Þi’ra 2.

 

Azadî

 

Dilþad Mutî

 

 

 

Bengîn û dildarê te me, hewce û mihtacê te me

Bê te hebim yan jî nebim, kî dizanê ku ez heme.

Bê te jîn jan e ne jîn e, bêzar im ez sergeþte me

Hêvî û taqet min nîne, dilsar im hem beyhûde me

 

Ez Azadî! Ey canê min, hemhal û hemqala min î

Ey mirad û daxwaza min! Hemdem û hemraza min î

Dildaþ û dilnewaza min, kewn û xewn û xema min î

Wey tu kar û bizava min, maf û mal û xana min î.

 

Tama min î, bîna min î, bê te çi hacet nan û av?

Ronaq û ronîya min î, bê te çi hacet roj û tav?

Xwîna di nav ra û dil î, nabê bê te ti wext û gav

Tenê bes î tu ji bo min, çi b’kim ez ji zêr û dirav!

 

Ey dil! Parçek ji min î, hergav û wext li ba min î

Helbest û pênûs a min î, xwendin û nivîsa min î

Dê û bav û birê min î, xwiþka min î yara min î

Ji te pêve ma ew kî ye, li pêþberê min sekinî?

 

Azadî! ey can azadî! Ji vê zilmê bûme bêzar

Ji zindan û ji girtinê, va zincîra destên min xwar

Ta tu bendegîr û girtî, ez neçar û jar û hejar

Kengî bidim te tac û text, kî dikarê te bîne xwar!

 

Lê pêtir hez dikim ji te çiqas li min dibin lêdan

Nayê tefandin iþqa te, hergur dibê pêt û duxan

Ben û dar û sehp û îdam, dibin hêrs û kîn û tuxyan

Ji tirsa nava wa ye ev iþkence û heps û zindan

Ey azadî kevoka min, ey kevoka per þikestî!

Divim derxim ji zindanan, xilas kim ji jar û mestî

Biþkînim birc û kelatan, ben û zincîrên bindestî

Te fir bidim ji rekkehê, bîjî tu, bîjî serbestî

 

Ey hevjîna min! ne tirs e, ne tenê yî tu va me ez

Te naberdim xwazgînî me, bi te re sîya te me ez

Sozdarê te me va têm balbi te ve bi lez û bez

Qelenê te xwîna min bê, tu yî daxwaz nabê xerez

 

Ey azadî þîrîna min, kun dikim çîya bi desta

Mecnûnê te me Leyla min, gerok im li çol û deþta

Di zîndana te Zîna min, hêsir im dest û pêm best e

Ger bikin qet qet canê min, Dilþad ji iþqa te newesta