|
Derbarê Pêþbezîya Çîrokan a Nûbiharê de
Roþan Lezgîn
Ez bawer im ji bo tesbîtkirina hêjahîya her tiþtî, kêm an zêde, pîvanek peyda dibe. Hinde pîvan hene ku li gorî þert û zurûfên wê demê ne, hinde jî hene ku li gor pêwistîyê ne. Wek mînak, heke yek li çolistaneke bêav mabe, ji tîbûnê êdî li ber candayînê be, di wê kêlîyê de ji bo wî kesî tasek av ji kîloyek zêr hêjatir e. Li vir pîvana hêjabûnê li gor pêwîstîyê ye. Lêbelê hinde tiþt hene ku pîvanên wan naguherin, dibe ku her dem heman pîvanên xwe hebin. Wek mînak, di edebîyatê de hêjahîya metnekê li her derê û her dem bi heman pîvanên estetîkî dikare were tesbîtkirin. Di edebîyatê de dibe ku ecibandina kesane jî wek pîvanekê bêye dîtin, lê dê ev nebe pîvaneke muqîm. Hingê çi dema ku em bibêjin ev berhemeke baþ e, yan jî em bibêjin ev berhemeke xirab e, divê em vê baþî û xirabîyê li gorî pîvanên edebî îzah bikin. Em hemû dizanin ku þaxên edebîyatê hene; helbest, çîrok, roman, ceribandin… Ji vana, niha mijara me çîrok e. Çîrok, wek formeke edebî di navbera helbest û romanê de ye. Di çîrokê de vegotin ne wekî helbestê gelek sergirtî û bi remz e, lê her wekî vegotina romanê jî ne ewçend bi teferuat û vekirî û dirêj e. Çîrok di qisetkirinê de ne destbelav û îsrafkar e, hîsabê her gotin û hevokê dike. Her wiha, çîrok ne ew forma edebî ye ku qala her tiþtî dike, na, tenê teferuatek, kêlîyek an jî fotografek e. Carînan, dibe ku çend fotograf li gorî pêwîstîya gewdeyê metnê û li ser hesabê forma çîrokekê bêne kêleka hev da fotografekî din çêbikin. Bi gotineke kurt, ew deþta ku romanûs hespê xwe tê de hêdî-hêdî û bi sebir dibezîne, çîroknûs hespê xwe çargavî dibezîne. Û ger þaîr be, helbet tenê li wê roja ku deþt seraser di nav mijê de ye, siwar dibe û bi hîr-hîra dengê hespî re wek brûskê, wek xeyaletek ji ber awirên me diþemite. Ji bo afirandina edebîyatê ziman tekane malzeme ye. Tenê ziman û ne tiþtekî din. Û ziman jî tenê ne peyv in, ku di ferhengekê de ligel wateyên xwe hatibin rêzkirin, na, her ziman sîstemeke bêqusûr e. Edebîyat, di rastîya xwe de, û berîya her tiþtî, biedebkirina zimên e; xweþikkirina/estetîzekirina zimên e. Di edebîyatê de xebitandina zimên hem divê bêqusûr be, hem jî fewqiladet be. Ger ne wisan be, emê çawan metneke edebî û nûçeyeke rojnameyê, yan jî gotarekê ku heman bûyerê qiset dikin, ji hev cihê bikin? Bêguman derbarê cihêtîyên di navbera metneke edebî û needebî de tiþtên din ên wekî honandina tevna bûyerê, veþartina peyaman, sazkirina karekter û lehengan jî muhîm in, lê awayê karanîna zimên di serî de ye. Di berhemeke edebî de, bi taybet jî di helbest û çîrokê de, qusûreke piçûk a zimanî dikare bibe sedemê hilweþîna struktura wê berhemê. Ev tiþtên hanê ji bo tesbîtkirina hêjahîya berhemeke edebî pîvan in. Ji serî de, wek pîvaneke sereke, min ji