Þêx Sen’an û hêza evînî

 

Xweþmêr

 

Êxê weku pênce hecc bijarî

Dîn kir te ji bo keça kufarî1

Evîn dema kete dilê mirov, avakirinên wî derî xirab dike û wêderê carekî din bi þiklekî nû ava dike. Þiklek û ezîtîyek nû didetê, bi rengê evînê wî boyax dike. Xemla evînê dibe xemla dilê evîndar. Evîn wekî turîya, bejna dilê wî de xwe dialîne. Xem, xeyal û ramanên evîndari, bi þiklê evînê têne der. Mirovê evîndar, îdî ji bo yara xwe heye û canê xwe jî, ji bo wî/ê hez dike... Þêx jî evîndarek weha ye. Dema dil berdaye keça file, 'aqil serî çûye û ketîye gengeþîyan. Evînîyê, mîhraba dilê Þêx xerab kirîye û yekî din wî derê ava kirîye.

Hîkayeta Þêxê Sen'an, heza evînî ku dikefte ser mirov, bi þiklekî dijwar pêþkêþ dike. Dema tête xwendin; dil xemgîn dibe, raman disekine, çav hêstiran li ber xwe de berdide û wê demê baþ tête zanîn ku evîn çi tesîrê li mirov dike.

Hîkayeta Þêxê Sen'an kurteçîrokekî tesewwufî ye û di nav Mantiqu't-Teyr a Ferîduddîn Attar de derbas bûye. Attar di vî berhema xwe ya sembolîk de maceraya mirovên ku dixwazin bigehêjin evîndara xwe, lêbelê di rêya wan de gelek gengeþî hene; li ser navê Þêxê Sen'an qisse dike. Þairê nemir ê edebîyeta Kurdî Feqîyê Teyran jî, bi navê Þêxê Sen'an çîrokek bi þê'r nivîsîye. Mabeyna van herdu çîrokan de wekhevî û cîhêrengî heye. Ev gels/mesele mîjarekî nîvîseke dî ye.

Þêx bûye bilbilekî nalîn, li nav baxçê evînê. Bilbil bi hesreta gulê dinale, heta ji istirîyan derbas nebe nikare bigehe yara xwe gulê. Ew qîza ku Þêx dil berdayî, wekî gulekî bedew û narîn bû. Dema Þêx ew dît, 'eqil ji seri çû, kete bîrekî bêbinî û dinya li zivirî:

 

Þêxek hebû Sen'anîyan

Çûbû meqamê ewlîyan

Serdarê pênsed sofîyan

Daîm dî zikr û ta'eti 2

 …………

 Dûr bû ji vê dunya denî

Pur digirî kim dikenî

Kul bû ji ber secdê enî

Di karê roja axretê 3

Þêx, pîrê zemanî ye û bi gotina nivîsar; mezinahîya wî, bi peyivan nayête der. Di dergehê xwe de, çil salan, bi çarsed derwêþê xwe re þêxîtî kiribû. Derwêþên wî wekî ferîþteyan bi þev û roj 'îbadet dikirin. Hemû tiþt bi þevekî, bi dîtîna xewna Þêx vediguhere. Pêwist e biçite dîyarê Romê, ca ku te'bîra xewna xwe bizane. Dema çû wî welatî, ew qîza padîþahê Ermenîstanê ya heyv-banû ku xewna xwe de dîtî, bi þiklekî rast dîsa dît. “Dest û pêyên Þêx þikest, ji xwe çû, dilê wî tijî pêt û agir bûn, heta mejîyê hestîyên xwe þewitî, wêran bû, teqwaya xwe berda û rezîlahî ji xwe re kirîya.” 4

 

 Bê mezheb û bê dîn kirim

 Bê xwendin û Yasîn kirim

 Ji yar û biran þermîn kirim

 Wirdek xîyala min netê 5

 

Murîdên wî li ser serê wî kom bûn û jê re gotin tewbe bike. Yekî jê re got:

“Þêxê min ma tu poþman nabî?”

Þêx:

“Poþmanîyekî wekî vê heye, ez poþman im ku di pêþîya vê de 'aþiq nebûme?”

Rewþa Þêx, her çendî li ber evînî trajîk be jî; lêbelê dema dilê wî bi agirê evînê ve disoje, dilê wî gula gulîstanê ye. Bi coþî diherike ber bi evîndara xwe. Derwêþek dibêje:

“Þêxê min nimêj bike.”

