Çîroka 2.

 

Agirê Huznê

 

Selman Dilovan

 

 

Pêþî nexwest ku bawer bike, careke din li wê paragrafê zivirî û xwend: “... yek ji wan kesên ku li Cêsarê hatine revandin, navê wî Lezgîn e û berpirsyarê komeleyeke taybet e.” Bi carekê madê wî guherî. Ma gelo dibe ku ew be! Nexwest ku bawer bike. Ji xwe re got; “Kî dizane belkî hinek kesên din jî, bi navê Lezgîn hene û li komeleyên taybet perpirsyar in.” Lê digel vê jî, dikir nedikir, dilê wî rihet nedibû. Rojname danî ser masê, pala xwe da kursî û hêdîka di ber xwe de got: “Xwedêwo, hema bila ne ew be, ma dê çi bibe!?”

Xwe rast kir û li çenteyê li ser masê nêrî, telefona xwe derxist û da ber guhê xwe... Dilê wî çargopalî lêdida. Guhê wî li bersiva telefonê bû û di ber xwe de digot: “Înþaellah ne ew e! Înþaellah ne ew e!”

-Belê, kerem bikin!

Dengê Helîmê rind dihat, dengê wê ne dengê yeke madekirî, yan jî yeke xemgîn bû. Vê kurtedemê hêvîyek dayê.

-Ez Rênas... Helîme, tu yî?

-Belê.

Piþtî halpirsînê, pirsa Lezgîn kir, dema dît ku deng jê nehat got:

-Niha min rojname dixwend, tiþtek tê de hebû. Ez nizanim rast e yan na?

Helîme ma sekinî. Gelo nizanibû çi di rojnameyê de hatîye nivîsîn yan dixwest veþêre? Lê dem kin bû, Rênas careke din pirsî:

-Min got, rast e yan na?

-Bavê min?... Belê rast e.

Dengê keçikê zîz bû, wî jî bêî ku tiþtekî din bipirse got, “bi xatirê te” û telefon girt.

Mîna ku ji niþka ve cêrek av bi serê wî de bibe di cihê xwe de cemidî. Her tiþt di çend deqîqeyan de qewimî û rast jî derket. Dikir nedikir, dilê wî qebûl nedikir ku tiþtekî weha çêbûye. Ma ew Lezgînê þareza çawa ji malê têt revandin?! Ew rêhevalê þen, ew rêberê ku hebûna xwe hertim dida hiskirin, çawa wenda dibe! Lê êdî bûyer qewimîbû; ew “destê xebîs” yê veþartî dîsa li ser kar bû mixabin...

Hebûna hêvîyê tesellîyeke xweþ e, lê carna xwexapandin e. Rênas jî di vê rewþê de bû, hêvîyên xwe nedibirîn, lê tu elametên xêrê jî nedidîtin, loma jî rûniþt û mîna kesekî ku destê xwe jê þûþtibe, fikirî. Bîranînên Lezgîn mîna þelîta filîmekê di ber çavê wî re derbas bûn:

Cara pêþîn ku li komeleyê ew dîtibû û li axaftina wî guhdarî kiribû, kêfa wî jê re hatibû. Rênas jî bi jîrbûn û zekaya xwe cihekî taybet li ba Lezgîn hebû. Di demeke kin de ji hev hez kiribûn. Hezkirineke pak, zelal, safî û jidil. Di encama wê hezkirinê de bûbûn dost û bira.

Rênas ji bilî bajarê xwe, tu bajarên mezin nedîtibûn, lê bi hêza wê dostanîyê li Cêsarê; wî bajarê xerîb tu bîyanîtî nekiþandibû. Digel ku paþê Lezgîn nas kiribû jî dîsan di nav xwendekarên hevalê xwe de yê têkilîyên wî bi mamoste Lezgîn re herî xurt Rênas bû. Ji ber ku wî bi xwe jî di medreseyan de xwendibû, pirê caran muxalifê hevalên xwe jê re “seyda” digot.

