Bêdîn im, îman berdayî

 

Arjen arî

 

 

Hisret û meyl û tenayî

Ne þîyar im, ne  razayî,

Li ber çavan tu xuya yî.

 

Xewa heyi evînê bir,

Hisret ji meylê re bû pir,

Xwe berda dil b'dujminayî.

 

Xwe berda... Kûr xwe berda,

Ji lêvan xwe berjêr berda;

Kasa meyger de tenayî...

 

Meyger, ev kas ya çenda ye?

Bi navê bedo, te mey maye,

Tahm-hisret  reng-sûrîyayî?

 

Meyger, meyek din werîne.

Hizr û meylê jê derîne,

Da bide min tahmek xudayî

 

Wê þevê, derengî þevê

Berdam meyger, berdam xewê

Kase bûn lêvên bedewê.

 

Bedew hizr e bedew meyl e

Qeyse wê me j'min re leyl e

Evîndar û dil memdayî

 

Þewt ne bes, kizîn nebes e?

Ev þev û mey û ev kase...

Bêdîn im, îman berdayî!...