|
Evîn mir…
Gulistan Çoban
K undê kor danî li xirbê dil Got: “çîrok qedya Evîn mir…” Qesem dikim bi wê qudreta ku Kiras ji bejna mar kir Û genim li gêlê bar kir Evîn mir… Bayê ber êvarê xwe berda nav newalê dil Got: “pênûs þikya evîn mir” sond dixwim li ser wan destê ku sêv bi avê da berda Û xwenga Harûn wek gîyakî xweþik xwedî kir Evîn mir… Gurê kal derket ser girê dil Got: “destar gerya Evîn mir” Qesem dikim bi wê qudreta ku Rûyê erdê di bin xêlîya reþ da veþarda Û bi destê heyvê kembera zîv li bejna behrê girêda Evîn mir…
|