Çîroka 1.

 

Veger

 

Receb Dildar

 

 

Esir þikîya wextê vegerê ye lê hîna jî min sîparîþek hêja bi dest nexistîye. Þefê min rojê sê caran ji Dîyarbekir telefonî min dike. Êdî min gotinên wî ji ber kirine. Ez dizanim wê çi bibêje: “Tu dest vala vegerî, karê min û te tevde diqede. Tu dibê qey ez ji kêfa xwe re li te digerim? Rojê deh caran ji Stenbolê li min digerin, êdî gava zengilê telefonê lê dikeve çokên min dilerizin. Ne heyranê çavên min û te ne, ji bo em firotanê bikin vî pereyî didin me, qey tu nabînî her meh ji fîrmayan çend kes tên avêtinê?”

Ev roja çaran e ku ez ji Dîyarbekir derketime. Bernameya min wisa ye, ez rojên înan li Mêrdînê dixebitim. Di van her sê rojên din de min Midyat, Cizîr, Þirnex, Nisêbîn û Qoser serûbinî hev kirin. Ji hêlekê ve ji bo dixtor di reçeteyan de binivîsin û bên firotanê min danasîna dermanên ku ez ji wan berpirsîyar im dikir, ji hêla din ve jî, ji bo ez van dermanan bifroþim diçûm dermanxaneyan. Vê hefteyê karê min rast neçû, sîparîþên ku ez li bendêbûm bi destê min neketin. Dermanxaneyên ku hêvîya min ji wan hebû ez destvala vegerandim. Ez û Mêrdîn mane. Ezê biçim du dermanxaneyên din û berê xwe bidim Dîyarbekirê êdî çi dibe bila bibe. Ez dizanim eger destvala vegerim, ez û þef heta nîvê þevê emê qirikê li hev biqetînin. Birebira wî ji aniha de di nav mejîyê min de olan dide.

Dermanxaneya Deva li navenda Mêrdînê ye. Pêþîyê ezê biçim wê derê, dawîyê ezê xwe bera xwarê bidimê biçim Derîyê Nisêbînê, dermanxaneya Bîngolê li wir e. Tirimbêla min li Derîyê Meþkîna li ber Navenda Tendurîstîyê ya sêyemîn bû. Ez lê siwar bûm û min berê wê da dermanxaneyê. Bi rê de zengilê telefonê lê ket, numare ya Stenbolê bû, dilê min çargopal lêxist. Min got: “Muheqeq ji Þîrketê digerin,” û min bi tirs telefonê vekir. Baþ bû, ne ew bûn. Jinapa min digerîya, ya Xwedê, ya sebir, di nav vê teþqelê de... Min gotinên wê jî jiber kiribûn: “Lawo ma xeberek ji Emer tune ye?” Derdê wê yê kezebê ye, bi jan û þewat e, naþibe bi yên din. Ev pirs, ji bo min jî derdekî bêderman e.

Emer çar sal berê ji malê derketibû, li hember feqîrî, nezanî û bindestîyê serî hildabû û berê xwe dabû çîyayên bilind. Di wan çîyayê asê de pilingekî bi navûdeng bû. Navê “Dirêj” bi tena serê xwe, tirsa dilê dijmin bû. Heta payiza sala çûyî jî me agahî jê distend lê di dawîyê de wî jî da dû yên din. Ma berxên nêr ne ji bo kêrê bûn? Di rojên reþ de malbat tevde çûbûn Stenbolê, ez tenê li Welat mabûm. Hêvîya wê jî ez im, dibêje belkî ezê xeberekê xêrê bidimê. Ma ka ezê jê re çawa bibêjim? “Êdî li Emerê xwe nepirse,” ma ka ezê çawa bibêjim? “çîyayê Spî þîna Emerê te digre. Ma tu bi dû çi ketîyî lê…?” Dilê kîjan dayikê dikare vê janê daqurtîne? Her carê ez di ber dilê wê didim, bîhna wê hinekî fireh dikim û telefonê digrim. Û paþê ez di nav jana wî de difetisim, salên xortanîya ku nejîyabû li dû hev dibin girêk û di zengiloka qirika min de asê dibin. Min tirimbêl da milê rastê, di qoltixa xwe de pal da, serê xwe spart paldankê çavên xwe girtin. Dil xwe negirt, bi ser min de kelîya du dilop hêsirên xwe bi ser rûyê min de berjêr kirin. Min ji ava hazir du qurt vexwar û rêya xwe dewam kir.

Xwedîyê dermanxaneya Devayê, Ereb bû, însanekî bi qedir û qîmet bû, xatirê însanan digirt lê têkilîya xwe bi kirîn û firotanê nedihanî. Þagirtê wî dermanxane bi rê ve dibir. Yekî qerase bû, çavên wî tim li dîyarîyan bû lê ne wî hejmara ku min dixwest stend, ne jî min xwe da ber dîyarîyên ku wî dixwest. Min ji bo 100 qutî “Klamoks 1gr tablet” televîzyoneke biçûk dida wî lê wî di 50 qutîyan de israr dikir. Di dawîyê de me li hev nekir. Moralê min hinekî din jî þikest û bi wî awayî ji dermanxaneyê derketim. Hîna ez nû bi rê ketibûm ku lawê min ê biçûk li min gerîya, dengê wî yê þêrîn bîhna min hinek hanî ber min, digot: “Bavo, êvarê gava tu hatî ji min re kebaba Mêrdînê bîne.” Ma em ji bo çi dixebitin? Ne ji bo zarokan bûna kê dikarîbû vê rezaletîyê rojek jî bi min bida kiþandinê? Me got belkî em însanetîyê ji vê zilmê xelaskin, li ser vê dinyê wekhevîyekê, azadîyekê avakin lê em têk çûn. Nehiþtin em dinyê ji zarokên xwe re bikin bihuþt. Camêran bi destê me girtin, avêtin zîndanên kor û tarî, çar sal çoyên xwe ji ser serê me kêm nekirin. Aniha em mecbûrin bixebitin û zarokên xwe xwedî bikin, ne ji bo wan be derdê van bênamûsan kî dikare bikþîne? Ez hinek din jî çûm û li ber kebabxaneya Rido sekinîm. Li Mêrdîn kebabxaneya herî bi navûdeng e, xwedîyê wê fille ye. Min du porsîyon kebab da pakêtkirin û di kuçeyeke teng de bi ser nexweþxaneya Mêrdîn ve serberjêr bûm. Dermanxaneya Bîngol li hember nexweþxaneyê bû.

