|
Çîroka 3.
A baþ
Bahoz Baran
Sala 2004an, dest bi mamostetîyê dikim. Li Wêranþarê. Jîyan di nav toz û gemarê de maye. Li kîjan alî bifitilî rastî trajedîyeke din têyî. Serê sibê ye. Ber bi dibistanê ve diçim. Dikandar berî her kesî þîyar bûne û pêþîya dikana xwe paqij dikin. Ji ber ku li vî bajarî av hindik e; bêav vê paqijkirinê dikin. Li vî bajarî jîyan toz e. Ew sal ez nuh çûbûm wê derê. Min her tim bêtir meraq dikir, cihên ku ezê cara yekemîn biçûma. Gelo wê li vî bajarî çi derkevin pêþberî min, ezê karibim çend rojên xwe zeft bikim li vê derê? Bi tevlî van ramanan ez ji derîyê dibistanê ketim hundir. Ew roj minê dest bi kar bikira û ezê têketama polekê. Wan xwendekaran wê hê nuh min bidîtana û min jî wê hê nuh wan bidîta. Dirûvên wan, navên wan, paþnavên wan, her tiþtên wan meraq dikim. Her xwendekar li gor min cîhanek din, hêvîyek din e. Û her xwendekar jî çîrokek e li gor min. Îcar xwendekarê me yên van deran, ji bela ku herî pirtir rastî xezeba dewletê hatine, mirov dema ku li wan dinêre, ji tiþtên dîtî pirtir tiþtan dibîne. Dema ku ez derbasî polê bûm hemû xwendekar bi þêweyekî leþkerî rabûn pîyan û benda axaftina min man. Min ê mecbûr bi zimaneke din ji wan re bigota "Roj baþ". Berî ku ez dest bi kar bikim jî, ez vî tiþtî fikirîbûm; lê ez nizanîbûm ku wê ewqas bandoreke neyînî li ser min çêbike. Ew kurd in û ez kurd û silava me ya sibê "Roj baþ"a bi tirkî. Piþtî axaftinek kurt me hevûdu nasî. Dest bi xwendina navên wan dikim (Li vir dixwazim bibêjim ku paþnavên mirovan ji navên wan pirtir bala min dikþînin.): – Cebrail Çelîk – Li vir im. – Meryem Koyun – Li vir im. – Fehmî Çavûþ – Li vir im. – Zeynep Abaþ – Li vir im. Dema ku dengê wan herdu paþnavên dawî di mejîyê min de olan dan, bi olandana wan re hin tiþt bi min re peyda bûn. Ev hem meraq bû û hem jî ez nizanim çibû. Van herdu paþnavên dawî min hinekî dan fikirandin. Gelo van paþnava çawa hatibûn pê, bi taybetî jî paþnava dawî ya "Abaþ" çawa hatibû pê? Jixwe min her tim meraq dikir ku van paþnavana çawa hatine afirandin. Xwezîya min jî di afirandina paþnavek de çavdêrîyê bikira. Di nava van fikaran de min xwe li deverek din dît. Meha biharê bû. Erd û xwar tev de bi hêþînahîyek bêhempa hatibûn xemilandin. (Ez her tim dildarê wê hêþînahîya ku weke perdeyekî xwe davêje ser axê bûme, herhal ji ber vê yekê ye ez wiha fikirîm) Hêþînahî wer belav bûbû ku axê qet xuya nedikir. Çend deqe þûn de hin ewrên bi hêvî peyda bûn li jorzemînê. Dilê baranekî hebû. Û dilop dilop dest pê kir baranê. Ji min ve gundek xuya dikir. Ez ber bi gund ve çûm. Li ser rêya gund rastî çend gundîyan hatim. Kincên ku li wan bûn gelek peritandî bûn. Û ji rûçikên wan xuya bû ku gelek