Jimar, war û wargehên kurdan

 

Murad Celalî

muradcelali@gmail.com

 

 

Îro li ser rûyê cîhanê bi milyaran mirov, bi hezaran gel û ziman dijîn. Ji bilî gel û zimanê bi nav û dengê li ser rûyê cîhanê yên bi hêz û serdest, em ji yên din, pir hindikî haydar in û yan jî heke yên agahdar hebin jî ev ji ber xebat û kedeke taybet e. Lewra ev mijareke berfireh û dewlemend e û loma pisporîyeke taybet divê. Ango ji vê yekê mebesta me ew e ku em di derheq gel û zimanên cîhanê de, xwedî agahîyên pir kêm in. Jixwe piranîya mirovahîyê jî mîna me ye. Loma belkê ev yek ji bo piranîya mirovan nebe kêmasî jî. Lewra ev ne tiþtekî zerûrî ye ku her kes pê bizanibe û yan ji bo hînbûna wê xwe biwestîne. Lê ev her kar û peywira kesên lêkolîner û pisporên vê mijarê ye.

Lêbelê dema mesele dibe jimara gelê kurd, war û welatê wan, pirsgirêk û tengasîyên wan, gotî em xwedî agahî bin. Lewra çawa ku her mirovek, navê xwe, navê malbat, bav û kalên xwe, êl û eþîra xwe dizane -her weha ev tiþtana ji bo nasnameya mirov jî pêwîst in- gotî di derheq gelê xwe de jî xwedî agahdarî be. Di serî de divê mirov pêþîyên xwe binase, ango dîroka xwe hîn be, bizanibe ka ji kûderê peyda bûne, bi kîjan gel û netewî re meriv/xizmê hevûdu ne. Di pêvajoya dîrokê de bi kê/kîjan miletî re bûne dost û kîjan gel û netewî bi wan re neyartî ajotîye? Li ser rûyê erdê heya kû derê koç kirine, gelo kîjan, þaristanî û çand pêk anîne? Kîjan dewlet damezirandine û yan jî kîjan hêz û hebûn têk birine? Di van babetan de bi kîjan milletî re hevpar in?

Em dikarin vê rêze pirsê hê dirêjtir bikin, lê evna bes in, zêdetir ne hewce ye. Lêbelê ji van pirsan jî tê xwuyanê ji bo kesekî normal, zanîna ev tiþtên han, ne bi zehmet e û tewr hewcedarîyeke girîng e. Jixwe egera zanîna dîrokê jî ev bi xwe ye.

Lewra rastîyeke melûm e ku neyarê her miletî seba binketina gelên dijminê xwe, herî pêþîyê ji lawazî û kêmasîyên wî dest pê dike. Lê dinihêre neyar di kîjan warî de jar e, a ew jî ji wê hêlê dest bi êriþê dike û çaxê di wê alî de jarxistinekê pêk bîne jî, êdî bingeha bêbextîya xwe li ser wê li dar dixe.

A îro neyarên gelê kurd, lîstikên xwe li ser vê avakirine. Ev kêmasîya me ya sereke jî bêtifaqîya me kurdan e. Ev ne bûyereke teze ye, dîroka vê heya bi sedsalan dûr diçe. Lê di vê nivîsê de armanca me ne eva ye.

Wekî tê zanîn li ser rûyê erdê gelê herî mezin ê bêdewlet kurd in. Ev di gelek qad û platforman de hatîye ziman. Her çendî ji ber nebûna dezgekî jimarê ya serbixwe ku jimara gelê kurd ya teqez kifþ bike jî, lêkolînên biînsaf, jimara kurdan li dora 30 milyonî nîþan didin. Ev nifûsa kurd, îro ji navenda Kurdistanê dest pê dike heya Ewrûpa, Amerîka û tewr heta Afrîqayê çûye, bûne penaber.

Li ser diaspora kurdan, koçberîya wan gelek lêkolîn hatine kirin û hê jî tên kirin. Lewra hebûna kurdan him ji bo hêzên dagirker û him jî seba dewletên cînar û rojhilatîyên ku berjewendîya wan di rojhilatanavîn de hene balkêþ e. Loma ewna jî li ser kurdan lêgerînên cûr be cûr dikin.

Di vê babetê de par, di 4ê Cotmeha sala 2006 de Meclîsa Parlementerên Konseya Ewrupa li ser jimar û cîyên ku kurd lê dijîn de raporek amade kir û weþand. Li gor wê raporê jimara kurdên cîhanê li dora 30 milyonî ne; li Tirkîyê 12-15 milyon, li Îranê 8 milyon, li Îraqê 5 milyon, li Surîyê 1.5-2 milyon, li rojavaya Ewrûpa milyonek 300 hezar, li Afganîstanê 200 hezar, li Azerbeycanê 150 hezar, li Lubnanê 80 hezar, li Ermenîstanê 45 hezar, li Gurcîstanê 60 hezar, li Tirkmenîstanê 40 hezar, li Amerîkayê 20 hezar û li Kanadayê jî 6 hezar kurd dijîn.

Dîsa 22 Adarê, di rojnameya Mîllîyetê de lêkolîneke Kondayê weþand. Di vê lêkolînê de li ser gelek babetan lêgerîn hatibûn kirin, lê ya me elaqedar dike mijara jimara kurdên li bakurê Kurdistanê bûn. Li gor vê lêkolînê jimara kurdên bakûr 11 milyon û 445 hejar kes in. Berya vê jî sîyasetmedarekî tirk gotibû kurd encax 6 milyon û 500 hezar kes in.

