Notên þefeqê

 

Ahmet Akin

 

Xerîbîstan, 26.09.2006

Em îro diçin mala eqrebayekî xwe. Qîza wan a heyþt salî mir. Gelek kes tên û diçin, tazîye mezin e. Hê cenaze li malê ye û kî tê qala wê dike, ka ew çawa bi mirina kêçîkê hesîyaye... Ez xwe dikim cîyê bavê qîzikê û li ser wê difikirm ka gelo ew niha çi hîs dike. Hurmet? Hurmeta li hember êþa wî? Ya li hember cenaze? Ya li hember êþa pîrik û kalikê wê?

Ez vê halê beredayî fahm nakim. Her cara ku mirîyek hebe, ez eynî tiþtî hîs dikim: Gelo wê cemaeta tazîyê çiqas bi hûrmet be. Her car: Xusran.

Ez li sebeban digerim, nabînim. Erê bi mirî ra meriv namire, lê hinek sebir, hinek huzun, hinek hurmet.... Temam merivê smal talkekî bike, lê ev ecelebûn çî ye?

Ez ji xwe ra dibêjim: Temam, gelê min nexwendî ye. Ew hatîye vir û li vir bi heyata rojane re ketîye, xwe ji kultura vir dûr girtîye, lewra ew ji medenîyeteke din e û ji ber vê jî mîna berê ma ye, mîna çil sal-pêncî sal berê... Lê... Lê ma mejû qet naxebite, tecrûbe çênabin, fahma însan qêt pêþ de naçe?

Erê ez ti cewabî nabînim. Ez li Ewrupayê xwe li gundê xwe yî berîya bîst salî dihesibînim. Dunya çûye cîyekî, yê min li cîyekî ne. Diqehirim, dikim xwe bixwim, por li xwe spî dikim, heyatê li xwe diherimînim, çi feyde?

Xwe davêjim mitbexê. Ez naxwazim bîst carî-sî carî eynî tiþtî bibhîsim. Garsonîyê dikim: Çayê çêdikim, çayê belav dikim, îskanan diþom, yanê direvim ji heyatê.

Di tarîya þevê da xwe diavêjim malê. Erê, gerek ez xwe bigihînim qelemê. Encax qelem dikare niha êþa min hîs bike, ew dikare ji min ra bibe dost û yar. Ez dest bi nîvîsandînê dikim:

“Ey qewmê min!

Ez dizanim ku tu nezan î, lê tu nizanî ku tu nezan î.

Tu herroj dibêjî ku nezanîn ne eyb e, hînnebûn eyb e, lê tu ti carî lê nagerî ku zanebûna xwe zêde bikî.

Ey qewmê min, te zanayên wek Ehmedê Xanî, Melayê Cizirî û Bedîuzzeman ji nava dilê xwe derxistîye, lê tu ti rojê lê negerîyayî ku tu wan fahm bikî.

Ey qewmê min,

Ez dizanim ku te guhên xwe nedaye þaîr û alimên xwe, dê tu yê guh nedî min jî. Ez ku ne þaîr û zana me, sirf xwedîyê gotina sade me.”

Ez bi vê gotinê dev ji nivîsandinê berdidim. Belê ez bêqelem im, qelem nikare ji min ra bibe yar! Di ser da jî bîna nîvîsakarên din ji van cumleyan tê. Ez çi bikim wan? Ez ne þaîr û xwedîyê gotina pak im. Hûnandina peyvan ji min dûr e. Resim ji min dûr e. Ez xwe bi çi bînim ziman?

Jixwe

“çi bikim ku qewî kesad e bazar

nînin ji qumaþî ra xerîdar”

***

Stenbol, 30.09.2006

Li dûv neh salan, salên dirêj ez têm Tirkîyê. Ez gelek bi heyecan im; ji ber sebebên ji hev cihê. Em dertên derva û ez bi destê dilê xwe; Baranê xwe yê pênc salî, digrim û dibêjim: “De ka bi destê min bigre. Tu yê li vir wenda bibî û tu ji xwe tirkî jî nizanî”

Ew devken li min mêzedike û dibêje: “Baba, ez yok-mok dizanim”. Em herdu jî bi van gotinan dikenin û xwe davêjin hundirê erebeyê.

