|
Hasan Kaya
i roja roj de, wê têla bêser û ber a ku heta çavê min didît her û her dirêj dibû… diçû û hey diçû, ramanên min ên di barê nexþeyan de diteriqandin. Di rojên zarokatîya xwe de, min çavên xwe digirtin û nexþeya ku mamoste di pola çaran de hînî me kiribû dianî ber çavên xwe. Min her wisa dizanî ku ew dewletên ku di nexþeya dinyayê de hene hemû bi têleke wekî vê têla ku di nêzîkî hewþa me re dibihure, hatine veqetandin. Ay yadê sînor çiqas dirêj in… ji kû dest pê dikin û li kû diqedin? Pirs, pirs û pirs… Di navbera hewþa dibistana min a seretayî û sînor de metreyek an du metre hebûn. Ango dibistana min li ser sînor bû. Pênc salên min ên gilover li ser sînor derbas bûn. Her çiqas havînê dibistan girtî bû jî, me di hewþa wê de bi gogê dilîstin. Dema em diwestîyan, li ber sîya dîwêr vedizelîyan, li ber sînor… bi gotineke din me westa xwe li ber dîwarê ku cîranê têla bi dirî û zevîyê bi mayin bû datanî. Belkî ji ber wê yekê ye ez xwe “Li ser xetê ” dibînim. Dema hinek dibêjin felankes “Serxetî” ye, an bêhvankes “Binxetî”ye, ji niþkê ve xeta sînorên zarokatîya min dora hiþê min dipêçe û goga min diçe nav têla bi dirî û keçek gogê bi rûyekî ken ji min re diavêje, ew pira ku di navbera mala me û binya xetê de, bûye “Xet” ango “Sînor”; wekî dîmenekî reþ û spî di bîbika çavê min de dadiçike û dernayê. Lewre ez “Li ser xetê me” Tu caran nebûm “Serxetî”, tu caran nebûm “Binxetî” yanî ne “Serxetî” û ne jî “Binxetî” me. Ji bajarê Nisêbînê me, ku ew cêwîkê Qamiþloka têrkeser e. Hilêlik, Qudurbeg, taxa filehan, heçku li ber mala me ne. Dengê melayê mizgefta meheta Qamiþlo gelek caran ez ji xewa sibehê rakirime. Pismamê bavê min melayê wê mizgeftê bû. Di dibistana seretayî de, gelek caran goga me diçû alîyê Binxetê, me fedîyokî ji keçên xama yên ku li alîyê din aþêf dikir, goga xwe dixwest. Lê carnan gog, tam di nav têlên dirî de dima. Wê demê ku ew gog ji dest diçû. Çend gogên me di nav têlên bi dirî yê sînoran de man yadê..! Ew têlên bi dirî ên ku niha di navenda xewnên zarokatîya min de daçikandî ne, 40-50 metroyî dûrî hewþa xanîyê me bûn… Dema qaçaxçîyan li sînor dixist û leþkerên tirk bi hezaran gule berdidan û fîþek di ser textê me yê li ser banî vedayî dibuhurîn, me wekî pisingan di nav nivînan de dipernisand, di binê lihêfê de me çavê xwe digirt heta ku careke din em di xew re diçûn… ay yadê xew çiqas þêrîn e… Li pêþberî mala me girek hebû. Jê re digotin “Goristana Cihûyan.” Herî zêde sed û pêncî metre bû navbera gir û textê ku li ser radiketim. Piþtî wextê þîvê çira li ser gir vêdiketin. Min li çirayên vêketî temaþe dikir carnan, heta çavên min diqerimîn û radiketim. Di tarîya þevê de sînor tunebûn, lê dengê reyîna leþkerên tirk û dengê sîsirk û beqan têkel bûn. Reyîna kûçikên nobedaran ne nîþaneya xêrê bû. Dema li ser hev kûçikan bikira ewte ewt, wisa dixuya ku qaçaxçî derbas dibin, an jî derbas bûne…naxwe dîsa guleyên keleþkofên qaçaxçîyan û guleyên Gawûçên ku tivingên leþkeran in ewê ezmên biqelêþ in. Ay yadê ma çiqas fiþek hene… li ezmanê di ser mala me re çiqas stêr hene yadê..! Niha jî ew tevzînokên tirsê di xwîna min de, nefret e, helwest e… serî hildidin li ber dengê reyîna kûçikan, li ber dengê fiþekan. Em bivin nevin, em zarokên sînoran in, mayîn û têla bi dirî, kolikên leþkerên tirk ên nobedar, dengê kûçkikên sînor, goga di nav têla bi dirî de mayî, ronahîya fiþekên ronahîker li ser hiþê me nexþeyeke dirandî ye. Em zarokên bajarê ku nexþeya wan hatîye dirandin in. Ez, zarokê li ser sînoran im… nexþeya zarokatîya min dirandî ye, cawê hiþê min bi dengê kûçikên sînor, ronahîya fiþekên hewayî û bêhna zevîyên têrmayin û têrbombe hatîye honandin. Niha jî dema sînor têne ber çavên min, dema bîhna min hildiçike, teng dibe berê xwe didim asîmên… li asîmanekî þîn digerin çavên min… wek asîmanê zarokatîya min. Lê cihê daxê ye… Ez ne “Serxetî” me, ne jî “Binxetî”… “Li ser xetê” me… xwedîyê xeteke bê al û bê nîþan im…! *** Rewþenbîrên Rojavayê Kurdistanê sazîyek ava kirine. Kongreya xwe ya duyemîn çêdikin. Ez jî vexwendim kongreya xwe. Min xwest ku birûskekê ji wan re biþînim. Min dest avête pênûsê. Qaþo minê çend peyvên ji rêzê û sloganwarî binivîsanda. Lê hestê nivîskarîyê, keserên zarokatîyê rê nedan. Hew min dît ku ez di nav sînorên nostaljîyê de digevizim. Ew sînorên ku weki “xêzika filehan”, wekî “xeleka êzîdîyan” li ser çarenûsa xak û zurîyeta min hatîye neqiþandin ez gevizandim… birim û anîm… ev pexþan derkete holê. n Stenbol 04.10.2005 |