Gotina dawî xelkê got!

 

Süleyman Çevik

ceviksuleyman@hotmail.com

 

 

Di encama bijartinên 22yê Tîrmehê de AKP, CHP û MHPê benda %10 derbas kirin û ketin meclîsa Tirkîyê. Ji 550 mebûsî 26 mebûs jî bi awayê serbixwe hatin bijartin. Ji van 26 mebûsana 20 kesan jî di meclîsê de gruba DTPê ava kirin…

Di temamê Tirkîyê de AKPê her ji du rayan rayek stend û rayên xwe di bijartinên 2007an de ji %34an derxiste %47an…

Ez dikarim bibêjim ku tiþtê herî zêde bala merivan kiþandîye, di temamê Tirkîyê de û di nav kurdan de bêhesab zêdebûna rayên AKPê ne…      

Ji HEPê hetanî DTPê partîyên ku li ser navê kurdan sîyaset dikirin ji salên 1990î heta îro bêreqîb rayên kurdan bi ekserîyet girtin û gihaþtin vê demê. Lêbelê li gor bijartina berê AKPê îcar di nav kurdan de rayên xwe gelek zêde kirin û li gelek cihên Kurdistanê jî bû partîya yekem…

Helbet di zêdebûna rayên AKPê de çiqas rola serketinên wê hebin, ewqas jî DTPê bi qisûr û xetayên xwe pêþî li ber AKPê vekirîye û bûye sebeb ku gelek keleyên DTPê bikevin destê AKPê…

Li gor hesabê îro, ji bilî van herdu partîyan, ew partîyên din li nav kurdan bi temamî qedîyane… Digel van partîyan, hinek eþîr û þêxên heta niha li derûdora xwe tesîra wan hebû û di her bijartinê de miheqeq diketin meclîsê, îcar li der man û ew jî qedîyan…

Di dema bijartinê de CHP û MHPê sîyaseta xwe li hember menfeatên kurdan meþandin. Evê sîyasetê ji kurdan destek nestand.Tirkan jî destekek xurt neda van partîyan.

Heger di vê dema dawî de êrîþên PKKê nebana û cenazeyên leþkeran nehatana rojevaya Tirkîyê MHPê bi îhtîmalek mezin ewqas ray nedistandin û belkî bend jî derbas nekira.

CHP jî digel bi partîya Ecewît re bi yek lîsteyê kete bijartinan jî encax ji pênc kesan raya yekî stend…

CHP, rejîma serdest ya Tirkîyê bi her awayî diparêze… Ev partî ji hêla avakarên dewletê ve hatîye avakirin. Partîya ku hîmên vê rejîmê ji xwe re kirîye bingeh, hem ji kurdan, hem jî ji tirkan ders û bersiveke xweþ standîye…

Heger ne ji kesên ku xwe nobedar û xwedîyên vê rejîmê dibînin bana, heger CHPê ji kesên laîk ji xwe re bloqek çênekira karê wê jî ewqas rehet nedibû. Rayedarên wê naxwazin bibînin, lê ev encam ji bo CHPê têra xwe binketin e... 

***

Heta niha CHP û AKPê di kêm mijaran de li hev kirîye… Ji wan mijaran yek jê, di pusulaya bijartinê de qanûna nivîsandina navê namzedên serbixwe ye. Li gor vê qanûnê, ji vir pêve wê di pusulaya bijartinê de navên endamên serbixwe mecbûrî bête nivîsandin…

Ji ber ku eþkere bibû wê DTP bi namzedên serbixwe têkeve bijartinê, herdu partîyan li ser asêkirina rêya DTPê ev qanûna derxistin.

Berê rehet bû: Kaxizên kesê serbixwe cihê bûn, dema yekî dixwest ew kaxiza dixiste hundirê zerfê û bi vî þiklî raya xwe dida kesê serbixwe… Ev þikl raydayin ji bo xelkê nexwende tiþtek zahmet nebû, rehet bû…

Kurd gelekên wan xwendevan ninin. Van partîyan bi vê qanûnê hêvî kirin ku kurdê nikaribin rayên xwe bêyî problem bidin endamên serbixwe. Gelek ray dê kêrî tiþtekî neyin, îptal bibin…

Bi rastî jî bi hezaran rayên ku li gor usulê nehatin dayin îptal bûn.

Naxwe gelo ev qanûna ku herdu partîyan derxist wezîfa xwe bicih anîye?

Hem bicih anîye, hem jî bicih neanîye…

Bi cih anîye, lewra heger ev qanûn nebana kurd dê zêdetir biketana meclîsê.

Bi cih neanîye, lewra kurdan digel astengên ku li ber wan hatin danîn jî dîsa ketin meclîsê û gruba xwe ava kirin.

Digel ewqas kêmasî, xeta, emrîwaqî û hesabên tewþ û pûç ên DTPê, bi bawerîya min kurdan dîsa destekek baþ daye wê…

 

Rayên DTPê

Lazim e bête gotin û meriv heqê wan nexwe: Li hember van astengan derxistina ewqas mebûsên serbixwe ji bo DTPê serkeftinek mezin e. Ev xebateke organîze nebana nikarîbû bi vî mîqtarî, mebûs derxistana…

Heta niha DTP tenê bû, lêbelê bi van bijartinan reqîbekî xurt derketîye hemberî wê. DTPê li gor bijartinên berê li Dîyarbekir, Mêrdîn, Batman, Agirî, Bedlîs, Qers, Wan, Riha, Çewlig, Semsûr û Erzirûmê rayên xwe kêm kirine.

