Ciwan Haco:

”Tarza min bi tesadufî derket holê...”

 

Hevpeyvîn: Dilþad Mutî

 

B elê! berî ku mirov dest bi sohbetekê bike, divê mirov xwe bi hev bide nasandin. Ez di serî de kovara me, bi we bidime nasandin; kovara Nûbiharê kovarek çandî û hunerî ye. Ev zêdeyî 15 sal in weþana xwe ji xire-cir û gelefeka polîtikayê dûr, belê bi awayek kûr di xizmeta çand û wêjeya kurdî de dike. Di nav weþanên kurdî de, ez bawerim ku ya herî temendirêj e. Ez jî bi rastî ne rojnamevan im. Di ber xwendina xwe re, li gorî quweta xwe li ser wêjeya Kurdî dixebitim. Ji sedemê hinek miþtûxalîya min a bi muzîkê ve, hevalên min xwestin ku ez bi we re hevpeyvînekê bikim. Lê ev ji hevpeyvînekê zêdetir, dê wekî sohbetekê be. Lewra min ti pirsên hazir nînin.

Hewce nake ku em bêjin ka xwe bidin naskirin. Ez bawerim, ji sedî nod û neh kurd we nas dikin. Belê ez dixwazim ku hûn hinekî behsa zarokayîya xwe ji me re bikin. Ka gelo Ciwan Haco di bin çi þert û mercan de zarokayîya xwe derbas kir?

– Zaroktayîya min wekî zaroktayîya her zarokekî kurd bû. Di nav tozê de em rabûn. Di nav tozê de, qerabalix û germa havînan. Serma zivistanê. Ji xwe re em dileyistin. Gokê em dileyistin. Fotbollê. Li gundê Tirbesbîyê. Jîyana me bi zaroktayî li derve derbas bû. Di mal de em kêm diman. Yanî em dihatin mal, wexta ku me dixwest em bixwin, yan em razên. Xweþ bû zaroktayîya min. Wekî min gotî wekî zaroktayîya her însanekî kurd, min wilo derbas kir.

–  We çawa dest bi lêxistina sazê kir? Umrê we çend bû?

– Bi rastî saz di mala me de hebû. Yanî bavê min bi xwe li sazê dida. Di malbata me de gelek amê min hebûn li sazê didan. Te dî ji xwe re lêdidan. Berê eyb bû ku te ji hinekên dî re li sazê daba. Yanî tembûr di malbata me de hebû. Vêca me rahiþtîyê de, me wilo hewesa xwe pê tanî. Me wilo dest pê kir. Yanî tembûr ne tiþtekî xerîb bû ji min re. Min çavên xwe vekirin, min hew dît tembûr di malê de.

– Me bi tembûrê destpêkir. Em hinekî li ser sitîla we ya lêxistina tembûrê rawestin. Lêxistina we ya tembûrê gelek bala min dikiþîne. Xiþiqandina li ser perda û lêxistinên peywendî. Yanî wek ku mirov bêje, we ji sînorên lêxistina tembûrê derbas kirîye û awayek xweser derxistîye holê.  Gelo bandora hinekan li ser we çêbûye, we dersên wê standin, an jî we bi serê xwe ev stîla xweser derxistîye?

– Bi rastî, min xwe fêrî sazê kir. Ti kesî ez fêrî sazê nekirim. Lê ez dibêjim tesîra gîtarê li min bûye, di vî awayî de. Te dît min gelekî bi muzîkvanên Ewropîyan re, bi gîtarvanên Ewropîyan re kar kir. Vêca min dît akort digirtin. Min got yawo ma çima yek nikare bi sazê jî akordan bigre? Îþte wilo min dest pêkir. Wilo min dixwest weke ku ez akorda bigrim. Vêca min lêdida. Bi rastî min gelekî li sazê dida. Tabîki niha ez gelekî wekî berê lênadim. Bi saetan min lêdida. Tê bîra min, heþt saet, deh saet min li sazê dida rojê. Di nav wê qerabalixê de, gelek cara wilo bi wan muzîkvanên Alman re tiþtne taybet ji min derdiketin holê. Yan jî ew jî mesela, bi tesedufê çêdibû. Ne ku ez li ser disekinîm û wekî mirov bêje divê ev halo çêbibe.

