|
Þerha xazeleke Melayê Cizîrî: Dergehê lutfa te xanim
Ali Karadeniz
Melayê Cizîrî, yek ji wan edîbên me ye ku xwedîyê textê herî bilind e. Di nav mîrasa me ya nivîskî de, ku mixabin ji çendekan pêvtir di dest me de tunenin, dîwana wî xwedîya cihekî muhîm e. Û cardin mixabin, digel ku xwedîyê vê girîngîyê ye jî, di derheqê Melê û dema wî de, hin agahîyên mîna menqîbe netê, bi delîl û sened ti tiþt dest me de nîne. Ev dîwana wî ya ku niha di destê me de ye jî, ne nusxeya eslî ye, wer tê fahm kirin ku paþê hatîye berhevkirin. Lewra bi cih nayê zanîn ku Melê bi xwe þê’rên xwe weke dîwan berhev kirîye an na? Lêbelê îhtimaleke mezin e ku wî bi xwe, þê’rên xwe di dîwanekê de berhev kirîye. Lewra gava em li þê’rên wî dinêrin em dibînin ku li gor qaîdeya dîwanan þê’r nivîsîne. Ango hema hema bi hemî qaliban þê’r nivîsîye. Meriv kare bêje ev jî nîþanek e ku wî di dema xwe de þê’rên xwe di dîwanekê de berhevkirîye. Nusxeya herî kevn a ku em dizanin, nusxeya Teyar Paþa ye ku nêzîka 170 sal berya îro hatîye çapkirin. (Bnr. Nûbihar, Em ji þê’rên Melayî têdigihêjin ku Melayê Cizîrî, bi gelek ilman ve meþxûl bûye. Di þê’rên xwe de li ser mesela heyînê radiweste. Herwisa, behsa hikmet/felsefê, tesewifê, iþqê, erdnîgarîyê, felekîyatê di þê’rên wî de cih digirin. Di þê’rên wî de tê dîtin Melê, alim û feylesofên berya xwe; çi yên misliman, çi yên yûnanî, tedqîq kirîye û xwendîye. Melê, þê’rên xwe, weke adeta dema xwe, bi qalibê arûzê nivîsîye. Þi’ra arûz, pêþî di edebîyata erebî de ji berya Îslamê de hatîye bikaranîn. Gava xelkên weke faris, kurd, tirk û hwd misliman bûne, arûz derbasî edebîyata wan jî bûye. Þê’ra arûz bi hesab û pîvan tê nivîsîn. Lewra deng û gotin gelekî muhîm e. Dirêjî û kinbûna herfan, lihevhatin û lihevkirina dengan ji bo þi'ra arûz gelekî girîng e. Ji vê sebebê, hin wezn û qalib hatine çêkirin, þa‘iran jî li gor van weznan þê’r çêkirine. Ev yek bûye sebeb ku hem mijarên þê'ran teng bibe, hem jî gotinên mîna hev biên carî/tekrarkirin. Ev xala, li ber þi'ra arûzê bûye tengasîyeke mezin. Bingeha þi'ra arûz li ser malikan e û bi gelek qalibên ji hev cihê tê nivîsandin; weke: Qesîde, Terkîb, Çarîn, Ferd, Xazel û hwd. Her yek ji vana qalibana, wezna wan cihê ye. Lê ji ber ku ev ne mijara me ya eslî ye, ez naxwazim dirêj li ser wan bisekinim û dixwazim derbasî xazelê bibim. *** Wisan xwuya ye ku Melê, ev xazel di rojeke îdyê de nivîsîye. Berê, þa‘iran ji þah û siltanan re, an ên ku þa‘ir himmet dikirin û diparastin, qesîde dinivîsîn û weke silav û îdanîyan dîyarî wan dikirin. Hin þa‘iran jî weke newrozîyan jî ji mezinan re qesîde nivîsîne. Qesîdeyên îdanîyê, ji bo kîjan îdyê bihata nivîsîn, behsa taybetîyên wê îdyê dihat kirin. Ji ber ku di vê xazelê de behsa hîlalê tê kirin, mumkin e ku weke îdanîya Remezanê hatibe