|
Coxrafyaya ku wekî dîrokê derdikeve mexderê
Serdar Rûþen
S edemîn jimara Nûbihar bi xêr be. Gava Nûbihar derket ez li zanîngeha Enqereyê xwendekar bûm û min bi kurdî nizanîbû. Rojekê ez çûm kitêbxaneyekê û min kovarek dît. Min ji peyvên di berga kovarê de fêm kir ku ew kovar bi kurdî ye. Min ji xwedîyê kitêbxaneyê pirsî: ‘gelo ew kî ne?’ Wî ji min re got, ew “Misliman in.” Ez kenîyam û min got: “Min ev nepirsî, em giþt misliman in.” Min nusxeyek kovarê kirrî û ez ji dikanê derketim. Min di dilê xwe de got “Gelo ew dibêjin çi? Derdê wan çi ye û ew kî ne?” Min ji zû de dixwest ku ez hinî kurdî bibim, lê tu fersend neketibû destê min. Ji bo ku ez bikaribim Nûbiharê bixwînim, min dest bi xebata bi kurdî kir. Di nava sê mehan de min karîbû Nûbiharê bixwînim. Lê min bi xwendinê tê de çi dît? Ji bo min girîngîya Nûbihar ji kû tê, dixwazim di vê nivîsê de bi we re parve bikim. Di vî welatî de hinek misliman û çepgir dibêjin: “Erê rast e kurd hene, lê gerek ew ‘kurdçitîyê’ nekin!” An jî; “Em li hemberî hemû netewperestîyê ne, bila kurd jî netewperestîyê nekin, bila an misliman bin (wekî wan), an jî enternasyonalist bin (dîsa jî wekî wan).” Yanê bila behsa kurdan nekin, ger bikin jî bila behsa Kurdistanê nekin. Hinek ji me bûn misliman, hinek ji me jî Enternasyonalîst... Lê bi ya min kurd û Kurdistan di ortê de sêwî mane.
Gava min li rûpelên Nûbiharê nihêrt di bergê de wêneyên çîya, rûbar, zozan, gul û çiçek; xanî, sûk, mizgeft, dêrên Kurdistanê bi ber çavên mirov dikeve. Ji bo min ew ne bi tenê bi xwestekên estetîkî hatibû kirin. Ew mesajek bû, ew bibîrxistinek bû. Bila pêþî çîya û newalan, çem û rûbaran, çîçek û zinaran bi rengên xwe xeber bidin, ew ji we re bi zimanê xwe rewþa xwe bibêjin; bila zarok û hemû jar û belangazên Kurdistanê bi cilên xwe yên rengîn ku peritî ye, wekî xewnên wan, bi pîyên xwe yên tazî, bi rûyên xwe yên liken û bifedî, serpêhatîyên xwe bibêjin. Piranîya mislimanên me jî, çepgirên me jî, rengê cilên wan, çîçek û kulîlkên wan jibîr kiribûn. Nûbihar bibîrxistinek bû; bibîrxistineke mezin. Wekî qîrînek bû. Di nav rûpelan de jî ev feraset hebû. Însanên me bi Melayê Cizirê, Feqîyê Teyran, bi Ahmedê Xanî û alimên Kurdistanê yên din dida naskirin; çirokên me yên zaroktî, yên ku hindik mabû werin jibîrkirin, dihatin vegotin. Di carekê de em çûn serê çîyayan, di carekê de em çûn kêleka çem û rûbaran, em çûn gund û newalan. Di carekê de em bûn mêvan li medreseyan, di carekê de me guh da bilûrên þivanan. Di meha Nîsanê de, di ‘Roja Feqîya Teyran’ de, em bi feqîyan re çûn geþtê, di Newrozê de me agir pêxist û ketin govend û dîlanan. Tehayula me ya cografyayê, tehayula me ya Kurdistanê, tehayula me ya dîroka kurdan, tehayula me ya sîyaseta kurdan, tehayula me ya edebîyata kurdî, bi kurtasî tehayula gelê kurd berfireh bû. Têkilîya me bi axa me re xurt bû. Di rûpelên Nûbiharê de cografyaya me wekî diroka me, dîroka me jî wekî cografyayê derkete mexderê. Bi kurtasî di kovara Nûbiharê de, hem dîrok, hem jî cografya hebû. Ku dijminên kurdan dixwesin ku kurdan ji herduyan jî bêpar bihêlin. Ku herdu jî girîngtirîn stûnên hebûnê ne. Hîna jî di sîyaseta me de, di edebîyata me ya nûjen de, axa Kurdistanê tune ye; ên ku sîyaset dikin, ên ku dinivîsin, haya wan ji axa wan, haya wan ji gelê wan tune ye. Çepgîr, an jî rastgîr, ew wisa ye. Ji ber vê yekê kurd piranî asîmîle dibin. Bila di rûpelên Nûbiharê de, cografya û dirokên kurdan zêdetir cih bigire. Ma bêzeman û bêmekan hebûn dibe?
|