Ji ber ku Lezgîn dizanibû ku Rênas ji malbateke xizan e, ji alîyê maddî ve pir alîkarîya wî kiribû. Ji “Komeleya Alîkarîya Xwendekaran” burs dabû Rênas û li maleke xwendekaran jî -ku hemî xwepêgirtîyê komeleyê bûn- cihê mayinê jê re peyda kiribû. Di civînên wan yên adetî de pazdeh rojan carekê hev didîtin, lê pirê caran hevdîtina wan di hefteyekê de du-sê car bûn. Navî pazdeh-bîst rojan carekê jî, Rênas mêvanê mala Lezgîn bû.

Alîkarîya manewî jixwe hîn pirtir bû. Cara pêþîn bi saya Lezgîn þîranîya edebîyatê ketibû dilê wî û bi rêberîya wî xwe berdabû kûrahîya wê behrê. Lê ew rêber niha “wenda” ye. Çi balkêþ e ne wisan? Rêberê ku rêberîyê ji xelkê re dike, niha bêser û ber wenda ye, û ew bi xwe muhtacê rêberîyekê ye...

Lezgîn bavê wî bû; þîret lê dikirin. Çi cara ku ew didît, pirsa dersên wî dikir û tembeh dikir ku li dersên xwe baþ bixebite. Rêberê wî bû; bûyerên dinê tehlîl dikirin, paþeroj jê re nîþan dida. “Hay ji xwe hebin, tevê giranîya xwe bidin dersan: Jibîr nekin, xilasîya me di xwendinê de ye. Îhtîyacîya me ne bi þervanan, bi xwendeyan, zanayan heye... Çi xwendin çi jî kar, em çi bikin divê em ya herî baþ bikin...” Ev gotina Lezgîn ya meþhûr bû ku pir caran ji Rênas û kesên derdora xwe re digot. Digel vê ew heval û hogir jî bûn; dost û bira... Lê heyf û sed mixabin ku êdî ew bavîtî, rêbertî, hevaltî, hogirtî niha hemî “wenda” ne... Çi giran e, çi xemgîn e, çi êþa bêtarîf e û çi warê huznê ye “wenda!”... Wendayekî ku herkes lê sond dixwe, erd û ezman lê sond dixwin... Ji bilî Xwedê tenê ew “destê reþ” dizane, ka niha li kû ye, di çi halî de ye. Gelo niha tî ye, birçî ye, yan tazî ye, di iþkenceyê de ye? Gelo laþê wî didin ber pensan, yan çixarê tê de vedimirînin!? Ev tabloya kabûsane bû sebeb ku bêhemdî xwe qîrek da. Bi mêzekirina kesên li derdorê kuxik anî xwe ku yanî Xwedêgiravî bi hemdê xwe wilo kirîye, qirika wî xitimîye.

Qanûna dinê wisan e: Dema têkilîyên mirov demeke kin bi mirovekî re çêdibin, pirê caran mirov jê hez dike. Ew kes camêr e, merd e, hêja ye û hwd... Lê bi derbasbûna zeman, yan jî bi xurtbûna têkilîyan ji mirov re dîyar dibe ku ew kes jî xwedîyê hinek kêmasîyan e û hêdî hêdî dibe mirovekî normal yan jî li ber dilê mirov sar dibe.

Lê carcaran istisna hene. Li gor Rênas yek ji wan istisnayan Lezgîn bû. Hê di cara pêþîn de, kêfa wî jê re hatibû. Her ku hev didîtin, di çavê wî de mezintir dibû. Her ku diçû taybetmendîyeke wî ya din jî didît. Mirovekî durust, welatperwer, zana, jîr, bimarîfet, nefspiçûk, helîm û... Însanek... Belê, însanek û evqas taybetmendîyên çê!? Mirovekî ku ji kirêtîyên dinê hatî þûþtin, mirovekî Xwedayî… Lezgîn di çavê wî de bûbû mîna lehengekî efsaneyî yê çîrokan…

Ew di van bîranînan de bû, deng ji saeta wî hat. Saet bûbû yekê nîvro. Go, belkî dêya min meraq bike, rabû bi rê ket û ber bi rawestgeha otobusê ve çû... Li otobusê siwar bû, çû dawîyê, li cihekî vala rûniþt û dîsa dest bi wan bîrhatinên nîvco kir:

