|
Mirov û þaristanî
Adar Jîyan
B eramberîya peyva “þaristanî”yê di her zimanî de cihê cihê belê di heman wateyê de tê bikaranîn. Bo nimûne; di Fransî de wekî “civilisation, di Îngilîzî de wekî “civilisation”. di Almanî de wekî “zivilization” û di erebî de jî wekî “medenîyet” tê bilêvkirin. Îcar bi rastî ji ber ku ji wateya peyvê ya ferhengî wêdetir, wateya wê ya têgînî bêtir bala mirov dikiþîne û mirov bêtir eleqedar dike, em dixwazin hinekî li ser wateya wê ya têgînî rawestin û hizr û boçûnên xwe der bibîrin. Armanc û egera þaristanîyê ya sereke ew e ku jîyana mirov a civakî, aborî, sincî û aramî têkûztir bike û pêþve bibe. Peyva medenîyetê, ji koka peyva “medîne” ya erebî -ku tê wateya þar/bajar - hatîye dariþtin û li medenîyetê ango þaristanîyê dagerîyaye. Peyv an jî têgiha “civilisation”(Fr.) “civilisation”(Îng.), “zivilization”(Alm.) jî kêm zêde tê wê wateyê. Ango ev peyva latînî rasterê wekî þarwerbûn (sivîlbûn) civakîbûn û komelyîbûna mirov tê zanîn û ravekirin. Heta niha li ser rûyê dinê gelek þaristanîyên kevnar, qedîm, domdar û mayînde mohr û demxa xwe li dîroka mirovahîyê xistine. Û der barê van þaristanîyan de gelek rave, þîrove û watedayînên cure bi cure hatine kirin. Belê hemû jî bi awayekî xweþbîn û erênî hatine nasandin. Her wiha her yek ji wan wekî pêþketin, kemilandin, edilandin û bedewkarîya civakê hatine derpêþ kirin. Bi rastî her þaristanî wekî mîrateyeke mirovahîyê, bi hezaran sal hebûna xwe ji bo dahatûya mirovahîyê bi civakên bê, daye çespandin û hishisandin. Her þaristanîyeke nû, hebûna xwe li ser hîmê þaristanîya borî (ango ya heyî) daye kudandin û kemilandin. Tu þaristanî ji niþka ve derneketîye holê û di maweya çend salan de xwe nedaye peytandin. Her þaristanîyek, wekî wêris, peyrew û mîratgirê þaristanîyeke din (ya berîya xwe) xwe daye pêþ û li nirx û hêjahîyên þaristanîya borî xwedî derketîye û ew pêþtir birîye. Di dîroka mirovahîyê de her çendî ku behsa gelek þaristanîyên mîna Asûr, Misir, Hind Yewnan ve Romayê tê kirin jî bi rastî du þaristanîyên cuda û cihêwaz wekî du rehên mirovahîyê xwîn û gîyan dane jîyana civakên borî û ew gihandine roja îro. Yek jê þaristanîya ku xwe dispêre zanîn û hiþmendîya ronîdar û mirovane ya ku ji êþ û azarên mirovan hatîye afirandin e. Û ya din jî þaristanîya ku di domana þer û pevçûnên bêyom û bênavber de li ser xwîn û xwêdanê hatîye mezrandin e. Bêguman ya ku xwe dispêre hiþmendî û dilpakîya mirovahîyê þaristanî bi xwe ye. Belê ya ku li ser xwîn û xwêdanê hatîye avakirin, ji ber ku jîyanê li mirov û mirovahîyê diherimîne ne pêkan e ku ew wekî þaristanîyê bê dîtin û binavkirin. Dem, serdem, ast û radeya wê çi dibe bila bibe, ew hoveberî ye. Him jî hoveberîya hemdem û rojane ye. Ji roja ku mirovahî bi hebûna xwe hesîyaye û heta îro, bi saya hin mirovên zanyar û ramanwer ên ku birq û þûleyên xwe yên hiþmend û aqilane derpêþî civakên dîrokî kirine, ketine nav hewldanên nasîna mirov. Mirovên ku di her dem û domanê de li ser pirsên “çi?”, “çima?”, çawa?” “ez kî me?”, “li kû me?”, “ji kû me”, “ji kû derê têm?”, “bi kû ve diçim?” û hwd…hizirine û serê xwe pir êþandine. Her wekî din gelek þaristanîyên nûjen payedar û bedew dîyarî peyrewên xwe û civakên bê kirine. Þaristanîyên ku ji hêla