Pêlaveke çiritî me îþev ez

 

Sidîq Gorîcan

 

 

P êlaveke çiritî me îþev ez

Ku zarokeke sêwî diwegre bi lekaþî

Ku diwegre di nav ax û herîyê de

Di nav hevsalên xwe li kolanan

Bi rûyeke þermok

Bi singeke werimî

Ku dimixmixe bi kul û kovanan….

 

Rojê erka xwe qedand

Û bû wasilê dayîka xwe

Dor, dora tarîstanîyê ye

Ku dêlava tav ji jîyanê re dibe dîdevan.

Melûl im

Çilmisî me

Dilgîr û lêvgezîyan im   

Bi ceng e derûnîyeta min;

Melhezên hiþyarî ji dilînan dikin pirsên hesabî

Li ber hev rawestane hiþ û wicdan

Ruhê reben tê gurandin bi birîn û tenê

Ku pûç û vala be ji rûmet û îmanê

Ji kû re tê nizanim, bedbînî li min hiltê

Lê diçinim ji xwe re hêvî û hêwîþ

Dibim semaxdar bi vîna Wî

Ku erd û ezman nebin mûþewîþ……

 

Pêlaveke çiritî me îþev ez

Ku zarokeke sêwî diwegre bi haleke bezebez

Bi bêhneke teng

Bi kenekê tîrereng

Êlûn 2006, Wan