|
Rojek
Osmanê Þêr
Rojek Tuyê wek niha nikaribî kêfxweþ bibî Hesab, hesabê nagre Tu jî bibînî Û li te digere xemgînî Dizanim, Te ev qet nefikrîyayî ***
Rojek Ewê nebe wek her roj Tuyê bi xew ve herî Dîsa tê kiþandin fîlmek Û tu têde dilîzî Lê ev fîlm Gelo Rengîne an reþ û spî Tê zanibî rengên wan Tê zanibî wateya rengan Tuyê pir bitirsî Ev çawa xewn e? Tuyê xwe parçe bikî
Dîsa jî bi kêr nê Ev xewa, Wek çîyakî giran tê Ji ber ku niha Gotinên ku te guh neda Deng dide li her dera Tu dibihîsî Lê her kes wek kerekî Û ev bar Girantir dibe her dem û her car Deng didî dildarên xwe re Werin cem min Þîyar bikin min û em herin Hîn karên mayî pir in Lê çi çare! Tuyê nikaribî þîyar bibî Niþkav de xuya dibin dildarên te Malbat û hevalên te Û heta nenasên te
Dengan…. Qîrînan tuyê bibihîsî Çi buye li van? Herhal xewne dibêjî Li wan gellek hêrs dibî Lê tu Di nav xwêdan de yî Qîrîn bilind dibin ji te Pir, lêbelê pir ji kûr ve Kes nabihîse te, nabîne Nexebite bêhude Te xelas kir bêhna dawî Deng nikarî bigêjînî Tuyê nikaribî bigêjînî ***
Rojek Ji bo te nayê bîrkirin ew roj Kanî te bîhn dida wek gulan Li rûyê te vedikir kulîlkan Te nas nedikir derd û kulan Û kesên wek birîndaran
Lêbelê niha Nayê cem te Nayê ber xwe dan li ber bîhna te Xemên qet nasnekirî Niha bûn hevalên te
Tiþtek nayê guhertin Tu dibînî ne wisa? Tim di tarîyekê de Û qîrîna te Tim di yek rengê de Bi tu awayî roj hil nê Çiqas bijî jî di tarîyan de Raneweste bêhude! Êdî tu tenêyî Ne malbat û ne jî hevalan Tuyê nebînî ***
Rojek Wisa dûr bimînî ku Hevalên te, wê bê te bikenin Tuyê ji dûr ve binêrî
Ji destê te were Tuyê bigrî pêsîra wan Tuyê bêjî hemû tiþtan Û tê nehîþta Wisa bêþerm bikenîyan Lê ruyê te tune ko Rûyê xwe berjor kî Tuyê qet nikaribî
Va ye her roj “Rojek”e bi rastî Berya werî girtin bêhesab Û li te bigere Xewa giran û xirab Berya vendakirina heval û ehbab Niha bêje Wan gotinên pir hêja Bigre çirayeka wek rojê li ba xwe
Bila poþmanî nebe Ev rûyê spî Ji rûyê reþ fedî neke Baþ bifikre! Karê îro Bila “rojek” re nemîne
29.03.07
|