Stenbol bi min kevn û xerabe dixwîye. Ez ji xwe ra dibêjim: Lo ev der cîyê heyatê nin e! Blokên mezin, xanîyên xerabe, înþaat û þantîye... Di ser da jî trafîkek ecêb... Heyatek anonîm...

***

Stenbol, 01.10.2006

Îroj yekþem e. Ez li soqaqên Stenbolê bêhedef digerim. Cîyên ku min berî neh salan volte avêtibûnê yeko-yeko nasdikim. Ez bêsebr im, tebat nakim. Rihekî vî bajarî heye, meriv dikþîne xwe. Ez birçîtîya rojîyê jibîr dikim. Kolanbekolan, sûkbesûk bi gavên lez dixwazim her cîhî bibînim.

Ez dizanim ku cîyê kovarê girtî ye. Ji xwe ez wê derê nasnakim. Ez hew dibînim ku gavên min xwe bi alîyê lewheya Veznecîlerê dikþînin. Ez rê lê nagrim. Diçim hetanî derê pasajê. Belê, pasaj girtîye! Ma ji sibeha zû ra çend seet man? Gelo ev seet wê derbas bin? Ez û tebat kirin?

***

Stenbol, 02.10.2006

Belê, seet derbas bûn! þev qedîya, þukur ji Xwedê ra! Ez/Em ê Silêman abê bibînim. Em zar û zêç, xwiþk û baldiz berê xwe didin Yumnî îþhani. Gelo sanîye çima ewqas dirêj in? Rast e, wext mefhûmek relatîf e!

Em Silêman abê dibînin. Ew coþ û heyecana wî hê jî mîna deh sal berê ye. Ez li wî mêzedikim û mezinên tarîxê têne bîra min. Ew îkon e!

Ez xwe bextîyar dibînim ku min ew naskirîye.

***

Stenbol, 03.10.2006

Ez sibehê zû radibim û xwe davêjim sûkên Stenbolê. Bê westan û mola ez hetanî derengîya þevê digerim. Sirf jiboyî nimêjê xwe davêjim binê sîya mizgeftan (gelo ev kelîme ji ku tê?). Ez jî fahm nakim ka ev enerjî ji kû tê. Ez bi zorê wext dibînim ku fitara xwe vekim.

Her tiþt bi min nû ye, di serî de jî xwarin. Piþtî fitarê ez her tiþtî diceribînim. Gunehê min bi mideya min tê...

Lêbelê ev nûbûn jî bi min gelek enteresan dixwîye. Li Ewrupayê em wek mêvan têne dîtin û li vir jî ez gelek tiþtan nasnakim. Ez li ser aîdîyetê difikirim. Gelo em aîdî ku ne? Em li kûderê li mal in? Ez ji xwe ra dibêjim ku em qet li cîyekî li malê ninin, lewra hem li wir û hem jî li vir gelek adet û tiþtên din bi me xerîb in. Cardin ez li ser kulturên aîdî hin gruban (subculture) difirikim û dibêjim cihêbûn, cihêbûna þiklê heyatê di nav cîvakî bixwe de jî heye.

Atmosfera rojîyê li vir gelek cihê ye. Ji ber vê ez jixwe re dibêjim mala meriv ew cî ye ku bawerîya meriv li wir serdest e, yanê bi bawerîya meriv ve girêdayî ye. Lê kultur, ziman, kêmbûn-pirrbûn... Mesela, hebûna alayan li her cîyî min a’ciz dike, muhafezekartî û qewmîyetçîtîyek ecêb li vir heye. Ev tiþt dikin ku ez ji xwe re dibêjim, heyran ev der ne cîyê heyatê ye.

