|
Em, Mansûr û lejyoner
Sever Iþýk severquista@mynet.com
Bo Sabah Kara Û rûmeta teres, çend sedsal in dihere li ber derîyê bênamûsîyê vêdikeve, bi nanê biminet têr dibe û ro bi ro ji hev dikiþê û ser hev de vedireþe. Teresî bi nanezikê ji bênamûsîyê re dilsozîyê dike. Tewla nên bûye toq ketîyê gerdenê. Barê bijahr û bîyan daye ser milan. Hîn û hîn li ekûra wan diçêre û ji bihara wan re dizire… Eþqa þewitî û þewisî… ew a hêvîqurmiçî û xwezîpêramayî jî.... ji qehra re pekîyaye, bêyî ku zanibe diçe ku bi çolan ketîye… kuç bi kuç digere. Êdî di eyd û erefatan de jî li me venagere. Rûreþîya ku bi navê “eþq”ê tê þîfrekirin û nasîn, eþq bêmecal hiþtîye; loma ji ber van sewdayên þîrheram, eþqê di merzelê hundirê xwe de jibîrbûnan re gor vedaye, sûretên bêhesab binax kirine. Li ser kevirê tirbê, îmla pirsê danîye û reþa xwe girêdaye, þîn danîye: dêêêê….Mecnûn ji mêjve þehîd ketîye Ferhad ji çîyan rû gerandîye û bazirgana çermê Nesîmî derxistine bazarê. Evîna nû ku, qaþo sêwîya ji nesla eþqa jinebîya berdîwarî ye, niha bi qeþmerî, li sûk û kolanan tolazan davêje. Roj serê rojan dixwin. Ehrîmen li meydana bajêr gorîstan çêkirine, rontirka rojê ber çavê kerîyê gêj bi guzana 'edaletê, çermê canê ciwan diqelêþîne. Bi navê “parastina heqê însanan”, bi navê anîna azadîya þîrîn. Edalet bi kirasê rengdar û maskeyê çeleng, bi haweyekî þeng xwe pêþkêþî berî qelewan, stûqalindan dike. Hevkarê xiniz, ku îbadeta xwe dikin li ber derîyê xwedî quwetan; postê ji 'eyarê Mansûr/an, bin lejyonerê nikilê xwîn çavsor rêxistine. Ta ku bêcanêþî, bera li ser bi hev þa bibin. Ma çi bêjim…? Þeytan bûye þêx û postnîþîn û hembêza xwe de þa dibe bi þîrheraman. Lejyoner li ziqaqan destdirêjî namûsa edaletê dike, xelk bi çavên gayî, zînaya aþkereyî temaþe dike… zimanqutê namûsxesandî, perdeya ar û namûsê çirandine bi nêrînên heram, çepikan lêdixin seba zînakaran… diçin pêrgînîya lejyoneran bo ramûsana postalan. Ku ji mêjve gladyatoran li ser gerdenê mêran þûrê xwe tûj û bilind kirine, giþkî ji tirs û xofa ebdê Ehrîmen, avis mane li miþk û maran, zik gihîþtîne ber pozan. Ma mêr neman xwînê rakin? Heyf kanî? Êdî heyf e li me mêranî… Mansûr! Kanî, newa “bilûrvanê gundê miþkan?” Çira êdî kilamên pak û pakîze xenzîrê xiniz dinehwirînin? Þevçira te bi xwîna xwe vêxistî, çira vemirandin Mansûr? Ev lejyonerên bi nikilê xwe yî xwîn li ser laþê te diçêrin kî ne? Ji kû ne? Va laþxwaran ji kîjan kabusa bi tirs derketin? Ku hatine ser sînga te kon vegirtine… Li parsuyên te singê mayinde kutane… Û bajarê me yanî bedena me berhewa dikine.. Em dipekine, direvine mirinê. Wek herin ser gola þîr Mirin li me bûye zêrê zer Û þîrê mîya qer… … Mansûr! Ew bi arê hestîyê te germ, bi rengê