nivîsîn. Herçendî qesîdeyên îdanîyê ji mezinan re dihatin nivîsîn jî þa’iran ji bo yar û muhibên xwe jî îdanî nivîsîne ku yara þa‘iran jixwe þaha dilê wan e. Eva ku Melê nivîsîye ne qesîde ye, xazela e, û weke îdanîyê ji yara xwe re nivîsîye. Xazel, þê’rên ‘iþqê ne û gelek çeþîdê wan hene. Ev xazela, ji cûrê Mulemma ye, yanî xazelên ku bi du zimanan hatine nivîsîn. Misra/rêzika pêþî bi kurdî ye, a din, bi erebî ye. Îcar bifermin û bibînin ku Mela çawa li þaha xwe bi nalîn diqure, dixwaze hesret û kedera xwe bigihîne wê, agirê ku ji ber iþqa wê di dilê wî de hatîye dadan çawa dixwaze jê re bibêje:
‘Îd e û herkes ji dîdara te lê pîroz e ‘îd Ez tinê mehrûmê dîdar im bi sed menzil be‘îd Îro îd e, hemî mirov þa ne. Herkes li bende vê rojê bû, vaye hatîye. Ew xana ku herkes bi hesreta wê ye, vaye derketîye pêþberî dildarên xwe, li wan bûye xwuya, ji ber ku xwe nîþanî dildarên xwe daye, îd li wan pîroz bûye. Lê çi heyf e ku tenê Mela ji vê îda pîroz û ji dîtina yarê mehrûm e. Derdê Mela tenê ne ew e ku yarê nabîne, her wisan bi sed qonax û menzîlan jê bi dûr e jî.
Her seher dihnêrim ez cana bi ahan ra ji dil Barek-el Barî bi is‘adin ‘eleyha yewme ‘îd Mela, her seher nameyên rîcayê weke duayan dihinêre/diþîne ji yarê re. Melayê ku di agirê cudayîyê de bêtabet e, destê xwe ji bo kamranîya yarê radike û duayan dike ji Xwedeya Mezin re. Mela zane ku banga seherê, li cem xan gelekî meqbûl e. Lewra îd ew roj e ku herkes diçe hevdu zîyaret dike, ji deverên dûr dost û meriv tên dîtina hevdu, derîyê malan û dilan li hevdu vedibin û hezkirin pêl bi pêl difûre. Kesê ku ji hevdu dilgiran û sil bûne di vê rojê de hevdu efû dikin. Kesê mezin bi biçûkan re aleqedar dibin, dilê wan xweþ dikin. Maqûl di vê rojê de di feqîran de datên û pirsa halê wan dikin. Bi yadîgarî û hedîyeyan hevdu dilxweþ dikin. Di vê rojê de, Mela destê xwe radike ku Barîyê Teala, ew Xwedayê ku xwedîyê kana seadetê ye, xana wî kamran bike.
Dergehê lutfa te xanim ma li mehrûman vebî? Inne kelben basiten dehren zira‘en bil-wesîd Ey xanim, yekî ku berê xwe daye cenabê te, xwe li te girtîye û meqseda wî tu ye, ew bi sedan menzîl meþîyaye, bi rê ve hatîye û ricayê dike ji lutfa te keremkarî, lewra wî lutfkarîya te bihîstîye û pê zane, comerdîya te seh kirîye û hatîye ber dergehê te, ew kes yekî mehrûm e, ji dîtina te bêpar e û vaye hatîye ber dergehê qesr û seraya te, îcar biferme ey xanim, gelo tuyê bi keremkarî tevbigere û di vî mehrûmî de dabiê? Tuyê bihêle ku derîyên te lê vebin? Bi rast tu li mehrûman dinêrî û tu li wan datêyî ey xanim! A rast ez yekî basît im, jarekî bêker, mîna seyekî bêqedr û bêqîmet im, lêhema ev demeke dirêj e ez li ber dergehê te me, min destê xwe bi ber merhameta te ve vegirtîye û dirêj kirîye, tuyê li min bêkêrî dergeh vekî ey xanim?
