|
Jina ecinan revandî û gîyayê gîbanûk
Avdilqadir Kizilkaya
Navê yê Dayqûlîl gundê Gûzereþî. Þevekê nîvþev paþ ve ecinan ji xewê rakirîye serkol û pêxwas û gel xwo birîye, sîngê wê daye evrazîyeke bilind çûne nav sera rêjgarê, Birîmana mehindan. Dayqûlîlê evê ji me çêtir hemû dîtin û rabûne govendê. Dayqûlîlê bendeke stranê di bîra wê de ma. Gera Birîmanê pan e Gîyabarûk çar rexan e, Sîyawirî ser Talisyanê Raman vê stranê: Gabanûkî ecine zanin kîþk/kîjan gîya ye. Belê em insan nizanîn, lewra em dê þixulêt xelet û aloz pêken. Sîyawirîya ser Talisyan, mana wî xeberî ev e; ji meçêtiran/cinan xwarineke xwe êxiste ser Talisyan. Talisan gundeke nav Pinyaniþiyêt jêrî de. Piþtî wan govend kirî; Dayqûlîlê berê xwe dayê jineke ecin û kefte ber halê biçûkî, ecinan gote Dayqûlîlê: Me tu înay, bû dadok li þûna hemþîrêt vê serdemî. Li ber ra jî digotê: Eger kur bît xwezîyêt Dayqûlîlê, eger keç bît ne xweziyêt Dayqûlîlê. Hosa dîyar dibît; ecinan kur ji keçan pirtir divên, piþtî vê gotinê Dayqûlîl pirtir tirsîya, welhasil Xudê kurek da jina ecin. Ecin rabûn tijî parzûnê wê zêr kirin, û gotê: Here oxira te xêr bît, tu rê dizanî heta diçîye mala xwe. Nîvþev paþ ve Dayqûlîl bi rê keft, ber sipêdê hate serê koxê hindava gundî, parzûnê Dayqûlîlê xiþexiþ jê diçû. Ew zêr pêþ çavêt wê, wekî belgêt pîvazan lêhatin. Dayqûlîlê ji qehran da parzûnê xwe daqota, du zêr mane di kilika parzûn de û giheþte mala xwe. Malxwê wê gote wê: Ey qelenderê ew xiþexiþ ji zêran diçûn, pêþ çavêt te bûne belgê pîvazan. Mirovêt malê parzûn careka dî vajî kirin du zêr di kilika parzûn de derkeftin. Ecinan ew zêrêt daqutayn birine ve hindek xwelî kirine li þûnê. Mana ew e: ku xwelî bi serê te werbibît. Em nihe jî dizanîn kanê Dayqûlîl ya kîþk malê ye. Ev mexfî ye Kesnezanî bû Xetnezanî gotin û daxwaz jê kir gotê miqmiq ez dê çave vêkevim da bûkabaranê/keskesorê desbêxêm. Xetnezanî husa cap dar: di 1974ê da þevekê ji van þevan Zûbeyîrê birayê min umre wî biçûk bû belê cesura wî hebû neditirsiya. Babim gote me, kareke fer/muhîm heye ev þeve da tu diþêy biçîye gundê Gûzereþê an ne? Zûbeyîr digot belê babo ez dê biçim. Mala me Colemêrgê bû. Piþtî merxeb ji mal derkevt û xwe da rê. Hingurî geheþte gûndê Talê, nîvþev geheþte serserê çîyayê bilind. Þeveke reþ û tarî bû agireke helkirî ji di nav rêka xwe da dît. Belê çi mirov dev agirî nedîtin. Zûbeyir textena wî agirî ker heta geheþtê û hindav rawesta. Herdu destêt xwe dane agirî çi têhna kel têda nebû, hindî destê xwe çemandin agir ji têkçû çemîya, destêt wî nesotin û çû/tu kelatî nedît. Heta destêt wî geheþtine ser axê di nav gîyayekê da agir berzebû. Careka dî destêt xwo rakirin eynî ew agir çêbû ve wekî berê çend defhan destê xwo deynatine ser agirî wemirîya, rad kîr agir helû we gurî jê diçû. Heta Zûbeyir û xwe pê ve westand, di wî çiyayê xirabe da çî çipen û rêpen netatin. Ji nû zanîn ew agire yê benîadema nîne û piþti hingê agir hêla, da rê careka dî ew agir û helbû ve. Hîndi paþ xwo da dizivirit agir her didît. Eger Zûbeyir zanîba ew agir ji nav qîbanûkê tête der da wer rastê nîþan ket. Ew gîya da hête kifþkirin, hikmetek ser heye. Çi mirovê wî giya ji qolî/þaxî bînîte der riha wî bizdinît derhal ew mirov dê bimirit. Belê eger pezekê qabanûkê ve girê biden ew heywan dê pêkolêket, xwo ra avê jît pê kolê ket xwo rahavejît ew gîya diþrapinî derkevît ew heywan dê bimirît. Þivanêt koçeran mer û malatê xwo þewîn diken, hindek serê þivan heta spêdê xew naçin zêrevanîya þewê diken da dehbe nehête terþê wan, hindek caran agirê gabanûkî dibînîn. Ev xebere di nav