xwîna te sor/in. Ew dizin Mansûr! “dûh” ji te dizîn, “sibe” li te kirin mar, heyat li te heram… Tu ta'zî, rûtûrepal î, jar û perîþanî Mansûr. Ew bizirh in paþperdeyan. Tu wan rûsipîyan! nabinî ji zirxê maskeyan. Zimanxweþ in, meþkevok in, zarîf û þarezadar in goya, him jî ênî pak!... Li tu mehkemeyan tawanbar nabin her û her pak in! Çend reþikan ewlat digrin, sê çar jî stran. A ha ev e ujdan! Yek jî ku ne giran û zehmet e çend hezar dolar hîbe bo weqfan. Îþ temam!.. Haaa ku mumkune li ber qemeran du-sê jî sedeqe… Xwedê ji we razî be!... Hûn çi xatûn û xweþmêr in!? Erê keko çêyî… Berî her tiþtî çêyî! Yek jî ez ji însan pirrr hezdikim! Xwîþkê! Brao! ku tu çend hêsran jî birjinî…ê bêttir baþ û bêqusûr bibe. Hadê..de hadêêê!… Foto, zû zû zû zû! Fotooo flaþþþþ. Ê baþ!!!
Lêêêêêêê…. lê ew neheq in Mansûr! “Tu biheq î.”
Ew bi çermê te bûne xwedî cilan Ew frîyan em bi xuþîynan, Ew li esman em hîn li beyaban Em tim li hêvîya “wê rojeke werê…!” Û benda “ wexta berê…” man …
Li zankoya karmendên zanyar sêdaran îmal dikin Fetwayên hezar faqîh û siltanan li pey te ketine Bo te bihêlin bêîman, bêevîn û bêcan û mal Analîzê mirinê dikin general
Îman, nayê dizîn bi qanunan Bi bertîla dewa, Bi fetwayê serdara Evîn nafire ji ser dilan. Tu ar û eþq î Mansûr Kanî arîya te? …
Xwîna mel li kêrê kelîyaye Mansûr Me tîbuna xwe çend cara bixwînê þikênast Va çendin me xwe li deryayên bêser û ber qeliband Va çendin me evîna xwe bi tofana cêriband Êdî Gor ji me aciz bun Em li “benda barbaran” man bi salan, Barbar hatin Mansûr! hatin û çavên me derxistin, dest û pîyê me qut kirin Wext darê, seet bi seet, deqe bi deqe, sanîye bi sanîye. Mêjî zorê dida ziman Damar li xwînê teng bûye Hilkehilke cênîgan Dil û çav bûne pereng Êdî nema dereng
Were Mansûr Gava royê veþart û tune kir þopa baranê Xwe li bîhna ji herîyê/axê bilind bûyî bigre were Were fermana me bi hilbijartina demokrat dane. Mirineke bêdeng, li para me ketîye ji peþka paþ dîwaran Mirin! li bin nigan, wek kêzikan Mirineke dûr ji temaþvanan Bê îlan, bêsêdar, bêsahne, bêsoytarî û bêþêlaf, bêbenê birûn û bêceladê cînganê bêêê…… Mansûr.
Çermê xwe bi destê xwe biqeliþîne û bavêje Mansûr Were em tevlî deya bin, Ji xwera mirinan biecibînin, ta ku em fêrî jîne bibin Ohooo... bi hesabê pêçîyan em salan nikarin biqedînin Mansûr! Were em xwe ji jîyanê daweþînin Û xwe bikemilînin Kerikan li ber royê bistewînin, Ji parîyê giran, ji ava sotînêr dûr bimînin …
Sal 2007, Mansûr vegerîya tarîxê, Pal daye lêvê çekên xwe evînê. Mansûr li neheqan da'wa çermê xwe dike Û yê pirtî û palasê jî….
* Ev nivîsa meyweya manewî þîîra birêz Sabah KARA'ya bi navê “Mansûr”e. Lewra nivîs, ji tesîra ku þi’rê li ser min çêkirî hate holê.
|