Pîremerd im ‘aþiq im îro murada min bibexþ Ya hebîbî ya muradî ya muna qelb-il-murîd Were merhemetê ey xan! Di rêya te de ez pîr bûme, min ciwanîya xwe gav bi gav di rêya eþqa te de bizar kir û reþand, vaye bi dawî hat xortanî, niha bûme yekî pîr. Armanc û mûrada dilê min gihaþtina te ye, bi vê sebebê min xortanîya xwe di rêya wusleta te de daye, ma tu îro miradê min nabexþînî? Evî dilê ku tu yî hebîba wî, xwestin û mûrada wî tu yî, evî dilê ku bûye murîd û bendeyê eþqa te, ma tuyê hêvîyekê nedîyê? Wisa bi gazî û hawar e li ber dergehê te, gelo tuyê guh lê bikî? Ferre ‘eqlî min lehîbî misle bazin ew ‘iqab Zabe rûhî misle ma inhelle fî narin celîd Aqilê min ji ber agirê eþqa te terka serê min kirîye. Mîna teyrekî baz, mîna teyrekî êlû, ji ber þewata agirê dil, ji serê min firîyaye çûye. Bedena min bûye ew erda ku agir û pêtî jê bilind dibin, perçeyek qeþayê çawa ku bêmecal e li ber tîna agir, ruhê min jî wisan bêmecal e, li ber tîna agirê eþqa te, eynen mîna qeþayê dihele, dibe av.
Dem‘u eynî min bukain mislu nehrin fî sukûb Naru qelbî min xeramin fî diramin fi’l-weqîd Yekî ku ji yara xwe dûr, bêxwedî û bêmecal û natuwan be, aqilê wî ji ber þewata eþqê terka serê wî kiribe, rûhê wî mîna qeþaya ketibe êgir wisan dihele û diçe û tu kes jî pirsa halê wî neke, îcar ka ewê halê wî kesî çibe? Ji girî pêvtir çi ji destan tê? Ewê hêstirên wî bibin mîna çem û rûbaran, ewê agirê dilê wî mejîyê wî bikelîne, hêstirên wî mîna çeman ewê ji çavên wî biherikin.
Dil ji ber narê mecazî bi’l-heqîqet bû pereng Naru qelbî fî hewahu mislu narin fi’l-hedîd Tuyê bêjî, ey Mela heger agirekî mecaz be, ewê çawa karibe bi heqîqet biþewîtîne? Ma qet çêdibe ku navê agir karibe karê agir bike? Ey xan, erê, tu wisan dikî i'tîraz û bawer nakî ku agirê mecaz bi heqîqet biþewitîne, lê were binêre ku çawa bi heqîqet û rastî jî ez bûme pereng. Ev agirê mecaz ku di dilê min de ye, mîna agirê ku di hesin de be. Dema ku tu li hesin binêrî, tu pêtîyan lê nabînî, lewra agir hesin naþewitîne, ma madenê hesin qet diþewite? Lê agir hesin dirizîne. Were halê min bibîne ku çawa mîna hesinekî sincîrî ye bedena min. Divê tu bizanibî, heta ku mecaz nebû kesî heqîqet nedîtîye. Bi rêya mecazê meriv digihêje heqîqetê. Nêrîn li gor dîtînê mecaz e. Ku nêrîn tunebe, dîtina ku heqîqet e, nayê meydanê. Vê dîtina mecazî, bi heqîqet jî dil kirîye mîna pereng û disoje.