Herçiqas rayên xwe li Mûþ, Þernax û Idirê zêde kiribe, li Dêrsim û Çolemerikê jî muhafeze kiribin, û di sîstema raydanê de zahmetî hebin jî cardin ev encam ji bo DTPê serkeftin nine.

Wekî ku tête zanîn DTP meseleya kurdan ji xwe re dike bingeh û sîyaseta xwe li ser vê ava dike. Îro êdî kifþ bûye, kurd çiqas belengaz û mexdûr bin jî sîyaseta ku tenê li ser belengazî û mexdûrîyeta wan tê kirin, têrê nake…

Îro DTP xwedîyê çi projeyan e? Di jîyana civakî de ji bo baþtirkirin û çareserkirina pirsgirêkên ji her sinif mirovî, ji bo aborîya wan xwedîyê çi projeyan e, çi dibêje?

Wekî din, dîn di nav kurdan de meseleyek muhîm e; kurdên me hesasîyetên xelkê xwe nadin ber çavan û li gor vê hereket nakin.  Ekserîyetên kurdên sîyasetê dikin xwe ji mijara dîn dûr digrin û nêzîkî wê nabin. Orf edetên ku ji dînê me dertên ji bo me girîng in. Gelekên ku doza fikra çepgirîyê dikin ji mijara dîn dûr bin jî, dê û bavên wan di jîyaneke îslamî de ne; heta pîrekên wan nixumandî ne, rojîya xwe digrin, nimêja xwe dikin…

Nîþandana endaman jî gelekî girîng e. DTP ji merkezê hinek endaman diþîne û dibêje qey xelk mecbûr e wan hilbijêre. Ji Dêrsimê diþîne Dîyarbekirê, Çolemergê diþîne Idirê, ji Meraþê diþîne Wanê… Nîvê mebûsên bijartî, ne ji bajarê xwe bûne mebûs. Ev usûl, usûla tayinê ye û berîya her tiþtî li xelkê wan deran heqaret e…

Ji kesên me dizanin re hewce nake bibêjim; helbet em li pey wê ninin ku bila însan tev mîna me bijin, bifikirin, vexwun û bixwun… 

AKPê çima rayên xwe zêde kirin?

AKP di bingeha wê de fikreke îslamî heye. Di dayîna van rayan de tesîra vê bawerîyê heye…

AKP di bijartina reîsê cumhur de rastî neheqîyan hat. Kurd bi salan e rastî neheqîyan tên. Di bin vê desteka kurdan de rola vê mexdurîyetê jî heye. Heta niha bi sîstemê re problema kê hebe kurdan destek dane wan.

Di muxtira eskeran de AKPê  li ber xwe da.   

Mîna partîyên din nijadperestî nekir... Li gor partîyên din bêhtir zihnê wê vekirîye, sîyasetek nêzîkî kurdên baþûr kirîye, operasyona baþûr jî qebûl nekirîye...

Yanê ev partî zêde tiþtekî nebêje û neke jî bi sekna xwe kurdan ew nêzîkî xwe dîtîne.

Partîyên din meseleya kurdan nikarin/naxwazin çareser bikin. Wekî din, AKP bi hevaltî û hevkarîya kurdan jî sucdar kirin. Evê sîyasetê jî li nav kurdan rayên AKPê zêde kirine…

Kurdan qeneat anîne ku ev partî wê muameleya însanan bi wan re bike.

 AKP pêþengtîya endamtîya Ewrûpayê dike… Kurd bi endamtîya yektîya Ewrûpayê hêvîya rojên xweþ dikin û bi giranî vê endamtîyê dixwazin.

Wekî din, AKP alîkarî li xelkê kir, bi xelkê re têkilîyên xweþ danî û xwe nêzîkî wan kir, xelkê jî bawerî bi wan anî... 

Ji van sebebên jorîn meriv fêm dike ku çima kurdan destek daye AKPê…

 

Divê AKP çi bike?

AKP bi rayên kurdan êdî bûye muxatab. Kurdan rayên xwe danê û ji AKPê gavên cesûr û xurt dipên..

Kurdan ji AKPê re gotin: “Vaye rayê me ji te re, îcar dora te ye, ka tuyê ji bo me çi bikî?”

Kurdan kredîyek zêde dane AKPê; jê dipên ku AKP wan memnûn bike û bi kurdên baþûr re jî têkilîyên xweþ deyne...

AKP jî li hember ewqas destekî wê çi bike?

Gelo wê çawa bersiva vê desteka ku li temamê Tirkîyê standîye bide? 

Heger tiþtekî neke, mîna partîyên din ew jî wê bihele û kurd jî careke din jê re derîyê dilê xwe venakin…

 

Divê DTP çi bike?

Li kûderê xeta kir, çima rayên wê zêde nebûn û li gelek ciha kêm bûn? Divê DTP li ser van baþ bifikire û guh bide daxwazên xelkê…

Heger DTP tenê sîyaseta xwe li ser belengazî û mexdûrîyeta kurdan bike, di bijartinên mehelî de wê gelek beledîyan wenda bikin, Dîyarbekir jî tê de. Xelk êdî ji vê partîyê projeyan dixwaze, ji bo pêþeroja wan çi dibêje, çi difikire?...