Ez bi hêvîyeke mezin ketim hundirê dermanxaneyê. Xwedîyê wê kurd bû. Herçiqas dermanfiroþê wê yekî hinek pozbilind bû jî min li vê derê xerîbî nedikiþand. Me ji serþagirt re digot “Xoce.” Însanekî henûn bû, me gelek di ber hev da, di dawîya dawîyê de hinek sîparîþ da min, lê ji bo min gelek kêm bû. Dîsa jî ji tunebûnê baþtir bû. Biþîrîneke nîvçe xwe avêt ser rûyê min û ber bi tirimbêla xwe ve meþîyam. Qene ezê destvala venegerîyama. Ev sîparîþ wê hêza þef a ku wê bi ser min de bihata kêm bikira.

Min berê tirimbêlê da Dîyarbekir û hêdî hêdî ji Mêrdîn daketim. Di tirimbêlê de qlîma tunebû. Tîrêjên roja berêvarê li naverasta enîya min dixistin, bayekî kelandî di pencerê re êrîþî hundirê tirimbêlê dikir. Lê hiþê min ne li ser germê bû ne jî li ser roja ku çavê min digirt û min baþ nikarîbû rê bidîta. Ez di tatêla xirecira þef de bûm ku me yê li Dîyarbekirê hevûdu bêminet bikira. Min li saeta xwe mêze kir, nêzikî li pênc û nîvê kiribû. Di wê kêlîyê de fikirek bû birq û birûsk û di nav mejîyê min de lêda. Dermanxaneyên Çinarê di saet þeþan de dihatin girtin. Herçiqas dermanxaneyên Çinarê di bernameya min de tunebûn jî, dibe ku min hinek sîparîþ ji wan jî bistenda û zimanê þef kin bikira. Ji bo bigihîjim ser wan min pê li gazê kir.

Min hemû bala xwe dabû ser rê û tirimbêlê bi lez diajot. Di teybê de kaseteke Mihemed Þêxo hebû, stranên bixem û kul, bi dengê wî yê birîndar re xwe bera nav dilê min didan, êþ û janên min li nav hev diketin, ji nû ve teze dibûn. Mejîyê min ê ku gêj bûbû hinekî din jî sewsî dikir. Di fetlokên Siltan Þêxmûs de zengilê telefonê lêket. Ji malê digerîyan, piþtî hinek gazinan pîreka min daxwaza xwe got: “Cîranan zarokên xwe tevde qeydê dersxaneyan kirin, Firatê me wisa ma. Dersxane jî her diçin buha dibin, sibê te hinek pere peyda bikira, me wî li cîyekî qeyd bikira.” Ew jî ketibû tatêla dersxaneya kurê xwe, mafdar e. Min got: “Aniha eceleya min heye, emê li malê hîna rehet bipeyivin, ez bi xwarina aþxaneyan mirim, qene êvarê þîveke xweþ çêbike” û min telefon girt. Ev reben jî ketîye bela min. Bi salan li rêya girtîgehê çû û hat, aniha jî ji bo zarokan virde wêde dibeze. Ji gulên sor hez dike, qene êvarê jibîr nekim guleke sor jê re bibim, bila dilê wê hinekî xweþ bibe.

Bi wê lez û bezê min bendava Goksû derbas kir, qîyama pêþîya min xelas bûbûna, Çinar li rastê bû. Di wê navberê de zengilê telefonê dîsa lêketê. Îro jî zengilê vê mîratê nasekine. Ji bo ez fam bikim ku hela dîsa kî li min digere, bala min ji rê vegerîya ser telefonê. Ê digerîya þefê min bû. Ji bo bersîvê, min hewl da ku ez telefonê vekim lê bi orînîya qamyoneke ku bi beza bayê bi ser min de dihat li xwe hay bûm. Ez hinek ketibûm nava rê, min telefonê avêt qoltixa kêleka xwe û bi hemû hêza xwe dîreksonê bi alîyê rastê ve þikand, ji bin qamyonê xelas bûm lê ji rê jî derketibûm. Tirimbêla min teqle li ser teqleyê diavêt. Xelasî hêvîyekî gelek dûr bû. Kebaba ku min ji kurê xwe re stendibû ji poþetê rijîyabû, bîhna wê ji nav tirimbêlê difûrîya. Xeyalê guleke sor a ku minê ji bermalîya xwe re bibira li ber çavên min diçû û dihat. Dersxane jî wisa ma.

Berî ku ez ji xwe ve biçim, dengê zengilê telefonê di kerrikên guhên min de olan dida. Þefê min hîna jî li min digerîya.