|
Aheng, teda’î û çêkirina kelîmeyan
Ahmed Akýn
“Di her kelîmeyekê de cîhanek heye û her merivê ku bi kelîmeyan dixebite cîhanan avadike” Heinrich Böll
Di her zimanî de ahengek heye û her kelime teda’îyekê (çaðrþm) bi meriv re çêdike. Ji ber ku bi pirranî ziman bi þikleke tebîî ro bi ro –piçûk be jî – têne guhertin, ev aheng û teda’î jî bi gelek kelîmeyan ve dewam dike û însan gava wî zimanî qisedikin ew me’ne û muzikalîte pê re dijîn. Teda’î û ahenga ziman di gramera ziman de du perçe, du esasên gelek mûhîm in; heta meriv dikare bibêje esasê ziman in. Ew jibo ziman zemîn in, lewra meriv dikare her zimanî hîn bibe û bide hînkirin, lê aheng û teda’î di prosesa zimanhînbûnê de du tiþtên herî bi zehmet û meþeqet in. Gava kanîya ziman bi þikleke tebîî bimeþe, wê çaxê jixwe tu problem tunin û ev guherîn bi xwe çêdibin. Lê gava meriv bi zanebûn mudaxeleyî ziman kir û mudaxelebûn bû perçeyek ji polîtikaya (standartbûna/standatkirina) ziman, wê demê problema aheng/muzikalite û teda’îyê der tê pêþîya me. Mexseda min çi ye? Kurmancî û zimanên din ji ber gelek sebeban her roj di prosesa guherînê de ne. Bajarîbûn, globalbûn, teknîk, medya û gelek sebebên din hene ku dikin meriv herro kelîmeyên teze çêbike, lewra mefhûm û tiþtên teze her roj zêdedibin û li alîyê din hin tiþt hene ku dimirin. Mesela hetanî panzdeh-bîst sal berê me kelîmeyên mîna email, mms, skype nasnedikir, lewra ev tiþt yan hê nehatibûn dîtin yan jî ji me dûr bûn. Li milê din tiþtên ku hetanî çend sal berê di heyata me de bûn (mesela daktîlo) îdî ti rolekê nalîzin Dewlet û gelên zane polîtîkayeke ziman yeke li ser esasên ilmî avakirinê û dezgehên wan hene ku li ser van tiþtan dixebitin. Mesela li Fransayê Academie Francaise heye, ku karê wê li ser van tiþta ye û li wê digere ku istîqameta ziman neherime û xêncî tiþtên din aheng û teda’îya ziman werin parastin. Îjar em werin ser kurmancî: Wekî ku tê zanîn kurmancî li Tirkîyê di pratîkê de di noqteya zimanekî qedexekirî de ye û ti dezgeh ninin ku vê cihokê di istîqameteke rast de bimeþînin. Ev problemek e. Problema din jî ew e ku mêjûyê hin merivên ku bi kurmancî dinvîsînin tevlihev e û bi/bê zanebûn dikin ku xisûsên ev du esasên vî zimanî werin wendakirin. Elbet bi min jî e’yan e ku em muhtacî kelîmeyên nû ne, lê ev tiþt û tarûmarkirina ziman du tiþtên cihê ne. Divê em rêkî bibînin ka em mefhûmên nû çawa bi nav dikin. Li vir, ez were difikirim ku, divê em wan mefhûman ji zimanên serdest bigrin, wek televîzyon, computer, internet, email... Ji xwe ez texmîn dikim ku di vê noqteyê de zêde problem tunin. Problema esasî ev e ku li ser navê standartkirina kurmancî ji dêvla kelîmeyên hene kelîmeyên nû têne çêkirin û belav kirin. Pirr manîdar e ku li vir kelîmeya standartkirin tê bikaranîn, ne standartbûn. Meriv sirf ji vir dikare mantiqa polîtîka ziman ya van camêran fêm bike. Îjar ev kelîme di medya kurdî de tên bikaranîn û yên ku dixwazin bi zimanê xwe binvîsînin mecbûr dimînin/xwe mecbûr hîs dikin vî zimanî bikarbînin. Ji bona ku ez rind werim fêm kirin, ezê li wir du misalan (ne mînak) bidim: Di nîvîseke xwe de camêrekî ku qederê salekê di rojnameyeke hefteyî de dinvîsî, digot ku heval û dostên wî jê re gotine „yahû em ji nîvîsên te qet kelîmeyên derûdora we nabînin. Ev çi ziman e tu dinvîsî?” Dibêje, min got: “Welleh heyran, ez nivîsên xwe hazir dikim, ji redaksîyonê re diþînim. Hevalên edîtor digrin zimanê wî diguherin, navê min didin ser!“ Ya duduyan: Ez gelek caran bûme þahîd ku merivên biro-biþev bi kurmancî qisedikin, gava xeberan guhdarî dikin, ne li televîzyonên kurmancî, li yên tirkî guhdarî dikin, ji ber ku jibona meriv kurmancîya (hinin) kanalên kurmancî fêm bike, divê meriv tercûmanên kurmancîya nû(!)-kurmancîya kevn bîne. Ev kelîmeyên nû dikin ku aheng û teda’î di ziman de wenda bibin. Ezê li vir lîsteyeke pir biçûk ji van kelîmeyan bidim û li ber binvîsînim ka meriv di dêvla van kelîmeyan de çi dikare bibêje. Elbet lîsteya min gelek piçûk e û dibe ku tê de þaþî jî hebin, lê hêvîya min ew e em hema xwe zû nevêjin ferhengan û kelîmeyên bi saxlemîya wan nizanin zû bikarneînin. Kelîmeyên kurmancîya „postmodern“
Elbet ev nîvîs gelek kin e û xalên cihê yên vê meseleyê bi her awayî tehlîl nake; divê wek girîzgahekê were qebûl kirin. |