Þêx dibêje:

“Eger ew suret-senem li bal min bûya secdekirin dê gelek xweþ bûya. ” 6

Hinek kes dibêjin:

“Li halê xwe binêre, fedî û ji Xwedê þerm bike…”

Þêx dibêje: “Ewî ez avêtime vî agirî, ez çawa bi quweta xwe xelas bim?”

Ev gotina wî didete zanîn ku Þêx hes nake ku ji derdê evînê xelas be. Sojina evînê hezzekî bêhed didete Þêx û bi wî dilþad e.

Her çendî Þêx bê hejmar çûbîte hecê, bê hejmar umre kiribin jî, îmtîhana wî heta murekkeba heyatê xelas nebe dê berdewam bikirîya. Ewqas 'îbadet kiribin jî, dilê wî bi eþqekî saf û mezin tijî nebibû. Di nuqteya teqwayê de kêmasîyên wî hebûn. Di xewna xwe de ji senemê re secdebirin van gumanîyan dianî holê. Di rêya îmtîhanê de tijî istirî û gengeþî hene û pêwist e aþiq van derbas bibe. Îmtîhana 'eþqê gelek dijwar e, gelek mirov hene di vî rêyê de wekî þem'ê dihelin û diçin. Þêx jî, dizane ku alîkarîya Xweda nebe xelas nabe, ji bo wî, ne bi îradeya xwe; bi îradeya Xudayê mezin ketîye vê îmtîhanê.

Eþqa mecazî caran dizivirîte lêdanekê mirinê, agirî berdidete dilê wî û dilê birîndar, dikeve surgun û xurbeta evînê. Ew þêxê ku di demsala vejînê de ye, dema yara bedew û dilbir dibîne li welatê dilan dikeve jîyana sirgunê. Evîna keça padîþahê Ermenîstanê, birca teqwaya þêx dihilweþîne, xerab dike û derbekî mirinê lêdixe. Evîna pîrîlo (zidahî) caran dibe sedemê mirina evîndarê.

 Hîkayet e tête gotin: Dadger ji evîndarê ku yara xwe kuþtîye dipirse: Te çîma ew kuþt? Bersîva kujer jî þiklekî xîleporî ye:

- Ji bo ku min jê hez dikir…

Ev rewþekî çawa ye ku canana xwe ji mirinê re dike qurban? Avahîya dualîzma jîyanê xwe li nav evînê de jî didertixe holê. Kuþtinîya can û cananê bi me'neya ku kemalî dizivirte tunehîyê (zeval) tête þîrovekirin. Wekî dema herî tarîyê de jî þeweq dertê; wekî elema evînê veduguherte dilþadîyê… Evîna pîrîlo caran dibe darbeyekî mirinî. Þêx di demsala vejîna evînê de dixwest ji fenafillahê neþw û nemayê bijî lêbelê evîna mecazî wî ji vê serfirazîyê mehrûm dihêle. Te'bîra wî cîh bit, jî alay-i îllîyînê (afirandina herî bilind) dikefte esfeleles-safilînê (afirandina herî jêr) û ew jî veguherîneke balkêþ e. Evqas ketina bin pî û rezîlbûn ji bona dîlberekî ji layê 'eqlî ve neyête pejirandin jî ev mebes li dilê evîndarî de wateya xwe dide pêþ; ji bo vî dema pîrê evîndaran Mecnûn ji evîndarîya Leylayê ji xwe ve çûbû û ketibû derdekî bêderman ew dost û hevalên dilê wan jê re disojî, dixwestin Leylayê li ber çavên Mecnûn reþ bikin jê re digotin:

“Ma tu hez ji çîyê vî qîza reþ (leyl-þev) dikî?”

Bersîva Mecnûn ji bo evîndaran gelek balkêþ û me'nîdar e:

“Carekî bi nêrîna min binêrin wê demê dê hûn bizanin ka evîndarî û hezkirin çîye…”

Vê bersivê daye zanîn ku bitenê bi vî nêrîna evîndarîyê, dereceya bengîtîya evîndarîyê tête zanîn. Wekî ku gotine Mewlana; “evîn” çîye? Wî jî gotîye “hege hûn ez bûma ti we bizanîbûya…” ev gotin jî bi vî meselê ve tête þîrovekirin.