aciz bûne. Ma vana vê sibehê çawa evqas aciz bûbûn? Di rûyê wan de westandina piþtî þer hebû (Tiþtekî balkêþ bû, lê di rûyê hemûyan de heman tiþt derdibirîya.) Li min nihêrîn. Weke ku ez jî yek ji wan gundîyan bim. Kincên min nediþibîyan kincên wan. Lê ev jî qet bala wan nekiþand. Ez hêdî hêdî ber bi gund ve çûm. Li kêleka gund çemekî biçûk hebû. Çend zarokan dest û lingên xwe tê de diþûþtin. Ez ku zanibûm zarok her tiþtî meraq dikin; lê van zarokan carekî jî li min nenihêrtin. Bi rastî hinek li zora min çû. Min xwest ku wê çaxê wan zaroka li min binihêrtana. (Ma jixwe mirov pirî caran naxwaze ku ên din li meriv binêrin) Lê wan zarokan carek jî berê xwe bi min de nekirin. Meþîyam. Hatibûm nêzî gund. Dema ku min halê gund dît ez pir li ber gund ketim. Wê deqê min hîs kir ku ez herî kêm heftê sal di paþ de hatime. Te digot qey tevlî van mirovan, xanîyên wan jî çûbûn beþdarî þer bûbûn. Xanîyên wan, ji wan pirtir westîyabûn û ji hev de ketibûn. Perîþanîyeke mezin hebû. Dewleta ku ew lê dijîyan ji þer derketibû û xwe ji nû de ava dikir. Ew jî di vî þerî de gelek têkoþîyabûn û pir westîyabûn. Ev westandin di her halê wan de xwe dida der. (herçiqas deh-panzeh sal derbas bûbû jî.) Hatibûm ser kanîya gund. Mirovekî diaxivîya û yên din jî guhdarîya wî dikirin. Min silavek da wan û min xwest ku ez jî guhdarîya wan bikim. Gelo wê van mirovana çi bipeyivîn, ma ezê ji wan fêm bikim an na? Meraqeke pir zêde li min çêbû. Lê ji dengê ewil min fêm kir ku vana bi zimanê min dipeyvin. Wê deqê ez pir kêfxweþ bûm. Ezê bibama çavdêrê dîyaloga heftê sal berê. Jixwe min jî tiþtekî wisa dixwest. Xuya bû ku ew zilamê dipeyivî tiþtekî weke muxtar bû. Qala dewletê û leþkeran dikir. Digot ku, hikûmetê xeber þîyandîye ku îro leþker ji bo meselekî girîng wê bêne gund. Bila her kes alîkarîya wan bike, tu kes astengîyan dernexe. Lewre tiþtê ku tê kirin ji bo berjewendîya gel e. Gundîyan muxtar erê kir û her kes ber bi mala xwe ve çû. Li ber kanîyê ez û kûçikek tenê man. Ez hinekî din jî nêzî wî kûçikî bûm. Pir cudatî di navbera wî kûçikî û di kûçikên îroyîn de hebû. Ev bala min kiþand. Weke mirovan kûçik jî li gor salan diguherîyan. Berî her tiþtî ev kûçik, kûçikekî xurt û serbilind bû. Qet ji min netirsîya, bi nerîneke pir bi watedar li min nêrî (cara yekemîn bû ku kûçikek ewqas watedar li min dinihêrt) û dawîyê çû. Di navbera wî kûçikî û di kûçikên dema me de çiqas ferq hebû. Kûçikên îroyîn; lavakar, bertilxwar, bêþanaz… Weke xwedîyên xwe… Ji min re wer xuya kir ku pêþeroja ku îro em dijîn, ew roj di çavên wî kûçikî de xuya bûbû.