Þi’ra 1.

 

Dengê çivîkeke bêhelîn

 

Hemîd Dilbihar

 

 

 

 

Çivîk li hêlîna xwe digere

Hêlîn li çivîka xwe

Dil hem li çivîka xwe digere

Hem li hêlîna xwe!..     

 

Min wê þevê dît Þemzînan hêstran dibarîne ser hinarokên Parîsê

Ken xwe vediþêre ji ber rûyê mirîyên bêgor di nava paxila Zê;

Her ku çipik çipik jehr dibarîya ji wan herdu çavên sînorperestan

Ser dilê zarokên welatê bêsînor, ser singa welatê bêwelatan

Kevirên di destê wan zarokan de bûn cewhera stran û helbestên min

Xwe li ber singa tang û top û firokên xeyalkuj dida herdu destên min

Bi roj li ber xwe da dilê min, serê xwe neçemand, li qada þer û cengan

Bi þev serî hilda bedena min bi rûmeteke mezin li serê çîyan

Bi bîr û bawerîya min rabûne çargavan ew xeyalên sînornenas

Li jor teyran dît bi herdu çavên xwe, li jêr mêrûyan, bêdeng û bêawaz

Ketim, birîndar bûm, mirim carna, lê terka min nekir tu car gîyana min

Warê xwe danîbû, wek tava rojê carekê, li her derê cîhana min

Min tarîya þevê qeliþand li bin sîya mirinê, bi þewqa dilê xwe

Heyv û stêrk bûn þahid, wan þevên tarî de li gel ronahîya rûyê xwe!..

Nalenala mirîyan deng vedida, li bin nalên lingên wan hespên boz û rehwan

Her ku hawara axê xwe li qirika esmanan dida li gel qêrîna çîyan.

 

'Heke hemû dar tî dibin ji ber gurîya êgirekî dilsoj' go, rûbarekê

'Bo çi tîna wan naþikîne bi rondikên xwe ewrên li esmana, bi carekê?

Bila heval û hogir nebin xwînmij û kedxwarên hev êdî serê evarekê

Bo çi bira tên kuþtin bi destê bira, ma ne heyf e, wek dijmin û neyarekê?..'

 

Dareke temendirêj bûm li ser singê daristanê

Xwe li ruh û bedena min dan ba û bahozên demê,

Rimavêjan li ser singê min çikilandin rimên xwe 

Tîravêjan li ser enîya min rêz kirin tîrên xwe,

Dijmin û neyarên gul û kulîlkên biharên dilgeþ

Li dilê min dan zerba mirinê, bi wan xencerên reþ,  

Ne yek car, ne deh car, birîndar bûm ez bîst û heþt caran

Çiqlên min þikestin, bêdem û wext, belgên min weþîyan,

Ketim ber taya mirinê, bêmecal mam gelek caran

Bêhekîm mam, bêderman, çar alîyê min rabû ferman,

Çend ayetên mirinê hatin xwendin li ser serê min

Kêlikên goristanên reþ zêde bûn li her derê min,

Lê dilê min xwe di kûrahîya axê de hiltavêt

Bêhilm û nefes nemam tu car, þêran bi çavên xwe dît,

Kirasek ji êgir min kiribû li xwe, kesk, sor û zer

Ma kê dikarî bikuje tîna min digerîyam li her der,

Rûbaran bi çavên xwe dît, ez çawa rabûm çargavan

Min çawa xemiland bi nexþanexþ dilê bûk û zavan,

Nav û nîþana min belav bû li herçar dor û milan

Dîrokê navê min kola kûrahîya hemû dilan,

Bayê bîst û nehê ez bûm êdî; bayê azadîyê

Min dixemiland her der wek bedewîya þengebîyê!..

 

Min ez dît, bêxwe bû, di þeveke ku xeyalên min hatine dizîn ji min

Min xwe dît serê sibehekê, bi tena serê xwe, haja min nebû ji min

Min bajarên bêstêrk dîtin, li ser singa demê, û stêrkên bêbajar

Çivîkên bêhêlîn dîtin min, ax, hêlînên bêçivîk; bêqêrîn û hewar

Min çekên bêþervan dîtin, þervanên bêçek; çek þikestin û þervan mirin

Lê çivîkên azadîyê hê li ser esmanê dilên bêwelat difirin!.. 

 

Piþtî wê þeva reþ di berbeyanîya sînorên xeyalên dilê min de

Xewnên bêxew çend hezar rondikên xemkuj barandin ser kêf û þahîyên min

Ronahîya herdu çavên min baþ dît di xeyalên dilê sînorên min de

Þahîyên min bi kena ji dil diherikî xemiland rondikên xewnên min!..

 

 

Serê sibeheke birîndar ji min re gotibû çivîkeke bêhêlîn:

Gava dikeve ber hilma agirê çavdojehîyan belgên dareke þîn

Heke nesoje cerg û dil û kezeba me, de bêje, ma bo çi ye ev jîn?..

Ma bo çi ye ev jîn, ax, gava ku zêde dibin her roja diçe goristan

Û ji xewa xwekuþtina hezaran salan qet hiþyar nebe ev þaristan?..

Dilê ruh û gîyana rê diþkê gava hêrs dikevin birûyên esmanan

Ma çi ji destê evîndaran tê ji xeynî derketina serê wan çîyan

Gava fermana kuþtinê û koledarîyê tê xwendin li ser serê wan

Û her der dibe dojeheke çavsor ji bo evîn û xewn û xeyalên wan,

Dizanim, xwîn nayê þuþtin bi xwînê, gava sor biherike ava zelal

Heyf e bila koç nekin ji vê dinê bêyî dilê xwe keç û xortên delal,

Heyfa þêr û mêran e, heyfa keç û jinan e, heyfa lawik û canan e

Bila bêhilm û nefes nemînin bêdem û wext, ax, li ser singê jîyan e

Bila li þûna çekan destê hevdu bigirin keç û xortên çardeh salî

Bêhna evînê bila belav bibe, bêhna hezkirinê, li herçar alî,

Lê çi ye geþt û seyran û þahî, vîyan û hezkirin, çi ye eþq û evîn

Azad nebe heke ax û ava Cizîra Botan dê çi bike Mem ji Zîn,

Koledarî dijminê xeyalan e, ger azadî nebe ma çi ye ev jîn

Û ez azadîxwaz im, ax, hêlîna min kanê, xeyalperest e dilê min!..