|
Nameyên bo Lamia Xanimê
Cemil Meriç Ji tirkî: Ayhan Geverî
Ez di Her Jinê de Te Gerîyam1 5ê Çirîya Pêþîn 1966
Spêdeyek biharê, spêdeyek þox, þox lêbelê dijmin. Girnijînên wê tu dê bêjî gefa diken. Þoxe-spêdeyek biharê. Dilþadî, jîyana jiderveyî mewsîman. Mewsîm, wek cûcikên ber bi meçhulê ve diçin, dê te ji dûr ve silav bikin û dê derbas bibin. Ez ji Enqerê qey bi veqetîn cuda bûm. Tekereyan xewnên min pêpes dikirin. Ez ji Enqerê qey bi veqetîn cuda bûm. Li Enqerê tu hebûy. Enqere, ew þehrê ku ez û tu mil di mil lê digerîyan. Enqere þehrê te, þehrê me herduyan. Rûpelek sipspî bû Enqere. Di wî þarî de paqij an jî qirêj çi bîranînên min nebûn. Me li wê rûpela sipspî helbesta xweþtirîn ya jîyana xwe nivîsî. Enqere bo min çi nebû. Tu bûy ya ew welatê xeyalan afirandî. Qey ez diçûme xurbetê, wisa vegerîyame hêlîn û mala xwe. Hatina min ya ewil bo Stenbolê tête bîra min. Bi hêvîyên fethê ve tijî bûm. Ber bi xezayekê ve dibezîm: li ser lêvên min tênîtîya meçhûlê yanî tênîtîya te. Em di navbera heþt rojan de di eynî rêyan de derbas bibûn 41ê de. Û trênê em dibirine heyatê. Qeder rejîsorekî xaîn, min tu ancax di 41ê de nasîy, divê 42ê de min nasîba. Di eynî þehrî de du însan dijîyan. Du însanên ji bo hev hatine afirandin. Û muzderîb bûn û tenê bûn û çav li rê bûn. Diþêyan Romeo û Julîyetê muhteþemtir, bi rêkûpêktir, xweþ û geþtir bijîn. Di eynî þehrî de du însan dijîyan. Rex bi rex bûn. Rex bi rex lê ji êkûdu bêxeber. Qeder bi hîlehîl dikenî. Muheqeq we hîlehîlên wê bihîstine. Lê guhên min kerr bûn. Belkî nêrînên min di zulfên wê de, di dêm û hinarokên wê de wek perperokekê bi tirsokî gerîyane. Wek perperokek tirsoke û gêj. Bêyî dîtinê. Di her jinê de ez tenê li te gerîyam, di hindekan de zulfên te hebûn, di hindekan de ten û bedena te, di hindekan de parçeya kenîya te. Hemû nivîsandinên min de'wetek bû, lêgerîyanek bû. Ber bi te koþe û himbêzek vebûyî bû her kitêba min. Gava min ders didan ez bo te diaxiftim. Ya ku min hez jê dikir tu bûy, di her jina ku min jê re digot ez hez ji te dikim. Û tu li çi cîhan nebûyî. Gava min gotîye te cehennema min, beheþta min, te bersiv dabû: Danteyê min. Beatrîçeya min, Beatrîçeyê Dante afirand. “Komedya” qesîdeya þukranekê, qesîdeya heyranî û wecdekê. Pir westîyayî û þeqî me, Beatrîçeya min. Neku li sedsal û esran, lê dixwazim gazî te bikim. Min çi bi þohret û ebedîyetê? Dixwazim hemû tiþtên ku min nivîsî û ên ez dê binivîsim tenê tu bixwînî. Ez dixwazim, bi hemû îlhamên xwe ve, bi hemû xewn û wecdên xwe ve tenê te bistirêm û terennum bikim, stranên xwe tenê bo te dixwazim bibêjim. Piþtî min tu nas kirî hemû însan li ber çavên min piçûk bûne. Hemû dengan kirêt dibînim. Qey hemû jinik ji sac û teneke, ji texte û ji axê ne. Di çar roj û çar þevan de ez maceraya mirovahîyê ya bi Adem ve destpêkirî, jîyam. Di te de hemû jin hebûn. Hewwa bûy, Meryem bûyî, Messalîna bûyî. Û dengê te wek daristanên Hindê bi çîveçîvan ve tijî bû. Min sal li ser xwe havêtin wek lîbasên peritîyî. 