Roja pêþîn ku çûbû mala Lezgîn, Lezgîn nehiþtibû ku ew û hevalê wî Þîrîno, herin malê... Êvarê þîv li wir xwaribûn û heya derengê þevê li wir mabûn. Wî bi xwe gotibû ku gundî lawê gundîyekî ye. Lezgîn pê kenîbû û gotibû, “Em tev gundî ne, ma ka kî ji me bajarî ye, lê divê em bi xwendin û kultura xwe ji bajarîyan jî bibuhurin!” Hingê ji Lezgîn re gotibû ku dibistan li gundê xwe Girdaran xwendîye. Piþtî hingê mala wan hatîye Dîyarþanê û xwendina din li wir temam kirîye.

Lezgîn jî gotibû ku piþtî dibistanê, çar-pênc salan di medreseyan de xwendîye. Paþê jî dest bi xwendina mektebê kirîye, lê di sala yekê de, ji ber bûyerên sîyasî mecbûr maye ku dev ji zanîngehê berde.

Piþtî hevnasîneke kûr ji aþ û bajar peyivîbûn. Êdî mîna ku xizm yan jî dostên hev yên salan bin, ji sîyasetê, heta çandê, ji xwendinê heta bi jîyana gundan, peyivîbûn...

Bi dengê muzîka „Ey dilberê“ ji gelîyê xeyalan vegerîya, rahiþt telefonê:

-Fermo!

-Rênas, lawo tu li kû mayî? Em li hêvîya te ne, ma te negotibû ez dê bême firavînê!

-Temam dayê... Ez di rê de me, piþtî 10 deqîqeyên din têm. Meraq neke!

-Va ye Cangîr û Evdo jî li vir in. Em li hêvîya te ne ha!..

Dengê muzîka telefonê careke din ew bir Cêsarê: Rojeke biharê li çîyayê Balanê bûn, çûbûn geþtê. Lezgîn jê xwestibû ku stranekê bibêje, lê negotibû. Lezgîn ji hevalên wî bihîstibû ku dengê wî pir xweþ e, loma pir israr kiribû lê ew jî ji ya xwe nehatibû xwar û negotibû...

Êvarekê dereng di apartmanê de hildikiþîya jor, “Bavê Fexrîya” digot. Dengê wî bi olandanê hîn xweþtir bûbû. Wî jî dengê xwe piçekî din jî berdabû. “... nabe sayî!.. hawar li min...” Ji niþka ve Lezgîn li ber sekinîbû. Ji ber ku serê xwe tewandibû û distirand, heta ku rûbirû nehatibûn ew ferq nekiribû. Hingê Lezgîn jê re gotibû “Kuro tu bengîn bûyî?..” Pir þerm kiribû, xwestibû ku bibêje “ev ne strana evînê ye” lê ji þerman zimanê wî hatibû girêdan qet dengê xwe nekiribû. Piþtî ku Lezgîn derbas bûbû, jixwe aciz bûbû ku çima ev tiþt jê re negotibû. Paþê roja geþtê jî hatibû bîra wî, pirtir þerm kiribû...

Hîn ew di vê tabloyê de bû, dengê þifêr hat: “Ev rawestgeha dawîn e!”

Ji cihê xwe veciniqî, bi lez rahiþt çenteyê xwe, dakete jêr li dora xwe mêze kir, mat ma. Piþtî ku çend gavan pêþ de çû, ferq kir ku ne li otobusa malê siwar bûye. Li rastê mêze kir, nêrî ku apartmaneke bilind li kêlekê ye. Got, “subhanellah!” li xwe zivirî û bi þûn de vegerîya rawestgehê. Bala xwe da otobusa ku lê siwar bûyî, dît ku ne li otobusa Dêra Sor lê li ya Rêya Jor siwar bûye. Bi lez çû otobusa din. Vê carê baþ bala xwe dayê û paþê siwar bû. Otobus bi rê ket. Eger rast siwar bûba, niha ev 10-15 deqîqe bûn ku li malê bû. Lê niha çend deqîqeyên din jî here, ancaq bigihe mal... Ji xwe re got, “nalet li þeytan, de tu dibînî!”

