Ji Nûbiharê bi silavên germ

 

 Ali Karadeniz

 

 

Bi jimareke nû vaye dîsa kovara Nûbihar li ber destê we ye.

Mijara vê jimarê bi giranî pêþbazî ye, a ku bi minasebata jimara 100. hatibû lidarxistin. Çîrok û þi’rên ku jûrîyê ecibandine hûnê di vê jimarê de bixwînin. Berhemên din ên ku ji bo pêþbazîyê hatine þandin, emê hinbihin di jimarên paþerojê de biweþînin.

Pêþîyê divê meriv bibêje ku ev pêþbazî bi zimanê kurdî çêbûye, kurdî jî zimanekî beyar e, zêde nehatîye ajotin, pirsgirêk û problemên wî safî nebûne. Ji ber vê, eger li gor mercên çîrok û þi’rê, kêmasîyên berheman hebin jî, em hêvî dikin ku nebe sebebê dilþikestinê. Lewra yek ji meqseda vê pêþbazîyê jî ew e ku têkîlî û elaqeya genc û ciwanan bi ziman re, bi edebîyatê re çêbibe û çêtir bibe. Eger wisan nebe, pêþketin û çêtirbûn jî çênabe. A rast, eger mimkunbaya, meriv hemî berheman yek bi yek binirxandaya û ku hebana meriv kêmasîyên wan nîþan bidana, jibo ku ji nivîskarê wan re bibaya weke ders û perwerdeyekê. Di vê mijarê de nivîsa kek Roþan Lezgîn ewê ji bo çîrokvanan rêbertîyeke baþ bike û li dor mercên çîrokê nuqtene baþ îþaret dikin, dîsa di vî warî de nivîsa kek Hesenê Metê ku li ser çîrokê nivîsîbû û me di jimara 101ê de weþandibû, nuqtene girîng nîþanî me dide. (Li vira hê ku peyv hatîye ser kelîmeya “çîrok” ê ez dixwazim çend gotinan bibêjim. Kek Hesenê Metê, li þûna kelîmeya “çîrok”ê teklîfa kelîmeya “novel” dike. Bi rastî tevî ku ez hemî wan rave û îzahên wî qebûl dikim jî, ji ber du sebeban ez kelîmeya novelê minasib nabînim. Yek jê; kelîma novel di kurdî de nayê zanîn, ya duduyan; em bi rehetî kelîmeya “hîkaye” karin bibêjin, wek malê bav û kalê xwe, lewra bav û kalên me hêjî kelîmeya “hikaye” dibêjin. Ji dêvla “hikaye” kelîmeya “mesele/mersele” jî tê gotin, lê bi fikra min, jibona em “çîrok” û “hikaye” jihev veqetînin, ku em kelîmeya “hikaye” bibêjin, minasibtir e.)

Jibona dana xelatên pêþbazîyê me dil hebû ku weke pîrozbahîyeke çêbikin û him jûrîya xwe û him jî xelatgîran dawet bikin û xelatê wan bidin wan. Lê mixabin derfetên me rê neda ku daweteke wisa çêbikin. Jiber vê emê bi awayekî bêdeng û hevnebînî xelatên xelatgîran pêþkêþî wan bikin. Înþallah,  derfetên ku em bikaribin civînan çêbikin, emê bibînin.

***

Ji nuha de em meha weya Remezanê û cejna we pîroz dikin.