Tiþtne wilo taybet hene bi rastî.

– Yanî bi tesadufî tarza Ciwan Haco derket holê?

– Aa! bi rastî tesadufî! Vêce ez hêvîdar im ku xortin, gencin werin vê stîlê berdewam bikin. Hene jî rastî. Yanî hewl didin. Ez dibînim ku xortin carna ku wekî min lêdidin. Lê divê kafirek (dikene) derkeve ku bi rastî, yanî, ji Ciwan Haco xweþtir bike. Yekî wilo divê, yekî dîn derkeve. Yekî wilo bîst salî. Ez li hêvîya wî me ku derkeve. Hêvîdar im ku bibînim.

– Ma çi xebatên we li ser vê yekê hene ku hûn þagirtina rakin? Mesele ez bêjim ku yek bixwaze vê tarza Ciwan Haco biþopîne û bi vî awayî muzîkê çêbike, çi alikarîya we dê jê re çêbibin?

– Yawo xweþ e! Niha ku yek alîkarîyê ji min bixwaze, ezê alîkarîya wî bikim. Yanî xweþ e jî ku yek alîkarîya însanan bike. Lê huner! Ev ji hunerê re nelazim e niha. Însanê ku bixwaze tiþtekî bike, dikare bi serê xwe jî bike. Eger ew “talent”a (qabilîyet, çîk) wî hebe, þert û þirût jî, lê ewil divê talenta wî hebe. Dûvre divê xort be. Ew enerjî û taqet divê hebe ku bi saetan lêbide û neweste. Û armanc. Divê armanc hebe û bêje armanca min ev e û dixwazim bigihêma vî tiþtî. Heger ev hatin cem hev, tiþtekî hêsanî ye.

– We behsa hevalên xwe yê muzîkvanên alman kir. We çawa hevûdu nas kir û bi hev re dest bi muzîkê kir?

– Belê! Me hevûdu li bajarê Boçumê nas kir.

 

– Di zanîngehê de?

– Belê di zanîngehê de. Têkilîyên me bi hevûdu re çêbûn. Sê muzîkvan bûn. Yekî li drams dida. Tehjo digotinê de. Yê dî Udo Herbest li gîtarê dida û Leo Petrat li basgîtarê dida. Vêce wilo me dest pê kir bi rastî. Te dît ku pilanne me hebûn, yanî me hewesa xwe pê tanî. Me wilo dest pê kir pêþî.

– Yanî ku hûn bêjin emê bibin komek mezin û muzîkvanên navdar, çi pilanên we yên welê nebûn? We welê ji keyfa xwe re dest pê kir?

– Erê bi rastî me ji keyfa xwe re lê dida û wilo dest pê kir. Îþte hêdî hêdî, êdî min CDyên xwe çêkirin. “Pêþmergene” û “Li bircên Dîyarbekir”ê min çêkir. Dûvre “Gula sor” û di nav kurdan de êdî ez hatime naskirin. Ev di destpêka 80yî de bû. Êdî kurdên wan partîyên sîyasî, kurdên Kurdistanê min nas dikirin îja. Vêca em dawet dikirin, dawetî ji me re dihatin. Yanî me wilo dest pê kir.

– Hinga we dest bi vê muzîkê kir, çi tirs ji we re çênedibûn, ku muzîka we nayê ecibandin û newê girtin? Yanî ku taba we bi ro de here û keda we bêhude bimîne? Seb ku muzîka we ji kurdan re xerîb e?