Piþtî bîskekê dîsa telefonê lê da. Dîsa telefon ji malê dihat.

-Ha dayê!

-Lawo, ev tu li kû mayî? Ka tu 10 deqîqeyên din li vir bûyî?

-Dayê, ez bi xeletî li otobuseke din siwar bûbûm, tu nema, va ez têm.

Þaþkirina rê, hinekî ew ji bin tesîra wê bûyerê derxistibû. Piþtî çend deqîqeyan peya bû. Çû li derî xist, Cangîr jê re derî vekir.

-Rênasê ku rêya mal nas nake, tu bi xêr hatî! Hahha ha!..

Berê xwe da hundir:

-Metikê, va Rênasê jirêketî hat!..

Evdo jî xwest ku beþdarî kenê wî be:

-Kuro Rênas rê nas dikin, otobusan nas nakin!

Dêya wî, Evdo, Cangîr, ew û malî tev kenîn... Xwarin hate ber wan. Dilê Rênas nedibijîya xwarinê, lê ji ber ku ji bavê xwe fikar dikirin, nexwest ku eþkere jî bike. Nedixwest malî pê serwext bibin ku têkilîyên wî bi hinekan re hene ku ew „hinek“ niha di çavê rejimê yan jî di çavên „destê tarî“ de weke xeter tên dîtin. Digel vê jî dibe ku li gor malbata wî Lezgîn jî yek ji wan kesên baþ e, lê ma dê ji kû bizanibin ku çiqasî ji hev hez dikirin, çiqasî nêzîkî hev bûn. Loma Rênas hertiþt veþart, rabû xwe li xwarinê mijûl kir. Hem peyivî, hem jî çend luqme xwarin, lê mîna ku bi piþta stûyê xwe bixwe, qet tam ji xwarinê nekir. Birçîbûn ne li bala wî bû, dilê wî tijî xem bûbû... Vê rewþa wî bala dêya wî kiþand:

-Lawo, çiqas tu zer bûyî! Ma tu diêþî?

-Ez hinekî westîyame û hinekî jî diêþim.

-Ma tu hebekê naxwî?

-Na lê! Ez ne nexweþ im, bes hinekî westîyayî me.

Evdo:

-Ezbenî heta tu hatî, te bajar serobino kir! Ez jî bim ez dê biwestim...

***

Rênas pir ji avjenîyê hez dikir, di dema vala de diçû avjenîyê. Ji bilî çem, dema ku vala dibû, diçû Komeleya Alîkarîya Xwendekaran cem Lezgîn. Hinekî dema xwe ya taybet ji bo wî jî vediqetand. Pê re diaxifî; wî ji rewþa zanîngehê agahdar dikir. Lezgîn jî kovarên kurdî didanê. Çiqas ew dîtiba, jê re “kurdî jî bixwîne, lê giranîya xwe bide ser dersên xwe.” digot. Rênas digot; “belê, belê mamoste. Belê seyda” û hew... Çiqas ev gotin rast didîtin jî, hifza xwe ji sîyasetê nedikir. Hezkirina avjenîyê ji xwe tu carî ji dilê wî dernediket. Tiþta ku ji Lezgîn vediþart tenê ew bû ku pir diçû qeraxê çem avjenîyê. Carna dixwest ku jê re bibêje: “Mamoste, ka tu jî were, em îro herin ber çem.” Lê Lezgîn qet nedixwest. Ne avjenî dizanî, ne jî jê hez dikir, loma jî qet rê lê nedidît ku teklîf bike. Digel ku gelekî ji bavê xwe hez dikir û jê pir fikar jî dikirin, li hember bavê xwe jî ewqas ne bi pîvan bû, ewqas þerm nedikir. Dikir nedikir, nedikarî wî rûyê xwe yê henekoyî nîþanî wî bide.

