Ji Nûbiharê bi silavên germ

 

 

Merheba ji we re gelî xwendevanên hêja.

Bi jimareke nû ve vaye dîsa em bi we re nin. Birastî êdî em wisa hînî qada weþangerîyê bûne, em nema hewceyî pê dibînin ku jimara kovarê bijimêrin. Ji berê de jî, amanca ku ji bo weþandin û berdewamkirinê me danîbû pêþ xwe me nav lê nekiribû; heta Xwedê derfet bidaya me, meyê weþana xwe berdewam bikiraya. Îcar vaye em gihîþtin vê jimarê.

Di hundir vê pêvajoyê de gelek tiþt hatin guhertin. Rêya ku dunya pê de dimeþe gelek qonax guhert.

Kovara Nûbiharê serê payizekê dest pêkiribû, bi vê jimarê re payiza pazdehem buhart. Hêvîya me ew e ku gelek jimarê bi naverokên tije û mijarên xweþtir wanî berdewam be.

Salên pêþî me tengasîya tijekirina rûperan dikþand, lê îro gelek nivîsar, hîkaye, þi’r tên nivîsandin û digihêjin kovarê. Ev bextîyarî û kêfxweþîyek e. Lê em hêvî dikin ku jimara wan pirtir bibin. Çunkî zêdebûna tiþtê baþ timî kêm e.

***

Qada serbestîyê, bi bereket e û þahî û dilxweþîya hemî mirovên wê qadê ye.

Li ser vê axê mirov û gelên ku bi hev re dijîyîn, heryekê ji alîkî ve milê xwe dane bin barê jîyanê. Ku tebatîya wan ji hev re tunebe, ji hev re ne dilxweþ bin, ji hev re ne çavbar bin, barê ku didin ser milê xwe, hilgirtina wî girantir û zortir dibe. Yekî ku çavê xwe ji yekî din re bigire û wî nebîne, wî kesî pêþî li xwe kirîye tarî. Eger em bidin pey hiþ û rastîyê, heqîyê û edalet û biratîyê ku em ji xwe re bikin dustûr, herkes ewê ji jîyana xwe zewqê bistîne. Xwestina heq, bi rêya heq, bi tiþtên heq gerek bibe dustûra me. Kîjan çaxa ku mirovan bi vê dustûrê tevgerî kirine, xêr jê dîtine û kîjan cara jê gerîyane, gindirîne binê çahlan û di nava pirsgirêk û sergêjîyan de nalîyane. Xurtîya ku mirov li mirov dike, nexweþî jê çêdibe.

***

Ji pirtûkxane û belavkerên kovarê re.

Birastî di mesela firotin û li me vegera buhayê kovarên firotî de, mixabin hê jî em zehmetîyê dikþînin. Tevî ku em sipasdarê we ne, ji kerema xwe di vê meselê de hessas bin û kêm zêde çiqas be jî kovarên ku hatine firotin, buhayê wan bi zûyî biþînin û heta ji destê we tê, jimara firotina kovarê zêdetir bikin.

Heta jimareke din bimînin di xweþîyê de.

 

Ali Karadeniz