(ez hê jî nizanim min çima wisa hîs kir) Qasî bêhnekî ez li ser kanîyê mam. Dawîyê dengê hespan hat. Dema ku min ew rêya ku ez tê de hatibûm nihêrt; min fam kir ku ev leþker in. Nêzî deh-panzdeh leþker bûn. Çekên kevin li milê wan bûn û di bin her yekî de hepsek hebû. Hatin li ber min sekinîn. Ne wan silav da min, ne jî min silav da wan. Te digot qey ne ez wan dibînim, ne jî ew min dibînin. Qala gund kirin; ku çend mal û çend malbat li vî gundî hene. Qala navên wan kirin. Dawîyê min fam kir ku li gor zagona paþnavan, ya ku nuh derketibû, dewletê paþnavan belav dikir. Da ku mirovên xwe tevlîhev neke. Wan baþtir binase. Ev mesele bala min kiþand. Ez jî jixwe li tiþtekî wisa digerîyam. Gelo wê van leþkeran paþnavan çawa bidana malbatan, ev paþnav wê ji kû peyda bibin? Piþtî ku axaftin xelas bûn, leþker bûn du bir. Hinek ber bi jorê gund ve çûn, hinekên din jî ber bi jêr ve. Min jî da dû ewên ku ber bi jor ve çûn. Nizanim, ev wê çaxê bi awayekî refleksîf pêk hat. Belkî jî ew leþkerê ku pêþengîya koma ber bi jor ve çû dikir bala min kiþandibû, min di rûyê wî de trajedîyek dîbû. Divê bi ez dû wî ve biçûma. Min da dû wan. Em çûn li ber derîyê mala ewil sekinîn. Leþkerê herî pêþ ber bi derî ve çû û li derî xist. Tu deng ji malê nehat. Leþker bi awayekî guzim li derî xist. Dengekî ji hev de ketî hat: -Ew kî ye (xuya bû ku ev kaloyek bû û ewî zanîbû ew leþker in) -Em in, em xalo! -Hinekî bisekinin wa hatim. Xalo derî vekir. Temenê wî dora heftê- heftê û pêncî bû. Di rûyê wî de tu hêvîyek nemabû. Her hal ew tenê dijîya. Dirûvê wan kalên ku tucar ji dewletê hez nedikirin pê diket. Hin kalên me yên wiha hebûn. Dewlet di mêjîyê wan de, her tim weke bela bû. Dema ku bihata li derîyê wan bixista helbet tiþtek hebû. Û sedî nod ew tiþt, tiþtekî nebaþ bû. Berçavekî ku alîyekî wî þikestibû li ser çavên wî bû. Û bi awayekî pir ecêb li leþkeran dinihêrt. Leþkeran dixwestin hinek zûtir karên xwe biqedînin. Lewre ewê tevahîya gund bigerîyana. Leþkerê li ber derî, ewê sorik ji kalo re çend tiþtan got. Deng nehate min. Hinekî din jî ber bi wan de çûm. Kalo jî min dît. Min fam kir ku ji ber tevlîhevîya ziman ji hev fêm nakin. Leþkerekî kurd jî di nava wan de hebû îcar wî jî alîkarî dikir. Wî û xalo jî ji hev baþ fêm nedikir. Ji ber ku di nava leþkeran de yê ku kurdî zanîbû ew tenêbû, wî bigota çi yên din pê bawer dikirin û ji wî alî de ew rehet bû. Pêþî mamê dewlet bi alîkarîya leþkerê kurd pirsa kalo kir: -Xalo tu çawayî? -Baþim, xwarzê min, hûn çawa nin (ji ber ku ew leþker bi kurdî dipeyîvî kalo jî hinek rehettir bûbû û kêfa wî jî dihat.) -Xalo tu zanî em ji bo çi hatine? Bi dengekî ji hev de ketî: -Na, nizanim, ser xêrê be. -Xêr e, xêr xalo… -Dewleta me ji we re paþnavan belav dike. -Ew çîye? -Paþnav e loo.. Tê piþtî navê te. -Ê ma heta niha tiþtekî