alîyê zimên ve bala xwe da ser çîrokên ku bo pêþbezîya çîrokan a Nûbiharê hatibûn, da ez karibim ji baþtirîn çîrokê ta xirabtirîn çîrokê rêz bikim. Bêguman ziman jî bi alfabeyê tê nivîsîn, her wiha, her ziman xwedî qaydeyên gramatîk in. Di tesbîtkirina hêjahîya çîrokan de karanîna alfabeyê û rastnivîsîna zimên berîya her tiþtî pîvanek ji pîvanan bûn ku ez çîrokan li gor vê pîvanê, wek a baþ û ya xirab rêz bikim. Wek mînak, di çîrokên bi navê “Hélîna Zulmé, Em Hînî Bun Mirinê Hînî Nebun Kuþtinê, Çîrokên Rastan: Hesenê Dilovan, Pirsgiréka Kevneþopî u Evîn a Zeyneb u Cemîl” de alfabeya kurdî þaþ hatîye karanîn, wate, hinde çîroknûsan hê alfabeya kurdî baþ nas nekirine. Dîsan çi dema ku min li zimên nihêrîye bêguman pêþî peyvê û karnanîna wê bala min kiþandîye ser xwe. Her wekî ku tê zanîn, kurmancî zimanekî zayendî ye. Peyv, nêr û mê ne. Ji vê çendê divê îzafeyên nêr û mêkîyê rast bêne þuxulandin. Wek mînak, di çîroka “A Baþ” de dibêje, “Ew [Wê] roj [rojê] min ê dest bi kar bikira û ze [ez] ê têketama polekî [polekê].” Lê piçek di pey re dibêje “Dema ku ez derbasî polê bûm…” Bala xwe bidinê, li hevoka pêþîyê peyva “pol” her wekî ku nêr be, îzafeya “î” girtîye lê di hevoka dawîyê de wek peyveke mê îzafeya “ê” girtîye. Ji alîyê çêkirina peyvan ve jî divê edîb gelek hesas bin. Çunke nivîsîn bi xwe berpirsîyarîyeke gelek giran e. Wek mînak, edîbê çîroka “Axa Kalê Hecî” dibêje “ …, tu jî rastîyek î lê mixabin rastîyeke katî yî û zuderbas î.” Hevok bi xwe li gorî rastnivîsînê ve þaþ e û wek mentiqa tirkî hatîye sazkirin lê ev peyva “zudebas” balkêþtir e. Min bi xwe peyveke bi vî awayî di nêv kurmancî de nebihîstîye. Baþ xuya ye ku edîbî ji ber xwe ve vê peyvê di þûna peyva “geçici” a tirkî de çêkirîye. Lê wek pîneyekî bêfesal xwe dide dest ku, bê hela pencên hizirîna mentiqa tirkî çawan sîstema hizirîna edîban xistîye bin hukmê xwe. Bêguman edîb dikarin peyvan ji ber xwe ve jî çêbikin lê ne bi vê mentiqê! Li vir min divê tiþtekî din bibêjim ku, ez bi xwe jî dixwazim di kurdî de peyvên xwerû bêne þuxulandin, ne ku yên bîyanî. Lêbelê, ez dibêjim ku, bi þuxuladina peyvên bîyanî zêde xisarekê nagihê zimanê me. Tiþtê ku ziman xirab dike û diherimîne, feliþandina mentiqa zimên bi xwe re tîne, ne karanîna peyvên bîyanî ye, hizirîna bi zimanekî din e; li ser hesabê wî zimanî çêkirina bêjeyan e. Bala xwe bidinê, li ser wesaîtên dewletê hevokeke wisan heye, ku dibêje “Resmi Hizmete Mahsustur”. Ev her sê peyvên ha ne bi zimanê tirkî ne, lê hevok bi xwe li gorî sîstema zimanê tirkî hatîye sazkirin. Wate, tiþtê muhîm li vir ev e, ku em hevokên xwe, hizirîna xwe li gorî mentiqa sîstema zimanê xwe saz bikin. Edîbên ku bi çîrokê re dadikevin divê ji her kesî zêdetir bala xwe bidin ser zanyarîya zimên û gramatîkê. Ziman, di edebîyatê de gelek girîng