– Rast e. Min didît û ez pê dihesîyam ku tiþtekî xerîb e ji kurdan re. Ez bi xwe jî ku ji gundekî têm, dizanim ku kêm kurdan li muzîka halo guhdarî dikir. Te fêhm kir! Gelek caran jî min di gelek hevpeyvînên xwe de gotîye; wexta ku ez derdiketim, piranîya wê di þevê de, di cihê þevê de derdiketin. Digotin, Ciwan tê muzîka kurdî xira dike, tê bi van enstrumentan, gîtaran tîne. Van enstrumentên Ewropî tîne.

– Yanî rexne li we dihatine kirin!

– Pir! Lê min jî guhê xwe nedida wan.

–  Bi ser vê de jî we rêya xwe þopand!

– Erê! Tiþtek bû û bawerîya min pê hebû. Keyfa min jê re dihat. Muzîk! Pêþî yek ji xwer çêdike, pêþî divê keyfa te jê re were. Ku keyfa te jêr hat, mana wêna, di wî îhtimalî de ye ku keyfa hinekên dî jî jê re were. Yanî min ti cara negotîye; welleh ez muzîkê çêdikim ji bona milletê xwe. Na! Ez pêþî muzîkê ji xwe re çêdikim. Heger milletê min lê guhdarî kir, ji xwe ew serbilindayîyeke pir mezin e. Elhemdulilleh li Batmanê hatin li me guhdarî kirin. Ev jî serbilindayî ye. Yanî hingî îda, însan digihê talîya wê, te fêhm kir! Yanî tu dibêje êdî ji halo baþtir nîne û çênabe. Ji ber ku talîyê her tiþt ji bo millet e.

– Yanî di felsefeya muzîka we de mirov dikarê bêje, we muzîk ji bo senat çêkir, ne ji bo gel!

– Na! na! Ne ku ji ber senat. Ji boyî min. Keyfa min jêre dihat.

– Ji boyî þexsê xwe?

– Aa! keyfa wan muzîkvanê ku bi min re lê didan jî, keyfa wan jî jêre dihat. Ne ya min tenê. Yanî keyfa min ji herduyan re nayê. Hinek dibêjin; welleh em muzîkê çêdikin ji bona muzîkê. Senat çêdikin ji bona senat. Ez vêna jî þaþ dibînim. Yan jî dibêjin, em muzîkê çêdikin bes ji bona millet. Ez wê jî þaþ dibînim. Yek çêdike ji bona xwe çêdike. Ya min ez halo difikirim.

– Belê! Di albûma “Bircên Dîyarbekir“ de ez melodîyên gelek xemgîn û kûr dibînim. Ev çi tesîr li ser we çêbûye? Hestên we yên wê demê çawa bûn? Bi rastî jî ku mirov li Ciwan Haco dimeyzîne, xemgînîyek di sîmayê wî de tê xwîyakirin. Sedema vê xemgînîyê çi ye? Vê yekê miheqeq tesîr li ser muzîka we jî çêkirîye... Ez welê dibînim yanî.

– Ez halo... Ez ne wilo xemgîn im lo! Ez xort im.

– Hûn jixwe xort in!

– Na te behsa strana min a “Bircên Dîyarbekirê” kir.

– Albûma we tev hema bêje!

– Niha þi’r kuramkî min dît. Navê wî Goran e. Wî jî çend stran ji min re çêkirine. Wekî “Dîyalog”, “Bila xeynî min bistrênin, bo aþitîyê, bo dostanîyê”... Vêca Goran, rojekê hat got; ka li vê þi’rê meyzîne. Gelkî xweþ e. Ya Rojan Barnas e. Li ser Dîyarbekirê, Bircên Dîyarbekirê ye. Vêca min jî xwend, bi rastî keyfa min jî jêre hat. Îda min xwest ku ez bikme stran. Wexta min êxiste stran jî, bi rastî min nezanîbû ku wê ewqas bê naskirin. Vêca bi wê stranê rastî gelekî deng da di nava kurdên Kurdistana bakur de. Dengekî baþ da. Îjar hêdî hêdî, bêjim di nav kesên entelektuellen kurdan de, êdî keyfa wan ji muzîka min re yavaþ yavaþ dihat.