18 salî bûm. 18 salî bûyî. Ez qêrîyame zeman: “derbas nebe, raweste” û zeman bi îhtiram li ber derê me rawesta: di çar roj û çar þevan de me 4000 roj, 4000 þev derbas kirin. Bi êþ û janên wan ve, bi ta û lerizîn û zilletên wan ve 4000 roj, 4000 þev. Þevê dî denget ji keþtîyek xerqbûyî dihat: S.O.S., S.O.S.. û wekî gûrî û alewekê tijî nava min dibû. Wek gazîya mirinê bi xof û sam bû. Xof û lezîz. Piþtî min tu nas kirî min cazîbeya sîrenan fêm kir. Di tarîyan de te digot “were”, bêyî ku kesek te bibîne “were”. Çima? Ez wek Wîllê Kal nafikirim. Vîyana min, gunehê min nîne, rûmeta min. Lamîam, bila dengêt neþibe dengê askek birîndar. Bila bi hêvî û bi piþtrastî cirûskan vede.2 Lîllîputan Gulîver zincîr kirine. Û salan porê Samson kur kirîye. Gulîver bi yek gijgijînê ve ew zincîr parçe parçe kirin. Û Samson, pê dihese ku êdî milên wî ji berê çêtir û bihêztir in. Gumanên xwe li ser xwe bavêje, êþên xwe bikuje û bi hêvî raweste. Em bimirin dibêjî. Eger em nejîn em bimirin. Xwe neberde bêhêvîyê, tu hêz û quweta min, tu dilþadî û kena min, a min girêdete jîyanê. Ji bo geheþtina te ez mecbûr im ji te dûr û cuda bim. Divê bixebitim. Ji bo ku em ligel hev bin me pêwîstî bi pare heye. Tol û heyfa qederê ye ya ji eþqê distîne. Di nava min de kerbek serkêþ serî radike. Ez hêj nehatime ser xwe. Serxweþ im. Ji te piþtrast im, yê te me, bi hêvî, bi îhtîras û îþtîyaq yê te me. Not: Tu ji her mûyê zulfa xwe, ji her girnijîna xwe, ji her xema xwe mesûl î. Ciwan û rind î, ciwan û rind bimîne. Ez jî dikoþim ku ji bo te bikeyf û rewþ bim, û bi hêz bim. Divêm layîqê te bim. Divêm layîqê te bimînim. Bi temamî ê te. *** Dizanim ku Ya Min î 6ê Çirîya Pêþîn 1966 “Û þev wekî kiçe-deryayekê bû. Bi stranan destpê kir stêr bi stêr; kef bi kef. Geh mîna bayê çolê bi þewat, geh mislê þeva çolê hênik. Kîjan beste diþêtin ligel musîkîya gotinê, li gel fusûna gotinê hespê xwe bibezînît. Kelîme per û bal e, kelîme bûse û ramûsan. Û þevê wekî kiçe-deryayekê destpê kir. Çavên harîqulade hebûn þevê. Û zulfên wê wek himbêzek agirî, û li ser lêvên wê îksîrek ku hemû birînan dicebirîne, bîranînên hemû zilletan jibîr dibe... Çima Ûlîs, çima dostên Ûlîs ber bi kiçe-deryayan nabezin. Jîyan jî mêjîyê me dikurisîne, dilê me dikurisîne. Hem jî wek pîrejinek mirdar, bêhelbest û bêstran. Ûlîs ber bi sîrenan nebezîye, ber bi Penelopê ku ji bo koma destgirtîyan cîlwekarê wek dêhlikan, bezîye. Û þevê wek te destpê kir. Kefa destên te di kefa destên min de fêkîyek zêr bû min xewna wê didît, fêkîyê ebedîyetê. Kotre bûn kefa destên te di kefa destên min de, kotreyên ku xeyala min bo iqlîmek dûr perwaz didan. Di wê gavê de mirin jî hindî jîyanê xweþ bû. Û þev wek kiçe-deryayekê xilas bû. Jiniþkê ve di asoya min de roj avabû. Stêrkên min þikestin þibhê fenerên ji cam. Divê min qedeha qederê pêþkêþkirî bi destên xwe yên har neþikandiba...” Ew parçeyek ji nameyek kevin. Ji vegerîyana Antakyayê hatîye nivîsîn. Wisa diqede: “Niha li derazînga beheþtê me. Ji kendalan bayek ter dihê...” Paþî xewnek muhteþem a çar