mirovahîyê hatine senifandin, wekî du nifþan (alîyan) derdikevin pêþberî me. Nifþek rabûye bi qesta ku li bersivên pîrozwer biqeside bûye qesasê serê nifþê din û ji bedena xwe parçeyek rûh û gîyan hilqetandîye. Alîyê hêzdar û stembar ji nav vî nifþê derketîye. Û vî nifþê zoran û zilimdar, her wextê qirkirina nifþê reben, belengaz, bindest û bintûte ji bo xwe rewa dîtîye. Qet li kar û xisara vê yekê nepirsîye; di dahatû û tenduristîya xwe ya tevayî de nefikirîye; bêpirs û bêtirs kuþtin û jiholêrakirina mirovan wekî derîyê çareserîyê dîtîye. Nifþê bindest û berdest jî, li sedem û egera vê kuþtinê (ango xwekuþtinê) gerîyaye, serê xwe pê re êþandîye. Belê çi cara ku bi mebesta lêpirsîna jiholêrakirina zilm û zordarîyê û bi hinceta darizandina tunekirina serdestî û bindestîyê tevgerîyaye tûþî girtin, darizandin, dardekirin, miþextin, talankirin û wêrankirinên bêyom hatîye. Yên ku ji ber vi zilm û zordarîyê filitîne jî di þikeft û berqefên nepenî de debirîne. Pey re boçûn û hizrên xwe bi mirovahîyê re parve kirine. Dîsa dawîya kuþtin û qirkirin û jiholêrakirina mirovan nehatîye. Îro jî bi heman awayî her ku diçe sedem û hincetên darizandinê þêwe û awayên dardekirinê, alav û amrazên kuþtinê ji holê ranebûne. Berevajî wê nûjentir, dijwartir û xedartir bûne. Sed mixabin ev tiþt jî gelek caran bi navê þaristanîyê hatine kirin. Dûgel (dewlet) xuhermendên (hikûmetên) ku bi xwîn û xwêdanê hatine damezrandin, bi rondikên çavan hatine meyandin û bi êþ û azarên kedernak hatine strandin, xwe wekî afirînerê þaristanîyê dane nasandin. Bo nimûne, di dîroka mirovahîyê de lehengên van þaristanîyan Firawn, Nemrûd, Dehaq, Promethe, Afrodit, Ebû Leheb, Hîtler, Musolînî ne…Yên îroyîn jî mîratxurên wan in û pêli pahnîya wan dikin û di rê rêzika wan de dimeþin. Ew jî li ser navê þaristanîyê tevdigerin û Þaristanîyên ku bi vê pîvangê hatine þêwandin, mirov nifþ bi nifþ ji hevûdu veqetandîne û çîn bi çîn senifandine. Bi rastî pergala jîyana civakên çîndar bi xwe li ser vê bingehê hatîye avakirin. Ango mirov ji do heta îro wekî serdest-bindest axa-xulam, patron-karker, kardêr-karmend û her wiha plep- arîstokrat, gundî-bajarî hatine/têne senifandin. Îro, arîþe û pirsgirêkên qirnê nû (sed sala 21ê) yên aborî, sîyasî û civakî ku mirov arasteyê lêgerîn û lêkolînên demê dikin, zanaveke nû û nûjen li ser mirovahîya cîhanê dide ferzkirin. Gelek mirovên dinê, ji bo ku bibin xwedîyê vê zanavê têdikoþin û hewl didin. Çîn û hêzên desthilatdar ji hêla nîjadî, zayendî, aborî, olî, çandî û ramyarî ve xwe wekî takemaf, destûrmend û servedar niþan didin û mirovên din di bin stembarîya xwe de dihêlin û difetisînin. Di navbera van herdu alîyan de cudayetîyeke negihêj û nelê xwe bi her awayî dide der. Ev cudayetî piþtî mirinê jî didome.. Bo nimûne; gava kesên ku ji çînên serwer dimirin ji bo wan piramît, menzelên bihiþmet çêdikin. Belê kesên jar û xizan jî mitsek axa sar bi dest wan nakeve. Yanî pergala wê dinê ya ku bi navê þaristanîyê derketîye holê qet qîmetê nade mirov Di dîroka civakên çîndar de, mirov tu car wekî hebûneke birûmet, hiþmend û pîrozwer nehatîye dîtin. Berevajî wê, her gav wekî hincet, alav û tiþteyên ku di suxreya pragmatîzmê (berjewendperestîyê) de têne xebitandin, hatine