e, ku di ecibandina metneke edebî de her dem wek pîvaneke sereke tê dîtin. Di ziman de qalib hene, wek mînak, bi kurdî dibêjin “desmêja min þikîya”, bi tirkî jî dibêjin “abdestim bozuldu”, ango li vir peyva “þikandin” di þûna “xirabûn” a tirkî de ye. Lê heke em rabin bibêjin “desmêja min xira bû” ev nabe vegotineke kurdî. Di çîroka “þanoyeke Neasayî” de hevokeke wisan heye ku dibêje “Bêdengîya odê bi dengê çûkan xira dibe.” Li vir yekî ku tenê bi kurdî bizane, dê bibêje qey bêdengîya odê her wekî ku rizîyaye, bêhno bûye, ne ku bi xwendina çûkan re dawî li bêdengîya odeyê hatîye yan jî deng bi odeyê ketîye! Her wiha, edîbê çîroka “þoqbûn” dibêje “Min … li wî camêrî mêze kir, ew vekoland û got, “Na, ez nas nakim”, li vir “ew vekoland” çi ye? Yanî, bi tirkî “onu inceledim”. Û çi dema ku bi kurmancî yek bibêje “te heba [draje] xwe avêt?” hingê ezê wisan fam bikim ku, ew bo min dibêje, “te heba xwe girtîye avêtîye derekê”, yanî, heke ez baþ tirkî nizanibim, dê ji kû bêye bîra min ku dibêje “te heba xwe xwarîye?” Edîbê çîroka “Derd Man” dibêje “…û di nav feqîrtîyê de jîyankirin gelek [li] zora Usiv diçû.” Bala xwe bidinê, bê hela hizirîna bi zimanê tirkî çawan sîstema mentiqa kurdî ji hev de xistîye! Di zimanê kurdî de feqîr û feqîrî hene lê meriv tênagihê ku bê hela di nav feqîrtîyê de jîyankirin çi ye? Gelo di zarê kurmancî de jîyankirin heye? Edîbê çîroka “Zîndana Tenêtîyê” dibêje “Agirê min derketî ye û serê min diêþe.” Agir ji kû derketîye? Agir bi merivan re heye? Ger agir bi meriv re hebe jî, di wateya heste (çeqmaq) yan jî niftik (kibrît) de ye, ne ku di wateya girtina tayê/ketina tayê de ye. Ev kurmancîya sexte li van salên dawîn bi saya hinde kes û weþan û sazîyên partîzan ku zimanê wan ê rojane tirkî ye lê carînan bi zarê kurmancî dinivîsin an jî diaxifin çêbûye, ku heta ber qirikê kurmancîyeke lewitandî ye! Ev tesbîtên hanê ji wan pîvanan in, ku min di neqandina çîrokan de xwe sipartîye wan jî. Heke em bixwazin hakimîyeta kesekî ya li ser karanîna zimên bipîvin, divê em bala xwe bidin ser karanîna îdyoman. Çunke îdyom kakilê zimên in. Çi dema ku ez dibêjim “îdyom” divêt ev neyê wateya wan teþbîhên ku di taswîrkirinê de edîb bi xwe çêdike. Wek mînak, di çîroka “Azadî 1975” de edîb dibêje “…balte simêla min nedibirî. Lê niha ez bûme tayekî zirav û di qula derzîyê re derbas dibim.” Li vir, balte simêla min nedibirî îdyom e, di nava xelkê de meþhûr e, lê ez bûme tayekî zirav û di qula derzîyê re desbas dibim teþbîh e, ku edîbî bi xwe afirandîye. Lê çi heyf ku di pirranîya çîrokan de, kesên ku ji edebîyata modern fam dikin, gelek kêm îdyom di nav vegotina wan de hebûn. Zimanê çîroka “Azadî 1975” xweþ e, lê xuya ye ku têkilîya gelek edîban a ligel orîjînalîteya zarê kurmancî qels e; li pirranîya çîrokan zimanekî naylon, zimanekî