Min bêrîya seydayê xwe kirîye

 

Receb Dildar

 

M ele Hesen li ser postê pezkovîyekê rûniþtîbû, ji serê sibê de ye destê xwe dabû ber cênîka xwe û wek bazirganekî ku li talanê wî xistibin, diponijî. Li hundir tebatî nediketê ji bo hinekî bîhna xwe berde, serma û seqemê, ba û bahozê rê nedidayê ku derkeve derve xwe li çol û çîyan biqelibîne. Carna radibû ser xwe, wek mehkûmên ku sedûyek sal ceza lê hatibe birrîn, tizbîya xwe dixist destê xwe û li hundirê odeyê peyase dikir. Lê bi wî awayî jî dilê wî rehet nedibû, piþtî çend gavan, dîsa vedigerîya ser postê xwe û wek sofîyên xewletxaneyan xwe li ser post dicivand ser hev û di nav çemê fikr û ramanê de dest bi avjenîyê dikir. Dikir nedikir xwe ji nav gerînekên golên bêbinî xelas nedikir.

 

Destê sibeyê, berî ku rabe limêjê di xewna xwe de Seydayê xwe dîtibû. Wek ku wext bihar be; çar alî, her der þênayî bû, li ser daran þalûl û bilbilan dixwendin. Seyda li bin dareke gûzê rûniþtibû, aveke tenikê zelal di ber re diherikî. Seyda bi ser kitêba xwe de xwar bûbû, dengê wî yê zelal tevlî þireþira avê û dengê çivîkan dibû. Piþtî ku çav lê ketibû Seyda rabibû ser xwe û bi ber wî ve meþîya bû, nûr ji wecê wî dibarîya, her ku lê mêze kiribû zêdetir biþirîbû û destê xwe bi ber wî ve dirêj kiribû. Seyda pirr nêzikî lê kiribû lê negihîþtibûyê, Mele Hesen di wê gavê de hiþyar bûbû. Ji wê çaxê de ye, Mele Hesen ketibû tatêla Seyda, digot: “Gelo tiþtek qewimî, tiþtek hat serê Seydayê min?” û dikir nedikir ev guman ji nav mejîyê wî dernediket. Seyda ji bîra wî nediçû û tim ew wêneyê wî yê ku pê re dibiþirî li ber çavên wî diçû û dihat. Dabû hiþê xwe ku ev du meh e Seydayê xwe nedîtîye.

Bi wî awayî saet buhurîn û wextê limêja nîvro hat. Mele Hesen berê xwe da mizgeftê. Bêyî ku zêde bi kesî re bipeyive, da pêþîya civatê û limêja xwe kirin. Piþtî limêjê ji gundîyan re got: “Min bêrîya seydayê xwe kirîye, ez dixwazim herim wî bibînim.” Gundî tevde li hember vê fikra wî derketin, li ber gerîyan:  “Heyran qey tu ba û bahozê nabînî, ev roj ne roja çûyinê ye, bila dinya piçek xweþ bibe emê bi hev re herin dîtina Seyda.”

Mele Hesen digot, “Min bêrîya Seydayê xwe kirîye” û tiþtek din nedigot. Ew bûbû yek gundî tev de bûbûn yek, lê tu kesî bi ser wî nedixist. Gundîyan Mele Hesen tu carî ewqas hiþk nedîtibûn, tevde þaþ mabûn ku vê hiþkîyê îro çawa pê girtîye.

Mele Hesen ji eþîra Batûa ji gundê Bateyê bû. Ji ber zanîn, dilxweþî û dilovanîya wî gundîyan gelek jê hez dikirin û dilê wan qaîl nedibû ku di vê ba û bahozê de birê bikeve. Gundîyan li dora wî xelekek çêkiribûn û rê nedidanê, ji bo ew dev ji fikira xwe ber bide, pirr li ber digerîyan, lê ew ji ya xwe nedihat xwarê digot “Min bêrîya Seydayê xwe kirîye” û bi nêrînên bêwate li wan dinêrî.

Mele Hesen xwe ji nav xeleka gundîyan xelas kir, berê xwe da malê. Ji bo wî ji ev fikra talûke vegerînin ji gundîyan gelek kesan jî dan dû wî. Mele Hesen tu carî dest vala nediçû bi ser Seydayê xwe de. Xurçika rengîn tije mewij, gûz, bastêq kir û avêt ser milê xwe. Gundîyan mêze kirin ku tu çare tune ye, dibêje îllahî ez ê biçim, ji bo wî tenê nehêlin çend heb xort jî bi dû wî xistin.

Gundê Seydayê wî zêde ne dûr bû, di navbera herdu gundan de tenê gundek hebû, lê îro ne roja çûyinê bû. Di vê zivistana kurr de, di nav ba û bahozê de bi rê ketin, her çiqas libasên stûr li xwe kiribûn jî hêdî hêdî sermayê zor dida wan. Hulmegulma ji dev û pozên wan derdiket di gavê de li ser rîh û simbêlên wan dibû qeþa û wek þembelîlkên sivîrnegan bi wan ve dadilqîyan. Her çû bayê guvîna xwe zêdetir kir, berfa hûr wek kayê ji erdê rakir û bi ser wan de wer kir. Bahozê rê û rêçik wenda kirin, pêþîya xwe nedidîtin, bi tecrubeyên xwe dimeþîyan. Ba û bahoza ku berf dimorizand eman nedida wan, bêçare û bêhêvî dimeþîyan. Ji bo kerîyên guran li wan neqelibin gundîyan dest bi duayan kirin.

