Çend behs li ser Ermenîyan, ji Munazerata Bedîuzzeman

 

Mela Seîdê Kurdî

Werger: Suat ORAK

 

Pirs: Emê çawa bi xeyrî muslîmanan re wekhev bibin?

Bersiv: Wekhevî; di fazîlet û þerefê de nîne, di hiqûqê de ye. Li ber hiqûqê, þah û gede yek in. Gelo þerîetekî ku nehêle mirov bi qesdî pêlî morîyê bike; wê çawa hiqûqê benî ademan îhmal bike? Ber’eks, em li pey þerîetê neçûn… Belê, îmamê Alî (r. a) bi cihuyek re muhakeme bûye. Rûmeta we Selahaddîn Eyyubî, li ber dadgehê, bi filehekî mîskîn re rûniþtîye. Ev yek, pê bawer im, wê xeletîya we sererast bike.

Pirs: Ermenî, zimmî ne. Ehlê zîmmet; wê çawa bi zîmmetdarên xwe re bibin yek?

Bersiv: Divê em xwe zêde mezin nebînin. Sucê me ye. Me wan bi temamî nekarî bixista bin zîmmeta xwe. Me, edaleta þer’î, bi temamî nîþanî wan neda. Daîra þerîetê de, me hiqûqa wan neparast, lewra kiryarên xerab ê îstîbdadê rê nedida. Paþî me xwest, lê quweta me êdî nemabû. Ez nîha ermenîyan wek zimmîyên peymankirî dibînim.

Pirs: Ermenî bi me dujminî dikin, daf û xîyanetê li me digerînin. Çawa emê bi wan re li ser dostanîyê lihev bên.

Bersiv: Îstîbdad ku bibû sedema dujminahîyê, êdî mir. Bi mirina îstîbdadê wê dostanî jîndar be. Vê jî muheqqeq dibêjime we; þahî û silametîya vî welatî, bi îttîfaq û dostbûna ermenîyan ve girêdayî ye. Lê dostanîyek ne bi rengê þerpezetî, belkî digel parastina îzzeta mîllî, emê destê aþtîyê dirêjî wan biken.

Ezê tiþtekî bêjim; em bêjin ku mumkîn be, ermenî yek carî de ji sahîfa hebûnê paqij bin, belkî hûn ji dujminahîyê faîde bibînin. Heke ne, bêguman dujminahî zerar e. Ber’eks, mehfa qewmekî, çiqas qewmekî biçûk be jî, “Bi destan spîkirina darê sitrî. Bêjeyek di me’na pekanîna karên herî êza de tête gotîn.”  e. Qebîla Omer Dilan vaye hezar sal e Omer Dilan e. Vêca netewekî herî mezin wek ermenîyan, ku ji zemanê Adem (a.s) vir de bi me re tên û di rê de hevaltîya me dikin, mumkîn nîne, ji holê ranabe…

Hem ew hiþyar bûne; hûn hêj di xewê de ne, xewnan dibînin. Hem ermenî bi fikra mîllîyetê yekgirtî û qewî ne. Lê hûn bi îxtîlafan beredayî ne, vala ne. Ger hûn serkeftinê dixwazin, çekên hiþmendî, fikra mîllîyet, meyla pêþveçûnê û temayula edaletê li xwe werînin. Lewra ermenî, bi van sîlehan me mexlûb kirine.

Ez dibêjim, kî niha þûr lêxe, piþtî rojan, ew þûr wê vegere li sêwîyê wî bikeve. Êdî serfirazî bi þûrê nabe. Belê, divê þûr hebe; lê di destê eqlê de…

Hem sedemên dostanîyê hene, lewra ermenî cîranên me nin. Cîrantî, cîranê dostanîyê ye. Hem ew hiþyar bûn, belavî dinê bûn, tovên pêþveçûnê berhev kirin, wê di welatê me de biçînîn... Ew, me ji medenîyetê re mecbûr, pêþveçûnê re haydar, fîkra mîllîyeta me hiþyar dikin…

Ji ber van yekan, divê em bi wan re îttîfaq bikin. Hem dujmin û mehfkarê me; axayê nezanî, kurê wî efendîyê xizanî, û nevîyê wî begê dujminî ye. Heta niha ermenîyan çi neyartî kirîye, bin fermandarîya van her sê mufsîdan de kirîye.