çêkirî yê sexte hatîye þuxulandin ku vê yekê vegotina wan gelek tamsarkî kirîye. Ji bo min, ev tiþtên hanê giþ pîvan bûn da ez baþ û xiraban ji hev cihê bikim. Heke em hindek jî qala bûyer an jî mijarê bikin, divê em pêþî bala xwe bidin ser vê yekê, bê hela bûyer an jî mijara çîrokê çendî bakîr e. Her çendî her qisetkirin, heke teqlîd be jî, tenê aîdê xwe ye û her kesek xwedîyê zimanekî taybet e, lê cardin em dizanin ku hinde tiþt hene gelek hatine qisetkirin û hinde tiþt jî hene bakîr in. Ev bakîrî, divê pêþî ligel referansên hundirîn, ango, di qada edebîyata neteweyî de bêye tesbîtkirin û dû re jî ligel referansên derveyî, ango, yên cîranî û cîhanî bêye pîvandin. Her wiha, em ê bala xwe bidin ser ku, bê hela edîb mijarê yan jî bûyera herêmî çiqas karîbûye bi rengekî gerdûnî pêþkêþ bike? Li vir ez dixwazim vîya nîþan bidim ku, car heye bûyerek di nava çend kesan de derbas dibe, û çi dema ku ew çend kes di nava xwe de qala wê bikin, dê gelek pê bikenin. Lêbelê heman bûyer ji derveyî wan kesan were gotin, dibe ku hîç kesekî nede kenandin. Çunke tenê ew çend kes bi wateyên taybet ên wê bûyerê dizanin. Îcar, tam bi vî awayî, car heye ku mijareke edebî di qada herêmî de yan jî di qada netewî de dikare mesajên gelek watedar belav bike, belam dibe ku heman mijar bêwate bigihêje qadên din. Ji vê çendê, çi dema ku em bala xwe bidin ser metneke edebî, divê ew pîvanên gerdûnî serdest bin. Belê her çem ji serkanîyekê ye, lê hemwelatîyê çeman pirr in. Ev her du taybetmendî jî wek hêjahîyeke edebî, di rêzkirina çîrokan de dibin faktor. Bêguman mijareke edebî her dem dikare îlhama xwe ji bûyereke rasteqîn bigre, lê ev nayê wê wateyê ku dê edîb girêdayî kronolojîya qewimîna bûyerê bimîne û tevna çîrokê li gor vê kronolojîyê bihone. Yan jî her faktora ku tesîrê li ser qewimîna bûyerê kirîye edîb rabe motemot di berhema xwe de qiset bike. Tenê ew tiþtên ku di çarçoveya mijarê de ji bo berhema edebî pêwîst in, edîb dikare wek fentazîyekê bi xwe çêbike, û tiþtên ku ne lazim in jî, qet guh nedîyê. Ji vî alîyî de problemên hinde berheman zêde bûn. Lê divê ez li vir heqê wan teslîm bikim, ku ji alîyê teknîka honandinê ve çîroka “A Baþ” jî û wek çîrokekekê “þanoyeke Neasayî” jî gelek balkêþ bûn. Van her du berheman, di ristina tevna çîrokê de xwe ji wan qalibên basît ên edetî xilas kirine û bi vî awayî honandina tevnê, ku li hev alandina bûyeran gelek balkêþ e, rengekî nuh daye edebîyata me. Her wiha, divêt metin di nava xwe de xwedî mentiqeke sehîh be. Wek mînak, edîbê çîroka “Em Hînî Bun Mirinê Hînî Nebun Kuþtinê” li paragrafa pêþîn dibêje “Navê wî Nezan bu, ew sê birabun. Ew, birayê wî yê biçuk u birayê wî yê mezin.” Lê di paragrafa pêncan de dibêje “Nezan, mezintirin zarokê malê bu.” Niha, her wekî ku têye dîtin, li vir edîb xwe bi xwe