Xewnegork

 

 

Osman mehmed

 

 

Bajo

Ber bi kelehan

Ewrên bi mîro digerin bi te re

Qelem li þûna heyvê direhek danîye

Bajo ber bi eywanên sar

Ne hêja ye herfa tu li ber

Wê bêjin siwarek hebû

Hespê wî di berîka wî de

Li ser sêncan xwe dirêj dikir

Biçûk dikir asîman

 

Ço bavêje carekê

Hefsêr berde li beyhûdebahozê

Bajo

Ber bi sikakên qedexe

Nav odeyên kilîlkirî

Pêþî mezin be paþê biçûk

Peyvê þev û seg danîne ba hev

 

Jinek di guhê sêncê de dibêje:

 

Peya bû û lal bû

Sîya qelêç xwe berdabû ser

Goreke bi direh bû

Zarokekî êm dikir hespê wî

 

 

8.3.07, stenbol