Pirs: Azadîya ermenîyan hiþên me tevlihev dike. Carnan tecawuz dikin, carnan dibêjin ‘hurrîyet û meþrutîyet yê me ye, me ava kirîye’. Hêvîya me diþkînin.  

 

Bersiv: Ermenîyan, ji berî ve ji zêdegavîyên me ditirsîyan, ji destên me mabûne benda xerabîyan. Ez dibêjim; ji tirsa we, ermenî jî dixwazin xwe pêþþan bidin. Ji ber vê çendê tecawuzên wan niha xwîya dibin. Eger ew bi temamî bawer biken ku ji we zerar nabe û li we ewle bin, wê qenaeta edaletê bikin. Heke ne; edalet, wê pozên wan biþkîne, wan bîne rê. Hem gotinên wan ku dibêjin ‘Meþrutîyetê, me ava kirîye’ derew e. Lewra azadî û meþrutîyet bi singuyên leþkerên me, bi pênûsên civata mîllîya me rabûye ser pîyan. Daxwaza wan herzegoyan, sîyaseta ademî merkezîyet bû. -ku evreng îdare, pismamê begîtî û mixtarîyetê ye- Paþî sedan nehwêdê wan ketine pey me, fikra me qebûl kirin. Pêncê mayî gevezetî dikin, çend hebên din jî beredayî xeber didin, naxwazin ji xewnên xwe hiþyar bin...

Pirs: Di Qur’anê de nehya hezkirina cihu û filehan heye.

(Gelî mislimanan) Bi cihû û filehan re hevaltîyê nekin.”

Digel vî fermanî tu çawa dibêjî’ bi wan re bibine dost’.

Bersiv 1: Delîla ku hûn tînin, bêguman ji metna Qur’anê ye. Her wuha divê bêþik ji mesela me re jî bibe delîl. Lê wusa xwîya dike, rîya tewîl û þîroveyê di vê ayetê de vekirîye. Lewra nehya Qur’anê li vir têkber nîne, mutleq e. Mutleq jî dikare bête qeydkirin. Zeman mufessîrekî mezin e. Qeyda xwe nîþan bide, êdî tu gotin li ser nabe. Hem eger hukim li ser muþtaqê be, me’xeza îþtîqaqê, îlleta hukim nîþan dide. Wusane bi cihu û filehan re ev nehya Qur’anê, li ser cihutî û filehîya wan e. Lewra ayînê wan; dînê wan e. Hem mirovek ne bi zatê xwe, belkî sedema sifet û sin’etê xwe tête hezkirin. Nexwe, kar û kirinên mislimanan çawa her dem ji mislimantîya wan nayê, her wuha, sifet û sin’etê kafiran lazim nîne herdem jî kufra wan be. Piþtî van gotinan, eger mirov ji sifet û sin’etekî ‘misliman’ hez bike û dest bigre, çima caîz nebe? Malîya/pîreka te ji ehlê kitabê be helbet dê tu jê hez bikî.

2: Zemanê seadetê, dema Pêxember (a.s.m) de, þoreþek mezin a dînî çêbû. Temamê hiþ û ramanan kêþa ser dîn. Sedema hezkirin û neyartîyê jî ‘dîn’ bû. Lewra di wê demê de ji muhebeta xeyrî muslîman, bîhna nîfaqê dihat. Lê niha di alemê de bandûra þoreþekî medenî û dinyewî yê herî ecêb heye. Mijara ‘medenîyet’, mebesta ‘pêþveçûn’ û behsa ‘xebat jibo dinya’ niha hemû mêjîyan girtîye û temamê eqlan meþxûl dike…Jixwe zehfê ermenîyan jî ewqas bi dînê xwe girêdayî nînin. Ji ber van divê em medenîyet û pêþketina ermenîyan qebûl bikin û dest bigrin. Lewma ez dostbûna wan dixwazim. Bi vî awayî, wê ewlekarîya civatê jî bête parastin. Ku bingeha her xweþîya dinyewî; ewlekarî ye. Vaye evreng dostanî, tu car ji alîyê Qur’anê ve nayê qedexekirin…

