|
Gula mamosteyê
Azîz Samûr
Li tevayî welêt hazirîya zivistanê dest pê kiribû; lêbelê li gundê wan mehek zêdetir bû ku serma hatibû. Li ser dikê rûniþtibû û berê xwe dabû çîyayê wan ê ku kumê sipî ji berfê daxistibû ser serê xwe. Rojên biharê hatin hiþê wî; li derûdorê çîya leystikên ku bi berxikan re dikirin li ber çavên wî derbas bûn. Bi hevalên xwe Hesen, Rojda, Gulê, Yûsif, Eyyub û Fatê re leystika veþartokê dileyîstin. Di nav van xeyalan de bi dengê dayîka xwe hiþyar bû. -Kurê min, Bawerê min! Ji ber wê sermayê were hundir. Tu dê nexweþ bikevî. -Li min ne sar e dayê. -Were þîva xwe bixwe! -Erê dayê… Berê xwe da hundir, derê wan ê ku bavê wî ji daran çêkiribû hêdîka vekir. Soba wan a ku bi sergînan pêxistîbû hundir germ kiribû. Li dayîka xwe nihêrt ku tiþtekî jê re bibêje; lêbelê dayîka wî bi hazirîya þîvê re mijûl bû. Quþxane ji ser agir hilanî, potê nan anî û nêzî sobê danî erdê. Dûv re du heb teyfik anî û pot raxist. Bawer pirsî: -Dayê, te çi çêkirîye? -Þorbe, kurê min. -Ez pir birçî bûm… -Ka tu here ji dayîka xwe re ji nav potênan nan û ji nav firaqan du heb kevçî bîne. -Baþ e… Ji þûna xwe rabû û berê xwe da kîlerê. Hinek nan û du heb kevçî anî da dayîka xwe û li teniþta wê rûniþt. Gava devê quþxanê vebû germahîya þorbê li dora dayîka wî wekî ewr belav bû. Teyfika ku danî ber Bawer jî germahî diavêt ser çavên wî. Di hilm û gulma xwarinê de mijê ku serê çîyayê wan girtibû dît. Kevçîyek vexwar, germîyeka xweþ da nav dilê wî. Li dayîka xwe nihêrt û pirsên ku dê bipirsîya hatin hiþê wî. -Dayê, em çima berxika nabin çîya? -Çîya êdî sar e kurê min. -Dê çi bibe hema carekê em herin? -Nabe kurê min, dê berxik jî em jî biqefilin. -Min bêrîya leystika wir kir. -Berxikê dayika xwe, bihar were emê dîsa herin... Hûnê bileyîzin. -Niha gul jî li wirê hene? -Na kurê min, ne gul ne gîya; niha hemû hêþînayî hiþk bûne. -Dayê bavê min dê kengê were? -Dê sibê were înþellah… -Dê çi bîne ji me re?
-Çû ku ji bo dewar û pez kayê bîne. -Te çima negot bila ji me re gulek bianîya? -Tu jixwe gula me yî kurê min. -Gula mamosteya me jî heye? -Jê bipirse kurê min. Bawer, bi pirsên xwe dixwest ku dayika xwe bikþîne ber bi xwesteka xwe ve; lêbelê bi ser neket. Zimanê wî ewqas gerîya. Lewra zarokekî biçûk bû û ji ber ku aborîya malbata wî nebaþ bû, dilê wî rê nedidayê ku daxwaza xwe bi awayekî zelal bîne ziman. Bawer þorbeya xwe bi nan re vexwar û deftera xwe ya wêneyan vekir. Qelema xwe dirêjî dayîka xwe kir û jê re got: -Dayê ji min re wêneyekî gulê çêbike. -Ez çi dizanim kurê min, tu ji xwe re çêbike. -Bila gulek xweþik be? -Erê kurê min. Bawer wê þevê di deftera xwe ya wêneyan de gulek çêkir. Herçiqas ku gula wî ne xweþik nehatibû jî kêfa wî zehf jê re hat. Pênûsên xwe yên boyaxê derxist û gula xwe bi rengê sor boyax kir. Pel û darikê wê bi rengê kesk boyax kir. Piþt re li binê gulê wiha nivîsand: “Ji bo Mamosteya me. Roja te pîroz be.” Þev bi ser de qelibî û dema çûndina dibistanê hatibû. Zarokên gund hemû ber bi dibistanê ve dimeþîyan. Di destê zarokan de tiþtên cuda hebûn; penêrê bisîrik, gûz, bastêq, nanê loþ û hwd. Lêbelê di destê Bawer de tiþtek tune bû. Gava Mamosteya wan kete hundirê polê, her zarok ji cihê xwe rabûn û ber bi maseya Mamosteyê ve meþîyan. Tiþtên ku di destê wan da bûn danîn ser maseyê û bi hev re wiha gotin: “Roja we ya mamosteyan pîroz be momasteya me!” Mamosteyê yek bi yek ew maçî kirin û ji wan re sipas kir. Çavê wî bi Bawer ket ku tenê li paþ maye û li þûna xwe rûniþtîye. Ber bi Bawer ve çû. Bawer jî bi hatina Mamosteyê destê xwe avêt çenteyê xwe û pelê ku ji deftera xwe jêkiribû dirêjî wê kir û jê re got:
“Ev Gul, min ji bo we çê kir, roja we ya mamosteyan pîroz be mamosteya min.” Mamoste gelek kêfxweþ bû û wêneya Bawer nîþanê zarokan da. Bawer jî maçî kir û wêneya wî li quncikê wêneyan daleqand û li serê weha nivîsand: Gula Mamosteyê,
Xwedîyê gulê: Bawer Yildiz
|