dîtin û pejirandin. Heçku mirov bi afirîndetîya(xulqa) xwe wisa qedirgiran e ku him ji heyîn û heyberên heyî sûdê werdigire û him jî sûd û fêdeyê dide wan. Mirov, tenê bi zanîn û hiþmendîya xwe dikare hemû heyînên jîndar û ne jîndar biparêze û wan li gorî mebesta afirandina wan bi kar bîne. Yanî mirov ne alav e ku were biakranîn; ew, armanc bi xwe ye. Gava ku mirov bê layan û pêþdarazî li xwezaya mirov ya bi rêk û pêk û bêhempa binihêre, dê mirov bibîne ku afîrînekê (xulyaqetê) herî kamil, têkûz û bedew mirov bi xwe ye. Mirov him rikn û ripinê her bedewkarîyê û hem jî sedem û encama her tiþtî ye. Wekî Cenabê Bedîûzzeman Seîdê Kurdî jî dibêje “Divê þaristanî ji pêþketin û kamilbûna mirov re xizmetê bike û hêz û rêzdarîya mirov derbasî jîyana wî/wê bike.” Dîsa balê dikiþîne ser gerdûnîbûn û gelemperîya þaristanîyê û dibêje: “þaristanî malê mirovahîyê yê giþtî ye.” Divê îro mirov vê rastîyê li ber çavan bigire. Lewre di navbera mirov û þaristanîyê de pêwendîyeke pir xurt û jênager heye. Ne þaristanî bêyî mirov û ne jî mirov bêyî þaristanî dibe. Yanê hebûna mirov û þaristanîyê bi hevûdu ve girêdayî ye. Ji bo ku mirov zanava xwe ya rastîn bi dest bixe, divê her tiþtî bixe xizmeta mirov û mirovahîyê. Ji bo wê jî, divê kes û alîyên þareza pêþî xwe bispêrin hîmê vê fersetê û bi vê egerê tevbigerin. Naxwe, dê hêzên þerûd li ser navê þaristanîyê bi destê xwe qira mirovahîyê bînin. Îro pêdivî bi awayekî lezgîn bi pêkanîna zanaveke birûmet heye. Bêguman hemû þaristanî bi saya zanîn û hiþmendîyê pêk hatine. Belê zanîn tenê ne pêþketina teknolojîyê ya ku çekên kîmyewî û nexweþîyên kujende diafirîne ye. Gava ku zanîn û teknolojî li dewsa ku mirovan bikuje û wan bike dîl, kole û benîyên pergalên mêtinger, tu qîmet û fêdeya wê namîne. Belê gava teknolojî jî jîyaneke aram û bextewar dîyarî mirovahîyê bike, wê Þaxê dibe xwedîyê rol û erkeke þareza û fêdewar. Divê þaristanî, tenê wekî pêþveçûna teknolojîyê û hilpekîna fezayê an jî venasîn û vedîtina, stêrk û gerstêrkên nava dilê esmên neyê dîtin. Þaristanîya mezin nasîna dinê û venasîna mirov bi xwe ye. Pîvang û krîterên þarezabûnê her gav ne pêþvebirina alav û amrazên teknolojîyê û bikaranîna wê ya neyinî ye. Þaristanîya rastîn, dahênandina teknolojîyê û alavên wê yên ku di suxreya mirovahîyê de tên bikaranîn e. Gelek hêz û dûgelên ku hemû alavên teknolojîyê di destê xwe de digirin, îro bûne xwedîyê çekên kîmyewî yên ku kuþtin û qirkirina mirovan lezgîntir û hêsantir kirine. Divê tu car dahênandina alavên þer ên ku di xizmeta pevçûnên navneteweyî de têne bikaranîn wekî þaristanîyê neyên dîtin. Carekê kuþtina mirovan bi serê xwe hoveberî ye.. Hoveberî û þaristanî du kirûyên dijber û lêkneker ên nelihev in. Di vê serdema 21ê de li þûna ku li ser rûyê erdê aramîyeke gerdûnî pêk were û mirovahî bi jîyana xwe þa bibe îro qeyran û karesatên ku mirovahî tûþî wan dibe, pêk tên. Ev yek jî her car bi desê van hêz û kesên ku bi navê þaristanîyê tevdigerin pêk tê. Þaristanîya mezin, pêkanîna hewcedarîyên mirov û têkûzkirina jîyana wî/wê ya daringî (madî)/rojane ye. Jîyana wî ya ariþî/derûnî (manewî) jî girêdayî jîyana wî ya rojane teþe digire. Ev yek jî rasterê têkildarî naskirina mirov û aramîya mirovahîyê bi dest dikeve.
|