roj û çar þevan kêþay, û dîsa tenêtî. Þevê dî bêhna tewekûlê ji dengê te dihat, teslîmîyet jê difurî. Te qey xwe berdabû nava nivînên hîrebûnê ên ji hirîya pembûyîn. Antakya warê însanên piçûk, îþtahên piçûk û gunehên piçûk. Tu hêj jî li wê heyama rezîl de yî. Heyamek serxweþker û pîtker û sersemker. Bi hemû levîsên xwe ve Sodom. Li derve baran hûr hûr dibarî. Dîsa þoxe-spêdeyek biharê. Çend ta çend ya min î? Di xwîna min, di serê min de heyî. Dengê te têra min naket. Ez te bi temamî û bi tevahî dixwazim, bi goþt û îskelet û xewnên te ve. Û bi tenê ya min. Ez xesîsîya mazîya te dikim. Xesîsîya halê te dikim. Xwe rehet hîskirina te min hema har diket. Eger fêm bikey ha were fêm bike lê ez fêm nakem. Da ku êþan nekêþî ez dê xwe deme kevilkirin, lêbelê hizra derheq cudahîya me ya ku te xemgîn naket, te birîndar naket min dîn diket. Ligel wê jixwe dizanim ku îmkana wê nîne. Dizanim ku ya min î, tenê ya min, ebedîyen ya min. Bi herfên xwe yên agirîn, lêvên min mohra xwe bi lêvên te, tenê min bi tenê te û ruha min bi ruha te daye. Vê mohrê ancax mirin dikare jêbibe. Dizanim ku muzderîb î. Çirîya Pêþîn, Çirîya Paþîn, Kanûna Pêþîn, Kanûna Paþîn... Ka ez dê heta hingî bijîm? Wahaya min. Dîsa têhnî me, ji berê pirtir têhnî. Belkî serkêþî û îsyana uzwîyetê ye ev, îsyanekî dijwar. Ser ta qedem bi ramûsan... ***
Stendhal û “Li ser Eþqê” 7ê Çirîya Pêþîn 1966 Dîsa þoxe-spêdeyek biharê. Û dîsa nînî. Êvarî denget bi hêvîyê diperpitî. Bi weîd û peyman ve tijî bû. Dibêjî tenê me. Ma heke li gel min nebî, ma bi hevra nebin tenêbûn ya herî çêtir e. Tenêtî bi sed destan ji qehra xelkê çêtir e. Rast e, bi gotina te ye. Divê em metîn bin. Ev, bi nêrîna ewil wek izdirabek sun'î ye. Ma çawa bit jî dê bihêy, her çawa jî bit em yên hevûdu ne. Lê ji bo te êþ nekêþan, bo min wekî îxanetekê têt. Ji bo min wekî kefareta dilgeþî û seadetê ye qey. Jibîrkirin û tesellî, mezintirîn îxanet e qey. Jixwe ev tengasî zêde nakêþît, hêrs û sinîr ji polayê jî bin dê sist bibin. Û dê li ser xwe ber bi warê xwe ve bikêþît. Xwe bikêþît? Dizanî ligel yar û cananê xew nahê. Eþq perwerdehî dixwaze, bi qelbê me bi uzwîyeta me ve perwerde dibe. Eþq bi sotinê ve yekbûna du wucûdan e. Min Saint-Sîmon dîsa li ber çavan re derbas kir. Lê min qet nevêt. Min ji te cuda diket. Jixwe kitabek li gor te jî nîne. Lêbelê ez dixwazim tenê bo te binivîsim, dixwazim tenê bo te biafirînim. Nefretê ji ereqê dikim. Ereq û þerab bi te xweþ e. Nefretê ji biharê dikem. Bihar bi te xweþ e bi te muhteþem e. Dizanî ku frenên min xurt in. Dikarim niþkê ve hestên xwe ên ber meçhûlê ve perwaz didin, daêxime erdê. Lê çima? Tu dê bibêjî ji bo xebatê. Her eynî de'wa rezîl. Ji me re pare lazim e. Li ser lêvên min her dem strana Tamara ya ku te ji bo tiranekirinê digot. Di tilîyên min de zulfên te. Û di nava min de bêhna te. Ez nikarim tehemmula çi jinan û çi zelaman bikim. Min ji te çi divêt? Bi temamî tu, bi tevahî te. Paþî, paþî min divêt bimirim. Ev þikayetana kerbên qederê nevekin. Gava însan vegerîya