Key xilas ez dozexê hicrê tu yabim ey cuwan Her nefes dared sela û ne‘reê hel min mezîd Ev eþqa mecaz, îdî bû heqîqeteke wisan ku dijwarîya þewata wê ne hindiktir e ji agirê cehennemê. Ev heqîqet mîna pêtîyên agir hergav û saet bedena aþiq dixe renc û azarê û wî di ezêb de dimexmirîne. Tenê bi wîsalê/gihaþtinê ev agir sar dibe û dil û beden ji sotinê rizgar dibe. Lê aþiq gava ku wîsal nebe nesîbê wî, îdî dixwaze azad bibe ji vê cehennema hecrê, lê pêtîyên ku wî ji çarhawîr pêçane nema dev ji wî berdidin û berdewam dil û bedena wî disojin. Ev agirekî wisa ye ku tim li aþiqan digere ku wan bisoje. Mela, iþqe diþibihîne cehennemê, çawa ku tijebûn li cehennemê tuneye û tim dibêje "hel min mezîd”, yanî ka wekî din tuneye, eþqa bi þewat jî dilê aþiqan berdewam diþewitîne, bang û qîrîn dike û dibêje ka wekî din tuneye?
Kî dizanit min ji rimbazan dema oxilme tên Têne dil sed rim ji wan û sîne tênê sed cerîd Rimbazên dijmin ji bo oxilme/talankerî girtine ser dil, lê kê hay jê heye? Dil çi rencê dikþîne kî pê dizane? Meqseda rimbazan ew e ku dil parçe parçe bikin, bi wê nîyetê riman dihejînin. Sînga Melê, ji ber derbên van rimbazan bi sedan birîn tê de vebûye. Lêbelê dilê talanber, di vê cengê de bêçek û sîleh e. Rimbaz wî ji hev zîval zîvalî dike, lê ew xwe ji ber derban nade alî.
Min ji seffeynan ji nîva meqtelê rim têne dil Lê li wan destan nîhin xûna xezaya ez þehîd Dil maye di nîvê cengê de, Rimbazan sef bi sef bi ser dil de tên, berê riman rast dane dil. Mela di van herdu beytên jor de, bisk, zulf, awir, xet û xalên yarê diþibîne riman. Îcar yara ku xwedîyê van riman e, mîna rimbazekî jêhatî û bi qesta þehîdkirina dildar, wan diavêje dil. Aþiq dawîya dawî dibe þehîd. Lebelê xwîna dil li destê rimbazê neketîye. Yarê tevî rimbazên xwe bi talanî girtîye ser dil û wî þehîd kirîye, lê ew ji ber vê kuþtinê nabe qatil û xwînî. Lewra di cenga eþqê de helal e ku yar aþiqê xwe þehîd bike.
Mishefa husn û cemalê sûreta xal û xetan Ma telewna xeyre herfi La we Qur’anin Mecîd Rûyê te kitêbeke pîroz a husn û bedewîyê ye. Xet û xalên li rûyê te; por û zulfen te, brû û enîya te, mijank û çavên te, dev û lêvên te, dêm û bêvil û diranên te yên mircanî ew hemî ayet û nîþan in ku li rûyê te yî mîna kitêba xweþiktîyê ye, van ayetana bi sin‘etkarî lê hatine neqiþandin, ev xet û xalana li ber min weke kitêba husnê vebûne, ez mecalê didime xwe ku van nîþanan bixwînim, lê ji wan nîþanên li deftara husnê, min tenê karîbû herfekê bixwenda, ew jî herfa “la” ye! Sondê dixwim bi wê Qur’ana Mecîd, ji bil vê herfa ku dibêje “na”, herfeke din nebû nesîbê me. Jixwe bersîva me jî, ji wê yarê pêvtir gotina me ji hemî husn û cemalan re “la” ye.
Gerçi her daîm ji mihrê neynika dil bedr e min Wek hilalê subhê têm ez carinan bim napedîd Ger tu li dil binêrî, tê bibîne ku neynika dilê min mîna hîva çardeþevî ye, lewra þewq û ronîya xwe ji wê ew yarê distîne ku weke mihr/royê ye, ji ber ronî û þewqa wê yara tabîdar û purbiþewq ez jî mîna hîva çadeþevî me. Lêbelê tu were ji min bipirse ez bi halê xwe mîna wê hîvê me ku lê bûye sibeh, ro bi ser de hilatîye û zirav bûye, ji çavan bi dûr im û nayêm xwuya. Ji ber vê, yar min nabîne, ez li ber ronîya wê nayêm xwuya. Çendî ku iþqa wê di dilê min de tije be, û ji wê pêvtir tiþtekî din di dilê min de nebe jî, ez mîna hîlala ro bi ser de hilatibe, wisa wenda û napedîd im.
