Ensîqlopedî

 

Amadekar: Ali Barav

 

 

Di bin navê ensîqlopedîyê de, di vî quncikî de, emê agahîyên kurt derheqê nasandina kesan, kelîme, mijar, cîh, an alavan de binivîsin. Ev agahîyana ewê li gor mîhenga ensîqlopedîyê bin.

Kelîmeya pêþî ku emê li ser bisekinin “Çelebî” ye.

***

ÇELEBÎ

Ev kelîme bi þiklê ‘Çalabî’ jî tê gotin. Di ensîqlopedîya Îslamê de li ser koka vê kelîmeyê, nêrîn û gotinên ji hev cuda hatine gotin. Têgotin “Kelîma ‘çelebî’ bi tirkî ye, lêbelê makdera wê bi cih nayê zanîn. Çelebî îhtîmal e ku ji kelîme Çalab (Allah) hatibe çêkirin.” Di eynî ensîqlopedîyê de, piþtî gelek rîwayetên ji hev cîhê, dor tê ser lêkolîna Nikolaj Jakovleviˇc Marr, ew jî delîla xwe digihîne lêkolînên zimannas Melioranskiy û dibêje: “Îro hê jî di kurdî de meriv rastî peyva çalab û çelebî tê, gerek di kurdî de li makdera wê were gerîn.” N. Marr jî dibêje kelîma “çelebî” ji “çalab” hatîye çêkirin. Di kurdîya kevn de Çalab bi ma‘na ‘Xweda’ hatîye bikaranîn, çelebî, an çalabî jî kesên ku dane ser rêya Xwedê, yanî salikê rêya Xwedê. Dibe ku  derwîþê Anatolê ev kelîme anîne li Anatolê belav kirine. (Binêrin. Ensîqlopedîa Îslamê, c3, maddeya ÇELEBÎ)

Kelîme Çelebî îro hê jî weke nav li însanan tê kirin û bi ma’na efendî, nazik, kîbar, xweþik, lihevhatî, zana, û bi terbîye têgotin. Di dewra Osmanî de, ev kelîme heta zemanê Sultan Mehmed weke leqebe þehzadeyan dihate gotin. Di zimanê tirkî de jî kelîma çalab bi ma‘na Xweda (tanri) tê bikar anîn.

Dîsa kelîme çelebî, weke unwanê postniþînê Mewlana Celaleddîn Rûmî, û kesên ku ji nesla wî tên, ji wan re jî tê gotin.