– Min berî niha nivîsek li ser we nivîsandibû. Di jimara 99an ya Nûbiharê de hatîye weþandin. Min di wir de jî behsa vê helbestê kiribû. Yanî ev helbest helbestek bêwezn e. Di muzîka kurdî de, muzîkçêkerên kurd exlebê helbestên biwezn, mesela wekî yên Seydayê Cegerxwîn, wan dixwînin. Lêkirana wan xweþ e. Lê ev ya Rojan Barnas, helbestek bêwezn e. Ji we re zehmet çênebû, ku hûn vê helbestê bikin stran?... Û ez vê cara yekem di muzîka kurdî de dibînim?

– Na! ji ber ku destpêka min wilo bû. Zaten keyfa min ji helbestên serbest re dihat, ne yê qeydkirî, wekî tu dibêje yê qaîdekirî. Mesela Qedrîcan. Stranek wîna min çêkirîye: “Gula sor.” Ew jî þi’rek serbest e. Rojan Barnas mesele gelek helbestên wî, yên ku Goran, kuramê min, ji min re nivîsandin. Te fêhm kir! Yanî nexerîb bû ji min re bi rastî. Û ez ti zehmetbûnê jî nabînim. Bilekis ev ji min re niha ku qeydkirîbe, çêkirina muzîka wê ji min re zehmettir tê ji ya ku ne qeyidkirî. Ez wilo lê dimeyzênim.

– Em werine ser muzîka we ya niha! Ku berî we ev hersên albûmên dawî derxistî, ez li muzîka we dimeyzênim, muzîkek ji ya niha cidatir xwîya dike. We stîla muzîka xwe guhart?

– Na! Muzîka min yek albûm naþibhê albûmekê. Yanî “Pêþmergene” naþibhê “Gula sor”. “Gula sor” naþibhê “Destana egîdekî”. Hemû ji hev cidatir in. Wilo yanî.

– Belkî pirsek ne di cîyê xwe de ye, lê di muzîkê de, gelek muzîkvan hene ku berî derkevin ser dikê, yan jî em bêjin ku berî bistrên, da xwe motîve bikin, serî li çareyan didin. Wekî mirov bêje yan alkolê pir vedixwin, yan jî haþhaþê dikiþînin. Yan jî tiþtnê wekî van... Hûn ihtîyacîya tiþtek welê dibînin, berî ku hûn bistrên?

 

 

– Na tiþtkî wilo ne rast e. Navekî wilo hatîye ser min, lê tiþtek nabê yanî. Carna jî reklemna þaþ derdikevin. Ne problem e. Lê ez dibêjim sebebnê xwe hene. Çima? Ji ber ku wexta ez derdikevim ser sehnê, ez bi rastî hez ji stranên xwe dikim. Ez ji wan stranên xwe re dikevim dinyayek dî. Ez dikevim dinya xwe, dinya Ciwan. Ew têhlên, ku kesên tên li min guhdarî dikin dibêjin; hoo niha Welleh Ciwan lîtrek wîskî xilas kirîye. Lê bi xwe tiþtek wilo nîne bi rastî. Yanî yê min, ez axlebê cara ez derdikevim, ez alkolê jî bikar naynim. Ev niha çawa... Yanî kesê li der dorî min, yên nêzîkî min, evna hemû, vê meselê baþ dizanin. Bes ew kesên ku li min guhdarî dikin!

Madem te ev firsat da min, ku ez biþtexlim, ku ez li vir jî ji wan re bidim xwîyakirin, tiþtekî wilo nîne, tiþtekî wilo min bi kar neanîye û ez bikar jî naynim. Lê alkolê car cara ez vedixwim. Keyfa min car caran ji alkolê re tê. Ew jî niha heger ez tiþtekî vexwim, þeraba sor ez vedixwim. Weinê keyfa min jê re tê, ez vedixwim. Lê wekî min gotî, heta bi vexwarinê jî, di qonsertan de, ez wekî pirensîp navexwim.

