|
Kesayetî û pirsgirêka me
Ferîd Îzol feridizol@yahoo.com
Îro di jîyana me de çewtî, dubendî cih digire. Pêwîst e ku, em ji pîvanên nûjen jî îstîfade bikin. Her wisa em pir tiþtan jî bidin ber çavên xwe û li ser mijarê em wisa rawestin. Gelek caran em dibînin, dibihîzin ku, kesayetîya me nebaþ e. Belê, çima bala me kesayetîya me ki- þandibû? Mirov dema ku endamê gelekî bû. Ew gela jî perîþan be. Mirov ji gorî gelê xwe, hinek tiþtan dide ber çavên xwe, li gorî zanîna xwe dest pê dike. Li ser çewtîyên gelê xwe mirov zahf xemgîn û nexweþ dibe. Ev kesayetîya me îro gelekî girîng e. Bêguman rewþa vî gelî çima wisa ji hev û din re bêbext bûbû? Kesayetîyeke xulam û nezan di hemû waran de heye. Bêçarebûyîn jî bi rastî dilê mirov diperitîne. Di pirsgirêkên kesayetîyê de, em hinek têgeyan dibînin. Di ruhnasîya me de ev heye ku, em tim û tim xwe biçûk dibînin. Ji vê ruhnasîya nexweþ re jî, bêguman dîsa em dizanin ku zanîn pêwîst e. Li welatê me, zahf pirsgirêkên me hene. Ev tiþtana jî li holê ne. Hinek rêbazên kesayetîyê, dema em tînin ber çavên xwe. Li ser van hîmana mirov radiweste û dixwaze ku hinek tiþtên baþ ji bo gelê xwe bike. Belê, dîtin û raman, nêrînên mirov jî bêkêmasî nabin. Di hemû waran de jî dîsa em dizanin ku kesayetîya me, kesayetîyeke nezane. Di rewþa me de jî em vî ya baþ dibînin ku jîyaneke hebûna bêrêzkarîyê (bêdîsîplîn), bêkesayetîyê derdixe holê. Endamê vî gelî jî, ji bo çareserkirina kesayetîyê ji kurd re pêwîst e ku, em þev û roj bixebitin. Endamê gelê kurdbûyîn jî ne hêsan e. Di nirxandina mirovan de jî dîsa pîvaneke nûjen ji me re armanc e. Lêbelê, li ser kesayetîya me ditîneke gelekî fereh û aramkirin pêwîst e û divê mirov ji dest bernede. Pîvan di destê me de ye. Belê, çê û xirab wê çawa fahm bibe. Di jîyana me ya rojane de jî dema mirov hinek rêbazan tîne ber çavên xwe. Bi gelemperî rewþa me ya ruhnasîyê, xwe gelek baþ pêþkêþî me dike. Tevgera kesayetîya me gelekî lawaz e. Kesayetîyeke veþartî, nixamtî û civakeke bêhêz, bi xwe bawerbûn jî tuneye. Di hemû waran de kesayetîya me wenda bûye. Ma em ê çawa vê kesayetîyê ji xwe bifilitînin? Heta kengî bêkesayetî wê di rojeva me de be? Têgeyên kesayetîya me ya îro, bi rastî jî cih guherandîye. Kesayetîyeke din cih girtîye. Belê, sedemên kesayetîyeke ne baþ ji kûderê ve dihat û diçû. Pir caran kesayetîyeke nixamtî û veþartî jî nikare ji pirsgirêkên xwe re çare jî bibîne. Kesayetîya mirovan kifþkirin jî gelekî zahmet e. Li ser kesayetîyê her ruhnas li gorî dîtin û ramanên xwe lêkolîn û vekolînê dikin. Bi hêvî û daxwazîyan ve kesayetî têkûz nabe. Mixabin rewþa kesayetîya me ya îro mirov dikare bi çawayî ve dirfekî bidê. Li ser vê mijara balkêþ û gelekî girîng jî, di hemû waran de jî, bi