Wan rojên ku li zanîngehê di nav xwendekaran de, ji ber sîyasetê pevçûn derdiketin. Guftûgoyeke weha di navbera wan de derbas bûbû:

-Rênaso, eger tu jî weke min dev ji zanîngehê bernedî rind e.

-Na, seyda! Ez dev jê bernadim, meraq neke!

-De baþ e, lê ez ditirsim ku aqûbeta min li te jî be. (Beþirîbû)

-Mamoste, ez narevim!..

Rênas ji van gotinên xwe yên dawî þerm kiribû, lê êdî gotibû.

***

Hefteyek di ser bûyerê re derbas bûbû û hîn tu salox ji Lezgîn nehatibûn hildan. Roj bi roj ew hêvîyên “li pey her tengîyekê firehî heye” qut dibûn. Dixwest hinekî bigirî, þînê girêbide, lê keysa wî lê nedihat, þîn bi dest nediket. Ew ji Lezgîn mehrûm bûbû, ji her tiþtê wî, ji dilovanîya wî, ji hevaltîya wî, ji rêbertîya wî û ji þîna wî jî... Nikaribû þînê jî girêbide, endîþeya eþkerebûna têkilîyên xwe dikir. Tenê xwe dilþikestî didît, huznekê ew vedigirt; seranser xwe di hemêza wê huznê de didît û heta bi kûrahîya dilê xwe his dikir... Agirek hêdî hêdî li canê wî gurr dibû. Agir, agirê huznê... Piço piço sor dibû, disincirî, madê wî diguherî û mehzûn bû...

Roj bi roj kula wî girantir, meraqa wî mezintir dibû. Mîna karkerekî ku di karê giran de dixebite, her ku diçû xwe westîyayîtir, zeîftir û têkçûyî didît. Jixwe di roja duduyê tatîla xwe de “xebera reþ” sitandibû. Digel ku qaþo li tatîle jî bû, qet tatîl û îstirahet ne li bala wî bûn. Ew li Dîyarþanê, fikr û xeyalên wî li Cêsarê bûn. Dixwest ku rojekê berî rojekê ev dem derbas bibe û berê xwe bide Cêsarê, bê ka hinekî ji bûyerê serwext nabe. Çend caran bi hênceta ku divê li dersên xwe bixebite xwestibû ku destûrê ji dêwbavên xwe bistîne û here Cêsarê, lê tu bi ser nexistibû. Lewra wî ji ber endîþeyan her tiþt di telefonê de nedipirsî. Tiþta jê dihat, sibehan zû li ber televizyonê, nava rojê guhê wî li mesajên telefonê, yan li radyoyê, êvaran careke din li ber televizyonê bû. Ji bilî wê nûçeya ku wî eleqedar dikir, tu bûyerên din pir bala wî nedikiþandin. Hevîya wî ew bû ku rastî xebera “Ew kesên ku 17ê adarê hatibûn revandin, hatin berdan” bibe, lê heyhat. Zikr û fikrê wî her û her Lezgîn bû. Di pey nimêjan re jê re dua dikir û ji bo qebûlkirina duaya xwe ji Xwedê zarzar dikir: “Xwedêwo! Ma li cem te pir zehmet e, hema bila bi sazkarî vegere nav zarokên xwe!” Lê rewþ her eynî rewþ bû, tu saloxên xêrê nedigaþtinê.

***

Tam sêzdeh roj derbas bûbûn, lê wî tu xebera xêre nesitandibû. Roja çardehan, digel ku pir bêrîya Girdaran kiribû û ji xaltîya xwe jî pir hez dikir bêî dilê xwe di rojeke berfîn de berê wî ketibû gund. Rênas bi xaltîya xwe Emîne re ku ew hefteyek bû nexweþ bû û ji bo doktor hatibû li cem wan dima, zivirîbû gund. Ew sê roj bûn ku li gund bû û ji bilî çend navberên piçûk hema bibêje ku herûher berf barîyabû. Sibeha êvara ku hatî na, ya din xwestibû ku bizivire, lê xaltîya wî tevî zilamê xwe nehiþtibûn.

