|
Ji qelema Cegerxwîn hewara mîran
Kaleciwan
Mamostayê Navdar Cegerxwîn di dem û dewra Hawara Celadet de welatperwer û netew evîn bû. Gava ku Seyda millî ye, meseleyên netewî rind teþxîs kirîye; li dîrok û welat û hal û ehwalê miletê xwe yê bindest qenc mêze kirîye û bi wî rengî Kurdên belengaz ji xewa gemar hiþyar kirîye. Helbesta yekemîn ku min ji Seydayê hêja bihîst ez hê 8 salî bûm. Helbesta Þa'irê nemir, ji wê roja ku min bihîst û heya îro di hiþê min de ye. “-Welatê Kurdan, tev xêr û bêr e. Tevda maden û hem zîv û zêr e. Ez çipkim îrooo maye'j xelkê re, maye'j xelkê re...” Van hersê rêzîkan tenê hezkirina welat xiste mejîyê min. Welatek ku bi xêr û bêr be, xwedan maden û zîv û zêr be, welatê Kurdan be û Kurd wê demê di xewna giran de, di nava nezanîn û xêzanîyê de belengaz bin, gelo tu deng ji vî dengî xweþtir heye? Mamoste di 1942yê de gazî Mîrek, Hikûmdar, Qral, Siltan û Begên Kurdan dike. 100 Sal piþtî ku Mîrek û fermanrewayên Kurd ji alîyê Osmanîyan ve hatine tesfîyekirin (Ji holê rakirin) û 430 sal piþtî ku Kurd û Osmanîyan bi hev re li Amasya, di sala 1514ê de yekîtîyê (îtîfaqê) girêdan, Cegerxwîn ev helbesta nivîsandîye. Wan 28 hikûmdarên ku bi Siltan Selîm re rûniþtin û eqda Miletê Kurd û Siltanîya Osmanîyan pejirandin, tenê wan hikûmdar û mîran bi helbestên mamosta min berhev kir û kerem bikin hûn jî bibînin ka ew Mîrên ku yekîtî di nava xwe de girêdan, meclîsa Millîya Kurdan civandin, Þeref Xanê Bedlîsî û Melîk Xelîlê Hesenkêfî dane pêþîya xwe û bi yek ra û armanc bi Siltanê Osmanî re rûniþtin, mafên xwe yên îrsî û rewa parastin û bi þert û mercan bûne hevalê hêza herê mezin ku bi vê hêzê va 330 sal ev qevl û qerar domkir, heya “Nîzama Cedîd - Tenzîmat Fermani” û siloganên derewin. Ez dixwazim wan Mîrên ku tifaqê bi Osmanîyan ve girêdan bi pênûs û dîtina Mamostayê hêja bo we xwendewanan pêþkêþ kim. Ew Cegerxwînê ku hewçend êrîþê dibe Mîr û Began, gelo di sala 1942an de çi digot: 1- Hikûmdarê Bedlîsê (Roþkan) Þeref Xan: Tu fermo rabe ser xwe ey Þeref Xan Binêre birc û eywan bûne wêran Ji dijmin re sera û þaneþîn in Herçî Kurd in bi carek dilbirîn in
2- Hikûmdarê Hesenkêfê (Melîkan): Siltan Melîk Xelîlê Eyyûbî Xelîl rabe Cîhan rengîne îro Li nav Kurdan tenê dengîn e îro Gur û berx û beran tev de dirazin Belê Kurdên me îro tev dibazin
3- Hikûmdarîya Hekkarî (Þenbo): Îzedîn Þêr Were Îzedîn tu Þêr û pehlewan î Li ser textê xwe rûne tu li wan î Temaþe ke li bostan û gulistan Hemî zer bûne rengî jar û mestan
4- Hikûmdarîya Amêdî (Behdînan): Siltan Hiseyn Were Siltan Hisên îro tu rabe Li singa me neyaran dan kulabe Hemî þêx û mela û pîs û parsek Tu nabînî di nav wan da yekê Beg
5- Hikûmdarîya Cizîrê (Botan): Þah Elî Beg Elî Beg rabe ey þahê dîlawer Direfþê Kawa rake kom û leþker Bike dengê tiving û top û Buxtan Herin bala di her kêlîk û wextan