awayeke nûjen mirov li ser biponîje. Di mêjîyê mirov de zahf tiþt cih digirin. Di vê rewþa bêkesayetîyê de, kêmasîyên me çi ne? Pêwîst e ku, dema pêþîyê xwe binase. Wexta ku nasîna xwe nezanibe. Kesayetîya xwe jî nas nake. Bêguman bi gilî û gazincan ve kesayetî çênabe. Belê, hemû mirovên cîhanê ji goþt, ji xwînê û ji hestîyan e. Lewra wek tê zanîn kesayetîya her gelî jî ne yek e. Di rewþa me ya ruhnasîyê de gelek tiþtên digel jî li holê ne. Ev kesayetîya wisa nebaþ jî ruhnasîya me derdixe holê. Pîvanên kesayetîyê jî, dîsa girîng e. Belê, em kesayetîyeke çawa dixwazin. Li pêþ me kîjan rê heye?Êdî mirov dema bala xwe dide ser tiþtekî dixwaze ku bibe serî jî. Heke hêvî di dilên mirovan de nemîne. Gelek caran mirov dixwaze tiþtekî baþ bike. Dema li ser vî karî qedexekirin jî hebe. Bi rastî êdî dîtin û raman derbazî jîyanê nabin. Civata me jî pir tiþtên xwe wendakirîye. Ev wendabûna me jî, kesayetîya me ya îro derdixe meydanê. Veþartin, nixamtin û gelek tiþtên xwe bincilkirin jî dîsa kesayetîya gelê me tîne ber çavan û sedem jî gelek in. Kesayetîya xwe sipartine hinek deran. Ponîjîn, dîtin û raman, hêvî û daxwaz, nirxandina kesên çê û xirab jî rojeva me dadigire. Di welatê me de lawazbûna kesan bingehê vîya çi ye? Dibe ku di pêþerojê de ev mijarana bên nîqaþkirin. Bi rastî sedemên girîng, balkêþ jî têkevin rojevên pîsporên ruhnasîyê, li ser van mija- rên girîng lêkolîn û vekolîn bên kirin. Gelê me jî xwedîyê kesayetîyeke baþbûyîn jî armanca me ye. Di avakirina kesayetîyê de bêguman zanîn rêya me ronahî dike. Kesayetîya me heta dawîyê li ser pirsgirêkên xwe nexebitîye. Lêbelê, di rewþa me de çima valaberdanekî heye. Di jîyana me de hebûn bêrêzkarî jî xwe diparêze. Li gorî zor û zahmetan jî, em parastina hebûna xwe bikin. Li welatê me kesayetîyên derdikevin holê, çima dijminê kesayetîyên xwe ne. Dema mirov dûr û dirêj diponîje, sedemên herî mezin bindestbûna gelê me, di avakirina kesayetîyê de, li pêþ me qedexe kirin jî cih digire. Belê, kesayetî wek tê zanîn pir girîng e. Di rojevên mirovan de pir tiþtên girîng û balkêþ hene. Li ser kesayetîyên kurdan yê^^n îro dema mirov radiweste, bi rastî jî di hemû waran de jî, di jîyana vî gelî de çewtî cih girtîye. Belê, civata me ji rastîyên xwe gelek dûr ketîye. Îro gelê me ji bo kesayetîyeke têkûz kirî re jî pêwîst e zahf raweste. Dema mirov pîvanekî dide ber çavên xwe, dixwaze ku, li ser ve pîvana nûjen jî hinekî zahmet be jî, vê mijarê zelal bike. Di hemû waran de binirxîne û hinek têgeyên ku mirov ji xwe re pîvan digire. Bi rastî jî bêpîvanî derdikeve holê. Di civata me ya qels de jî, ruheke gelekî lawaz heye. Ji bo xurtbûnê, geþbûnê ji kêmasîyên kesayetîya derdikeve meydanê. Belê, em dikarin vî ya