re ne li hev e. Pêþî dibêje Nezan zarokê navîn e, lê dû re dibêje, yê mezintir e! Xuya ye, hakîmîyeta wî ya li ser mijarê gelek zeîf e. Dema ku ez qala mijarê dikim, helbet di warê hilbijartina mijarê de mafê edîb nîn e ku hîç kesî di bin tometekê de jî bihêle, her wiha, kom, grûb an miletekî di rewþeke xirab de nîþan bide. Wek mînak, di çîroka “Pirsgirêka Kevneþopî u Evîn a Zeyneb u Cemîl” de nivîskar dibêje “Lé di nav cîwakén malbata dimilîyan de fîkira(raman)pireka(bý jinan na þéwirin) nayé pîrsin.” Di edebîyatê de divê hukumdayîn, darizandin, þîrovekirin nîn be. Edîb tenê nîþan dide, bêguman di vê nîþandayînê de edîb jî her wekî subjektek ne bêalî ye. Lê tiþtê ku nîþan dide jî, jixwe, bi zanebûn nîþan dide. Û piþtî têgihaþtina ji vê nîþandanê, dê xwendevan bi xwe, li gor xwe hukmekê bide. Muhakemekirin û darizandin û hukumdayîn û þîrovekirin divê bo xwendevan bêne hiþtin. Ango, divê edîb nebêje “hingivîn þîrîn e” jî. Edebîyat nasandina civakek, deverek an jî tiþtekê bike jî, lê nevê ku bi wî awayî nihêrîna xwe hiþkehiþk bo xwendevan bide nîþandan, na, divê bi zimanekî edebî, bi metodên edebî dîyardeyê nîþan bide. Te divê bila baþ an xirab be, jixwe, xwendevan bi xwe dê têbigihê. Lêbelê, di vira de tiþtekî din heye ku, edîb dimilîyan (kurdên zaza; kird; kirmanc) îtham dike, wan di bin tometê de dihêle. Niha, yekî dimilî jî dikare rabe vê îthamê berevajî bike û bibêje civata dimilîyan ji alîyê þêwirîna ligel jinê ji kurmancan gelek pêþdetir in, her wiha, îstatîstîkekê jî çêbike ku, civata kurmanc gelek zêdetir zilmê li jinan dike, gelo dê xwedîyê çîrokê çi bibêje? Ev tiþt jî, ji bo tesbîtkirina hêjahîya berhemeke edebî pîvan in. Di metneke edebî de divê peyam veþartî be. Her wekî ku Çemê Murad di çileya zivistanê de di ser re qeþa bigre lê dîsan jî meriv têbigihê ku di binî re diherike. Wek mînak, di çîroka “Berxwedana Biçukekî û Azadî” de, hê di serî de meriv ji navê wê têdigihê ku qala yan jî tarîfa berxwedana piçûkekî û azadîyê dike. Ev sernav bi xwe, þîrove ye, hukumdayîn e. Û edîbê çîroka “Derd Man” jî dibêje “Di rastîyê de li herêmê jî kêm zarok ji ser xwarinê têr radibûn.” Nexwe, edîbî bi xwe muhakemeya xwe kirîye, tenê ji xwendevan re xwendin hiþtîye! Her wekî ku meriv rabe wêneyê sêvekê çêbike û li binî jî binivîse, “Ev sêv e”. Nexwe, divê edîb wisan nîþan bide ku xwendevan bi xwe têbigihê. Heke ne wisan bûya dê her kes bibûna edîb, yan jî, kê çi binivîsanda dê bibûya berhemeke edebî. Ji alîyê din ve, heke di berhemê de muammayek nîn be, yan jî berhem meraq li xwendevanê xwe peyda neke, ew berhem mirî ye! Ev jî pîvan in, ku meriv hêjabûna metnekê tesbît bike. Li jor min qala teqlîdê kiribû. Bêguman her tiþt, heta ku jîyan bi xwe teqlîd e. Lê di her teqlîdkirinekê de xwerrûbûnek, pêþketinek jî heye. Lêbelê, heke