wiha tunebû û em dijîyan, emê bi wan çi bikin? -Xalo emê hev baþtir binasin, emê pêþîya tevlîhevîyê bigirin. (wan leþkerana berî ku bihatana, derheqê van pirsan de hatibûn perwedekirin.) Xalo tevlî axaftina xwe, difikirî jî. Wer xuya dike ku ev tiþt bi pere ye. Bi pere nebe, vana çima wê heta vir werin. Her hal di nava wan paþnavan de yên erzan jî hene. Ezê ji wan yekî bigirim. Lê qet dilê kalo tunebû: -Xwarzê ez nestînim nabe, wa jixwe ezê bimirim. Ezê paþnavê pê çi bikim? -Na xalo nabe, tu mecbûr î bigirî. Kalo bi dengekî ciddî û hinek fedîyokî di guhê wî leþkerî de: -Ê xwarzê min bi çi ne ev paþnav, (bênavber dom kir xalo) de hema a herî erzan kîjan e wê bide min. -Xalo xalo min got hela tê bibêjî çi. Belaþ e belaþ, perê çi halê çi. Xêra Xwedê! -Nalo… Belaþ, mala we ava xwarzê min. Kalo þaþ mabû, dewlet di vê feqîrîya xwe de were û tiþtek belaþ bide mirov. Welle xêr e. -Xalo navê te çîye? -Qurban navê min Ahmed e. (kalo hinek rehet bûbû) -Xalo ez hema paþnavekî bidim te? -Tu zanî xwarzê. Xwarzê hinek fikirî. Ew li leþkerîyê "çawiþ" bû û peyva "Çawiþ" jî her tim pir di xweþa wî de diçû. Ji niþkave ew peyv ji nava devê wî derket.Weke ku tiþtekî nuh afirandibe kêfxweþ bû, axivî leþker: -Temam, min dît! Bila paþnavê te "Çawiþ" be -Ahmed "ÇAWIÞ"… bi Xwedê pir xweþ bû. Vî leþkerî qet fikrê hevalê xwe yên din nepirsîbû. Vêya jî zora wan biribû. Û xeberdana wî û navbera kalo jî zora wan biribû. Ma ji bo paþnavekî ew ewqas bisekinin wê heta êvarê ev kar çawa biqede? Leþkerekî din wer difikirî. Bangî hevalê xwe kir: -De hadê ev çi teþqela te ye? Hinek zû bike. -Temam Leþker hinek zûtir dest bi axaftina xwe kir: -Xalo te eciband? Ahmed Çawiþ. -Xwarzê mala te ava be. -Xalo mala dewleta me ava be. Ez leþkerê dewletê me. Li ser navê dewletê diaxivim. Hin kaxizên din jî bi kalo dan îmzekirin. Û xatir jê xwestin: "Ahmed Çawiþ li xwe miqatebe" Xalê Ahmed êdî bûbû Ahmed Çawiþ. Çi zû bûbû. Ew jî þaþ ma. Ez jî þaþ mam. Min ku her tim dixwest ez bibim çavdêrê dayîna paþnavekî. Wa ez bûbûm çavdêrekî. Tiþtekî ecêb bû, lê evqas xweþ nebû. Piþtî ku ew çûn kalo çend deqan li wan nihêrî. Baþ e ku tu teþqeleyek derneketibû. Dewlet hatibû û çûbû. Xêra Xwedê paþnavekî jî dabûn wî. Kalo kêfxweþ bûbû. Careke din jî li min nihêrî. Te digot qey fedî dikir. Piþt re derîyê xwe girt. Ez jî bi gavên zûtir çûm û gihaþtim leþkerên din. Xuyabû ku nîqaþek di nava wan de dest pê kiribû. Yên din li ser yê kurd de diqehirîn. Lê mecbûrî wî leþkerê kurd bûn. Nedixwestin nava xwe û wî xera bikin. Îro divê heta êvarê ev gunda xelas bikirina. Lewre serbazên wan ji wan re gotibû: "Heta êvarê biqedînin û werin." Mamê dewlet nedisekinî. Ji bo wê westandin