bibêjin ku, di her gelî de kêmasî hene. Lewra, kêmasîyên gelê kurd zêdetirin e. Em naxwazin ku pesnê xwe bidin bi gelemperî, em dizanin ku rewþa kesayetîya kurdan gelek xirab bûye. Bêguman ev nexweþîya kesayetîyê, ewê heta kengî wisa be? Em heta ku gelê xwe, kesayetîya xwe rexne nekin û em nikarin ku kesayetîyeke têkûzbûyî derxînin pêþîya xwe û li ser kesayetîya ku em dixwazin ava bikin. Ev pîvana me jî pêwîst e ku bê nirxandin. Di nav gel de pir caran em dibihîzin ku, kesayetîya kurd cot kesayetî ye. Hêdî hêdî ev mijara balkêþ, bala gelê kurd kiþandîye. Erê, em çiqas kesayetîya xwe veþêrin û bincil bikin. Bêguman ev rewþa me ya xirab, di hemû waran de bi veþartinê jî nabe. Bi giþtî ve em jî endamê vî gelî ne. Em nikarin ku ji gelê xwe birevin. Pêwîst e ku, em rind biponijîn. Qelsbûna me ji kûderê tê. Ev kesayetîya me, ji xulambûnê tê an na. Erê, kêmasîyên me gelek in. Êdî nexweþîya me li holê ye. Têgeyên jîyana me jî bi rastî xwe nîþan dide. Di nasîna kesayetîya kurd de mirov gelekî zah- met jî dikþîne. Di hêlekî de xulamtî, di hêlekî de nezanîn, xirabbûna rewþa aborî jî dubendîyan hîna ferehtirîn dike. Mirov ji çawanî kirin re jî, kûr û dûr diponije. Lêbelê, di dawîyê de mirov nagihêje armanca xwe, ev mercên li pêþ vî gelî pirsgirêkan hîna zahf dike. Di van pirsgirêkên kesayetîya gelê me de jî, kesayetîyeke veþartî, nixamtî û bi xwe bawer bûn jî tuneye. Bi gelemperî kesayetîya me mûhtacê zanînê ye. Bi karanîna rêbazên zanyarî ve em dikarin kesayetîya gelê xwe xurt bikin. Rêbazên zanyarî li cîhanê tên bi karanîn. Ruhnasîya me, civata me, di her warî de eþkere ye. Pir caran ruhnasan li ser mirovan gelek lêkolîn û vekolîn kirine. Di mercên ceribandinê de jî di sedî de sed nikarin ku biryarê bidin ku ev kes wisa ye. Di jîyana gelê kurd de êdî guherîneke mezin pêk tê. Di van guherînan de jî pir tiþtên girîng jî hene. Maf û mafên kesayetîyê parastin jî tiþtekî hîmdar e. Di ruhnasîya kesayetîya me de jî hinek mercên bêpîvan jî hebûna van mirov nikare ji holê rake. Bêguman dema hinek rêbazên kesayetîyê mirov dixwaze ku vana bi dirfekî nûjen þîrove bike. Bi çavên zanyarî ve jî, li ser kesayetîya me raweste. Ev kesayetîya ku, di her warî de rewþa wana xirab bûye. Gelek caran jî sedemên van mijaran li kûderê dihat. Di avakirina kesayetîyê de mercên girîng û hîmdar jî bêguman dîsa zanîn vê rewþê baþ dike. Ev pîvan kesayetîya me ya îroyîn jî, di demeke nêzîk de baþbûn û xweþbûna kesayetîya me, nirxandin, rexnekirin jî, di hemû alîyan de hîmên baþ avêtin, ruhnasîya me zelal kirin çewtîyên me, dubendîyên me jî pêwîst e ku bên rexne kirin. Di dereng mayîna me de jî, li ser kesayetîya me ya rojane jî, dîsa em vîya dibînin. Bi rastî ketina gelê me jî ne hêsan e.
|