6- Hikûmdarîya Gurgil (Botan): Seyîd Ehmed Seyîd Ehmed tu rabe Mîrê Gurgil Temaþe ke welatê te hemî dîl Belengazên me dest û pê di bendan Nexweþ mane di kuncên xan û zindan
7- Hikûmdarîya Çemîþkezekê (Dersim) (Melkîþîyan): Pîr Hisên Beg Were, rabe tu îro Pîr Hisên Beg Ji me kuþtin neyaran sedhezar lek Temaþeke Ferat û Zab û Ceyhûn Ji derdê me hemû tev da bûne xûn
8- Hikûmdarîya Egilê (Gêl) Mirdasîyan: Lale Qasim Beg Lale Qasim tu rabe xortê bengîn Binêre vî welatê pak û rengîn Hemî zer bûye rengê mahê payîz Ji Sêwazê tu bigre ta bi Tebrîz
9- Hikûmdarîya Palo (Mirdasîyan): Cemþîd Beg Were Cemþîd kurê Ristem tu Þah î Ji Kurda re belê piþt û penah î Tu deyne serserê xwe taca Cemþîd Bi destê xwe tu bigre þûrê Xorþîd
10- Mîrekîya Çermûk (Mîrdasî): Þah Elî Beg Were ey Þah Elî Beg ey serfiraz Mirovên te hemî bûne belengaz Ne key mane li meydanê ne Sasan Ne Eyyûbî ne Deynûrî ne Merwan
11- Hikûmdarîya Sason (Hezzo): Mihemed Beg Muhemmed Beg dibin jêrî zemîn î Were tûyê me Kurmanca bibînî Hemî serqot û rûx û xwas û tazî Li ser þax û dîyaran qîr û gazî
12- Hikûmdarîya Hîzan: Siltan Dawid Beg Emîr Dawid binêre tu li Hîzan Di bin lingê neyaran bû derîzan Herê ew bax û mêrg û av û kanî Di Hîzan de hemî bûne xîzanî
13- Mîrekîya Miksê (Muksê): Erdal Beg Were Erdal tu rabe ey begê mêr Egîd û pehlewan û feris û þêr Temaþe ke li rengê Muks û Karkar Di bin destê neyaran mane bêzar
14- Mîrekîya Espayerd: Muhammed Beg Ji Espayerd tu rabe ey Muhammed Temaþeke ji Loran ta bi Amed Hemî jar û belengaz û xîzanin Belê çipkim bi derdê xwe nizanin
15- Hikûmdarîya Kilîsê (Mendî): Qasim Beg Were Qasim bike carêk temaþa Tirk û Tacik li ser me bûne paþa Reha kirne bi carek mîr û begler Ji bona me nemane kom û leþker
16- Mîrekîya Þêrwan: Muhammed Beg Muhammed Beg tu xweþmêr û ciwanî Erê ka ew sera û birc û kanî Ji alêk va qizilbaþ û alêk rûm Kirin wêran hirç û keftar kund û bûm
17- Mîrekîya Derzin (Zirkan): Muhemmed Beg Mîrê Zirkan ey Mihemed Begê rind Li nav Kurda ne bajar e ne jî gund Ne rez mane ne bistan û gulistan Temaþeke bi carek bûne wêran
18- Mîrekîya Girdikan (Zirkan): Mihemed Beg Mihemmed Beg tu rabe ser xwe îro Li derdê me binêre ey tu Mîro We hev kuþt û we em kuþtin bi carêk Di nav xwe da we dananî qe darêk
19- Mîrekîya Hetaxê (Lîcê-Zirkan): Ehmed Beg Were Ehmed tu rabe ev Î'taq e Di bin destê neyaran qaqeqaqe Ne Mîr mane ne Paþa û ne begler Di nav Kurdan ne rê mane ne rêber
20-Mîrekîya Tercil (Hezro-Zirkan): Elî Beg Elî Beg rabe ser xwe tevde Kurmanc Li ber tîrên neyaran bûne armanc Bi carêk dilþikestî pîr û kalin Þev û rojan li çolan em dinalin
21- Hikûmdarîya Swêdîyan, Çehpexçûr/ Xançûkan: Ehmed Beg Were Ehmed tu Siltanê me Kurda; bi min Mîrêmîran e, Binêre em biriþtin tev ji derda Xançûk, Genc, Sorek, Bîngol û Ne þah mane ji bona me ne siltan ev der û ber Swêdî nin Ne Mîr man, jibona me ne ew xan