reven da rast derkeftiye. Ecêbeke dî ya rast: 1-) Hespê reþ û gîbanukê çi gelêk heye: di sala 1926ê Ismaîl Heqqî Beg zabitê leþkerîye Tirk hatiye Colemêrgê û çûye Çelê jî bûye mêvan derbarê gîyabanûkî ji bo Welya Beg'ê sohbet kirîye, û Hecî Evdirrehman jî wê dîwanê da rûniþtîbû. Hecî Evdirehman jî bo hindek dî gotîye û em jî bûne guhdar. Eve jî xeberdana Îsmaîl Heqqî ye. Qeymaqameke Kimarê Erzeromê jî gundeke dûr jinek ji bo kurê xwe îna, daweta wî kir û piþtî hingê wextê vegêranê hat. Bi rê êxistin û hindek cendirme bo mihafize dane gel da bo malbaba bûkê biçin. Qederekê çûn û cendirme zivirandin, gote cendirman: Lazim naket hûn jî gel me bên. Kaxezek jî bo babê xwo nivîsî û gotê: Deng neke cendirman, min paþda zivirandîne. Kurê qaymaqamî û jina xwo heyamek dî çûn û li xaneke xirûxalî bûne mêvan, cihê þevewira rêvîngan. Þev serda hat agirek bo xwo helkirin û herdu hespêt ew lê suwar girêdan û tewil kirin. Hespek reþ e bê nîþan û yê dî jî spî ye. Þev gelek çû hingorîve ripripa pîyêt mirovan piþt derê xanê hat. Da rabin derî bo veken ewî pênek derî da û ringo jor keft ewan berê xwe dayê û jê tirsîyan ku benîyeke reþwêle, zelameke girguse, navçavgirê û lêvêt wî þor û kirêt hate pêþ çavêt wan. Her wekî dirundan û rumûzatan, didanêt wî gir û spî ew bi xwe kevil reþ û sade. Silav jî nekir û neaxift, di nabeyna herduwan da rûniþte xwarê. Gel wê hurmeta ne hazir kefte neterziyan. Kûrê qaymaqamî nekire nemerdî. Da destê wî destê jinê veket, wan herdukan rinûring xwe kûrê qaymaqamî da, û rakir û deyna bin dest û pîyêt xwe bû xire piþana wan. Wî lawî bizav jê nehat û hindî gepiçî ji ber zebt û reptan wan herdu zaliman çi jê nehat. Piþtî hingê herçar dest û pîyêt wî girêdan û iþk da û kire gocik deyna qoncalî. Ew lawê taze furaqa reþ da û xwuhê ji cilêt wî da avêt û kefte hewar hewar û zare zarê. Û hindî gote jina xwo: were destê veke, ez çi tiþtî bi te nakem ji vî zalimî netirse ew xema min. Ewan gotê: Tu dê di wê xirkemanê da bî heta rih ji te diçît. Ew þev çi pîçek çi gelek serda çû beyana sipêde hat û hetavê da dinyayê. Ewan xwar û vexwar û rabûn da hespan sûwar bin, benîyê reþ dê hespê reþ suwar bît. Evî hespê mîþrat hasil cotkek nav serê benîyê reþ da û wergêra û kuþt. Wê afretê/jin ser cendekê wî dada û kire þîn û tazî û bend wê ra got. Kurê qeymaqamî destêt xwe dayne ser agirî ew qeytana pê zevtkirî sot û dest û pîyêt xwo vekirin. Lê belê destêt wî hind sotin tîvil ser çûn û zendikêt wî þelik în û hindî gote jina xwo: Rabe da biçîn, ez deng nakeme te. Belê jinkê xeberê wî nekir û bîhîvî kir gotê: Yêdî ez û tu malekînî gelêk nabîn, piþtî hingê jêkvebûn û hespê xwe yê reþ sûwar bû, hespê spî xalî pê ve girêda û hajot. Rêka xwe ne þarezayî xelet kir, qonaxek temam kir, bû mêvanê Îsmaîl Heqqî û bederê mala wî peyabû. Lixava hespê reþ hêlate destê xwo da. Hindi xwudanê malê gotê: Tu kerem bike here jor em dê sexbêra hespan bikeyn. Ewî camêrî bersiva xwo hosa da: Min we'de kirîye heta hespê reþ binecih nebît û alîka wî bikene ber, paþê ez dê çime jor. Xwudanê malê ew qewil bi cih îna. Û kurê qeymaqamî çû menzela mêvanan rûniþt. Îsmaîl Heqqî mah hêbet girtî û gotê: Eve çîye serê te hatî? Wî lawê taze çîroka serê wî hatî hemû bo got. Ýsmaîl Heqqî gotê: Ey Rebena! Binasêt/sûçê jina te nebûne ewî qulereþî gîyabanuk gel bû lewra ew jina ne hazir lê aþiq bû. Îsmaîl Haqqî ev meteloke ser îna: Sê gidî/ehmeq hene dinê: Yek ê biçîte rêkan bi tinê, Du, bin evrazîyan bikêþît tûtinê, Sê, mêrê di bi hûkmê jinê da Helbette mirovê tine bigerît ser gelek teþabetan dê helbîtin. |