|
Xewna li bin lihêfa xeyalan
Kamran Simo Hedilî
Ji tirsa bêdengîyê, dilê min lêvan gez dike. Dengê ewrekî hatiba û peþkên baranê anîba. Ez ji qirêja bêdengîya ku xwe bi asmanê wêrekîya min ve zeliqandî, rizgar kiribama. Kolan, bajar û gerdûn bêbizav rawestana. Mîna dengê dilopên xanîyê zarokîya min, dipale ser sing û berê bêpêjinîya þevê. Ez wisa ditirsim, dibêm xoþewîsta min, tiþtên ji min re gotine, hemûyan ji min bi paþ ve bigirê. Ken û maçên xwe bi paþ ve bixwaze. Nêrînên wê di nêrînên min de bivirbûn. Tirsîyam ku hêlîna min, nedikarê nav lê bikim û di nav herdu mêmikên xwe de çêkirî, rahejîyê û bi xwe re bibe û here. Pençeþêra di nava min de mezin bike. Ji dijwarîyan, dijwarîya herî zehmet li min bar bike. Li bin parsûyên min yên çepê hêvîya heyî bike jan. Xanîyê ku min jê re digot mal, bike gora tenêtîya min. Min bi tena serê xwe bihêle. Bi benê dergûþ û hemû deydikên ku ez li van siwar bûbûm, di wan de razabûm, leyîstibûm û min nas dikirin, ken û þadîyên min bi sêdarê ve daleqêne. Xecxecok ji avkêþîya xwe silbike û agirê bin pîyên bavê pêxembaran gurtir bibe. Ez bê hechecok û kevok bimînim. Ji min re bi tenê ji xwe dûrkirina sîya gîyanê reþikê þevê û xwedewandê tirs afirandî ma. Li nêzîkbûna her nêzîkî kolanên koçê, fêrbûna koçberîya jîyanê dîsa destpêkir. Ezê vêga derkevim û biçim. Bêdeng û bênasname. Dibê rojekê dîsa vegerim, roja ku dengên… dengê.. dengê min yên bibihîzê hebin. Ne tenê dengê bilûrê, dengê meyî jî, nava min di dengê zirnê de digirîyîne îþev. Li cihên ku zaroktîya min lê mirî, pêþî em gerîyan. Min nepirsî, destên wê min negirtin û çûma balê. Me milên xwe nedana hev û li mala evîna pêþî gerîyan. Giranîya ducanîya bû lez û rêwîtîya me. Derî hatine girtin, kasêta bêçaretîya þevê min danî ser. Stranên ku min di nava xwe de kom kiribûn hemû min bi þewata lorîyên dilê xwe strandin. Ji zanîna germîya lorîyan, dest û pîyên min di agirpêjê de dikelîn. Min dengên hemû hunermendên nêr û mê bê ku xoþewîst zanibe, di nava xwe de girtin û bi wan re... Min hêvî kir ku rê qet bidawî neyê. Bi þerma ku me, xwe ji hinekên din re xemilandibe… Weke em di tora perwerdê de mabin, nedipeyîvin. An ji me nedihat û me nedikarî ku em bipeyîvin? Bêdeng bûn em. Tiþtên li ser dil û mejîyê min diþemitîn û gîyanê evînê ditixtixandin. Min dixwest di hiþê xwe de bicih bikim û bêjim. Bi dilê xwe re bûme yek û min li derve nêrî. Pêwîst e ku hin tiþtan bixime bêrîka xwe ya çepê. Mîna gustîlên bi destên dêwên cinan hatine guhertin û evîn kirine goristana ciwanan. Min jî, ji bo bibe þahidê rêwîtîya þevê, ken, melûlî û dilþadîya me, kire bêrîka xwe ya çepê. Li nav þil û þepalên rîya þevê gihiþtina malê. Mîna mêhvandarîya helbestê bi sergêjî, li nav peyv û hevokan min, xwe dirêj kir. Pêþî matmayî, paþî fêrî bêdengîya jîyana mayî ponijîm. Di pencerê re min li bajêr nêrî, mîna ku asman hemû kerîyên stêrên xwe berde nava min, nêzîkî min bû. Awirên min, ez birime rîyeke ji stêran miþt. Cihê ez derxistime ji stêran hê bilindtir. Min xwe di