– Yanî wekî ku hûn dibêjin, dema ku derwêþ li erbanê dide, dikeve hal de û xwe di wê rewþê de winda dike. Hûn jî dema derdikevin qonsertan li ser dikê xwe di nava muzîka xwe de winda dikin?

– Eynî wilo! Eynî wilo! Bi rastî eynî wilo, ez xwe di nav de winda dikim. Vêca ew dibêjin mana wêna, welleh Ciwan vexwarîye. Dikevin wê texmînê de.

– Em hinekê werin li ser jîyana we ya fermî bisekinin. Rojeke Ciwan Haco çawa destpêdike?

– Erê! Niha?

– Belê!

– Roja min, sibehî xanima min tê ser qehfê min, saet 6:30 min þîyar dike. Û ez dirabim. Di saet 7:30 de divê li cihê karê xwe be. Ez radibim qehweka xwe çêdikim û qehwê vedixwim. Diçim wê dighînim cihê karê wê. Îþte ez vedigerim mal. Sisê zarokên me hene. Bi hevûdu re.

– Xwedê wan bihêle.

– Spas! Îþte zarokan þîyar dikim. Lê baþ e, fitûr ne lazim e ji wan re. Ji ber ku fitûrê... Fitûr tu dizanî çîye, ne wilo? Breakfast (Ingilîzî, taþtê)

– Belê!

– Frühstück(Almanî, taþtê)

– Taþtê.

– Aa! Taþtê. Medresên Swêdîya taþtê didin wan. Ez nemihtac im ku taþtê bidim wan. Îþte ez cilê wana li wan dikim. Têm wan digîhînim medresê.

Vedigerim mal. Vedigerim mal saet dibe 8:30. Têm malê fitûra xwe ji xwe re hazir dikim. Fitûra xwe ez dixwim. Ez diçim dûv re li e-mailên xwe dimeyzênim. Li ser internetê dimeyzênim ka çi heye çi tinîne. Çi qerabalix çêbûye, çi.....

– Çi li dinyayê qewimîye!

– Çi li dinyayê qewimîye.   halo ye. Dûv re dirahêjim saza xwe, li tembûrê didim, filan bêhvan. Dûv re wextê telefonan tê, telefona vedikim. Dûv re, îjar xwarina nîvro em dibêjinê...

– Firavîn!

– Firavînê. Belê. Xwarina firavînê ez çêdikim.

– Hûn bi xwe çêdikin!

– Axlebe ez çêdikim. Jinik li kar e, ez çêdikim. Malûm e divê ez çêbikim... Ez xwarinê çêdikim, xwarinê hazir dikim û îjar diçim peyî wana. Diçim peyî jinikê, peyî zarokan û wan tênim mal. Em dixwin xwarinê bi hevûdu re. Peyîre ez dibêjim; welleh êdî divê ez rehetîya xwe bistînim. Qeyrole em dibêjinê de. Divê ez saetekê xwe rehet bikim. Saetek, saet û nîvekê diçim ser textê xwe, xwe rehet dikim. Û dûvre îda, ez ji xwe re dimeþim. Þuxlê saetekê ez ji xwe re dimeþim. Heger wext hebe diçim Sauna (almanî, hemam) jî. Dûv re vedigerim mal. Dûv re em þîvê bi hevûdu re dixwin. Îþte xewa zarokan tê, diçin dirazin. Û hahaha (kenekî dengbilind dike heta ku miletê li dora me li me dimeyzênin.) û ez û xanima xwe bi tenê dimînin û...

– Na em ewqasê jî pirs nakin.

– Û em ji xwe re li televizyonê dimeyzênin. Halo yanî... Yanî ez dixwazim vêna bêjim. Yanî ez bi malbatê ve pir girêdayî me. Yanî bi zarokan re ez pir girêdayî me û gelekî wextê xwe didim wana. Her dixwazim balancek (almanî, denge, hevkufî) çêbibe.

– Hûn bavekî baþ in jî yanî!

