Behra Wanê

 

Wehbî Azad

 

 

G ol e ew, lê dil da Derya

Dîyarê xweþ bêhnvedanê

Di Kurdistan da rîz-zerya

Zehf þirîn e Behra Wanê.

 

Aso þîn, ava behrê þîn

Bi dengê qulingan rengîn

Aheng e zivistan, havîn

Xemrevîn e Behra Wanê

 

Kesk e bi dar, çêre, derdor

Pêl pêþwazî dikin jêr, jor

Girava Tamara bandor

Nazenîn e Behra Wanê

 

Bi derya xwe dilþa ye Wan

Dîtin, ji herkes re vîyan

Nav û deng, nayê ser ziman

Dilevîn e Behra Wanê.