|
Þi’ra 3.
Hezkirina te
Omer Dilsoz
Gêjgerînk e hezkirina te Her ger li destpêka xwe vedigere Her veger di vegera xwe de pûç dibe Gotin sêwî Nêrîn bêwate Dil ji bendemanîyan diweste
Gêjevank e hezkirina te Di tarîgewrika xeman de sersem Di berbanga hêvîyan de xwerû xem Ne mirov jê dibe Ne jî pê dikare Tenê bi têhna wê mest dibe
Daralînek e hezkirina te Bi seranser dipêçe ruhê min Diguvêþe hemû rehên bedena min Tayê dixe gîyanê min Êxsîr digire hemû jîyana min Dibe serokanîya hemû xewn û xeyalên min
Revaneyek e hezkirina te Te direvînim ji hizrên xwe Te didizim ji dilê xwe Te vediþêrim ji çavên xwe Di herzêla ruhê xwe de dinixêvim te Te dikim sertaca dilê xwe
2006-04-08 |