tunebû. Weke mirovekî hê nuh bi xwe hesîyabe. Pir birçî bûbû dewlet. Weke þekir bû desthilatdarî û dewletê weke zarokeke çavbirçî nedixwest ji devê xwe wê derbixe. Ma xwedî derketina mirovan tiþtekî xerab bû(!) Kî dikare li gor þaristanîya ku tenê diranek wî mabû; wisa paþnavên xweþ û rind biafirîne ji mirovên xwe re. Çûn ber derîyekî din sekinîn. Leþkerek xwest li derî bixe. Lê tu çengalek li ser derî tunebû. Û ji ber ku derî darinî bû bi lêxistina desta jî tu deng jê dernediket. Leþkerê kurd banî xwedîyê malê kir. Dengek ji kûr de hat. Dengê pîrekek bû. Wê got qey yên li derî lêdidin zarok in. Bi dengekî qehrokî bersiv da: -Lê law bisekinin, ez hatim ji we re. Pîrê dema ku derî vekir û leþkeran dît þaþ ma. Dengê wê hate birîn. Leþkerê kurd di cî de dest bi axaftinê kir. Lê çi feyde deng nediçû pîrê. Guhê pîrê hinek giran bû, hinek jî xwe nêzîktir kir leþker û dengê xwe bilindtir kir. Ma di van malan de tenê pîr û kal hebûn? Xuya bû ku ew jî tenê dijîya. Ji kaloyê din pîrtir bû pîrê. Birûyên wê pir bandor li mirov dikir. Te digot qey xemgînîya salan di wan birûyan de kom bûne. Dengê wê weke çemekî delal xwe ber dide nava kûrahîya dilê mirov û rûyê wê weke deþtekî kevnar mirov dixist nava ramanan. Mirinê di rûyê wê de dest bi çêkirina wênaya xwe kiribû jî. Xuya bû ku wê jî ji dewletê hez nedikir. Di wê deqê de xaltîka min ya Besra hate bîra min. Gotineke wê hebû her tim digot: “Ev dewlet pisîkek efritî ye û her tim tê xwarina min dirijîne.” Dewlet bi dengekî bixwebawer axivî: -Pîrikê em hatine ku paþnavek bidine te. -Ew çîye îcar, ezê pê çi bikim? (dengê wê dengê pîrikên me yên deng delal bû, ez dikarîbûm li ber vî dengî hezar sal bimînim.) -Lazim e, lazim. Tê piþtî navê te. -Pîrikê navê te çîye? Pîrê bi dengekî qehrokî axivî: -Çima, çi îþê te pê ketîye? -Ê ma pîrê navê xwe ji min re bibêje ku ez paþnavekî xweþ bidim te.. -Ez naxwazim. -Pîrê tu mecbûr î. Emê bidin her kesî, de navê xwe bibêje loo. Pîrê bi dengekî aciz axivî: -Zeyneb e, Zeyneb ha. Welleh bi pera mera be ez tu panotek jî nadim we. -Pîrê, pere mere naxwazin em ji te, belaþ e belaþ. -Tu derewan nakî ne? -Na, na pîrê na, ez çima derewan bikim. -Pîrê paþnavek ku tu bixwazî heye an na? -De ez çi dizanim kurê min hema "A baþ" kîjan e bila ew be. Peyva "A baþ" ji devê pîrê wer derketibû ku leþkerê ku qeyda paþnavan çêdikir ew nivîsandibû jî. Leþkerê kurd jî dengê xwe nekir. Li lênûska ba xwe nihêrî. Wî leþkerî bi tîpen mezin nivisîbû "Zeyneb ABAÞ". Ez wê çaxê ne dikarîbûm bigirîm, ne jî bikenim, qefilîbûm. Çi rewþeke trajîkomîk bû. Pîra Zeyno di nav nezanîya wan leþkeran de, di du sanîyan de bûbû Zeyneb ABAÞ. Û wê ev paþnav ber bi pêþerojê ve bihata û bihata. |