– Aa! belê! Yanî ez wilo difikirim. Ez dibêjim gereke bav jî alî pîrekan bikin.  Dî guneh e bi rastî. Ku her îþ û her kar em bidine piþta pîrekê, guneh e yanî. Çima gereke zilam jî wekî pîrekê îþê mal bike, xwarinê çêbike, metbexê paqij bike. Gereke êdî zilam, mêrê kurd ji vêna, ji vêna...îda guneh e birastî. Û eyb e jî, te fêhm kir! Yanî çima yekê rahêje çixarê, çixarê vexwe û meyzêne ku jina yekî wêderê paqij dike... De her tu jî rabe alîkarîya wêna bike. Me te xêr e? Me tu kurê melika yî?

– Welleh billeh!

– Te fêhm kir! Yanî tiþtekî însanî ye. Te fêhm kir! Tiþtê halo gerek yek ji malbata xwe ve dest pê bike. Te fêhm kir! Yanî ku tu di malbata xwe de nealîkarbe, tu alîkarîya pîreka xwe nekî, zarokên xwe nekî, tuyê alîkarîya kê bikî? Mana wê, ti xêr di te de nîne. Îda mana wê nema tu dikarî alîkarîya kesekî bike. Ez wilo lê dimeyzênim.

– Gelo aborîya we bi muzîka we dibe? Karekî we yê din heye ez nizanim. Yanî ji qonsertên we, ji CD yên we tiþtek digihê destê we?

– Mutîh! Mutîh! Welleh, bawer bike Mutîh carna jê ez wilo bi tenê... tedî wexta yek diçe ser cihê xwe, yek dirazihê, yek dibêje; yawo ev çawa bû, evqas sal derbas bûn, elhemdulillah min ti karekî dî nekir. Te fêhm kir? Bes muzîk. Û kêm in. Yanî muzîkvanên kurd yê bes li piþta muzîka xwe jîyan kirîye, yanî ez dikarim ji te re bêjim, du kes in, sê kes in. Lê nabine pênc. Te fêhm kir! Kêm in gelek. Îþte elhemdillelleh ez jî yek ji vana me, te fêhm kir. Min bi înada xwe kir. Gelek cara min þer kirîye. Bi kurdan re. Mesela pere. Digotin, nînin filan bêhvan. Min digot perê min divê tu bidî. Yanî min li ber xwe da lo. Yanî min got, yan divê ez karekî dî bikim, êdî tadaya li muzîka min bê, yan jî divê ez berdewam bikim û ez li perê xwe xwedî derkevim. Yanî perê heqê jîyanê ye lo. Perê heqê jîyanê. Yanî perê heqê bîra min, çixara min û xwarina min. Yawo min got ev heqê min e. Hûn nikarin vêna ji min bistînin. Û bi dengekî bilind. Û min berdewam kir wekî heta niha. Û elhemdulillah heta niha min ti kar nekirîye ji xeynî muzîkê pêve. Û ez bawer nakim ku îjar milletê min, min piþtî vî umrî bi tenê bihêle û bihêle ku ez rabim karkî dî bikim. Çima zaten karkî dî jî hew ji min tê îda.

– We got sisê zarokên we hene. Her sê jî keçik in?

– Na du keçên min in. Lê pîreka min jî, ji berîya min zewicî bû. Kurekî wêna heye.

– Gelo hûn xwezîya kurekî dikin? Yanî hûn dibêjin xwezî min kurek jî hebûya?

 

– Bi Xwedê ez wî jî wekî kurê xwe dihesibînim. Ku di nav me de ye. Bawer bike ferqa wî û keçên min li cem min nîne yanî. Yanî hezkirina min ji wan hersêkan re wekî hev e. Ferq nîne. Talîyê, Xwedê çi kire nesîb ew e yanî. Tu nikarî biguherî.

– Çima jinek bîyanî? Bi çi fikrî? Yan jî heme qeder welê çêbû?