meriv rabe rasterast çîrokekê ji zimanekî bîyanî wergerîne, dê ev tenê bibe wergerek ji wergeran û ne tiþtekî din. Her çendî ku ezê nikaribim ji sedî sed îsbata wê bikim jî, lê ez guman dikim ku çîroka bi navê “Zîndana Tenêtîyê” û “Valahîya Demê” werger in. Îhtîmaleke mezin, ku “Valahîya Demê” ji zimanekî Ewropî hatîye wergerandin. Di hevokekê de dibêje, “Gorî ku li nav gorîstanê bû ev koncal gor bû; naþor, kefen û pîjikê ku di lingê wî/ê re çûbû jî ji textê darbestê þikestibû û di lingê wî/ê re çûbû.” Û çîroka “Zindana Tenêtîyê” jî, îhtîmaleke mezin, ku ji tirkî hatîye wergerandin. Meriv têdigihê ku hemû hevok ji tirkî hatine wergerandin; ji ber ku, tu hevokek ne li gorî qayde, mentiq an jî sîstema kurmancî bûn. Di nava çîrokên ku bo pêþbezîyê hatibûn de çend heb jê xebroþk (masal) bûn. Wek mînak, xebroþka bi navê “Kutxwar Axa” rasterast bi hevokên “Carekê ji caran rehmet li daybabên xwendevanan û guhdaran. Hebû tunebû tu kes û tu tiþt ji Xwedê mezintir nebû.” dest pê kirîye. Xuya ye, kesên ku ev xebroþk þandine hê peyva “çîrok” di wateya xebroþkê (masal) de dizanin. Jixwe, di kurmancî de, ji berê de peyva “çîrok” di wateya “masal” a tirkî de bû, lêbelê di van salên dawîyê de bi pêþketina edebîyatê re peyva “çîrok” tenê ji bo “öykü” ya tirkî têye famkirin. Her wiha, têye gotin ku ji çar paran parek ji kurdên Kurdistana Bakur kirmanc (zaza) in. Ji vê çendê, min gelek hêvî hebû ku di nava van 35 tene çîrokan de qet nebe 5 tene jî çîrokên kirmanckî (zazakî) hebin, lê mixabin, ne ku 5 tene, yek tene jî nîn bû. Li vir, min divê tiþtekî bidim zanîn ku ta niha du çîrokên baþ ên Hebûn li kovara Vate weþîyane. Dema ku pêþbezîya çîrokan a Nûbiharê hate îlankirin, wî jî çîrokekê amade kir da bo pêþbezîya Nûbiharê biþîne, lê piþtî ku di nêv desteya jurîyê de navê min jî hate daxuyandin, hingê wek prensîbeke exlaqî em qayîl nebûn ku Hebûn çîroka xwe bo pêþbezîyê biþîne. Heke ne wisan bûya, îhtîmal e ku dê çîroka Hebûnî wek tekane çîroka kirmanckî (zazakî) di nêv çîrokên kurmancî de bihata dîtin. Wek encam, her çendî ji alîyê karanîna zimên ve rexneyên min bo tevayî beþdarên vê pêþbezîyê hebin jî lê bi vê pêþbezîyê re zêdetirî deh çîrokên baþ li edebîyata kurmancî zêde bûn. Ez hêvîdar im ku, ev çîroknûsên me hîn zêdetir bala xwe bidin ser qayde û taybetmendîyên sîstema kurmancî. Çi dema ku çîroka xwe dihonin, dû re gelek bi baldarî lê vegerin, bi çavên cihê bi cihê ligel berhema xwe dakevin; keda ku berhem dixwaze, jê re texsîr nekin. Her wiha, baþ bala xwe bidin ser edebîyata kurdî û ya cîhanê jî. Çunke edîb divê baþ bala xwe bide ser berhemên edebî yên pêþîyan û yên dema xwe da ku baþtir reng û dirûvê xwe binase. Û her wekî gotineke dawîn, ez hêvîdar im ku ji ber rêzkirina berheman dilê kesî ji me nemîne. Dîyarbekir - 10. 03. 2007 |