Tesîra evîndarîyê li ser Þêx ewqas sîhême (mudhîþ) ku mirov li ber dikeve hejmekarîyê (heyretî). Ew þeva ku þêx yara bedew û rind dît þev dineborîya…

 

 Mîska te ev reng zer kirim

 Dîwane û ebter kirim

 Pêçam di dêrê werkirim

 Anîme ser vê haletê 7

 

“Agirîya dilê xwe de wekî þem'ê dihelim, wekî ku þevê min diþewitînin û roj jî dikujin. Þev wekî pora yarê dirêj û tarî…”8  bi van gotinan tenêtî û belengazîya xwe ji destê evîn û evîndarîyê didertixiste holê. Dilê wî herî, di þeva yekemîn a cidabûnê birîndar bibû. Xew nediket çavên evîndarê dil bikul. Þev jê re vegerîbûne meh û salan. Stêrkan wê þevê lemba xwe hilkirin û yara rûreþ rûyê xwe ji þeva tarî de veþart. Þêx dixwest bakeþîya xwe behra dilxemgînîyê de biveke û xwe jî ,gerdûna xwe jî jibîrkir, ji bo 'eqil ji serî derketibû.

'Eþq, evîn, jîyan û berbextî bedelekî dixwaze. Bi taybetî 'eþq bedêlekî mezin dixwaze. Mirovên di vî rêyê de pêwist e ji malbûn û meqambûnê û ya herî girîng cangorîkirinê dianîte ber çavên xwe. Rêwîngê rêya evînê pêwist e hemû keþtîyên xwe di vî rêyê de bîþewitîne. Þêx jî canê xwe û hemû heyînên xwe di rêya yarê de fida kirîye. Ji serê xwe borîye û serê xwe danîye li ser þîpandera wê. Hemû tiþtên xwe ve bibû koleyê wê. Ew þêxê ku gotinên yara xwe yek bi yek dianîn cih ew cil û tizbîyên simbolîya þêxîntîyê avête milekî, zunnar girêda û çû ser dînê keçikê.

Sofî hemî rabûn ji bal

Hiþtin li vî ew pîrekal

Hiþtin li ser dînê betal

Wan bêhîsab kerb jê vetê 9

 

Þêxê Sen'an feqîrekî kal bû. Ji terefê maddîyatê ve tiþtekî wî tine bû. Ji bona ew rewþa þêx ketibûyê derwêþên wî ew terk kiribûn. Jibilî yara wî ê ku ew xistî nav derdekî bêderman qet tiþtekî wî tinebû. Keçika bedew û narîn jî îþkence li ser îþkencê lê dikir. Þêx evîndara xwe re bang dike lêbelê bangekî beyxude… “ji eþka te ez can didim yara min, êdî derîyê xwe biveke, min rake hizûra xwe, bibe dermanê min.” Keçikê Þêx biçûk dît û jê re weha got:

Evqas sal e tu jîyayî, ji umrê xwe fedî bike…bêhna te çiqas sar e, tu kal bûyî, ji min re tu nikarî bibî dost, ewê ku nikare loqmek nan dest biêxe ku zikê xwe têr bike, dê çawa ser textê padîþahîyê birûnê?...10  Keçîk, bi van gotinên sîtemkarî vemirandina umîda gîhaþtina Þêx dixebitîya.

 

 Teb'etkubara Ermenî

 Dêmxawer û xurþîd enî

 Xweþ xweþ bi halê Þêx kenî

 Mecnûnekê b'dêrê ketê

 ……………

Ji kuhnîyê lêv þor bûyî

kevnar û qamet qor bûyî

îro qewî devgor bûyî

borî jî behra lezzetê 11

 

Þêx dibêjê; evîndarê genc û kal tuneye, ji 'eþqê re sînor nayête xaskirin. Însan her demekî -ji heft û heta heftê heft salîyê- evîndar dibe û ji sipehîtahîyê re, heqîqetê re dibe bengîn (meftun). Keçik wî agirê arîþê de (ma'newî) îþkence dike û di agirê veqetînê de diþewitîne; wekî perwanê dizivirîne, wekî mumekî dihelîne… Ev neyînî qed tesîrê li Þêx nakin; ji wî Þêx serî danîye li vê rêyê, ji evîndarîyîya wî pêþtir mijûlahîya wî tuneye.

Ew þêxê ku ji agirê evîndarîyê bûye mecnûnek ji bo bigihiþte evîndara xwe pêwist e hemû daxwazîyên wî bînite cih. Çar daxwazîyên keçê ji Þêx hene. Ev daxwazî hemû bi hev re girêdayîne, yek heye ku dema ew anî cih, cihanînên mayîn gelek hêsan dibe. Ew daxwazî ev in: 1-Ji putî re secdebirin, 2-Þerab vexwarin 3-Ji bawerîya Xweda destberdan 4-Þewitandina Qur'anê.

