|
Gur û ker
Seydayê Ronahî
Qedîyabû êdî sar û serma Dinê diçû gav bi gav ber bi germa Nêçîr nemabûn êdî li çîya û zozana Gurekî xwe berda ser gundê xizana Dît ku li perê gund kerek diçêrîye Gur got: “Muhaqeq xwedî derd û nexweþî ye Ez çi bi dizî bigerim li dor gund Bi tirs û xof, binêrim mîna kund Ji min re þerm e, dinê jî germ e Goþtê kerê têra min nerm e Herim mirîþkan birevînim ji pînê Bi hizar jopan li min de Pîra Zînê Hat çaxêrî da, pirsî halê kerê Got; tu bi tenê çi digerî li vê derê… Goþtê nerm, dil û ceger bi bîr anî Xwe kire diktor û li cem kerê war danî Got ez, “kora bi çav, nexweþa sax dikim Zerikê dibirim, lûra dax dikim Birîna dikevînim kuta radikim”
Kerê þeytanîya gur hema fahm kir Dest bî nalîn û axînê kir Got, “îro çend roj in ez nexweþ im Xwedîyê min ez hiþtim, ez bêheþ û þaþ im” Gur bi derewîn pir li ber ket Got, “were te sax bikim mal neket Bêje nexweþîya te çi ye Dermanekî çêkim, tu çima digrîye?” Kerê got, “birayê gur, ez ji te re bêjim Çend roj in ji dest û lingê xwe gêj im Mîxek ketîye lingê min. Jana wî didîye cerg û dilê min. Xwedîyê min ez rasta vê çolê kirim, Ne hewce ez dikþînim vê êþê, bira ez bimirim Gur got, “heval tu nekî qet meraq Ezê aniha te ji mix bikim fîraq Tu raberê min ke birîna xwe Û tu qurçke çavan, bigvêþe diranê xwe” Navê xwe ker e lebelê; bi heþ û fehm e Bi zimanekî rind û nerm e Got, “lingê min î paþîyê ê rast” Gur dev û lêvên xwe bi kêfekê alast Got, “ezê dev bavêjim cergê wê Bona kes nebihîse sewt û dengê wê” Gur doþ bû çû paþ kerê Got, “mix çilo bide te zererê” Kerê lingê xwe rakir û tîzikek bi tîn, Gur sekînî bû li kerê dinêrî hîn Tizik lêxist gur teqleya erdê kir. Û bi dengekî hiþk kire zirezir. Gur got; ev çi bela û tofan bû, Li ber çavê min birûsk rabû Ku heþ hate serê gur Revîya çû sekinî li dûr. Got, diktorî hekîmî ne karê min e Ê hîn pirr bela werin serê mine Gur evqas bê fehm û har e Lê dîsa jî hinek dikine pêþkeþ û serdare |