Ez dîsa jî li ser rewþa yê derveyî welêt difikirim û dibêjim: Bi gotina Edward Said em “out of place” in,  yanî “bêwar” in.

Netîce: Ji noqteyeke þûn de heyat bixwe nîþanî meriv dide ku ew xwedîyê aîdîyetek çere ye.

***

Stenbol, 04.10.2006

Ez bi Alî û Silêman re li Fatîhê diçîm fitarê. Ez li Alî abê mêze dikim û þaþ dibim: Min cara dawî ew berî neh salan dîtîbû. Lê ev camêr îro ji wê rojê xorttir û cîwantir e.

Em li cîyê Urfayîyan xwarineke gelek xweþ dixwin. Gelo Xwedê, Urfayî jibo çêkirina xwarina xweþ xuliqandîye? Na, hinek ji wan jî dengbêj û stranbêj in.

Em li ser çapemenîya kurmancî gelek qise dikin. Em giþtik di wê bawerîyê da ne ku divê kitêbên jibo zarokan bên derxistin. Lê emê ji ku dest pê bikin?

Heyfa min bi wê tê ku dezgehên me tunin. Eger dezgehên me hebûna, emê niha di noqteyeke din de bana. Gotinên hostayê bêhempa, entelektuelê mezin, Ehmedê Xanî tênê bîra min:

 

“Ger dê hebûya me jî xwedanek

alîkeremek, letîfedanek

 

Ilm û hûner û kemal û î’zan

Þî’r û  xezel û kîtab û dîwan

 

Ev cins bibûya li bal wî mamûl

ev neqd bibûya li nik wî meqbûl

 

Min dê ‘elema kelamê mewzûn

‘alî bikira li banê Gerdûn”

***

Stenbol, 05.10.2006

Ez, Baran û dîya wî xwe davêjin panayira Fatîhê. Ez îdî ferq dikim ku ez li dû xwarinên xweþ digerim. Em giþtik li halê min dikenin.

Li pêþîya me cax kebab e û ez bi heyecanek mezin li hêvîya ezanê me. Dû ezanê em dest bi xwarinê dikin û ez ji xwe eyb dikim. Ez ji wan însanên li ber çadirên fitarê fedî dikim. Bi sedan kes li benda xwarinê ne. Wîjdana min zonq dike.

Ez ji garsonekî zarok ku heft-heyþt salî dixwîye bi kurmancî çeqilmastê/dew dixwazim. Baran þaþ dibe û dibêje: “Ma ew jî mîna me ne?” Em dibêjin erê û gelekî pê dikenin.

Ew îdî xwe gelek rehet hîs dike û mîna þêrê ku di warê xwe de ye dikene û kêfa wî tê cî. Em ji xwe re sohbet dikin û dû wextekî re garsonekî din î mezin, gava nêzîkî me tê, ferq dike ku em bi kurdî qise dikin. Kêfa wî jî gelek tê û ew jî bi me ra, xisûsen bi Baran ra, bi kurmancî qise dike. Îdî kêfa wî gelek li cî ye û xwe ser piþtê davêje û dest bi henekan dike. Ew ferq dike ku zimanê ku ew li vir qise dike zimanê bazarê ye, yê sûkê ye. Ji ber vê ew gava tiþtekî dibêje dengê xwe bilind dike.

Ev tiþt dîsa ray min dide ku gelek mûhîm e em li her derî bi zimanê xwe qise bikin. Zarok gelek zû ferq dikin ka qîmeta tiþtên ku ew dikin heye an na. Îcar ev jibo wan dibe nîþaneke gelek mûhîm û di ser de jî ew ji þexsîyeta xwe eyb nakin.

***

Stenbol, 06.10.2006

Meha Remezanê li Stenbolê bi atmosfereke gelek cihê û xweþ dimeþe. Ez û hevaljîyana xwe dibêjin, em îdî rojîyên xwe li vir derbasbikin. Nimêja li camîyan çiqas xweþ e!

