîspatkirinê… Ji Îttehad û Teraqîyê, heta roja îro li Tirkîyê tenê quwetek xwedîyê îdarê nine… Qomîtacîtî, suîqast û hadîseyên zorbatîyê mîrasên wê demê ne… Di umrê dawîn yên Osmanî de jî quwet hebûn û îqtîdar dianîn xwarê… Lê her tiþt eþkere bû, mêranî bû, ne qeleþane bû… Lêbelê Îttehad û Teraqîyê ev tiþt rakirîye û ev mîrasa qomîtacîtî û zorbatîyê jî ji wê demê herikîye û hatîye heta îro… Ji wê rojê heta îro, li van erdan quwetek heye û ev quwet li hember tiþtên ku îqtîdara wê zeîf dike, xwe tim dike bend... Heta dema me hê jî di her warê dewletê de, li ser meselên dibin û yên ku wê bibin de di navbera van quwetan de yan aþîkar yan jî veþartî þer heye… Îdarekarên veþartî biqasî berê xurt ninin, lêbelê heger li gor dilê wan nebe, dîsa jî gelek tiþt bi rehetî nayên guhertin. Lêbelê di dema ku çerxa cîhanê ewqas hatîye/û tê guhertin de êdî dawî li saltanata wan jî tê… Rastî ev e û tu kes êdî nikare xwe li ber vê lehîyê bigre. Lehî tê û ewên ku amadeyîya wan tuneye, wan jî bi xwe re dibe… Bi kurtî, dunya dunyaya berê nine. Aborîya dewletan tevlihev bûye, sînorên dewletan radibin, tiþtek veþartî êdî nemaye, hadîseyek dunyayê tesîra wê li her derê belav dibe… Yanê êdî tu tiþt mîna berê nabe… Yan însanên têkevin qalikê xwe û dunyayê li xwe tarî bikin, yan jî wê ew jî ji ronahîya dunyayê îstîfade bikin… *** Kesên li ser îdara Tirkîyê xwedî erk in di mesela kurdî de ev cara yekê nine ku van gotinana dibêjin… Îdarecîyên vî welatî carek din li ser mesela kurdan gotinên ku ev sîstem qebûl nake dibêjin... Heta niha gelek kesan bi gotinên xwe, çembera ku meydan li kurdan teng dikir þikandin… Niha jî hinek generalên teqawudbûyî û serekwezîr Erdogan di vê meselê de binêrin çi dibêjin: Me heta niha xeta kirîye ku zimanê kurdî qedexe kir… Bi salan me bi kart û kurtê kurd înkar kirin… Memûrên ku dê biçin nav kurdan divê bi zimanê wan bizanibin…Kurd gereke zimanê xwe, kultura xwe bi rehetî bi kar bînin… Me nikarîbû pêþîya xortan bigirin daku dernekevin serê çîyê… û hwd… Serekwezîr Erdogan jî ji PKKê û mensûbên wê re dibêje: Hûn çekan, yan demokrasîyê dixwazin? Van gotinana ji kûderê derdikevin? Hûnê niha bibêjin berê jî bi vî hawî gotin hatin kirin, ma çi ji wan derket ku vê carê em ji van gotinan encameke xêrê bipên? Bi rastî jî heqê we heye… Lewra li pey van gotinan bombe derketin. Bîst sal e bi tedbîrên bi vî awayî, ma çi hatîye safîkirin, bi bombeyan ev mesele çiqas çareser bûye? Dîsa jî gelek tiþt wê bêne guhertin… Di nav deh-panzdeh salên dawîn de li rojhilata navîn, li Iraqê, li Tirkîyê gelek tiþt hatine guhertin. Di nav van salan de kurdan li Iraqê statûyek qezenc kirine. PKK, serokê wê heþt sal e di destê Tirkîyê de ye. Îro PKKê ji Tirkîyê daxwazên gelek nerm kirine û bi henek gavên cesûr hazir e ku çekên xwe deyne û dawîyê li þer bîne… PKK îro êdî li heremê weke berê rehet jî nine. Desteka Îran û Surîyê weke berê nemaye. Tirkîye, li ser mesela PKKê bi van herdu dewletan re xwedîyê têkilîyên li gor dilê xwe ye. Piþtî çûyina Erdogan bi Amerîkayê êdî Amerîkayê jî PKK dijminê hevpar îlan kirîye û ew jî dixwaze meydanê lê teng bike… Amerîkayê destûr û rê daye ber Tirkîyê, wê jî bombe barandine û dibarîne îro… PKK ev demeke ku li Awrûpayê jî rehet nine û nikare mîna berê bixebite, alîgiran li dor xwe bicivîne, alîkarîyê berhev ke… Wekî din hikûmeta Iraqê û kurdên Iraqê jî cih li PKKê teng dikin. Li ser van hemîyan îro Amerîka bi leþker û îmkanên xwe li rohilata navîn, bi taybetî jî li Iraqê bi cih bûye… Li halî hazir, Amerîka dixwaze vê statûya ku kurdan li Iraqê qezenç kirîye muhafeze bike. Li gor wan PKK jî êdî zerarê dide vê statûyê… Naxwe divê ev mesela han çareser bibe... Bi bombe û kuþtinan heta niha tiþtek safî nebûye û ji vir pêve jî nabe. Divê Tirkîye gavên bi cesaret biavêje, zemîneke demokratîk ava bike, li van erdan di bin sîya resmîyetê de ji kurdan re zemîneke ewle û azad bi cesaret ava bike… PKK jî çekên xwe deyne û peyderpey ji çîyê bête xwarê… Dema ev mesela han çareser bû Tirkîye jî wê hikûmeta Kurdistanê nas bike, pê re têkilîyên baþ deyne û têkilîyan pêþve bibe… Mesela kurdan li çar dewletan belav e. Li Iraqê, Tirkîyê, Îran û Surîyê ev mesela han heye û divê çareser bibe. Heger ev mesela han bi mesela filistînîyan re di çarçova heqê însanî de li rohilata navîn çareser nebe, di dema pêþ de hemû dewlet jî dê bi vê meselê re rûbirû bibin… û tu dewlet û sazûman li van erdan wê rûyê rehetîyê nebînin...
|