Kesên bi Mele Hesen re ketibûn rê mêze kirin ku di vê rê ye de xelasî nexwuyaye, rêwîtîya wan ne karê aqilan e, tu mêzîn û pîvaneke wê tune ye. Ketina nav lepên guran hebû, ji sar û seqemê qefilandin hebû, li ber ba û bahozê çûyin hebû. Ji bo wî vegerînin dîsa pirr israr kirin, xwe avêtin dest û lingên Mele, lê wî tim digot, Seydayê min û tiþtekî din nedigot. Çavên Mele tarî bûbûn, xêncî Seydayê xwe tu tiþtek nedidît û nedifikirî, wek ku  hiþ û aqilê wî ne di serî de be, her tiþt jê re bê wate dihat. Wek ku murîdek bi cizbê ketibe û  þêxê xwe ji xwe re kiribe qible, wek  zidîyek berê xwe dabe Rojê û bi ronîya wê þa bibe, xwe li Seydayê xwe girtibû û dimeþîya. Kulîyên berfê li ber çavê wî dibûn pinpinîk û bi kêfxweþî bi wan re dibiþirî, dijwarîya rewþê jê re qet ne xem bû. Xwe li berfa ku dihat çokên wî dixist û dimeþîya.

Gundîyan mêze kirin ku çûyin bê mane ye, dev ji Mele berdan û vegerîyan gund. Mele bi tena serê xwe ma. Pirr meþîya, her gaveke wî berxwedaneke mezin bû, wek stêrka ku roj li ser derbikeve û  her biçe þoqa wê qels bibe, teqeta wî ji her çû hêdî hêdî kêm bû. Ba û bahozê bîhn lê diçikand, mêze kir ku wê bifetise xwe avêt binê þikefteke nêzî rê. Hat bîra wî ku çend malên gundê cîranê wan nêzî vê þikeftêne, ji bo wan bi xwe bihesîne heta deng tê de hebû kir qerîn. Lê qêrînên wî du gav þûnde, di nav gerînekên bahozê de li hev digerîyan û difetisîn. 

Pirr neçû, çîya hejîya tofan rabû, berfa çîya bi giranî bi rê ket, bû þepeyeke pirr mezin û hat di devê þikeftê de rûniþt. Wek xîçikeke biçûk di nav girekî de wenda bibe, þikeft jî di nav berfê de wenda bû, derfeta derketina derve nemabû. Mele hêvîya xwe hîna wenda nekiribû, bi rojan di hundirê þikeftê de berf kola, xurikên ku ji bo Seydayê xwe xistibû xurçikê tev qedîyan, lê dawîya berfa ber derî nehat.

Piþtî ku dinya hinekî xweþ bû û di ser re jî çend roj derbas bûn û dîsa jî Mele venegerîya, gundî ketin tatêla wî. Pêþîyê yek þandin cem Seydayê wî, lê bersîva Seyda kin bû: “Ev du meh e çavê min bi Mele Hesen neketîye.“ Gundî û eþîra wî ketin nav þîneke mezin, li wê dorê tu gund nehîþtin ku neçûn lê nepirsîn, di çol û çîyan de tu qulik an binê darekî nehîþtin ku li þop û rêça wî negerîyan. Gundî þaþ mabûn digotin: “Eger bimira me yê cenazeyê wî bidîta, eger gura wî xwariba meyê parçeyek ji cilên wî bidîta. Tu dibê qey bûye teyr û bi ezman ketîye.“ Bîn û berata wî nexwuyabû.

Carna di nav eþîrê de gotin belav dibûn, digotin wî revandine. Bi hefteyan diketin nav guftûgoyan, ka bê kî dikare wî birevîne, gelo ji bo çi revandine? Hinek sofîyan jî digotin jixwe Mele Hesen melyaketek bû çûye ezman, aniha li cenetê li kêleka merivên çê rûniþtîye, divê êdî meriv zêde qala wî neke û wî pê aciz neke. Welhasil êdî hêvîya xwe ji wî birrîn. Bûbû gilokeke berf û di bin tavê de helîyabû, tu rê û rêç nediçûn bi ser de.

Dem derbas bû tava biharê berf hêdî hêdî heland, devê þikeftê vebû. Rojekê gava þivanek, ji bo mexelê pezê xwe dibe hundirê þikeftê rastî cenazeyê Mele tê. Xeberê dide gundîyên wî, gundî tên wî dibin, hewar û qêrîna gundîyan erd û ezman dadigire. Gava ji bo wî biþon destê wî ji hev vedikin, kaxizeke bi kurdî û xetên erebî ji nav derdikeve. Tê de gotibû: “Ez Mele Hesenê Bateyê me, min bi rojan berf kola lê dawîya wê nehat, ji birçîna û sermayê ez dimirim. Tu kesî min nekuþtîye, bila herkes wisa bizanibe. Ji ber ku min Seyda nedît ez pirr xemgîn im, silavên min lê bikin.”

Piþtî ku wî defin kirin û çillê wî qedîya, gundî û eþîra wî li hev civîyan, ji bo mewlûdekê jê re bixwîne gazî seydayê wî kirin. Seyda bi kurmancîyeke xweþ û zimanekî þêrîn dest bi mewlûda ku Mele Hesen bi xwe nivîsandibû kir:

 

Hemdê bêhed bo Xwedayê alemîn

Ew Xwedayê daye me dînnê mubîn

Em kirine ummeta xeyrul beþer

Tabiê wî muqtedayê namuwer…

 

Ahmeda çavê te ma zaxel beser

Yek îþaret hate în þeqil qemer

Hukmê tû carî ji erþê ta bi ferþ

Ey ji nûra te munnewer ta bi erþ

 

Hem ji bo her çar îmamê cadeyê

Hem ji bona katibê vê nusxeyê

Bo cemîul muslîmîne salîhe

Bo feqîrê Bateyê el fatîha.