Kilama þivan tê bîra min: “Welatê meriv ji welatê xelkê þêrîntir e.”

Welat, yanê welatê bîr û bawerîya meriv.

***

Serhed, 07.10.2006

Ez bi teyarê ji Stenbolê diçim Serhedê. Di teyarê da agahîyên li ser tehlûkeyan bi du zimanan tên dayîn: Îngîlizî û tirkî. Ez li devûdorê xwe mêze dikim û bi min were tê ku hema bêje ji sisêya dudu kurmanc in. Ez hinekî guhê xwe didim devûdorê xwe û dibînim ku pirranîya wan tirkî jî baþ nizanin.

Ez li vê zilma hanê difikirim, zilma qedexekirina zimanê bavûkalê me. Ya Xweda, ev çi zulmeke mezin e! Yanê eger meriv bi wê bawer be ku qîmeta van agahîyan di talûkeyan de heye, wê çaxê meriv yên ku van herdu zmanan nizanin, û yên ku diçin cem me bi pirranî nizanin, rasterast diþîne mirinê. Canê we ji cehenemmê re! Hûn tirkî nizanin, ji ber vê layîq nîne ku hûn bijîn.

Ji ber vê zulma bêsînor ez ji xwe ra dibêjim hetanî ku zimanê me li her derî biê bikaranîn divê em bixebitin. Di vê noqteyê da ev çarîna hanê ya Sabah abê di mejûyê min da derbas dibe:

“Mirina zilma xedar bizan

yara min tu yî

Hey hêvîya wê rojê ku debara

min tu yî

Xwezî mirin nebûna heta

mirina zilmê

Þeva mirina zilmê, þev-erûsa

min tu yî’

Ez bi texsîyekê ji firgehê (ax kula kelîmeyan) xwe davêjim cem pîrika xwe.

Ya Xweda ev çi bajar e? Qirêj e, hilweþîyayî ye û di ser de jî piçûk e. Ez fem nakim ka çima ev bajar berê li xweþîya min diçû!?

***

Xerîbîstan, 03.01.2007

Ez di Netkurdê da rastî roportajek bi Rojen Barnas têm û bi heyecaneke mezin dixwînim. Gava Nûdem derdiket min bi rojan li þ’ir û nîvîsên wî dipa. Stîl û zimanê wî hem xweþî min diçe û hem jî îstîqameta wî li ser ziman rast û li cî ye. Îcar mixabin em îdî ji nîvîs û þ’îrên wî bê par in.

Ez dest bi xwendinê dikim. Dûv cara ewil, ez cardin li serî vedigerim û dibêjim ka gelo tiþtek ji çavên min revîya an na.

Ez bi mehzûnîya wî mehzûn dibim. Ez mehzûn dibim ku ew ji nexwendina kurdan aciz e. Ez heq didimê, lê cardin ez dibêjim, xwezila ev tiþt neda ber çavan. Ma Feqî, Mela, Ehmedê Xanî, Bedirxanîyan eynî tiþt bidan ber çavan, emê îro  ne di halekî gelekî xerabtir de bana?

Ez ji ber hin sebeban jî wî fem nakim: 1. Ku em îro dikarin bi kurdî bixwînin û binvîsînin mucizeyeke mezin e. Ka li kû hatîye dîtin ku merivan bê mekteb û bazara ziman edebîyateke –çi zeîf, çi dewlemend–  avakirine?  2. Meriv hetanî dibe hostayê ziman, salan bi xwendin û nîvîsandînê derbas dike. Û gava tê noqteya ku îdî ziman ewqas rind bikarbîne sebebên din tîne ziman.  Heyfa min bi wê tê ku kitêbxaneya kurdî nikare zêdetir bi kitêbên Rojen Barnas, Sabah Kara, Ferhad Shakely û hinek nîvîskarên din were xemilandin.