– Wellehî elhemdulillah yanî. Baþ bû. Heger qeder jî be, qederek baþ bû bi rastî. Keyfa min pir ji xanima min re tê. Tiþtê herî mihûm di malbatê de, di aîlê de, ew hurmet gelekî tiþtekî pêwîst e. Yek gotinên tehl, nexweþ nebêje hev. Îþte ez fêhm kirime. Min jî ew fêhm kirîye. Yanî ez herim karê xwe yê muzîkê, bi heyva ez bimînim, nabêje tu li kûderê bûyî, nabêjê min çima tu ne li mal î, çima tu nayê? Lê wexta ez li mal im jî, ez alîkarîya wê dikim. Îþte nesîb ew bû.

– Nesîb e belê!

– Belê nesîb ew bû!

– Di gelek hevpeyvînên we de behsa iþqên we tê kirin. Yanî xwîya ye gelek iþq di serê we de derbas bûne. Ev çi kesek bûn? kurd bûn an bîyanî?

– Belê rast e. Wellehî wekî însanekî xort, yanî li Kurdistanê kurd bûn, wexta em hatin Almanya, alman bûn û li Norvec norvecî bûn. Halo bû. Di xortanîyê de halo ye. Yek gelek aþiq dibe. Û iþq jî ne tiþtekî eyb e.

– Na ne eyb e!

– Tiþtî herî xweþ di dinyayê de iþq e. Ew dihêle ku tu “motivation”a (îlham) tiþtan çêbike. Dihêle ku tu ji her tiþtî hes bike.

– Hûn bi çend zimanan dizanin?

– Ez kurdî dizanim. Dûv re Erebî zanim, Almanî, Ingîlîzi û bi Norwecî.

– We ji van zimanan kurdî ji bo strandinê bijart!

– Aa!

– Çima ne bi zimanekî din? We karîbû mesele bibin muzîkvanekî ereb.

– Wellehî min neceribandîye  ku bi Erebî bistirênim. Yanî çend hewldanên min bi Ingîlîzî hene. Hê hinga bi wan muzîkvanan re. Heta niha jî car cara bi Ingîlîzî distirênim. Xweþ e jî car car bi Ingîlîzî distirênim. Lê esas, bingeh kurdî ye. Kurdî min têr dike. Kurdî dihêle ku ez têr bibim. Wekî ku çiqasî ev welat xweþ e jî, çiqasî Almanya xweþ e, çiqasî Swêd xweþ e. Bes Kurdistan ji herduyan jî xweþtir e. Xweþiktir e di çavên min de. Ne ku ez qîmeta van welaten ez kêm dikim. Na! Hurmeta min jî ji wana re heye. Camêra em dawetî xwe kirin, xizmeta me kirine û alîkarîya me kirine van welatan. Em spasîya wan dikin. Lê welleh hezkirina welatê min ser her tiþtî re ye.

– Xeyala we ku hûn rojekê li Kurdistanê bîjin heye gelo?

– Yawo ji sedî sed. Sedî sed rojek wê bê. Yê min ez her dayîm vêna dibêjim yanî. Kurd ji nêzîk digihine heqê xwe. Kurd milletek in îda. Em çel milyon hene, te fêhm kir! Ya tu yê çi bike. Tu mecbûrî îda, cîranên me feqîra talî mecbûr in ku çarekî ji me re bikin. Mecbûr in. Ti çara wana nîna îda. Divê halek ji mesela kurdî re were dayîn. Bawerîya min heye ev millet hê li ser erda xwe dijîn, li ser axa xwe dijîn. Ev milletê bigihê heqê xwe û kurdê dibin xwedan dewlet. Yanî Kurdistan çêdibe. Ev ne xeyal e. Ev vêce emê bînin nabînin ez nizanim, lê wê çêbe.

– Hûn pêhtir hez ji kîjan strana xwe dikin?

– Yawo bi Xwedê ez hes ji hemûyan dikim.

– Muzîkvanê kurd yê ku hûn hez jê dikin kî ye? Yê ku niha li heyatê!

–   Bi Xwedê ew jî gelek in yanî. Keyfa min ji hemûyan re tê.

– Ez dizanim ku ji yê çûyî, tesîra Mirado gelek li ser we heye.