Pirs: Piþtî ewqas xerabîyên wan; dîsa ên herî muteber, xelqên ermenî derketin. Niha li jehra wan bi çavê derman tê nêrîn...

Bersiv: Lewra xerabîyên wan, alîyê qencîyên wan kir. Eger ermenî dev ji meyla texrîbê berdin, emê bêjin êdî islah bûne. Heke ne, texrîb veþartî be, bêhtir zerar e. Hêlm/buxar eger menfezek nebîne, wê erdê bihejîne. Carnan ji xêrê þer çêdibe, wekî wî, carnan jî ji þerê xêr dizê. Zehf xerabkar henin; ji ber ku xerabîyên wan alîkarî qencîxwazan dibe, di sûretê xêrxwazan de dixwîyê û þerrên wan tête çepikkirin. Em bêjin tu ji bo avakirinê mala xwe xerab dikî, yekî din jî –lê ji bo dizîkirinê– bi te re dixebite. Bi vî awayî ew diz dibe alîkarê tê. Le di tamîrê de hiþyar be!.

Pirs: Leþkerîya xeyrî muslîman çawa caîz dibe?

Bersiv: Bi çar awayan:

Yekem: Leþkerî ji bo ceng e. Wê rojê wextê we bi wî hirçê ecêb re têkoþîn kir, jinan, qereçîyan, zarok û kuçikan alîyê we kirin; qey ji we re bû þerm?

Duyem: Di nav muþrîkên ereban de çend xalîf û peymangerdeyên Pêxember (a.s.m.) hebûn. Bi hev re diçûne cengê. Lê ewên hanê ne muþrîk in, ehlê kîtab in. Û di nav artêþê de tev bi hev re nîn in. Ji hev cuda ne. Pirranîya leþker û quweta hîssîyatê dîsa bi me re ye. Bi vî awayî, hêvîdar im, tirs û xeterên ku hûn jî ermenîyan guman dikin, wê rê lê bête girtin.

Sêyem: Di dewletên Îslamî de -her çiqas kêm be jî- xeyrî muslîm, di leþkerîyê de hatine xebitandin. Ocaxa Yenîçerîyan delîla wê ye.

Çarem: Sedema paþdemayîna mal û neslê me û sebeba pêþveçûna xeyrî muslîman ev bû ku; leþkerî xasma mebû li ser piþta me. Lewra çend sedsal berî, hejmara mislimanên vê dewletê ji çil mîlyonan dibihure. Xeyrî muslîmên ku em niha bi hev re nin, hejmara wan hema hema pênc-þeþ mîlyon hebû. Serwet û tîcaret destê me de bû. Lê em gilol bûn, ketine bîstan, mane di þurezara feqîrtîyê de; lê ew ji ber lingê xizanîyê rabûn, rûnîþtine li ser serwetê, nîfusa wan jî gîha deh mîlyonan. Sedema vê rewþê, yê herî girîng ev e: Em bêjin çar kurên te hene. Ji ber leþkerîyê nikarin bizewicin, ku bîzewicin jî, rûyê memurîyetê de wê malbata xwe -mîna cewrikên pisîkê- li her derê bigerîne, mehsûla jîyana xwe beredayî zîyan bike. Eger delîl dixwazî, here Wanê, li derîyê ermenîyekî veke û li malekî misliman binêre. Mala Ermenî de wê tu deh delîlên têkûz bibînî. Lê di xanîyê misliman de çiqas be du birhanên jar û ze'îf wê li çavên te bikeve.