|
Welatê sê reng
Îsmet Behrewanî
Ew welatê ku Xwuda bi mizgînî da min Xweþikbûna welêt bûbû bela serê min
Neyar hez kir welatê xweþik min re parke Canê min bike du par û ji hev cuda ke
Gurçik alîkî, dil alîkî disekine? Rojek dê bêje neyar li min bisekine
Xeml ewe kesk û zer û sor Zerê dikþînin ber jêr û ber jor
Welat parçe kirin xistin çar par Bila neyê bîrkirin tola pêrar û par
Welatê min dest min girtin bi pest û pêkutî Gelê min hê jî bêbextîyan re dan dikutî
Neyaran xerakirina welêt pêkanîn Gelê min sekinîye bi zur nêrîn û pê kenîn
Xwedî namus xwe bike yek pirs Bila dil û fikra te de çênebe tirs
Çêbûna tirsê wendakirina tiþtekî ye Jixwe te jibo tiþtekî tu kar nekirye
Serê xwe rake binêre ew roja rûken niha digirî Azadî bûye teyrek çûye ser çîyayê agirî
Lo kurdo tu ji xwe re bikî kar çavnebarî û zikreþî Karê dê derê pêþî te bi rûreþî
Evîn û rêz ji xwe re bike kar Hewlek bide, tê jî bibî xwedî par
|