Sibehê zû Emîneya xaltîya wî dema ku çû hundir, dît ku Rênas digirî. Destê xwe xiste stûyê wî, got: “Çi bû keko?!” Her girî. Xaltî li cem rûniþt, destê xwe avête enîya wî, hinekî zor dayê, bi bal xwe ve kiþand: “Birayêm çi bû, ez bi qurban!.. Ka ji xaltîya xwe re bibêje. Tu têþî, yan çi bû?” Rênas bi îskeîskan girîyê xwe vebirî.

Çiqas xaltîya wî lê israr jî kir, tu tiþta di cihê bawerîyê de jê re negot. Bersiva herî dawî ku da ew bû ku sedema girî “nûçeyeke televizyonê” bû. Xaltîya wî ji vê sebebê bawer nekir, li ber lavlavên xaltîya xwe “kuþtina hevalekî” bêhemdî ji devê wî derket, lê jê re tu ta bi derzîyê ve nekir.

Digel hemî israr, lavlav û zorê jî Rênas ya xwe bi ser xwe bi ser ya wan xistibû û bi rê ketibû. Bila rê xeter be, bila dereng bikeve ji erebê bimîne, bila navê vê rêwîtîyê intihar be, wî her tiþt dabû ber çavê xwe û nehiþtibû ku tu kes pê re heta bi gundê cînar Mezrê were. Ne mumkin bû ku erebe werin Girdaran, lê ji Mezrê belkî mumkin bû ku erebeyek, yan traktoreke ku here bajêr peyda bike. Li hinek cihan heta bi çokê di nav berfê de diçû xwar, rê kaþ bû, serjêr bû, serma bû, sir bû, seqem bû, xeter bû... Kula Rênas ev hemî didan jibîrkirin. Niha hatibû devê Gelîyê Kûr, Mezrê xuya dikir. Dîsan li Lezgîn difikirî. Li tenêbûna xwe, li bi îþkencekuþtina Lezgîn. Ew nûçe careke din hate ber çavê wî. “... doh li kuçeyeke kenara bajêr hat dîtin. Tilîyên wî hatine þikandin û di laþê wî de pir dax û birîn hatine dîtin.” Bi vê teswîrê re bîranînek hat ber çavê wî: Dema ku li Cêsarê erd hejîyabû û revîbû derve, rastî Lezgîn hatibû. Di dema ku herkes ji hundir derdiket de, Lezgîn çûbû buroya xwe û jê re gotibû, “kuro tu þerm nakî, direvî.!” Di dema ku xelk ji malê direvîn de ew diçû buroya xwe.

Di wê newala kûr de Rênas kûr kûr difikirî: Ew Lezgînê ku di hemî merheleyên jîyana wî ya li Cêsarê de xwîya dikir, niha di hemîyî de dê tunebûna xwe pê bide kiþandin. Bi xwe re dipeyivî: Ma çawa Cêsarê dê bê Lezgîn bibîne?! Ma çawa ezê bêî wî bimînim. Ka, min dê tevê jîyana xwe bi wî re, bi rêberîya wî derbas bikira! Ew rêber, ew lehengê wisan mêr, mêrê bêhempa... Ma gelo bi îþkenceyeke çawa hatîye kuþtin, wan zalimên xwînxwar çawa tilî þikandine, laþ birîn kirine, dax dane? Gelo çi jê xwestine, çi ji wan re negotîye! Ax ew cesaret!.. Birînên laþên wî salox didin ku tenê Xwedê dizane wî çiqas li ber xwe daye, teslîm nebûye. Ew mêrê bêhempa, ewê ku bi mirina xwe jî qatilê xwe têk birine... Lezgîn! Çima tu çû yî, çima te lez kir? Ma hawar bû!?

Wê huznê careke din ew rapêça. Singa wî xitimî, bîn lê çikîya.... Çavên wî av girtin... Qirika wî bû girêk girêk... Kela wî xwe negirt, fûrî... Û carekê bi qîrîneke ku li ber erþê Xwedê bisekine got, ”Seydaaa!!!” Gelîyê Kûr bi aþîta xwe bi hewara wî ve hat; ji herdu alîyan ve lê gihat hev û hemêz kir, da ku agirê huznê vemirîne...