hejdeh salîya xwe, þexsîyeta wî diguhere. Ez pîçekê zeîf bûme. Lêbelê wekî polayê me. Min dest bi jîmnastîkê kir. Gaveke dî ez dê kevime behrê. Ancax pêlên deryayê dikarin enîya min ya dikelijît hênik bikin. Ez dê sibê dest bi kitabekê bikim: “Jin û Sosyalîzm.” Ez dê vê kitabê bo te binivîsim. Were ligel te Stendhal bixwînin. Navê kitabê: “Li ser Eþqê.” Stendhal nivîskarekî yeman e. Uslûbek tîj heye: têr û geþ. Min dixwest ku ez ligel te “Sor û Reþ”ê bixwînim. Her wekî hemû kitabên jê hez dikim. Ji niþkê ve Dante hate bîra min. Evîndarên Rîmînî, parçeya rindtirîn ji Cehennemê. Du dildarên ku çîrokek evînî dixwînin û lêvên digehine hev. Wê rojê zêdetir neþîyan bixwînin, dibêje Dante. Paþî dildarên hatine kuþtin û du wucûdên bi per ên ku di nava tofana Cehennemê de bi hev re bêrawestan perwaz didin û digerin. Nizanim ka Madam dö Renal'a “Sor û Reþ” çend rengê te dide. Berîya ku min tu nas nedikirî, min gelek hez ji wê dikir. Bi þefqet, ihtiras, guneh û ezabe-wijdana xwe ve jinek mezin. Mezin yanî kamil. Dilê min ji Julien Sorel radibe. Belkî jî hesûdîya wî dikim. Ez hesûdîya hemû zelaman dikim. Evînên Sor û Reþ'ê hene. Ev romana ne ji wan romanan e yên ku bi xwendinê ve xilas dibin, ji wan kitaban e ku ên ligel we pêþve diçin. Di her xwendinê de nû, di her xwendinê de kûr, eynî mîna te. Ez dê rojek dî bo te behsa Sor û Reþ'ê bikim. Di Fransaya sedsala dozdehmîn de li ser eþqê hizaran kitab hatine nivîsîn. Lê ji vane tenê sê heb dijîn: yek ji van dîrokvanê mezin Michelet nivîsîye, ya duyê Balzac, ya sêyê jî ya Stendhal e. Michelet, gava jina wî dimirît li gel keçikek 23 salan ji xwe piçûktir dizewice. Kitab ji serî heta binî neþîdeyek, neþîdeya þukranê. “Fîzyolojîya Izdiwacê” yekemîn kitaba Balzac, ya ku gelekî berrewac. Ev romana derîyên þohretê bo vî romannivîsê ciwan vedike. Realîzmek bêheya. Stendhal, digot ku “berhema min bila tenê sed kes bixwîne bes e.” Di deh salan de tenê hevdeh kesan xwend. Romannivîs radigehîne ku kitaba wî di embara keþtîyekê de wekî sefrayekê* dihate bikarînan. Stendhalê reben. Hema çi jinên jê hez dikir dest neêxistine. Lêbelê bêhisab metresên wî hene. Kitab, muþahedeyên psikologek mezin ê ku dijît, êþan dikêþit, dilê wî tête þikandin, ê ku aþînayê her rûswayîyê ye, tîne ziman. Stendhal di salonan de nivisîye kitab. Pêþîyê çend notên li piþt kaxeza bernameya konserekê, paþî întibayên roj bi roj bi eynî rêkûpêkîyê ve hatine qeydkirin. Li ser kaxezên qumarê, li ser parçeyên kaxezan... Ustad nexwestîye ku hest mîna perperokên tirsok birevin, bi zû ew zewt kirine. Eþq, ji bo Stendhal nexweþîyek rûhî. Nivîskar hemû sedemên vê nexweþîyê bi rehetîyek mezin diêxe ber çav. Hema bêje em li ber fîzyolojîstekî ne. Lê ligel hemû tiþtan kitab her wekî jurnalekê ye. Jurnala mêrikek ramanbîr ê ku dijîtin, ê ku birîndar dibîtin. Stendhal her wekî akademîsyenê ku ji bo berhema wî pêþgotin nivîsî û gotî: “Em di eþqê de ji wehmên ku me afirandî, zewqê distînin” di jîyana xwe ya eþqî de bû qurbanê vê bawerîyê. Li