– Erê erê çawa! Hem yê kevin, hem yê di umrê min de û hem yê niha ku nû derdikevin hurmeta min ji hemûyan re heye û ez serkeftinê ji hemûyan re dixwazim û bawer bike ez li hemûyan jî guhdarî dikim. Çi CDya ku derdikeve, ez lê guhdarî dikim, ya kurdî.

– Ciwan Haco! Hûn ji xwe re çi mitala dikin?. Mesela dema hûn dikevin nava cîyê xwe de, berî xewê miheqeq hûn mitalenî felsefî ji xwe re dikin an? Yan jî muhasebe!

– Belê! Ne mesela muhasebê, na. Tabî her însanek dibêjim dikeve mesela felsefa jîyanê, çima em hatina vê dinyayê? Çima emê biçin? Ev çi bû? Ev xewn e, ev xeyal e, ev rastî ye? Însan dikeve di van xeyalatan de. Dûv re wexta însan li vî asmanî dimeyzêne, li van stêrkan, li vê roja muazzamet, li vaqas Sonnesysteme (gerdûnên li dor rojê, almanî). Te fêhm kir sonnesysteme çîye?

– Belê!

– Mecmûatê þemsî (gerdûnên li dor rojê, erebî). Li vê kewna han û li vê heyatê. Însan dimîne ecêbmayî bi rastî. Lê yek wî fêhm nake wexta ku însan tê þerê hev dike ji bona xatirê çend qirûþ pere. Gereke mana jîyanê ev bana. Gereke evqas enerjîya, quwetta di dinyayê hebana, ketibana di xizmeta vêna. Em dinyayê nas bikin. Em vê kewna han nas bikin. Derdora xwe em nas bikin.

Evqas stêrkên derdora me çi ne, te fêhm kir! Gereke însan quweta xwe kiribana di tiþtê halo de, quwetta xwe kiribana di medicine (tip) de dermanê, baþ peyda bikirana, xwarinên baþtir peyda bikirana, nehiþtibana ku feqîrtî çêbûbana li dinyayê. Vêce hin tên dibêjin me, segbavin hene dibêjin; welleh heqê te nîne tu bi zimanê xwe bixwîne. Kurooo!! yanî weke min gotî ev quwetta însan ketibana xizmeta însanîyetê. Insanîyet pir miþkul (pirsgirêk, erebî) wêna hene. Miþkulên wê yên ciddî hene. Gereke ketibana xizmeta vêna de. Vêca weke min gotî tên dibêjin; welleh zimanê te qedexe ye. Heta niha tên zimanê yekî qedexe dikin. Eyb e! þerm e ji wan re. Ji van hikûmetan re. Yanî eybeke pir mezin e. Wer heta niha werin zimanekî qedexe bikin. Ez çi bêjime wan?

– Bawerîya we bi quweteka mezin heye? Yanî çawa bêjim! Bawerîya we bi Xwedê heye?

– Bawerîya min bi Xwedê heye. Lê bawerîya min bi dîyanetan nîne.

– Dîyanet, qesta we jê çîye? Min baþ fêhm nekir.

–   Welleh bawerîya min bi dîyanetan nîne. Tu fêhm bike vêca. Lê bawerîya min bi Xwedê heye. Xwedê heye. Ez vê her dayîm dibêjim.

– Me wextê we gelek stand. Qisûrê efû bikin.

– Ser çavê min.

– Gelo xebatên we yên vê dawîyê hene? Wekî fîlm, albûm yan jî tiþtek din?

– Wellehî heke tiþtek çêbû, tu yê heskî jixwe. Heke çênebû jî, jixwe mala te ava.

– Gotinek we ya dawîyê?

– Ez Nûbiharê pîroz dikim, hêvîya serkeftinê ji Nûbihar re û kesê ku Nûbiharê dixwîne re û ji te re. Ji bona vê hevpeyvînê gelek gelek spas.

– Hûn gelek sax bin.

–Ser çavên min, ser çavên min…