|
Ker kurê kerê
M. Êhsan Hêvîdar
Du merivên ku kêfa wan ji hev re dihat, herdu jî di eynî cîyî de dixebitîn. Herdu gihîþtibûn hev. Ahmed, ji Alî re got: “Kekê Alî kêfa te ji xwarina ser û pê û hûr û rodîyan re tê?” Êlî dibêje: “Kekê Ahmet, bi rastî ez gelekî ji wê xwarinê hez dikim.” Ahmed dibêje: “Ê de baþ e, kekê Êlî, îþev þîva me ji wê xwarina ku tu jê gelekî hez dikî ye. Îþev tu vexwendayî mala me, ser þîvê yî.” Jihev diqetin. Ahmed berê xwe dide ber bi malê ve û diçe malê. Li malê, ji kevanîya malê re dibêje: “Xatûn, îþev hevalê min ê kar, mêvanê me yê þîvê ye.” Xatûn dibêje: “Serçavan” û li hêvîya mêvanê xwe disekinin. Dibe berê êvarê, Alî berê xwe dide ber bi mala Ahmed ve û dimeþe. Alî di çarþîyê de derbas dibe, rastî Evdilayê ku pismamê Ahmed e tê. Evdila dibêje: “Alî oxur be, tu bi kû ve diçî?” Alî, ji dilê xwe yê saf dibêje: “Welle ez mêvanê Ahmed ê þîvê me.” Evdila dibêje: “Bawer bike min jî gelek bêrîya pismamê xwe kirîye. Dilê min heye ku ez jî, bi te re werim mala wan.” Alî dibêje: “Heyran, hûn pismamê hev in, ez nikarim bibêjim neyê, lê dixwazî jê re têlefonekê bike ku musaîd be serçavan re, em herin.” Evdila têlefon dike, Ahmed dibêje: “Serçavan re bên, kerem bikin.” Alî û Evdila ji xwe re hûrik hûrik mijûl dibin û bi alî mala Ahmed ve dimeþin, lêbelê haya wan ji Siloyê þeytanokî tuneye ku li pêþîya wan sekinîye. Her du heval dimeþin ber bi mala Ahmed ve, carekê dibînin ku Silo li pêþîya wan sekinîye û dibêje: “We 'eleykum selam hevalno, hûn çawan in baþ in? Vê êvarê we rê þaþ kirîye hûn bi kû ve diçin? Alî di dilê xwe de dibêje, “ne bi xêr û ne bi selamet” û bi deng dibêje: “Silo, em ji xwe re digerin.” Silo dibêje: “Vê êvara ha, welle meriv beredayî nagere, qey hûn vexwendayî malekê ser xwarinê ne?” Alî û Evdila dibêjin: “Naxêr em ji xwe re peyase dikin.” Silo dibêje: “Rast bibêjin ka hûn diçin mala kê?” Ev herdu heval dibêjin: “Rast e, em diçin cihekî ser þîvê.” Silo dibêje: “Kerem bikin em bi hev re herin. Welle hûn bêyî min bi tu derî de naçin.” Alî û Evdila dibêjin: “Silo þerm e, ev mala ku em diçinê, gazî te nekirine û belkî te nas jî nakin.” Silo dibêje: “Welle ez û we em li cîyekî dixebitin, ewê ku we nas bike miheqqeq wê min jî nas bike.” Alî û Evdila dibînin ku xwe ji Silo xelas nakin dibêjin: “Xwedê nehêle tu têy were.” Ew jî digihîje wan û her sê bihev re dimeþin ber bi mala Ahmed ve. Evdila dibêje: “Ka ez ji zarokên Ahmed re çend þekirê qulo qulo bistînim û bi wî awayî diçe dikanekê.” Ji Ahmed re têlefon dike û hal û mesela Silo jê re dibêje, ku xwe li me kirîye bela, dibêje îlahîm ez jî bi we re têm û va ye, em têne malê, haya te ji me hebe. Ahmed dibêje: “Jê re qet behsa têlefonê neke û kerem bikin werin.” Her sê heval bi hev re diçin ber derî û li derî dixin. Ahmed tê, derî vedike û pêþî bi destê Alî digre, dibêje: “Tu mêvanê min î, tu bi xêr hatî kerem bike pêþ.” Dû wî de Evdila dikeve hûndir, Ahmed bi destê wî jî digre û dibêje: “Tu jî pismamê min î, ferqa mala min û mala te ji hev tuneye, tu jî bi xêr hatî ser çavan re hatî, kerem bike pêþ de.” Gava ku Silo dikeve nava derî, Ahmed lê difetile û dibêje “Ev ker kurê kerê kî ye bi we re?” Silo di cih de bersiv dide, li Alî û Evdila difetile û ji wan re dibêje: “We digot mazûvanê me te nas nake, binêrin mêrik min jî nas dike û bavê min jî nas dike”. Zarokê sînor im |