22- Mîrekîya Silîvan (Farqîn): Þah Weled Beg De zû rabe tu îro Þah Weled Beg Li ser þêran siwarin rovî û seg Ne beg mane ne axa û ne keyzad Bi carêk tev bi ah û qîr û feryad
23- Mîrekîya Qulp û Batmanê (Pasûr û Îlohan): Elî Beg Elî Beg rabe ser xwe Qulp û Batman Ji destê van neyaran bûne wêran Seranser Mîr û axa tev digazin Belengazin li çolan tim dibazin
24- Hikûmdarîya Suhran (Rewandiz û Herîr): Emir Seydî Were Seydî yu þahê ser bi zêr î Li Hewlêr û li Mosil tê binêrî Welatê te hemî þah û emîr in Di bin destê neyaran em êsîrin
25- Hikûmdarîya Baban (Þehrezol/Þehîrbazar û Qereçolan û Sûleymanî): Bûdaq Beg Were Bûdaq Begê, zanim tu pir î Di nav Baban de îro þah û mîr î Te yek ala ji bo kurda re rakir Ji Eyranê heta Bexda tu ta kir
26- Hikûmdarîya Biradostîyan: Bodaq Beg Çiman Bodaq tu deynakî di îro Li Kurmancan tu napirsî tu mîro Hemî jar û belengazin bi carêk Welatê me ji bo me bû miþarêk
27- Hikûmdarîya Mehmûdîyan (Xoþab): Emîre Beg Emîre guh bidêre deng û halan Welatê me bi carêk kirne talan Ji xwînê deþt û zozan tevde bûn sor Li çolan em dibezin deng û qûrqûr
28- Hikûmdarîya Mukrîyan (Mahabad): Sarim Beg Were Sarim tu þahê Mukrîyanî Serfiraz û eqîd û pehlewan î Ji Mosil bigre dîsa ta Meraxe Di nav wan de ne beg mane ne axe...(*)
Mamoste Cegerxwîn nêzî 350 Beg û Mîr û Xan û Paþa û Emîr û Hikûmdar û Siltan û Fermanrewayên Kurdistanê ji nava rûpelên Þerefnama Hikûmdar û ilimdarê Bedlîsî Þeref Xan hilbijartîye û hawara xwe dighêjîne wan serok û rêberan. Gelo çi qevimî ku ev berhema xwe ya hêja bindoþek kir û dest pêkir Stalîn derxiste ber perê asîmanan? Xwezil Þêxê Xanî wê gavê çepîtî û van çepên Kurdan binasîya. Wê negota “Kurmanc di dewleta dinê da.” Wê bigota “Çepên Kurdan di dewleta dinê da.” Min sala 1971ê li Surî, li gundê Mezrê Seyda dît. Seyda û Mela Unisê Tetwanî qederêk minaqeþe kirin. Seyda digot: “-Ev çepîtîya ku min kirîye, wê zemanek bê Kurd qedrê vê fikrê bizanin.” Mamosta xwe bi xeyalan diparast. Min bi terzek edep ji Seyda pirsek kir: “-Seydayê hêja, ezê bi destûra we yek pirsek bikim. Gelo bi rastî hûn bi Stalîn bawerbûn û we jê hez dikir ku ewqas ji dil û can we pesnê wî daye, an we sîyaset kirîye?” Seydayê dilovan weha bersiva min da: “-Bi rastî dema min pesnê Stalîn da û hewçend wî bilind kir, Peqta Warþowayê alîkarîya bindestan dikir, min got belkî dengê min bibihîsin, belê maalesef (mixabin) zehmetê min ma bi min... Kurd 150 sal in micadela xwe ya millî dikin. Sed esef û mixabin dengê Kurdan neçû guhên dewletên çep. Tenê me firotin û xîyanetê bi Mihabadê û Kurdistana Sor û Ebdirezaq Bedirxan re kirin.
Têbinî (*) Cegerxwîn, Þerefnameya Menzum, Weþanên Avesta, 2003 Stenbol, r: 158
|