|
Soneta 18
William Shakespeare Ji ingilîzî: Ali Karadeniz
Bi rojeke havînê ez te hevber bikim? Tu hunereke delaltir î, þêrînek bêhtir î: Bayên gurr dihejînin xunçe nazikên Gulanê, Û kirêdarîya havînê her demeke kurt e: Yekcarna çavên ezmên gelekî germ ditîsin Û gelek caran rûyê zêrîn li wî tarî ye; Û her nazenîn ji nazenînî dimîne bêpar, Qeder, an sirûþt dibihure naçar, namîne xeml; Lê havîna te ya cawîdan dê nebihure, Ne hukmê wê dibe wenda ne nazenînîya te; Ne jî ecel dê bike minnet ku li te sayeban e, Kengî di van rêzên cawîdan de tu bilind bibî li demê; Însan dê karibin bistînin bîhnê, an çav dê dîdar bin, Heta wer hebin evana, dê ji te re her ruh û can bin.
|