|
Lezgîn û leþkerîya Þiblî Axa
Þakir Epözdemir
Þiblî Axa, axayê Koçerên Alika ne. Kurê wî Lezgîn li Tatwanê bi cih bibû. Neha jî li Tatwanê qederek malên koçerên Alikan hene û giranîyan wan di delavê sîyasetê de jî xwe nîþan dide. Mesela, di hilbijartina 1989an de, reîsê Beledîyê ji vê eþîrê di Partîya SH de hat bijartin. Lezgîn Axa tevlî sîyaseta Alikîyan nedibû û Koçeran digotin, Þiblî Axa bi rastî Axa bû, lê Lezgîn ne yê wê yekê ye ku em wî bixne rêza Þiblî. Alikîyan dest ji koçerîyê kiþandibûn lê ne mumkun bû pêra bibûna bajarî. Li nava bajêr, dîsan tûrê pîrekên wan li nav milê wan bûn. Çend kesan ji wan ticareta pez dikirin. Çend kes ketibûn daîrên dewletê, xwendevanî pir kêm bû û halê koçeran nexweþ bû. Lezgînê Þiblî Axa, ji serê sibê heya nimêja mexrebê li çarþîyê, qehwexanan diguhert û peyarêkên bajêr dipîva. Yekî bejin bilind, bedew, bi cil û bergên paqij û lewend bû. Di ser de jî xalê Seyîd Orhanê Seyid Enwer bû. Axatîya bavê wî jî ji Þiblî dest pê kiribû. Rojekê ez û Lezgîn Axa li qehwexaneyeke Tetwanê bi tenê rûniþtîne. Mesela koçeran û eskerîyê derket. Lezgîn Axa ji min re qala eskerîya bavê xwe Þiblî Axa kir. Niha emê guh bidinê Lezgînê Þiblî Axa; “Birayê Þakir, te dî berê me Koçeran eskerî nedikir. Rehmetîyê bavê min digot zemanê berê me xwe bi xwe îdare dikir û çekdarên me hebûn. Him me diparastin, him diçûn hewara Mîrê Botan. Ev leþkerîya bi zorê, Kemal Paþa û Îsmet îcad kirin. Koçerên reben, bê cih û war in. Ne deþt a wan e û ne zozan ya wan e. Heyata wan di kolik û binê kohnan de dabor dibe. Havîn û zivistanê bi terþê xwe ve ne. Merivên ku bihustek erdê wan tune be, wê eskerîyê jibo çi bikin û bo çi welat biparêzin? Navê bavê min çawa ketîye nifûsa Tirko ez nizanim. Me hew dît ku celbên wî yê eskerîyê hat. Bavê min wê gavê umrê xwe ji pêncîyan borandîye. Þûba Eskerîya Sêrtê celbê diþînin, ez diçim Sêrtê. Bi saya dost û nasan, wan ewraqan bin doþek dikim. Te hew dît celbek ji Qubînê hat ez diçim Qubînê. Te dît îcar Qurtelean lê digere. Lê tiþtek heye, di vî delavî de, rêberîya min kirîvayên minê Sêrtî dimeþînin û pirsgirêkan bi peran dipiþkêvin. Hindî dunyayekê pere ji min sitandin. Ev bêbavên Sêrtîyan mirîyan diþelînin. Min bi xwe re dibirin ber derîyê þûba eskerîyê. Diçûn hundir, te dît deh deqîqe þûn de, derketin demetek pere ji min girtin çûne hundir û hatin ku kaxezek mohrkîrî di destê wan de ye. Min bi vî awayî hemû þubeyan çendgîsin kir û bela van sek bavan ji pêsêra me xalî nebû. Ji deh salan ne kêmtir ev leyz û dolab zivirîn. Rojekê hew me dît ku cendirme hatin avêtin ser mala me. Cendirmê Qubînê bavê minê kal girtin birin. Heya ku em çûn me wî merivê xwe yê Sêrtî anî, bavê min sewqê Îzmîrê kirin. Ez ji dostê xwe yê Sêrtî re dibêjim, ka te bavê min ji eskeryê xelas kiribû? Ev çi ewraq in ku te da min? Ka were em van ewraqan nîþanî reîsê þûbê bikin. Lê ewê Sêrtî xwe virde da, wê de da, dixivxivîne. Min fêm kir ku ew ewraq û ew mohr hemû sexte ne. Mêrik min li ber derî dihiþt, diçû tuwaletê mohreke sexte yê ji kartolan li binê kaxezekê dixist û min pê dixapand. Min da aqilê xwe û biryar da, ku ez bi telbê bavê xwe ve herim û êdî Sêrtîya nexim dewrê. Min qederek pere xist bêrîka xwe, tenekeyek qelî û yek hingiv dagirt. Devê tenekan lehîm kir û ez li trênê siwar bûm, min berê xwe da Îzmîrê. Ez ketim trênê çûm û çûm û çûm. Li îstasyona Îzmîrê peya bûm. Min edresa Þiblî Axayê bavê xwe, ji þûba eskerîyê standîye kirîye bêrîka xwe û devê berîkê dirûtîye bo winda nebe. Li îstasyonê min kaxes ji bêrîka êlekê xwe daranî, ji yekî pirsî, tu nabêjî ew meriv paytoncî bû. Hema gazî hemalekî kir, wan tenekê min avête paytonê û pere ji min stand û da hemal û min û teneka hingiv û qelîyê bire derê nîzamîya eskerîyê. Zabitek hat ji min pirsî û serê potîna xwe li