hember jinan zêde dikevte nava xeyalan. Aþiqbûn wek standina bilêtek pîyangoyê. Seadet îkramîya mezin ya vê bilêtê. Li gor Stendhal vîyan, bi hemû hêza xwe ve bizivandina quweta xeyalên me ye. Ser û mêjî, ê eþqê dide berdewamkirin. Jin heye, tenê ten e û tenê gava we dît hûn daxwaz dikin. Çima? Ji ber ku xîtabê bi xeyalê nake. Yekena afirînerê eþqê xeyal e. Du cur muhayyîle hene. Yek wekî birûskê li mirovi dide, bêsebr e, her tiþtî di rêya vîyanê de xerc dike û bi zû ji bo bizavê dide ber zorê. Ya dî xeyalperest, destgiran, wefadar e. Di ya yekem de ser, di xizmeta dilî de ye. Serkanîya teorîya Stendhal ya meþhûr, krîstalîzasyon-bîllûrbûnê her ev bû. Bîllûrbûn ew e ku xeyal, wan tiþtên ne di yarê de li yarê zêde bike û wê bixemilîne û wê rindtir bike. “Kîjan rindî bête eqlê me em hema bi lez datînine ser yarê.” Ew qirþikên hiþk ên havêtine xwêgehên Salzbourgê, piþtî demekê wek heweng û ristikek krîstal hatîye derxistin; êdî qirþik berze bûye, çavê însananbiriqandîye. Her rindîya di kaînatê de û em pê hesîyane, li ber me dibe keþfek ku me têxe heyretê. Aaa, dibêjin em, eynî wekî dengê wê, eynî wekî nêrîna wê, eynî wekî kenîya wê. Rojekê bi heyret dibînin ku ji ber krîstalîzasyonê, em bûne aþiqê wê xeyala me bi destê xwe afirandî. Tecrube bêbawerîyê pêk tîne. Her diçe qabilîyeta me ya krîstalîzasyonê kêm dibe. Eþqa duyê eþqek beredayî û pûçbûyî ye. Çi caran heyecanên xwe yên þanzdehsalîyê dîsa neþêt bijît. Hez û xweþîyên eþqê, bi qasê tirsên ku îlham dike mezin dibe. Tirs û hesûdî, vîyan û eþqên dilþad ji bêhntengîyê diparêzin. Þer jî ji wan tiþtan ên eþqê perwerde û jînde dikin, hetta ya sereke. Þemdankên ku li serê mirov dikevin her dîsa bêhntengîyê berteref dikin. Di jinê de xeyal jî fireh e. Jina ku li ser gergefê, dikare ji zelamê bihereket çêtir krîstalîzasyonê bike. Jinên besît ji vê qabilîyetê mehrûm in. n
Têbinî: Têbinîyên amadekarên pirtûka Jurnal: 1 Nameyên bo Lamia Xanimê ên di nava dosyeya Jurnal 2yê de, ji nameyên Cemîl Meriç pêk têt ên ku ji bo Lamia Çataloðlu, ya ku li Antakyayê mamostetîya zimanê Ingilîzî dikir, hatine rêkirin û paþî jê hatine wergirtin û daxilê Jurnalê bûne ku hema hemû jî bi daktîloyê ve hatine nivîsîn. Em nizanin ka hemû name di nava vê dosyayê de mewcûd in an ne, mumkun e ku hindek name li cem Lamia Xanimê jî mabin. Em van nameyan bi navê “Nameyên bo Lamia Xanim'ê” ve diweþînin û her nameyekê jî bi sernivîsekê ve bi nav dikin. 2 Cemil Meriç li Stenbolê dijîtin, Lamia Xanim jî li Antakyayê. Name tên û diçin di navbera wan herdu þehran de, car car jî di navbera wan de derfeta axivtina bi telefonê jî çêdibe. Lê telefonkirin sanahî nîne lewra di mala Cemil Meriç de hêj telefon nîne. * Sefra, navê giranîya ku li binê keþtîyan ve dikin e ku ew tewþa keþtîyê pêk tîne. (A. Geverî)
Þu’le-name:
Þu'leyek hilat ji spêdeya hezîranê Li ber leylan û geþîya gola Wanê Ey gula Xec û Sîyabend li Sîpanê Bi xêr hatî cejna dayîk û babanê
Ayhan Geverî Têbinî: Ev çarîne, ji bo keça Sidîq Gorîcan, hatiye nivîsîn. |