|
Mirin parek e ji jîyana me
Seyda Ronahî
Di zayina mirovatîyê de heya îro mirin heye. Pêxember dibe, evlîya dibe, enbîya dibe giþtik ê herin ser dilovanîya xwe. Xwedayê ezîm û þan di Qurana kerîm de ferman dike dibêje: “Hemî nefs yê mirinê te'm kin.” Em bi van gotinan bawer dikin û îmanê tînin. Ji bo mirinê gelê me pir gotinên xweþ û manîdar, bi gotinên kûr û hûr anîne ziman. Hûn dikarin bibêjin ji bo mirinê çawa peyvên xweþ tên gotin. Mirin paqijîya dunyayê ye, mirin bi emr û fermana rebbê alemê tê holê û heya îro wilo tê domandin. Hinekên nexweþ, hinek ketine berdestan hene ku mirov li van dinêrin tobekar dibin û di jîyana wanî nefret dikin. Ji bo vê gelê me gotîye: “Taya evarê be rakirina sibê be.” Gelê me bi vê gotina xwe naxwaze ku di ber destankeve. Kes bi wan re neheyire û li vê dinê azabekî giran bikþîne… Mirovên me mirina xwe bi dua xwestine. Ev gotina dapîra min tim dihanî ziman: “Li darê niga bim li diharê gorê bim.” Dapîra min, qey tê bêje ev duayê wê Xwedayê ezîm û þan qebûl kir, ket û mir. Li ser mirinê bapîrê me wiha gotîye. “Li berî baranê ba tê/li berî mirinê ta tê.” Demên zû de dixtor tinebûn. Ku ji gelê me yek dimir, digotin, tayê pê girt û ket û mir. Bona vê, ev peyva anîne ziman. Ku dike baran bibare hatina bayê em çilo sedem dihesibînin, ku dike mirin were ta, bangîna mirinê qebûl kirine. Kê ku umrekî dirêj dîye û ketine halê xirab, mirov li van dinêrin û vê gotinê tînine ziman: “Mirin zerre zere, ji dest merîyan dere.” Pîrekek porebî rûgevez li mehla me hebû. Du-sê law û keçên wê hebûn, kesî lê nedinêrî. Bir tenê di binê xanîyekî de dima. Ku zivistan dihat kesî pê re agir danedida. Ku hinek cîrana ji wê re hinek agir dibirin. Digot: “Aro aro li vê dinê tu li para min neketî, qene li wê dinê para min bî.” Em zarok bûn me digot: “Pîro wir mebêje.” Digot: “Lawê min hûn werin derdê êgir ji min pirs kin, hisreta êgir ji min bipirsin.” Min gotinên ku li ser mirinê hatine gotin pirsîn. Pir tiþtên xweþ ên manîdar min bi cih kirin û nivîsandin. Di pirtûkan de û li nav gelê me, ev gotinana min dîtin: “Xew û mirin birê hev e.” Ku hinek dimirin bi mirina mirovan hinek kêfxweþ dibin. Ji bona ku kes kêfxweþ nebe ev gotina, balkêþ anîne ziman: “Mirin lokê qemer e/wê royê li malekê dagere.” Gelê me yek carna bi mirinê henekî kirine. Got, yek dikira bimira, ji gewrîya wî deng jê dihat. Mirov dibêjin, “xirtik” ketîye gewrîyê, nima filitandina wê tuneye. Ji bo wê gelê me pêkenîya xwe anîye ziman û gotîye: “Mirin mirin e, va çi xire xire.” Got yek hebû zarokekî wî yê gelek çeleng û xweþik hebû. Lêbelê nexweþ bûbû û umrê xwe dabû xwendevanan. Bavê wî çelekî kefkanî kiribû destê xwe û bang dikir. Digot; Azraîl tu xurtî were sînga reþ, çi îþê te bi tivalan heye… Min li ser mirinê ewqas got, min got, bira bi vê gotina cahil hezkirina zarokan derkeve holê… |