|
Eþqa Gulê
Hasan Hüseyin Çevik
Li neqeba li sikura li derbenda Roj vêketa gul vebîya di çîmen da Eþqa gulê ez serxweþ û aqil wenda Ti nizanî eþqa gulê li min çi kir
Lo bilibilo tu dixwînî zarî zarî Derdê eþqê bi çend tîra birîndarî Þûna hêsra ji du çavan xwîn dibarî Ti nizanî eþqa gulê li min çi kir
Çav xezalê bejn ziravê lê lê dînê Derketama ser Sîpanê li havînê Kewa gozel bixwenda li ser hêlînê Qaz û quling ji vê eþqê hêlîn çêkir
Xelka delal lawê te tê ji nêçîrê Rabe cotê satila bigre her bîrê Tasike av bi nîþanîya gistîrê Ji eþqê karê xezalê çixir çêkir
Gula'x nedî li deþta, ne li berrîya Ew xerîba þev û roja bigerîya Li pozê Sîpan min dî bûkek digrîya Li derbendê asê Sîyamend firîya Eþqê li derbendê asê anit çêkir
Hasan Husênê Zaxurî hela rabe Destê li ser te vebe bidîyê sewa be Eva eþqa cîgersuz bê îlac nabe Ti nizanî eþqa gulê li min çi kir
|