 

Runîn li ser dina þevê

Er Þêx bîsojît Mushefê

Rast e cemala min divê

Heqqen yeqîna min bi te tê

 …………….

Dîlberê cam da bi deste

Wan zunnar înan û beste

Zahirî dîn çû ji deste

Batinî çû meþîyetê

 ………………

Sebîri bade vexware

An li pîþtê best zunnare

Þêx suhuf avête nare

Ji meyvexwer û dînan we tê12

 

Ev çend sal e Þêx ku li ser bawerîya dînê Îslamê jîyana xwe derbas kirîye, ji wî nehêsan e wan daxwazîyan bînte cih. Lêbelê ji xwe re dibêje, þerab vexwarin ji yên mayî gunehekî biçûktir e û vedixwe. Ew evîndarê dîwane ku ji evînê 'eqil ji serî çûbû, dema þerab jî vexwar; bîrewerî, îman, wateya Qur'anê jî ji mêjî de çûn. Êdî serî heta pîyan ketibû lerzekê (herîya tîr). Dema dixwest biderkeve çêtir didaçikîya. Bêçare bû nedizanîya ka dê çawa be rewþa wî… Þêx weha gote qîzê:

“Yarê, min daxwazîyên te hemû anîne cîh; þerab vexwar, put re secde bir… Ma qey tiþtek maye min nekirîye? Ez dixwazim bigihêjme te, êdî bi agirê dêlveqetandinê (cudabûn) min nesojîne.”

Îmtîhana Þêx hêj xelas nebûye, li ser rêya wî de gelek êstirî û çîyayên asteng hene ku rêwingîya wî difeþikînin, pêwist e van astengan jî derbas bibe. Bedêlîya her tiþtekî heye lêbelê ya evîn û evîndarîyê gelek dîjwar e û bihempa ye. Qîza keþe gote Þêx:

“Ez qîzekî esîl û giranbiha me, nextê min gelek e, pêwîst e tu bedêlîyekî mezin bidî min, ku tu dixwazî bigihêjî min. Malxirabê Þêx jibilî dilê birîndar qet tiþtek tuneye. Qîzkê dît ku mal û perê Þêx tuneye binazî daxwazîyên xwe giran kirin û xwest heta salekî 'aþiqê kalemêr bibîte þivanê berazên wê. Kalemêrê dil bikul ew teklîf jî bêîtîraz pejirand, ji wî, di dawîya vî karî de gihiþtina yarê heye. Lêbelê Þêx dîsa di þikê de ye ku qîz soza xwe nagire û ew jî nagehiþte xefîya (sir) wî.

 

Hîkmeta wan remz û razan

Murþîdê naz û nîyazan

Mey vexwar û çû ber berazan

Pêxas bi kendalan ketê

 

Ew murþîdê pêxas û tazî

Cîh li ser postê berazî

Sedefa durr tê dîxwazî

Ji herdu lêvan þerbetê 13

 

Fedekarî xelas nebûye, di dorê de koletî, þivanî, hemaltî û rênçberî heye ji yarê re. Þêx ew serêþ û sîtemkarîyên ji bo yara xwe dikiþe tengezar ('acîz) nîne, bes e ku ji bo gehiþtinê alîkarî û dilovanîya yarê xelas nebe. Þêx dizane ku, hemû livbazîyên evînê dîsa dizivire nav xwe, derd û derman jî, ji wî ye, birîna evînê dîsa pê av û merhema evînê tête nujdarkirin û cebirîn. Hemû xebat ji wî destpê dike û ji wî xelas dibe. Di navbenda afirînê de evîn heye, ew tunebûya heyîn (mewcud) nediafirîya. Wahîdê Mutleq e mirovan diêxe van kul û derdan, dîsa ew e xelas dike pê alîkarî û dilovanîya xwe.

 

Halê þêx rehmanî ye

Da hûn nebên nefsanî ye

Wî yek dîye yek zanîye

Dîn kir meya wehdanîyetê

 ………………….

