Þûle lorîknas

 

Sidîq Gorîcan

 

 

Lorîkên þûlenahî distirêm spehî spehî

J'wîtewîta çivîkan dicivînim agahî

Ax lo dilê demdemok vegere j'melalîyê

Þûlenasa'm biçûk e divê þîrhelalîyê

 

Duayên þûledarî dirêsim hêvîdarî

Umrê te nav xêrê bit bi vîna Rebbê jorî

Ax lo dilê demdemok vegere j'melalîyê

Þûlenasa'm delal e divê kedhelalîyê

 

Tefala min ê rindik mezin be hindik hindik

Ji mam û xalanan heye silavên biken û hênik

Ax lo dilê demdemok vegere j'melalîyê

Þûlenasa'm eziz e divê çavhelalîyê

 

Bi navê xwe bijî tu zeman l'te asan be

Xurca rêwîtîya te tejî xîret û îman be

Ax lo dilê demdemok vegere j'melalîyê

Þûlenas'm xwenas e divê asumanîyê

 

Di nava gulîstan de tu gula nazenîn î

Çavê min ê þilû û zelal bo kê tu dibarînî

Ax lo dilê demdemok vegere j'melalîyê

Þûlenasa'm helîm e divê jînaramîyê

 

Ax lo dilê demdemok vegere j'melalîyê

Þûlenasa'm biçûk e divê þîrhelalîyê

Þûlenasa'm delal e divê kedhelalîyê

Þûlenasa'm eziz e divê çavhelalîyê

Þûlenas'm xwenas e divê asumanîyê

Þûlenasa'm helîm e divê jînaramîyê

 

Temîz 2007,Wan