Ma bi le‘lên canfeza navê me bînit carekê? Bi’ddua bellix tehîyyatî li Selma ya berîd Ewê çi bûbûya ku carekê bi tenê ew lêvên rûh dibexþîne navê me bigotaya, me bibihîstaya ku wan lêvên can dide mirîyan, navê me jar û gedayî carekê bi tenê bigota. Ey bayê sibehê, ku tu herî cem wê yara ku xan e, hêvî û rîcaya min ji te ye, tuyê vê duaya me û vê silava me pê bihgihîne, vê lavaya me ku em ji Selmayê dikin, bi wê bigihîne, heye ku li me were rehmê û yek car bi tenê be jî, navê me ji wan lêvan canfeza birjîne. Selma remzek e di þê’ra Melayê Cizîrî de. Bi ma’na; xan, keybanû, ece, sultan e. Li gor çavkanîyên erebî, Selma û Aca’, li Necdê (Erebistan) navê du rêze çîya ne. Yaqût Halebî (Mu’cem-ul Buldan), behsa efsaneyekê dike derheqê van rêze çîyan de; li gor vê efsaneyê : Aca’ û Selma dil ketine hev, ev dildarana li mala daþîra Selma timî hevdu dibînin. Hayê malbatên wan ji wan çêdibe û rojekê ji niþka ve digirin ser wan. Ev ‘aþiqana ji ber wan direvin çîyê, lê li wira tên kuþtin. (Ensîqlopedîa Îslamê, weþanên MEB-Zanîngeha Ýstanbul, c 4, maddeya Ece.)
Tu j’Melayî her bipirs esrarê ‘iþqê hel dikit Vê mu‘emmayê çi zanin sed mela û muste‘îd Werin gelî aþiqan, iþq çîye û neçîye, werin wê ji Melayî bipirsin. Lewra ti kesî mînanî wî nekiþandîye renca iþqê, ti kesî biqasî wî hesret nekiþandîye. Ýþq çîye, aþiqtî bi çi rengî ye, darû û dermanê vê belaya mezin çîye, werin wê ji Melayî bipirsin. Melayî pê ageh e, bi hemî esrar û razên iþqê. Werin ku Luqman û pîrê iþqê Mela ye. Nebî ku hûn bêfayde herin nik kesên ku melayê ilm û xwendinê ne, an nebî hûn biçin nik kesên ku xwedî defter û kitêb in. Ev muemmaya wisan girîft û tarî, ne yekî wan melayan, sedê wan jî nikarin hel bikin û we ji vî derdî safî bikin.
Er bi kuþtin wer bi hiþtin emr û fermana te bit Ahmedu ‘ebdun reqîqun waqifun beyne’l-‘ebîd Eya xan, bide fermanê, vaye hal û rewþa min bi vê ye, ez bi ah û nalan im, sîne ji ber derbê rimbazên te tev birîn e, agirê eþqê kirye ku bazê hiþê min ji serê bi derbiçe, hêstirên min mîna çeman û robaran diherikin, ji dûr ez hatime ber dergehê saraya te, min xortanîya xwe hemî kirîye ucreta rêya te û vaye weke pîremerdekî li ber dergahê te me, îcar biferme ey xan, tu min dihêlî, an min dikujî ferman her a te ye, lê bizanibe ey alîcenab, ez ebd û bendê te me û li ber hukm û fermana te vewestayî me. Ez yekî aciz û natuwan im, tenê ez talibê ‘iþqa te me, ez li bende me ku tu carekê bi tenê ji wan lêvên xwe yên canfeza navê min bibêjî, tuyê rûh bidî min, tuyê can bidî min bi wan lêvên xwe. Ne bi nîyeta bilindkirina navê min, hez dikî bi nîyeta zelîlkirinê be jî ey Selma, ey xan, ez duakar im ku carekê navê me gedayî bibêjî.
|