tenekê min da, ka ez kî me û ev tiþt çine di çewalan de. Min kaxeza cêba xwe nîþan da û jê re got: “Bavê min li vir esker e min jê re van tiþtan anîye.” Wî jî, min û wan tenekên min avête piþta cîbê û bi min re hate Bêlûkê. Ez çûme Bêlûkê çi bibînim, bavê min li ser qeryolê xwe dirêj kirîye, di îstîrehetê de ye. Reng û rûwê wî xweþ in û jixwe ne xema wî ye. Ez çûm min destê bavê xwe maçî kir. Wî jî ez maçî kirim û gelek kêfa xwe anî. Min ji nobetçî çawîþ re got, tê min bibî cem qumandar. Çawîþ kete pêþya min û min da pey, êvar e, roj li ber qulpandinê ye. Çawîþ min da naskirin û got, waye du teneke qelî û hingiv anîye hatîye cem bavê xwe. Tirkîya min jî çat û pat e. Çawîþ çû. Ez û ew bi tenê man. Min destê xwe danîye ser bêrîka xwe ku fam bike ku min pere anîye. Derdê min ew e ku ez wî ixtîyarî ji nava lepê wan xelas kim. Bêlûk qumandarî ji min pirsî ka ev qelî û hingiv ji bo çîye. Min got: “Min ji te re dîyarî anîne.” Qumandar madê xwe kir, lê ji min re got, tê li kû razê? Min got, nizanim. Qumandar gazî posteyê xwe kir, tenbîh kir ku ez wê þevê li qawîþê li cem bavê xwe razêm. Û ewê þevê ez bûm mêvanê Þiblî Axa. Serê sibehê em rabûn, me nimêja sibehê kir, em çûn ser cihê xwe rûniþtin. Çawîþê bêlûkê hat eskeran þîyar kir û tenbîh kir ku kes neçe xwaringehê û kes tiþtekî nexwe heya piþtî îctîmayê. Tav germ bû. Esker derketine derve, rêz bûn e. Çawîþ gazî min û bavê min kir. Em jî ketin rêzê bi kincên sivîl min cihê xwe di civînê de girt. Ez ji bavê xwe hostatir im. Lewra min çar salan eskerî kirîye. Bêlûk qumandarî hat, çawîþ qonit dayê. Merasîm qedîya got; “rehet” û em ketin rehetê. Min dî çewalên tenekan û somûnan anîn. Devê tenekê qelî û hingiv vekirin, kêr bi destê yekî ye û kevçî bi destê yekî dî ye. Yek somûnê þeq dike û yê din kevçîyek hingiv û yek qelî dike nava nan û bi rêz didin eskeran. Kî nanê xwe digre, berê xwe dide nava parqa ber derê bêlûkê. Qumandar li ser serê wan aþçîyan sekinîye. Paþê sê somunan ji wan dagirt. Yekî ji xwe re veqetand. Yek da min û yekî jî da bavê min. Ew herdu teneke û çewalên somûnan li vê bêlûkê hate parvekirin. Bêlûk qumandarî hat cem min got: “Nanê xwe bixwe û oxira te ya xêrê be. Min tu daye xatirê vî kalî. Carek din nebî nebî ku tu tiþtekî weha bikî û êdî çavên min bi te nekeve. Ku ez ji Xwedê netirsam minê te bida mahkemê û te bavêta hepsê. Lê xêra serê Þiblî min tu efû kir.” Min nanê xwe xwar, xatir ji bavê xwe xwest. Bavê kal girîya hate serê min û min berê xwe da îstasyona trênê. Trênê min anî Qubînê”. Bi rastî ez kêm dibêm, zêde nabêm, Lezgîn bi Kurmancîyekê zelal û bi qaîdeyekê edebî mesela eskerîya babê xwe qise kir. Þansê min hebû ku kes nehate masa me û sohbeta Lezgîn Axa nehate birîn. Piþtî sohbeta wî qedîya, min pirsî: – Tu Gandî nas dikî an na? – Na bi serê Xews ez nas nakim, gelo ji kû ye? – Mahatma Gandî ji eþîra Hindoîya bû. Ew jî weka te pisaxa bû. Îngîlîzan rojekê wî ji trênê peya kirin û gotinê, divê tu li vî mewqî -yanî li mewqîyê yekemîn- rûneynî. Ewî ji ber vê neheqîyê serî li ber Brîtanîya rakir û Hindistan û Pakîstan û Bangladeþê rizgar kir. Gelo ez meraq dikim, ezyeta ku te xwar, an ew hingiv û qelya ku dane destê te û bi te dane xwarin, nebû sebebê ku tu kîn bigrî, rika xwe bînî, ji zulm û zordarîyê re bêjî bes? Lezgîn Axa se’eta xwe ji cêbka êlekê xwe deranî, li se’etê meyze kir û rabû xatir xwest, çû nimêjê. Pazdeh salên min li Tetwanê derbas bûn. Min û Lezgîn carekê tenê sohbet kir. Ji vê sohpetê ez pir tiþt hîn bûm. Gelo hûn xwendevan jî, ji vê çîrokê hînî tiþtekî bûn an na? Min axayekî kurd û prensekî Hindî da ber hev. Prensê Hindî, ji heft bava prens bû û li Brîtanya xwendibû. Axayê min, bi Þiblîyê babê xwe bibû axa. Ev axatîya, Silhedînê Seyid Elî dabû wî. ‘Ha melayên þêxan û ha axayên þêxan.’
|