þewata çavên stêran de dît. Min gazî kir, li min binêre dildara min, çawa þewitîm. Heta dev tijî bûm ji agirê stêran. Di avên þevên aram de, paqij mîna masîyên sor, stêr min kom kirin. Berê çiqasî erd dûr bû ji xemrîtîya asmanê jor. Ji nû ve dibihîzim dengê te. Dengê firiþtên bask þil. Binêre, dûmahîyê ez giham kadiza bêmirin. Li vê jora em bi hev re derketin. Biþo min bi þepolên þerabê, bipêçe li dezîyên maçên xwe. Ji vir û pêve ji þevên bêdawî re nehêle êdî min. Ji stêran cuda neke. Li pêþberî me ye finda þevê, dilop dilop çawa dihelê. Çawa heta dev ji þeraba xewê tijî ye pîyala çavên min. Li lorîyên te guhdar dikin. Tu û roj bi hev re dizine, ser gula helbesta min. We devê xwe venedikir. Bi melûlîya mijgulan nîv bersiv da min. Ax ax, xemgînîya þevên bêsibe. Li hêvîya ku rojeke vegere lîs bûm. Li ser banan li hêvîya dengê leyîstika kenê wê bûm. Xewnê ji çerxan lêborîna xwe dixwest û di nav xewnên rojhilat de, di paþila min de xewnê bi xapandina xwe re xwe pîr kir. Xeyalan xwe avêtine derve, bi çol û çîyan ketin. Li ber beroþa çarçembil, ya cejnên ji min xeyîdîn sekinîm. Min lê nêrî û wê li min meyze kir. Min ji bêcejn pîrozkirinê nedikarî. Ew li bêcejn û li jibîrbûna xwe digirî. Min xwest tilîyên xwe bigihênim nav kefa mista yarê. Lê cih, dem, tora û fêrbûnên kevin, mîna ku li pir kesan neborîn li me jî nediborîn. Nepeyivî û bêdeng li min dinêrî. Ew çiqasî bêdeng dibû, ez hewqasî ji êþa qelebalixa dengên bêaheng bi zimanê lalan girîyam. Weke ku ez wê li dawa çîyayekî di nav betanîyeke bixwîn de veþêrim û vegerîyam û ew ji min re bêje. “Here… here dildarê min! min li vir bihêle.'' Min dest neda rêwêtîya wê. Xemgînîyên di bêrîka dilê min de qet neqedîyan. Her caran destên bîranînên min diçina bêrîkan, dilopên avþor, xwe di ser dêman re berdidine xwar. Vêga di aqilê min de bi hezaran rê, bi hezaran raman û henasa yarê. Zimanê min negerîya, bi rastî min nepirsî û min negote evîndarê, te ev çîya û gir hemû ji bo dîtina min derbas kirin. Her zêda li kû êþîyabû, zehmetkêþabû û tirsîyabû jî, min nepirsî. Demê têra ziman vebûna min û pirsa min nekir. Li nav gola qelebalixa dengên sê reng ji xew hiþyar bûm. Hemû tiþt dihatina bîra min. Sibeheke ku herkes dipeyîvin, “cejn'' bû. Bi sê zimanan deng bilind dibûn û herkesî ji hev fêhm dikir û herkes bi zimanê ku jê re sivik dihat dipeyîvî. Malbata min, hinek bi kurdî, hinek bi zimanê dagirkeran dayî û hinek bi zimanê koçberîya bê welatî dipeyîvîn. Mezin bi kurdî, zarokên wan bi zimanê dagirkeran dayî û zarokên zarokan jî bi zimanê koçberîya bê welatî dipeyivîn. Vê bêahengîya zimanan hestên min birine cejnên ku ji min dûr ketin. Sibe ji bo silbûna hestên min çêbûbû. Ez nebama sibe jî nedibûn û hestên min wisa xemgîn nedibûn. Melûlîya çavên dildarê di neynîka xemgînîyên min de diçîrisand. Dildara min, Tiþtên min di rêwîtîya þevê de nekirî, vêga ez dê bikim. Bi þahidîya xwêdana gîyanê xwe û êþa þevên çûyî, dilê xwe rê dikim. Tu î, li wir î, li armancgeh û pîrozgeha min î!......
23.10.2006 |