|
Hawar û feryada ruha min
Hemîd Dilbihar hdilbahar30@hotmail.com
Ax ruha min, ax ruha min Heta kengî ev feryad û fîxan!.. Çok vedidim li ser zinarên bêkulîlk. Li dengvadana feryada xwe digerim. Kelogirî dibim. Zuwa dibe gewrîya min. Hawar e ya Xwedê, ya erd û esman, ya êþ û jan, ev çi bêdengî ye?.. Ev çi bêdengî ye yaran, weke belengaz û jaran?.. Her der tarî ye, ronahîya heyvê xwe bernade ser bêdengîya þevê!.. Nizanim, guh bidim dengê dilê xwe û biçim ji van dîyaran!.. Nizanim!.. Ma çi feyde ye çûn!.. Her der goristaneke bêmirî ye niha, her war goreke bêkefen; pê li kû dikim mayinek diteqe heçko. Mit û bêdeng... Ma kîjan dil dikare rake hawar û feryada ruhê xwe yê ku bêdeng deng vedide, ji xeynî dilekî ku xwe daye ber bayê evîna xwe, di serdema xwekuþtina xewn û xeyalan?.. Ma kî di kîjan serdema kîjan qonaxê ji kîjan kûrahîyê dikare biqîre kîjan feryada kîjan gîyanekê!?.. Kîjan kî dê di kîjan kê de xwe bigihîne hawara kîjan kê!?.. Kî, li kû, kengî, çima û çawa dê çi bike?.. Ax; xwezya min bizanîya û min hevokên dilê xwe biþanda hawara wê/î?..
Yaran Heta roj neyê Ez dê çawa xwe bavêm ber bextê þevê! Rojê bi hemû germahîya xwe tîrojkên xwe belav dikir nava hilma bayekî gerok... Û gava ku wî bayê bênav û nîþan rûyê rêvingê birîndar ramûsî çend gotin herikîn ji rûbarê dilê wî: ‘Ev ne êþa çiqlê dareke þikestî ye yaran, ne jana guleke çilmisî ye. Kê gotîye ezê wisa bi hêsanî berdest bibim ji serdemeke bêdost û post!.. Hêmayên bi per û bask hene hê di hiþê min de. Pêlên dîn û har lat û zinaran radimûsin hê di nava rûbarê dilê min de. Hê helbestên min hene di paxila min de ku rêzikên wan rakim çar gavan weke cahnîyekê delodîn û rûyê wan beperixînim weke rûye te yaran. Ne hêsan e wisa yaran, ne hêsan e. Min muhra xwe li xakê nedaye hê. Min tovê hezkirinê reþandîye li ser zevîya evînê, kî dê av bide heke rondikên çavên min jî bar bikin ji vî welatî?!.. Çawa dê xatirê bixwazim ji vê dinê, heta nebînim ku þîn dibe dilistana min di hingorê êvareke li bisk û kezîyên xwe digere… Li ser dengê hozanên bêwelat hawara azadîyê li benda min e hê. Di nava hilma min de qêrîna zarokan li xeyalên xwe digerin. Zû ye hê; dema xewn di nava berxwedana ronahîyê de li qada þer û cengeke bêdem û wext serî hildidin ji bo manê li ser singê tarîyê ez dê çawa xatir bixwazim ji av û axê, ji êgir û hewayê, bi çi rûyî!?.. Ezê bi çi rûyî bimirim dema sûretê ronahîyê ji ber bayekî rûreþ biryara daliqandina xwe bide berê fereca sibeheke derengmayî!.. Namirim û koç nakim ji vî dîyarî, zû ye, þerm e, çûn û mirina bêwext rûreþî ye; ma nevê ku qedrê mirinê jî bizanin sax, qedrê çûnê bizanin rêving?.. Heta dem neyê yaran, divê kes hembêz neke goristanan; divê kes nekeve rê heta rê hembêza xwe veneke ji rêvingan!.. Û ezê çawa koç bikim ji vî dîyarê yaran Heta hembêz nekim xewn û xeyalên koçberan!.’
|