Lê tiþtê balkêþ ev e ku di van demên axirîyê de jimar, nifûsa kurdan hinekan gelekî elaqedar dikin, tewr ji ber wê xewnên xirab dibînin û xeyalên wan pûç dibin. Gelo çima?

Sedema vê kifþ e. Ev çendî çend sal bûn, hebûna kurdan dihate nîkolkirin/înkarkirin, çand, wêje û hêjahîyên kurdan dihatine talankirin. Loma derd û kuleke wana wekî jimar û zêdebûna kurdan tunebû û yan jî heke xemeke wana wisa hebûya jî ev nedianîne ziman. Lewra her tiþt ji binî ve dihate redkirin. Lê êdî îro nikarin mîna berê hebûna me kurdan înkar bikin. Çimkî êdî dunya û alem haj bi vê pirsgirêka mezin heye. Heta ji bo gelek hêzên heremî û yên rojavayî ji bo xwe bigihînine heremê, ji dewlemendîyên wê sûdwerbigirin dibe hincet jî.

A ji ber van hêzên serdest bêgav man, hebûna kurdan qebûl kirin. Lê ev rastî li wan pir giran tê, nikarin hezm bikin. Loma îcar bi þeklekî din dilhene vê rastîyê piçûk û negirîng nîþan bidin. Ev hemû fikarên wan ji ber vê hindê ye.   

Loma gelek kes û kesên kewneperestê berjewendîyên wan di hindiknîþandana kurdan de ne û ji bo vê hewl didin. Seba di vî karê xwe de biserbikevin jî hemû dek û dolaban bi bêbextî bi kartînin. Ji bo vê hema em mînakekê tenê bidin. Ev jî seba yekîtîya kurdan têk bibin, radibin cudahîya zaravayên kurdî derdixine pêþ. Bi vî tehrî doz dikin ku kurdîyek tenê tuneye. Tewr Kurmanc û Kirmanc ji hevûdu cuda ne, ne netewek in. A gelek tiþtên mîna vê derdixine rojevê, dikin ku yekîtîya kurdan têk bibin. Lê heroj hê hinekî din rindtir tê xwuyanê ku ew nikarin bi van lîstikê xwe ve biserkevin. Lewra ne mîna berê ye bi saya teknolojîyê kurd dikarin bi hevûdu re tekilîyê daînin û ev jî bîrewerîya wan pêþve dibe. Lê nika mijara me ne ev e.

    Bi rastî ev lêkolînên han di alîyekî de jî rewþa gelê kurd didine nîþandan. Her weha li ser wan -bi taybetî li ser ya Meclîsa Parlementerên Konseya Ewrupa- gelek nivîs, rexne û nirxandin hatine nivîsîn. Lê van rojên dawîn pirtûkeke Muhemmed Alî es-Sîwêrekî el-Kurdî ya di derbarê kurdên Urdunê de qal dike jî bi zimanê tirkî hatîye çapkirin. Di derbarê danasîna wê de Cemîl Oguz di malpera www.dîyarname.com de nivîsek weþand. Li gor ragihandina Cemîl Oguz ev pirtûk jimara kurdên Urdunê bi qasî 15-20 hezaran nîþan dide; ango jimara kurdan hinekî dîsa zêde bûye! Lê li wan deverên kurd lê dijîn ya ji bo min herî zêde bi balkêþ Afganîstan e. Her çendî di hinek pirtûkan de bi kurtasî navê kurdên Afganîstanê derbas be jî (bo mînak M. Zekî Beg, Dîroka Kurd û Kurdistan de qal dike û her weha di wê pirtûka behsa kurdên Urdunê dike de, di rûpelê 25an de jî tê gotin ku jimara kurdên Afganîstan-Xurîyan 200 hezar e) tu agahîyeke meriva têr bike tuneye. Li hinek cîyan tê gotin ku kurdên li Afganîstanê piþtî þerê navxweyîyê di sala 1970 de pêk hatîye ji wê derê koç kirine. Lêbelê ji bo vê agahîyê jî tu çavkanîyan nîþan nadin.

Ya ez meraq dikim, gelo bi rastî îro kurd li Afganîstanê dijîn û heke dijîn li ku derê yan li kîjan herêman dijîn, bi kîjan zaravayî diaxivin, çi bandora wan li ser erdê Afganîstanê heye? Jimara wan çiqase?

Lêwra çiqas kêm be jî di derheq war û welatên kurd lê dijîn agahî hene, lêkolîn hatine kirin. Lê di derheq kurdên Afganîstanê, yan lêgerîn nehatine kirin û yan jî hatine kirin lê min nedîtîye. Heke hatibin kirin pêwîst e ewna di malper û kovarên kurdî de bên danasîn û weþandin. Lê heke heta nika xebatên bi vî rengî nehatibin kirin, gotî ji îro þunda dezgeh, rêxistin û lêkonerên kurd yên ku derfetê wan hene li ser vê yekê bixebitin û gelê kurd agahdar bikin da ku em bizanibin rastî çi ye û bi çi awayî ye.

Helbet dibe ku hinek rabin bêjin derd û kulê me ne bes e, ew rabûye li pey çi dikeve. Lêbelê ev hizreke ne rast e. Gotî em haj bi xwe hebin, bizanibin kurd li ku derê, di çi rewþê de dijîn û çawa dikin da ku bikaribin bibine parêzvanê maf û hebûna wan, li wan xwedî derkevin. Lewra mirov her bi xwedîderketinê dikare hêz bigire û ser bikeve. Naxwe em bi vê bihesin û bizanibin dê pêþerojê ji bo me qenctir be.