Þêx bû dolab li deþtê

Melekê Hadî gehiþtê

Wî zunnar avêt ji piþtê

Þuþt bi ava rehmetê 14

 

Þêxê belengaz li memleketê bîyanî mabû tenê, bêserê xwe, hemû murîdên wî ew terk kirîbûn û berê xwe dabûne Mekkehê, diçûn. Dema ku dostekî þêx dît hemû kes hatin û þêx bi wan re nîne, gelek ma di teeccubê da û pirsa þêx ji wan kir. Dema ku sedema nehatina þêx serwext bû, ji bona xelasbûna wî dest avête tîra hewîþê (du'a). Bi sirra Qur'anê ku “Hewîþa we nebitin çi girîngîya we heye?” digel wî dostî hemû derwêþ di Ke'bê' de sekinîne hewîþê û pêþnîyazîyê. Gunehên mirovan wekî çîyayan zehf be jî, bi germîya tobeyê dihelin û diçin. Di dawîyê de bi tîra hewîþa derwêþê dostê þêx, tîr ragîha gehîneka xwe. Þêx jî xewa xefletê þîyar bû, hiþê xwe anî serê xwe. Bi wê rewþa þermezarî ku þêx ketibûyê laþê wî xwêh girt û biþermî serê xwe bire secdê û ji Xwedayê dilovan bexþîna xwe xwest û dest bi girîn û tewbê kir.

Þêx îmtîhana umrê xwe yê herî xedar derbaskiribû, berîyê de di eþqa mutleq de sîhê (tam) nexerîcîbû û ev îmtîhana han ketibû pêþîya wî, þêx ev jî di dawîyê de bi rûspîya xwe biserkeftinê derbas kiribû. Mirovên bawermend pêwîst e di dilê xwe de jî 'eþqa Xuda pêþtir qet tu 'eþqan nehebîne. Ew evîndarên ku evîndarîya wî digel tiþtên mayîn heye rêya netêw (nerast) de ye û duçarê azmunan dibe; mirovên wekî wî di rewþê de ne hêj rêyekî gelek dirêj li pêþîya wan heye û pêwîst e vê rêya xeternak û mîþeqtî jî derbas bibin. Ew þêxê kalemêr û evîndar êdî zanîbû ku di dilekî de du evîn cih nabe û ji bo wî dil yek e bi tenê cîyê evînekê li wêderê heye.

Ew dilê ku evîna îlahî li cîh dibe, evînên mecazî nikare cîwar bibe û bihêwîri; dijê (bervajî) vê gotinê jî mumkin e û dema 'eþqa Xweda ji wêderê bar dike û diçe, ew der dibe beyaban (çol) û wêrane. Evîna ku kete pêþîya evîna Xwedayê mezin ji þîrkê re derî vedike û ev sunc jî nayête bexþandin ji layê Xwedê Te'ala ve. Þêx di dawîya umrê xwe de ji hemû azmunan xelasbû û evîna mecazî ji dilê xwe derêxist û pê dilekî paqij xwe disa dide ta'et û îbadetê. Xwedayê mezin û dilovan, keçîka file jî îna ser dînê wî û kire evîndara þêx, lêbelê ragehiþtina wan ma bo dinyaya dî...

 

Dî hezreta hev difikirin

Ji ber sirê nasebîrîn

Herdu bi derdê hev mirin

Bûn hemcelîdê axretê

 

Ji wesletê wan xwe nedî

Herdu bi libsê cesedê

Çûne heyata ebedî

Zava û bûkê di cennetê 15n

 

 

Têbinî

1- Ahmedê Xanî, Mem û Zîn, werger: M. Emîn Bozarslan, Weþanên Hasat, Stenbol 1990, r: 28

2- M. Xalid Sadinî, Feqîyê Teyran, Weþanên Nûbiharê, Stenbol. Sibat 2000, r: 273

3-  M. Xalid Sadinî, eynî kitêb, r: 275

4- Ferîduddîn Atar, Mantiku't-Tayr, Kirkambar Yay. Stenbol. 2001, r: 71

5- Feqîyê Teyran, Ey Avê Av-Þêxê Sen'anî, Weþ. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Stenbol. 1999, r:113

6-  Ferîduddîn Atar, eynî kitêb r: 73

7-  M. Xalid Sadinî, eynî kitêb, r: 321

8- Ferîduddîn Atar, Mantiku't-Tayr, Kirkambar Yay. Stenbol.2001

9-  M. Xalid Sadinî, eynî kitêb r: 318

10- Ferîduddîn Atar, eynî kitêb.

11- Feqîyê Teyran, eynî kitêb.

12- Feqîyê Teyran, eynî kitêb

13- Feqîyê Teyran, eynî kitêb.

14- Feqîyê Teyran, eynî kitêb.

15- Feqîyê Teyran, eynî kitêb.